Helbest çi ye?

 

Kamran Simo

 

     Ramanwer û hunernasan, serê xwe li ser xwezaya helbestê gelekî êþandine. Heta vê gavê ji bo bersiveke rast û evîndarên helbestê têr bikin dixebitin. Li ser pirsa helbest çi ye? li bersiveke ku bersiva vê pirsê bide digerin.

 Bersivdana vê pirsê di nav herika dîroka wê de, her bersiv bûye xelekeke zincîra pirsan. Dema ku mirov yeko, yeko li van bersivan dinêre gelek caran mirov van bersivan li dijî hev dibîne. Wane weke ku di nav nekokiyê de ne dibîne. Her yek ji van danasînan aliyekî helbestê derdixê ber çavên me. Van pirs û bersivan wer kiriye ku mirov bi zanatî ji helbestê tahmê bigire.

Benedetto Croce dibêje, yek in çimkî ji hev cûda ne ji hev cûda ne çimkî yek in. Yekîtî û ji hev cûdatî di nav hev de ne.

Pêhesîn rastiya riya tesewirê ye, ne mimkune ku pêhesîn û derbirîn ji hev cûda bin.

 Berdewamkirina jiyanê, ya ku me navê wê kirî ye dîrok. bi herika demê re ramanên nû diafirîne û hîsan kom dike. Bi wane re nêrînên nû û danasînên nû jî çêdibin. Wê demê mirov nikare bêje danasîn nayên guhartin. Danasîn li gorî cih û demê û mercên tê de, têne kirin. Her danasîna hêja û nû, bixwaze an nexwaze, qîmeta ya berê hatî kirin dixe. Her danasîna nû pêlî piþta ya li pêþiya xwe kiriye û wisa xwe daye pejirandin. Yanî ji ya pêþî sûd wergirtî ye, ew jê re bûye bingeha zanîna pêþî. Her tiþtê nû, zayîna ya pêþiya xwe ye. Danasîna helbestê jî, zaroka danasînên berê hatine kirinê ye. Çiqasî ji hevdu cudabin jî, ev danasîn û her yekê aliyekî helbestê girtibê jî, hemû berdewama hev in. Bi þêwekî diyelektîkî bi hevdu ve girêdayî ne.

Benedetto Croce dibêje, ziman weke kaxizê ye. Ranam rûyekî kaxizê be, deng jî bervajî yê wê ye. Ku bervajî yê kaxizê jênebe, rûyê wê jî jê nabe.

Eynî þêwe, ne deng ji xeyalê û ne jî xeyal ji deng cûda dibe.

 Ev pirs û bersivên ji bo danasîna helbestê, heta vê gavê hatin kirin jî, ji hev du ne cûdane. Her yek rûyekî helbestê ye.

   Bi çend peyvan bersiv dana vê pirsê, tê wateya ku mirov ji aqil dûr bikeve û divê ev noqte neyê jibîrkirin bikêmayî jî be mirov zanibe, ku helbest niviþkê hunerê herî xweþ e û pêpeloka hunerê ya herî li jor e.
Friedrich hegel dibêje: ’’Di hemû beþên hunerê ciwan de ya herî zehmet û herî payebilind helbest e.’’

Di herka dîroka xwe de ji rêyekê derbasbûna rêyeke din, di van rê guhartinan de helbestê gelek qurban dan û pêþket. Bê ku ev rê guherîn û qurban dayîn werine zanîn, mirov þêrînî û tahliyên di nav hev de hatine hunandin nabîne.

Choteaubriad dibêje:
’’Helbest hunera hilbijartin û veþartinê ye.’’
Pirsa helbest çi ye? gelek camêran bersiva vê pirsê dane û hem hê bêbersiv e. Her kesên ku ev pirs ji wan tê kirin, bi dûrbîna hîs û ramanên xwe bersiv dane. Heta îro hê jî nikarîne helbestê bikin pîvana danasînê.

Ji keda mirovan tiþtên herî zehmet danasîna helbestê ye.
Ji vê zehmettir, tiþtekî din nayê bîra mirov, heta vêga bi sedan danasîn hatine kirin.
Piraniya van danasînan ji danasîna giyana helbestê wêdetir neçûye. Ji ber ku helbest xeyala binhiþîna hêviya hezaran salan e.
Dubarekirina wênê trajedî û serkeftina mirovaniyê ye.
Helbest bi nivîsîna xwe tenê, xwedî hebûna hest û binhiþînê ye.
Ev hebûn taybetmendiya helbestê ye.
Danasîna helbestê mirov nikare bi þêwekê tenê bêje. Yan bi çend peyvên þekirî bide nasîn.
Helbestê pêwîstî bi yekîtiya xeyal û hestê heye.
Bi zimanê xwe û þêwê gotina xwe heye.
Bi têkiliya nêzîkî deng û muzikê,
bi ciwankariya (estetîka) xwe bandoreke
bihêz li ser giyan û ramanê heye.
Ev xisûsiyetên helbestê ji terefî herkesî ve were pejirandin jî, ji rewþa danasîna helbestê re kêm dimîne.

Neketina helbestê nav danasînê dibe ku ne ji tênegihiþtina dema wê be. Lê dibe ji ber cudabûna xeyal, raman û hestên wê be.
Ji bo têgihiþtina helbestê, dîsa helbest bi xwe, xwe dide nasîn. Bi vî awayî danasîna helbestê di ti pîvanê de bi cih nabe.

