Helbest çi ye? 

4

 Kamran Simo

 

Helbest ne pevçûn, ne þer, ne xwîn û ne jî rondikên çavan e. Li dijî hemû xirabiyan çeka serhildana bindestan a bitenê ye ku serdestan nikarîne têk bibin. Helbest hunerê xewndîtina azadiya bi civakên ku bi xew ve birine. Azad kirina giyanê civakên ku giyanê wan dîl hatiye girtin e. Helbest hêviya bêhêvîtiyê ye. Bi gelên hêviya wan ku hatî þikandin, hunerê nîþankirina asoyê hêviyê ye. Helbest serhildana ku pêþî lê nayê girtinê ye. 

  Piþtî Þerê Cîhanê yê Yekem, welatê kurdan bûbû gola xwînê û dibe ku ev cara pêþî bû kurdan xwe wisa bê çare didîtin. Dengê helbestvanê kurd Cigerxwîn wiha dihat.

 "Keko ez bilûrvan im

Dengê saza hozan im

Ji wê ez dilgiran im...." 

 

Bi helbestên xwe bû çirûska hêvî nîþandanê. Bi nivîsandina ’’kî me ez’’ bû bersivdana hemû tirsandinên neyaran. Xwîna wêrekiyê li

dil û mêjiyên hatine tirsandin gerand.

  Dîsa di sala 1975an de serhildana hêviya kurdan þikest û kurd di nav derya bêçaretiyê de li henaseke jiyanê digeriyan. Hozanê kurdan Seydayê Tîrêj, bi helbesta xwe ya bi navê ’’Ey bilbilê dilþad’’ av reþand ser gula hêviyê û bû strana li ser zimanê her kesên ku nedixwestin hêvî bimire.

 Gelek mînakên wisa li cîhanê hene ku helbestvan bûne çirûska hêviyê.

 Yek ji van çirûskan, hozan û lehengê netewî yê Macaristan Sandor Patofî ye. Li raperina 1848an a li dijî zilm û serdestiya binemala Habsburg wek berpirsiyarê xortên bajarê Budepeþte di nav raperinê de cîh digire. Helbesta wî ya, bi navê “hiþiyar be Macar” dibe sembola þoreþê. Piþtre jî li þerê dijî dagîrkirina Macaristan, hozan û lehengê  netewî Sandor Petofî peyveke wisa dibêje ’’ez serê xwe di ber evîna xwe de didim. Lê ez evîna xwe fedayî azadiya xwe dikim.’’ Hem bi pênûsa xwe dibe çirûska hêviyê û hem bi kiryara xwe vê dike. Diçe eniya þer û dibe pêþengê hêviyê. Mîna þervanekî þer dike, heta digihê dilovaniya xwe. Kuþtina wî jî dibe moraleke mezin ji bo gelê Macaristanê.

 Helbastvan di bandora çi de be, ew helbesta wan dinivîse. Di nava xwe de çi kom kiribe, ew derdikeve derve. Têgihiþtina wan ya jiyanê û çîroka jiyana wan çi be, rengê helbesta wan ew e.

   Helbest ji helbestvan re dibêje, ’’bibe þoreþgerekî, xwedî giyanekî xurt. Li dijî mirinê serî rake. Li pêþberî çerxa bêtemen ku dizîvirê rawaste û hesab jê bipirse. Pêwîst be di nîvî de çerxê biþikîne. Bibe aþtîxwaz, jiyanperest be.

Li bê mirinê bigire, lê tû caran nerawaste.’’ Yanî tû carî, roja tu têra dijî dêra jiyana civatê  nebîne. Bibe pêþengê pêþvebirina jiyanê. Nebe pesindarê sistem û rêvberên roja xwe û nebe estengê veguhertina jiyanê.

Berî vêga bi salan J.P.Satre di dasanîna helbestvan de wisa gotibû. ’’Helbestvan kesê ku xwe ji bo helbestê dike gorî ye.’’

  Bi vê danasînê helbestvanên weke Baudelaire, Lautreamont, Rimbaud li ber çavan girtiye. Her yek ji van helbestvanan gihiþtiya lûtika hunerê. Lê di jiyanê de yên her zêde zehmetî kêþandine. Ji ber ku wan berî civata ku têda dijiyan tiþt hîs dikirin, didîtin û dianîn ziman. Ji ber ku civatê ew fêhm nedikirin ew afarozdikirin. Lê ji ber ku destlihatdar ji nêrîn û gotinên wan ditirsiyan, ew ji nedîtinê re dihiþtin an jî ceza dikirin.

