|
TÊKILIYÊN HELBESTÊ Û FELSEFÊ
Kamran Simo Hedilî
Helbest
û felsefe hevalên rêwîtiya dîrokê ne. Helbest jî weke felsefê têgihînan
hemûyan bi hev re dibêje. Lê di felsefê de pêþî aqil tê û di
helbestê de hest tê. Herdu jî, di noqta giþtî de li zanîna tiþtan,
sedem û mebestan dinêrin. Zenîst,
Beþên pîþe û tiþtan ji hev cuda dike û dide naskirinê. Felyzof û
helbestvan giþtî digirine destên xwe. Bi hûrlênêrînê li sedeman dinêrin
û pirsa mebestan dikin. Bi vê wekheviya wan re, cuda bûna wan jî heye.
Helbest strana dil e û felsefe ya aqil e. Helbest, tevgêra hestê didê
destpêkirin. Felsefe, tiþtan didê naskirin, ji hev cuda dike, wan tênê
hemberê hev, didarîzînê û digihê zanîna dawî. Helbest û felefe du
curên têgihiþtinên cuda ne. Yek navê beþekî huneriye, ya din navê
fikirkirina bipergal û zanîsta giþtî ye. Helbest û felsefe bi xîzikên
tûj ji hev ne cudabin jî û gelek layên wan weke hev bin jî, du beþên
cuda ne. Ev
mijar, mijareke ku gelek caran tê ber çavên mirov. Di helbestê de huner
li pêþ be jî, di gelek helbestên hin helbestvanan de felsefe xwe derdixe
pêþ. An jî huner û felsefe bi hev re di nav helbestên wan de dimeþin.
Helbestvan, pirsan ji yên berî xwe dikin û bersiva yên li paþ tên
didin. Afirînerê pêþerojê ne û mafê wana ye ku rabordiyê rexne
bikin. Mirov her tiþtî dayne aliyekî, helbestvan jî temeþevanên dema
xwe û yên vê jiyanê ne. Temaþevan qet nebe, leyîstike ku li dinêrin
ecibandin, an ne ecibandina leyîstikê mafên wan e. Dibe ku leyîstik li
xweþa wan biçe an neçe. Dikarin bikin niçe niç û ofe of, an jî ji bo
ku kêfxweþiya xwe nîþan bidin li ser piyan çepikan lêxin û biqêrin.
An ji bo ku leyîstikvan baþ neleyîstine pirsan ji wan bikin û rexnên
xwe bînine ziman. Ev rexne û dadgerî jî mafê wan e. Tê zanîn ku
pirskirin karê feylezof e. Ew bi pirsan dixwaze bigihe armancê. Felsefa
xwe li ser bingehê pirsan ava dike. Lê helbestvan jî, pirsan dikin û
dixwazin bersiva pêþerojê bidin. Ez kî me? Ez çi dikim? Di cîhanê de
cihê min çi ye? Erkê min çi ye? Ji bo çi têgihiþtina me têra têgihiþtina
gerdûn nake? Çima temenê mirov wisa kurt e? Di vî temenê kurt de mirov
çi ji hev dixwazin? Çima di nav aþtiyê de nikarin bijîn? Û weke van
pirsan gelek pirsên din ji xwe dike. Li nav pirsan digere û dixwaze
bersivekê bibîne. Li xwe dinêre û li civata bêxem dinêrê. Hem pirs û
bersivên xwe tîne ziman û hem ji civata bêxem re dibêje: ”Serkaniya
nexweþiyan di van pirsan de ye, hûn jî bi min re li wan bigerin.”
Carnan pirsên helbestvan nayîne fêhmkirin. Ji bo ku hem bi dengê bilind
dipirsin û hem ser pirsên xwe dinixumînin. Heta ji wan tê bi sembolan
pirsên xwe tînin ziman. Lucretius
Carus ji bo têkiliyên felsefê û helbestê wisa dibêje, ’’felsefe
þerê Tîtan e,(Ahrîmanan) helbest jî, di afirandinê de bi yezdanan re pêþbirke.’’ Di
afirandinê de tiþtên ku feylezof difikire helbestvan dijî.
Tiþtên hunermendên mezin li jiyanê dihêlin ji dengê wan pirtir,
raman, nêrîn û xwe ragirtina wan a li pêþberî afirandinê ye. Hin
hunermend berî me, bi hezaran salan mirine û me qet dengê wan ne bihîstiye.
