Helbest çi ye 5
 
 
Kamran Simo
 
 
 
Vîktor Hugo dibêje; ”ji berdêla ku wê ji helbesteke min a nebaþ re çepik lê bikevin, bila ji helbesta min a baþ re fîtik lê bikevin çêtir e”. 
 
Helbestvan, li dengê ku ji kûrahiya nava wî/wê tê guhdar dike û ev deng jê re dibêje; ”binivîse!” Li rayên helbestê yên di nava helbestvan de þaxvedayî binêrin: Ev þax dibin qolincên dilxweþî û êþên dilên wî/wê. Helbestvanên ku pirseke wisa ji xwe bikin; ”gelo helbestnivîsandin li min qedexe bibe ez ê karibim bijîm?’’ û vê pirsê ji xwe û dilê xwe bikin, bi rastî ku dengê nava wan ji wan re bêje ”tu bêyî nivîsandina helbestan nikarî bijî”,  wê demê dikarin helbestên nemir biafirînin.
 
Bi hemû têgihiþtin û kamlibûna xwe pêwîst e li bersiva ”belê tu nikarî bijî” bigerin. Dema bersiv girtin jî, bi hemû hêza xwe pêwîst e binivîsin.
 
Divê ew jî bêjin; ”belê ez binivîsim û þêweya jiyana xwe li gorî vê pêwîstiya xwe biguherim.”
Vê destnîþankirinê ji bîranînên xwe yên here dûr bînin û bikin nasnameya jiyana xwe û helbesta xwe.
 
Ji tirsa zehmetiyên jiyanê xwe rizgar bikin û ji van zehmetiyan netirsin. Ev tirsa çi ji rexneyên derdorên hezkerên helbestê be, çi ji tirsa sîstemên serdest be, an zehmetiyên aborî be, wan ji helbest nivîsandinê û dengê ku dibêje binivîse dûr nake.
 
Goethe dibêje; ’’mirovê azad ew e ku tirsa xwe kuþtibe.’’
 
Helbestvanê ku bi wêrekî vê pirsê ji xwe bike û dîsa bi wêrekî karibe guhdar bike, digihê pêpaloka helbestvaniye.
Wê demê xwezaya xwe digirin.
Wê demê xwe weke mirovên pêþî, fêrî gotina her tiþtên ku dibînin dikin. Jiyana xwe, hezkiriyên xwe û windayên xwe dibêjin. Ne li derve, li nava xwe li helbesta xwe digerin.
 
Bernard Shaw wisa dibêje; ”mirovê ku li ser xwe û li ser dema xwe binivîsê, mîna ku ew li ser her kesî û her demê dinivîse”…
 
Bi têgihiþtineke mezin, ji bo afirandina xwe hêz û xwezaya xwe bikar tênin. Ji bo afirandinê ji babetên giþtî direvin. Jiyana xwe dispêrin babetên giþtî. Yanî êþ û evînên xwe, bêdilî û xwestekên xwe di nava xwe de hêdî hêdî digihênin û bi nefsbiçûkî yeko yeko van di helbestên xwe de dibêjin. Ji bo karibin van bibêjin, derdorên xwe, xeyalên xwe, tiþtên ku dibînin û bîranînên xwe tênin ziman. Ji van sûd werdigirin û ji bo helbesta xwe bikar tênin. Bi vê rê xwe digihênin babetên giþtî. Babetên giþtî di nav babetên xwe de vediþêrin. Yan xwe di nav babetên giþtî de vediþêrin.
 
Raîner Marîa Rîlke dibêje, ’’ku jiyana we ya rojane ji we re feqîr bê, vê tawanê nekin tawana jiyana xwe ya rojane. Wê bikin tawana xwe bi xwe. Hûn hîn negihiþtine pêpelokên helbestvaniyê ku hûn karibin zenginiyên jiyana rojane vexwînine ser dîke. Ji bo mirovên afirêner, tiþtên feqîr nehêjayî sûd wergirtinê ne.’’….
 
Helbestvan berî ku li derve li helbesta xwe bigere, pêwîst e pêþî di dengê bahozê û bêhna kulîlkên li newala dilê xwe de li helbesta xwe bigere. Ji hestên nazik û êþên biçûk ber bi hest û êþên giþtî ve biçe. Ji ber ku her kes êþ û þadiyên giþtî dijî. Lê hestên nazik û veþartî her kes najî. Êþên ku ji hinan re biçûk tên, helbestvan wan mezin û bi wata dibîne. Ev tiþtên ku ji civatê re biçûk tên, an jî nayêne dîtin ew dibîne. Sirê vê dîtinê ji dengên nava xwe fêrdibe. Ji kombûna bi hezaran êþ û kovanên rojane ku helbestvan dibînin, encax helbesteke dikarê bizê. Dîsa ji hezaran þahî û xweþiyên ku di nava helbestvan de direqisin encax çend hevokên xweþ dizên.
 