  Helbestvanê ku xwe dabe helbesta xwe, di nav gel de mîna wan kesên ku di xew de digerin. Ji ber ku her demê di bin bandora bûyeran de dimînin û dê çawa bikarin bûyeran di helbest xwe de bicih bikin.

Rimbaud ji bo Baudelaire yê ku civatê ew afarozkirî (çîçozkirî) wisa dibêje, ’’ yê pêþî dibînê.’’ Ev cezayê pêþî dîtinê netenê ji helbestvan  dema me re ye. Ev ceza ji roja ku mirovan dewlet avkirin ve heye.

 Feylesofê mezin Sokrates ji bo ku pêþî dît, bi tewanê jehr vexwarinê hate ceza kirin. Ji bo ku rêvebirên komarên Atîne jê ditirsiyan ev ceza danê.

 Dîsa berî vêga bi duhezar salan, helbestvan Publius Ovidius Naso ji ber helbestên xwe hatiye koçber kirin. Împaratorê Romayê Augustus helbestên wî yên evînê li dervî ahlaq dibînê wî diþiyênê nefiyê û hemû pirtûkên wî ji pirtûkxanan dide komkirin. Bi vî awayî ji çavên civatê dikeve û li nefiyê dimire.

 Lê piþt re raman û nêrînên di pirtûkên wî de bandora xwe li ser hunerê sedsalên navîn û li Rûnesansa Ewrupayê dike û ji nû ve li nav Ewrupa û cîhanê tê naskirin.

Weke van mînekan pir mînek hene ku mirov dikare bide. Li her welatî mirov dikare bi çendan mînekan bide. Hin bi tawanê mirinê hatine tawanbarkirin, hin bi tawanê girtîgihê û hin bi tawanê nefiyê hatine tawanbarkirin.

Saint John Perse wisa dibêje, ’’helbestvan xwe di nav bûyerên dîrokê de  dibînê û xwe ji yek ji van tirajêtiya dûr nabînê. Ji bo vê yekê, nîþandana rûyê çaxê têra helbestvan dike….’’

Yanî ji ber ku tirajêtiyên dîrokê zanê, yên roja xwe zû dikarê bibînê. Maska li ser rûyê desthilatdaran rakin û rût nîþanî civakê bikin.

Rene Char di rêzike helbesta xwe de wisa dibêje,

’’Û bimire ji bo tu bi navê herkesî axivî…’’

   Ev naye wê wataye ku kes ji wan hez û fêhm neke. Bê çawa hin kes wan heft qatan di kin bin erdê. Yên ji wan hez dikin û xwe di nêrîn û gotinên wan de bibînin jî hene. Ev celeb wan derdixin heft qatên asman. Wane ji xwe re rêhber dibînin, bi helbestên wan têne coþê û li dijî serdestan serî radikin.

  Gelek helbestvanên bi nav û deng ji bo pêþxistina civatê, di enîye pêþ de cih girtine. Pênûsa xwe kirine þûrê pêþxistinê. Ji bo ku helbest ne tenê girî û gazincin. Yên bi girî û gazincan jî dinivîsin, rê û rêbazên pêþxistina civatê nîþandidin.

Helbestvan li nav gera van pirsan

digere û dixwazê bersiveke bibîne.

Ez kî me, Ez çi dikim?

Çima kata gerdûn ewqasî dirêje?

Ji bo çi temenê mirov wisa kurt e?

Di gerdûn de cihê min çi ye? wezîfa min çi ye?

Ji bo çi têgihiþtina me têra têgihiþtina gerdûnê nake? Û weke van pirsan gelek pirsên din ji xwe dike. Li xwe dinêre û li civata bêxem dinêrê. Hem pirs û bersivên xwe tênê ziman û hem ji civata bêxem re dibêje. Serkaniya nexweþiyan di van pirsan de ye, hûn jî bi min re li wan bigerin.

 Helbestvan êþên xwe û civatê li parzûnkê ziman dixin, tenik dikin û bi riya peyvê hin baþtir tê bigihîjin û nahêlin ku qirej li ser peyvê bimênê nîþandinin. Dilxweþî û bextewariyên xwe û civata xwe yên ku bi sedan salan e heta roja wan hatine. Lê ji ber çavnebariya serdestan ji pûçbûnê re hiþtin û nehêlin werina meydana jiyanê her ku diçe kakilê wan pûç dibe, bi þeyê þehîkirinê geþ û xweþtir dikin û dibêjîn.