Lê em bi dilxweþî afirandinên wan dixwînin û wana di berhemên xwe de
bibîr tînin. Helbest
ne tenê di nebûn de kombûna dengên xweþ e. Di hebûna afirandinê de rêkûpêk
kirina raman, hest û nêrînên pêþerojê ye. Li vir nayê wê wateyê ku
dibêjim felsefe ye. Lê ne dengên bêwate û valane ku bi tenê li guhan
xweþ tên. Berî her tiþtî, armanca gotina helbestê, hiþiyarkirina hest
û ramanên xwendevan e. Ev bi serê xwe felsefa perwerdê ye û ji felsefê
ne dûr e. Di
warê afirandinê de tiþtên ku feylezof difikire, helbestvan dijî. Tiþtên
helbestvan dijî feylezof di kûrahiya bîra ramanê de difikire. Feylezof,
helbestvanê ku bi fikir digihê (pergalê) rêkûpêkiyê ye. Helbestvan jî,
feylezofê ku bi kiryarê ji rêkûpêkiya jiyanê dibûhûrê ye. Feylezof
yê ku herî xweþik û bi pîvan difikire û fikirê xwe di nav rêkûpêkiyekê
de bi cih dikê ye. Lê helbestvan yê herî baþ dipeyîve û afirînerê
ku xweþik dibêje ye. Bi gotineke din, feylezof yekser dikeve nav mijarê
û mijara xwe þirove dike. Bi
derbirîneke rasterast bi hêza xeyalê û ramanê felsefa xwe çêdike. Feylezof
ji bo gotina xwe bide pejirandin bi dehan mînakan dide. Li derdora mijarê
digere, dixwaze wê bide peyitandin (îspatkirin). Xwendevan li gotina
feylezof dinêrin û dixwazin bizanibin feylezof çi gotiye. Lê li ya
helbestvan bê çawa gotiye dinêrin û weke ku difikirin têdigihin. Helbestvan,
hin caran xwe berdide nav coþa herika hestan. Hin
caran li nav kûrahiya ramanê xwe winda dike. Bi qolincên ser û dil
helbesta wan dizê û mîna teqîna volqanê ji dûr ve deng û rengê wê tê
dîtin. Cihên ku helbest dertê pêþ, pirtir bizava rojane ya kesên ku
civat ji wan pêktê ye. Pesinê yezdanan, deþt, çiya, þahî, seyran,
derya, keriyên ajelan, refên firindan, birûsk, dengên ewran, baran, berf
û xunava li ser lêvên kulîlkan e. Ev ji felsefê pirtir bi helbestê têne
ziman. Ji van nav û sembolan re lêkolîneke dûr û dirêj divê. Ji bo
bikaranîna wan di gotinan de. Bi van sembolan helbestvan xwe berdidina nav
herika coþa bûyeran. Li
hin cihan helbest bi ramanan, xwe berdide bîra felsefê û di bîrê de li
çirûska ku mirovahiyê rizgar bike digere. Ji bo vê yekê mirov nikare bêje
ku helbest ji felsefê cuda ye, an jî felsefe bixwe ye. Lê mirov dikarê bêje
ku du hevkarên hev yên jiyanê yên baþ in. Di
dîtina min de, helbesta bêfelsefe weke mankêna (bûkeke lastîkî) ku di
vîtirînên reklaman de bêgiyan e. Mankêna lastîkî çiqasî xweþik be
jî, nabe weke mankêneke zindî. Helbest jî çiqasî bi gotinên lihevhatî
were ava kirin û wênên xweþik tê de hebin jî, ku felsefa jiyanê tê
de nebe wisa ye. Helbestvan
bi vê mebestê bi jenîna dilan re helbestê diherikînin. Li ser baskên
feriþteyan li welatên nenas digerînin. Helbesta xwe dikin qasdê
belavkirina dilxweþiyê û ew ji kaniyên nû avê vedixwin. Kulîlkên ku
nû dipiþkivîn bêhn dikin. Helbestvan
feylezofê hest, xeyal, xewn û ramanên xwe ye.
Helbestvanên, hest û raman bi hostatî di nav tevna jiyanê de
dihunin digihên felsefa helbestvaniya xwe. Fridrich
Schîller
dibêje, ’’aqilê min her bûyerê sembolîze dike. Dikeve riya afirandinê û ez
bi têgîn û rastî, bi prensîp û hestan, bi serekî teknikî li navberî
xeyal û hêzê dudil im…Dema dixwazim felsefê bifikirim, helbestvan
derdikeve pêþberî min. Dema gotina helbestê pêwîst be, ramanên
felyesofî dertên pêþberî min. Bi neberçavbûna hêza xeyalan
astengkirina ramanên min an jî aqilsivikiya helbestvanî destdirêjkirina
hestên min, bûyereke ku zû bi zû derdikeve pêþberî min e”...
Yanî
helbestvan feylezofê hest, xeyal, xewn û ramanên xwe ye. Feylezof jî,
helbestvanê çîroka gerdûna ku em têde dijîn e. Helbestvan serê xwe li
ser hunandina bûyeran diêþêne. Feylezof jî, serê xwe li ser hebûn û
rewþa cîhana me diêþêne. Ev herdu ji destpêka mirovahiyê ve, bi hev
re di riyekê de dimeþin. Li vê rêwîtiyê feylezof dipirse û bi riya
pirsan dixwaze bûyerê veke û nîþan bide û li îspatkirinê digere.