Bi salan, heta bi sedsalan e ku danasîna helbestê tê kirin. Gelek gengeþî, lêkolîn û peyv li ser ’’helbest çi ye’’? hatine kirin. Mîna gotinên pêþiyan, gotinên watedar û weke stêrkan geþ hatine gotin. Lê dîsa gotinên weke hev mirov kêm dibîne. Ji ber ku em hemû helbestê ji hev cûda fêhm dikin. Bi çavên cûda li helbestê dinêrin. Em nêçîrvanên cûda ne, her yek ji me li cihekî nêçîrê dike. Li cihên cûda, ji kaniyên cûda em avê vedixwin. Di bin þînahiya asîmanekî de ne. Lê hin ji me mandû, hin ji me serxweþ, hin ji me evîndar, hin ji me di bin siya tirs û birçîbûnê de li asîman dinêrin. Ji ber wê ye hin ji me asîman þîn, hin sor, hin jî bêreng dibînin.
 
Bê çawa ku her helbestvan bi motivasyonên cûda helbestê dinivîsin. Li gorî hin helbestvanan, helbest nivîsîn ji wan re mijûlayiyeka nû ye, ya demderbaskirinê ye. Li gorî hinan, karekî pîþeyî ye û pêwîst e bikin. Li gorî hinan, bizava jiyanê ye û  berxwedana gera xwedîtinê ye. Ji bo wê her xwendevan jî bi çavekî cûda helbestê dixwîne. Di helbestê de rengên ji hev cuda dibînin û çêjên cûda digirin.
 
Ji bo hin helbestvanan jî, helbest xoþewîstiya bi evîndaran re ye û henasa jiyanê ye, bêyî wê jiyan nexweþ e. Ji bo hinan, helbest þerbika rondikên çavên wan e. Ji bo hinan, dîrok e, evîn e, azadî ye, þer û coþa ciwaniyê ye.
 
Helbest tiþtên ku me dîtin, me  bihîstin û tahmkirina tahlî û þîraniyên bûyerên çûyî ye. Nûkirina bîranînên me yên xweþ ên  bi xoþewîstên me re ye. Carna serhildana di nava me de ye, carna bêdengiya me ye, carna bi paþ ve anîna rojên kevn e. Li çirûskên di nav mija rawestgehên kevn de gera hêviyê ye.
 
Helbest çavrêkirina çêlîkên hechecikê ye ku di hêlînê de li hêviya dayika xwe ne da ji wan re kuliyan bîne.
 
Helbest arama dilê dayikan e ku li hêviya vegera zarokên xwe yên li þer in. Helbest ewrên li raserî hiþkbeyarên tî û birçî yên Efrîkayê ye. Þerê nan û tirsa windakirina nan e. Helbest xewn û xeyalên me yên têkçûyî û winda kirina ciwaniya me ye.
 
Mirov her roj di nav dinyayeke nû de bi tiþtên nû dihise û di bin bandora hestên nû de ye. Her roj bi þêweyên cûda mecbûre ku van hestên nû, nêrîn û têgînên dinyaye yên nû bêje.
 
Helbestvan pêwîst e bigihê zanîna vê baweriyê û xwe wezîfedar bibîne. Rewþa ku di nav de ne, bûyerên di nav de dijîn, xeyalên wan ên pêþerojê, pirsa dê çawa bin û hestên wan, divê bi hêz bin. Di nav herika van bûyeran de têgihiþtina yên pêwîst û bi moxileke hûr ji yên din cûda kirine wan e. Bi wêrekî, hêvî, bawerî û ronahî, di jiyana rojane de cih kirina wan e. Pêdiviyek e ku helbestvan nikare jê birevê.
 
Helbest di vê bizavê de dil e û mirov bê dil nikare bijî. Li her bihîstin, dîtin û hesta nû dilê wan çawa lê bide, dê helbesta wan jî bûyerên pêwîst wisa destnîþan bike. Ku helbest tûka zanînê ya bi riya hunerê be, dive helbestvan jî mejiyê xwendevanên xwe bi zanîne û dilê wan bi hestan dagire.
 