 Bê çawa xweþikî armanca helbestê ye, hiþyarkirina hest û ramanê civatê jî armanca wê ye. Ji bo van armancan çi pêwîst be werê kirin, helbestvan pêwîst e bikin.

Îbirahîm Ehmed jî wisa dibêe, ’’Ne ji bo mirinê bijî, ji bo jiyanê bimire…’’

  Helbest serhildana bi peyvan a li dijî astengên jiyanê ye.

Nietzsche di derbarê vê mijarê de wisa dibêje, ’’Bipeyve, bipeyve da tu perçe perçe bibe…’’

Helbest di dema bêhêvîtiyê de qîrîna mêrxasiyê ye. Li dîlgirtina gelan û hem li ya kesan, henasa azadiyê ye.

Paul Eluard dibêje, ’’ez li zevî û baskên çûkên biçûk, di siyê de li aþ dinivîsim. Li rêçên ji xew hiþyar bûn, li riyên ku hatine reþandin û diçin, li meydanên miþt (tiptije) navê te dinivîsim ey azadî...’’

   Helbest ji hemû curên tevgêrên xirab û ji xirabiyên jiyanê dûr e. Yanî giyanê wê, ramanên wê, hestên wê, xewn û xeyalên wê azad, paqij, aþtîxwaz in û wekheviyê dixwazin.

Octavio paz dibêje, ’’Azadî tiþtekî wisa ye,

di hebûna keseyatiya cîhana nava me de, hebûneke hêja ye û tiþteke ku qet ne pêwîst e wê bixina nav qelabixa giþtî. Bi gotinek din hebûneke xweser e, herkes hêjaya wê di keseyatiya xwe de hildigire…’’

  Azadî hunera di nava helbestvan de bêyi ku kevn bibe, dimeþe û pêhesîna hestê ye.

Di derya nefretê de keþtiya gera li þadiyê ye.

Di nexweþiya bêhêviyê de dermanê vexwarina xweþiyê ye. Ava paqij, zelal û þêwê jiyanê ye. Ne bê wê dibe û ne ew li çav tirsandinên zaliman bêdeng dibe.

  Li Þerê Cîhanê Duyem yê Almaniya Nazî li dijî Yekîtiya Soviyetê, helbesta, nivîskar û helbestvanê sovyetî Konstantîn Sîmonov a bi navê ’’li hêviya min be’’ li seranserê Soviyetê dibe kaniya hêviyê. Hemû dayîk, jin û yar vê helbestê ji berdikin. Dibe asoyê Sebira dilê wan.

  Helbest þerê di navbera hiþ û binhiþînê de ye. Her bûyer, her raman, her helbest di binhiþînê de cihê xwe digire.

 Carna mîna bajara, bi dûyê pixeriyan wêne

çêdike. Mîna çemê bê ku zanibê rawestê her diherike. Bi mizdana mêjî tiþtên ku nayên fêhmkirin, fêhm dike û dibêje. Di dilê bêhest de qolincên roniya birûskê ye. Riya ji cihê xwe diçe û dîsa vedigerê cihê xwe ye. Mîna mirinê ji derekê dizê û li dera din dimire. Yanî bi tirajedî û dilxweþiyên mirovan re dijî û bi wan re dimire. Dibe ku temenê wê ji yê mirovan dirêjtir be. Ew jî helbesta hêjayî, jiyana dirêj dijî. Yên demkurt, berî nivîskarê xwe dimirin.

  Helbest, daxwaza bejin bilindiya di asoyê þitilê de ye. Helbestvanê dengbilind, zimanê xwe ber bi bilindiya stêran ve dibin. Dengê wan ne sinoran û ne kurtedeman nasdike. Ziman û nêrînên wan mîna awirên teyrê baz li asmanê welatan digere û xwendevanê xwe digirin.

Halikarnas Baliçisi dibêje, ’’helbest peyva bi bask e…’’

 

 Helbest ji hevokên hezkirinê barkirî, bi melodiya peyvê û ahenga xwe re diherike.

Sait Faîk dibêje, ’’cihê helbest lê nebe, xoþewîstiya mirovan jî lê nabe. Bi tenê helbest dikare hezkirina mirovan bi mirovan bike, helbest tiþtê ku mirovan nêzîkî hev dike ye…’’

  Helbest pira awirên hest û hezkirinê ji dilekî dibe dilekî din e. Ev weke gaziyeke an gazinceke evîndar ji dildarên xwe re an bawermend ji derwêþên xwe re weke peyamanê rê dikin. Bi peyamên xosewîstiyê xîtabî hest û dil dikin. 