Helbestvan bi dengê bilind dike qîreqîr, qîrîn geh hawara serhildanê
ye, geh gaziya cejn û þahiyê ye, an jî bi girî û gazincan daxwaza xwe
tîne ziman. Lê karê herduyan jî felsefa jiyanê ye. Victor
Hugo
dibêje, ”felsefe mîkroskopa ramanê ye.” Helbestvan
hest û ramanê di nav hev de dihune. Carnan hest li pêþ were dîtin jî,
raman pêþt re tê. Helbestvan ji kûrahiya hestê û bilindiya ramanê
helbestê bi xweþikiya ziman dinivîse. Ji bo helbestvan, raman ne tiþtekî
pûç û mirî ye, bi ramanê hestê tênê coþê. Wê ji kûrahiya nav xwe
derdixîne, di xeyalê de li jiyana bêdumahî dijiyên e. Lê mirov dikare
bêje ku di helbestê de raman bêyî hest bi tena serê xwe dîn e û hest
jî, bêyî ramanê bi tena serê xwe kor e. Helbestvan raman û hestê bi
bilindiya jiyanê ve hiþk girê dide. Helbestvan
raman û hestê ji xwe re dikine warê jiyanê û li vî warî dijîn. Ew ne
sinorên dewletan, ne parzemînên cîhanê, ne astengkirina ol û îdolojiyan
nas dikin. Weke Alfred de Musset
dibêje,”Welatê
hunermendên mezin tune ye.” Helbestvanên
mezin erk û hatina mirov ya herî pîroz di þikandina çemberê teng û bêrûmet
de dibînin. Ev çember, çi olî be, çi îdolojîkî be, çi yên sîstemên
ku heyî be, an jî yên ku mirovahiyê li paþ dihêlin bin, bi þikandina
van çemberan dixwazin bigihên jiyana ku di armanca wan de ye. Bi vî þêwî
raman ji têgîneke bêgiyan û mirî derdikeve û dibe amûra pêþxistina
mirov û cîhanê. Ji helbestvan re dibe pencera kaniya nêrîna li jiyanê.
Helbest
ne tenê hest e, bi hestê re têgîna ramanê ye jî. Armanca helbestvan a
yekemîn ewe ku bi têgîna xwe re vê jiyanê bigihêne civatê. Dixwaze
mirovan ji jiyana teng û awirkurt rizgar bike. Wan bigihêne jiyaneke zana
û hê xweþtir. Schîller
dibêje, ”mirovên azad dirûvên Yezdanan
didin û mirovên ku nefsa xwe kuþtine azad dibin.” Mirovên
bi rastî azad ew mirovin yên ku ji dîlîtiya nefsa xwe rizgar dibin û di
riya aqil de dimeþin azad in. Helbestvan dixwazin vê bêrîkirina ku xwe
li wan û giyanê wan pêçayî di dilê her kesên ku lê guhdardikin an
dixwînin de biafirînin û wan bi daxwaza vê jiyana bilind bîne coþê.
Helbestvan ji bo ku karibin vê armanca mezin û pîroz bi her kesên ku
dibihîzin bide bihistin. Nîþanî her çavên ku dibînin bikin, hêza
hest û ramanên xwe bikar tînin. Hest û ramanên xwe bi riya helbestê
dertîne derve û digihînin xwendevanan. Helbestvan
bi vê mebestê dixwazin ku ramanên xwe bigihînin civatê û hestên xwe
bigihînin xwendevanan, da ku hestên wan jî bilivînin. Bala wan bikþînin
ser peyama ku dixwazin bidin û ew peyama ku li ser baskên helbesta xwe
dinivisînin, dixwazin diyarî civatê bikin. Helbestvan amûrên hunerî
dipelînin û derbirînên xwe li wan amûran siwar dikin. Ji ber ku bi tenê
ev amûr dikarin, hestên civatê þiyar bikin û wan bînin meydana peyama
ku helbestvan pê hestdar in. Helbestvan hestên xwe nas dikin, bi hestan re
didin û distînin. Bi tevna hunerî van hestan dihunin û bi zimanê ku
tevde wêneyên hunerî ne, derxine ber çavên xwendevanên xwe. Helbestvan,
helbestê ji xwe re dikin pencera ku ji ber xwe ji we re vedibe. Li ber
pencerê rûdinin, dinêrin, stranan distrênin, diqîrin, digirîn û
dikenin. Deng, hest û ramanên xwe dikin nav tirs û þadiyên çaxên xwe.
Dizanin ku ji pencerê û wêde yek dê li we guhder bike. Dibe ev yek paþî
pênçsed salî bibe. Lê tiþtê xweþ ew e ku dema helbestvan dibêje,
’’ez jî heme, an ez jî hebûm’’ û zanibe vê bêje. Li dervî vê
rê, riyeke din ku karibe bêje, ez heme an ez jî hebûm nîne. Ev
rêzika helbesta Yannîs Rîtsos her tiþtî eþkere dibêje. ’’Ji helbest, evîn û mirinê bawer dikim, ji ber vê yeke ji bêmirinê
jî bawer dikim. Rêzikê
dinivîsim, cîhanê dinivîsim, ez heme, dinya heye dibêjim…´´
Helbestvan,
bi nivîsandina helbestê digihê sadetiya jiyanê. Ji xêzika rojê
derdikeve û henasa dema xwe hîs dike. Bi helbestê ji xemgînî û janên
xwe rizgar dibe û digihê þadiye. Kamran
Simo Hedilî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org