 Tiþtê ku helbestvan xweþik dibîne, nayê wê wateyê ku ew tiþt xweþik e. Nêrîna li xweþikiyê jî, di bin bandora hin merc û bûyeran de dibe. Lê pêwîst e ku helbestvan, tiþtên dixwazê bidê xwendevanên xwe, pêþî bi zanîna ziman wî tiþtî xweþik bike û bi piþt re bide xwendevanên xwe.
 
Îbnî Sîna dibêje; ’’helbestvan þahê peyvê ye, bijîjk hukumdariya xwe li ser laþ ava dikin, bi xweþikiya ziman, helbestvan zewqê (lezetê) didine giyan û bijîjk bi fedekarî nexweþan baþ dikin.’’....
 
Mirov ji ferbûn û nêrînên xwe yên dema çûyî hez dikin. Lê ew fêrbûn û nêrînên me, me ji dahatuya me dûr dikin. Ji bo girtina îro,  pêwîst e mêjî û nêrînên helbestvan li gorî sibe bin. Helbestvan bi silava bêhnfiroþiya gulê, sibehan diafirîne.
 
Helbestvan wisa ji peyvan hez dike, dixwazê ku peyv ji bo wan bi tenê bireqisin. Peyv jî, mîna hemû xoþewîstan, xweperest in. Ew jî dixwazin ku helbestvan bi tenê yên wan be. Yanî em dikarin bêjin ku pewîst e jiyana helbestvan jî, bi tenê ji bo naskirin û hilbijartina peyvan be.
 
Helbest bi hevokên ku ji peyvên bijartî hatî sazkirin tê nivîsandin. Hest û xeyalên herkesî hene, hevokên wan têrê kiribane her kes dê bûbane helbestvan. Tiþtê nayê fêhmkirin ev e.
Ressam Degas dibêje; ’’gelek hestên min ên xweþik hene lê ez di helbestê de li serkeftina wan nagerim.’’ Li ser pirsa çima? Dibêje, ’’Mallerme geleki meþûr e ji bo wê.’’
 
Helbest hunera hest û xeyalan e ku di cihekî têng de, bi kêmhevokên xwedî gelek wata anîne ziman. Her kes nikare di ciheki teng de, gelek tiþtan bi kêmhevokan bêje. Di helbestê de pirayiya wateyê û zengîniya hûnandina þêweya guvaþtinê heye. Her hevok, her rêzik, her tevger û heta her kirin di nav wateyeke du wate de ne. Helbestvan di cihê ku tengî jê re hatiye destnîþankirin de gelek serkeftinan bidest dixe. Gelek caran helbestên hin helbestvanan nayêne fêhmkirin. Mirov wan li dervî mantiqê dibîne. Lê rastî ne wisa ye. Bi lihevkirina peyv û hevokên xwe, bala xwendevanên xwe dikiþênê ser gelek babetên ku di nav hev de hatine hûnandin. Helbestvan dayîma di nav lêkolîneke derbirîna  azad, nû û li dijî kevniyê de ye. Bi tecrûbe û xisûsiyeta xwe derdikevê pêþberî xwendevanan.
 
Cûdabûna helbestê ya ji pexþanê, taybetmendî û xweseriya, rêzkirina pev û hevokên wan e.
 
Mallarme dibêje; ’’helbest ne ji xeyalan lê ji peyvan dizê. Helbest ola hevokan e.’’…
 
Bi kûrtî di helbestê de kêmhevok bi kar tên. Lê pir hest û raman li wan kêmhevokan têne barkirin. Armanc gotina gelek hest û ramanan e. Þêweyê dengê helbestvan, rêstina gotinên helbestê, sirê veþartinê, sembol, hunera zanîna nûkirina dengan, bihev ve girêdan û rêzkirina peyvan û taqdîmkirin e helbest. Weke van mînekan gelek xisûsiyetên hunerî di nav xwe de kom dike helbest. Hin deman di nêrînên wê de asta bilind an jî tiþtên diramatîk têne dîtin.
 
Helbestvan gelek caran rêberdanên rêziman di nav helbesta xwe de derdixine pêþ.
Dikin ku xwendevanên wan hêza xeyala xwe bikar bînin û þîrova helbestê bi xeyala xwe bikin. Ji bo wê xwendevan vê pirsa zimanê sihirê çima di helbestê de bi kar anîne ji xwe bi xwe dipirse.
 
  
Kamran Simo Hedilî

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org