Mewlana dibêje, ’’kî dibe bibe dîsa were, dixwaze kafir, dixwaze mecûsî, dixwaze pûtperest be, dîsa were. Tekiya me ne tekiya bêhêvîtiyê ye. Sed carî te tobe ya xwe xirab kiribe jî dîsa were…’’

Peyam carnan propagandeyek e. Carnan þêwê perwede ye. Carnan þûþtina mêjî ye. Lê bi piranî hilgirtina ewrên hest û hezkirinê ji dilekî birina dilekî din e.
 Mahatma Gandî dibêje, ’’ji berdêla ku mirov piran çêkin û bigihine hev, dîwar çêkirine û ji hev dûr ketine.’’

  Lê helbest wan dîwaran nasnake û hezkirin, dostanî û germiya dilê mirovan li hev par dike. Tovê hezkirinê li dilên mirovan direþêne. Hem dibe pira hezkirinê û hem jî dibe rêzana hezkirinê.

 Ji bo wê danasîna helbestê û têgihiþtina mirovahiyê pêwîst e mirov ji hev cuda neke.

Gotineke gelekî girîng heye dibêje, ’’çîroka her kesî heye lê helbesta her kesî nîne.’’

Çiqasî mirov nêzîkî danasîna helbestê dibe, helbest mîna keskesorê ji mirov dûr dikeve. Girtina keskesorê çiqasî zehmet e, danasîna helbestê jî ewqasî zehmet e. Yanî bi gotineke din divê helbestvan zimanê xwe, cîhana xwe, þêwê xwe bibîne. Ji bo wan bibîne divê li girtina keskesore bigere.

  Helbestvan bi riya teorîk tiþtan fêhm dike û bi riya pratîkê wan diguhere. Bi ya yekem, digihê xwezaya xwe, bi ya duyem, wê diafirîne. Lê þêwê yekem bingehê ya duyem e.
 Ji bo helbesteke baþ were nivîsandin, helbestvan di çi temenî de, dest binivîsê bike bila bike, bi salan pêwîst e bixwîne, bibe xwendevanekî/e baþ. Piþtre dikarê cîhana xwe, dengê xwe, þêwê xwe biafirîne. Yanî ji bo nivîsandinê pêwîst e bixwîne. Heta li jiyanê be, bibe xwendevanekî/e baþ. Tiþtê baþ bi helbestvan dide nivîsandin, bandora hevoksazî, sembol û þêwên di pirûkên ku têne xwendin de ye.

  Li vir mebest ne ew e ku helbestvan akedemiyê yan zanîngeheke baþ bixwîne. Kes nikarê hunerê helbestê û helbestê bi helbestvan bide zanîn. Ne dibistana helbestê heye û ne mamostayê helbestnivîsandinê heye. Roman çawa tê nivîsandin, kompoziyona wê çawa ye, çîrok çawa tê nivîsandin piçek be jî mirov dikarê bide zanîn û þêwê nivîsandinê bide fêhmkirin. Lê ya helbestê mirov nikare bide zanîn. Yanî hin zanînên teorîk û pratîkên helbestê mirov nikare bide. Lê hunerê helbestnivîsandinê, bi pir xwendin, bihîstin û di nav jiyanê de helbestvan bi dest dixe. Dîsa mirov dikare wisa bêje helbest rûbarê hest û xeyalê yê di navbera xwedevan û helbestvan de ye.

Geoth dibêje, ’’Ji her tiþtê ku bandora xwe, roj bi roj li ser min zêde neke yan rasterast hêyecaneke li jiyana min neke û tiþtekî lê zêde neke, bi tenê zanînê dide, ez jê nefret  dikim…’’

 Helbestvan ji her tiþtên dixwîne, dibihîze û hest dike sûd werdigere. Bi þêwê veþartina sembolan di helbesta xwe de bi cih dike. Helbestvanê ku di bandora van bûyeran de dimîne û bi heyecana giyanê xwe helbestê dinivîse, helbesta wan dibe çav neqandina asmanê ya rakirina bahozê û tariyê dide çirisandinê. Çirûskan direþênê ser xeyalan
ji xewnên ramanê re pencere vedike.
 Aragon dibêje, sêhra hunerê helbestê, ew e kêmayiyan werdigerîne spehîtiyê ye…”

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org