Di pirsa ji Octavio Paz, helbest çi ye? tê kirin de, dibêje ’’danasîna helbestê xetereke mezin e, di rastiyê de helbest nîne, helbestvan hene’’.
Yekî din, bi hêsanî dikare bêjê helbestvan nîne, helbest heye.
Shelley dibêje: ’’Helbest di nava we de tunebe, hûn wê li ti derên din nabînin.’’
  Bi gotineke din di nava her kesî de helbest heye, hin kes wê dibînin, hin nabînin. Yên wê dibînin, dibin helbestvan. Çirûska di nava xwe de digihênin û paþî tênin. Çawa hêk di nava mirîþkê de digihê û mirîþk nikarê wê neyêne. Dema di nava helbestvan de jî, helbesta wî xwest werê helbestvan nikarê wê neyêne.

  Digel vê yekê jî, gelek helbestvan serê xwe li ser helbestê êþandine. Ev kiryarên wan heþmetkariyê (heyrantiyê) di hestê me de çêbikin jî, ew nedanasîna helbestê ne.
Di derbarê helbestê de zanînê didin me.
Ev zehmetî û serêþa helbestvanan bi tenê dewlemendkirina asoyê mirovan e.

Ji bersivên zaneyên di vî warî de zana, mirov dikare bi hezaran mînakan bide. Cîhana me bi saya serê helbestvanan, an bi saya serê helbestê ber bi kamilbûnê ve diçe.
Helbest di nav ziman de afirandina ziman e.

Vîco dibêjê: ’’rayên ziman di helbestê de ye. Mirovên pêþî ji bo êþ û þadiyên xwe bênine ziman, bi þêwê helbestî peyîvîne. Ev peyvên pêþî ne peyvên ferhengê bûn, di nava xwe de derbirîna piþkivîna helbestê bûn’’.
Bi peydekirina ziman re helbest weke þêwê nivîsa pêþî hatiye dîtin. Mirov dikare bêje, temenê peydakirina deng û bi hev re peyvîna mirovan ji bo têgihiþtinê û helbestê yek e. Li ba zimanê rojane, xwezeya ku mirov lê difikirîn ji bo bandora xwe lê bikin û dîtinên xwe bêjin, zimanê sêhrî çêkirin. Ev xisûsiyêta vî zimanî, bû pêþengê zimanê helbestê. Platon di danasîna helbestê de, gotina zimanê sêhrî bikar aniye.
 Di hemû çaxan de stran, qasîde û helbest an bi dev an bi nivîskî jiyane. Ji her çandê û civakê re helbest biqasî ziman rola pêþxistinê leyîstiye.

Bi karên rojane re mirovan stran gotine. Yek bi yek an kom bi kom tekakes ji bo pêwîstiyên xwe bidest bixin bi hev re kar kirine. Bi karên cuda re stran û helbestên cuda hatine meydanê. Bê çawa zimanên cuda çêbûn helbestên cuda jî çêbûn.

Erkê helbestê, çêkirina hiþiyariya hevpar û wijdana hevpar, pergal kirina pêwendiyên mirovan û xwezayê ye. Bûyerên ku rojane dibin û mirovên ji rêza civakê dibihîzin lê nikarin îfade bikin. Bi þêwekî xweþik ev bûyer û pêhesîn, bi zimanekî cuda anîne rojevê û bûyîna peyva civatê, erkeke helbestê wisa jî heye.

Roman Jakobson: ’’erkê helbestê bedew kirina pêhesî ya ziman e.’’
Ji ber ku zimanê helbestê ji zimanê rojane cuda ye, helbest dibe navenda pêþxistina ziman, muzik û xeyala mirovan.

Jean Cocteau: ’’Ne ji bo gotina masê  peyva masê, ne ji bo gotina çûkan peyva çûkan, ne ji bo gotina evînê peyva evînê di helbesta xwe de bêje’’.

Nivîskarên dîrokê, felsefê, olê, bîrdozê, romanê, çîrokê, gotaran, rojnamageriyê û wekî din, wateya têgihiþtina nivîsên xwe didinê. Lê wateya têgihiþtina nivîsên helbestê xwendevanên helbestê didinê. Þêwên têgihiþtina xwendevanên helbestê li gorî nîgarên di serê wane de li wênê helbestê dinêrin û wisa têdigihin. Ji ber ku helbestvan rasterast nakeve nav têma, bi neqþandina peyvan wênê têma xwe nîþanî xwendevan dide. Bi gotineke din, feylezof yekser dikeve nav têma û têma xwe þîrove dike. Yan bi derbirîneke rasterast bi hêza xeyalê û ramanê, felsefe tê çêkirin. Feylezof ji bo gotina xwe bide pejirandin bi dehan mînekan dide. Li derdora mijarê digere, dixwaze wê bide peyitandin (îspatkirin). Xwendevan li gotina feylezof dinêrin, yanî feylezof çi gotiye dinêrin, lê li ya helbestvan bê çawa gotiye dinêrin.

Tagor dibêje:
’’Peyvên helbestvan ji bo mirovan bikar tîne cûrên wateyên wanan hene, herkes peyvên li xweþa wan diçin ji xwe re dineqînin.’’

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org