|
HELBEST Û SEMBOL
Kamran Simo Hedilî
zimanê
sembolan ji zimanê peyvê kevintir e Di
helbestê de cihê sembolan çi ye? Bi çi mebestê sembol û iþaret têne
bikaranîn? Vê mijarê jî, bal kiþandiya ser xwe û di nav dîroka danasîna
helbestê de cihekî girîng girtiye. Eyer
mirov bala xwe bide mirovên ku diaxifin, dê bibîne bi axaftina peyvan re,
pirê caran dest, çav, birih û rû li kêleka peyvan, para xwe dixine
axaftinê. Li kêlek ziman zimanekî din dixebitîn in. Mirov dikare vî
zimanê jest û mîmîkan bi zimanê nîþanan û sembolan binav bike. Ev
wisa dide xuyakirin ku ziman pirê caran li hember hilgirtina hestên mirov
lawaz dikeve. Ji bo vê jî, mirov xwe neçar dibînê ku zimanê iþaret û
sembolan bi kar bînin. Ev bingehê hunerê sembolizmê ye. Mirovan
di serdema pêþî de ji bo ku debara xwe bikin û xwe ji tirsandinan rizgar
bikin, îþaret û wêne ji ziman pirtir bikar dianîn. Ev dibistana herî
kevn ji zimanê helbestê re bû bingeh. Mirovên berê, dema li ser zinaran
wêne çêdikirin ew wêne sembol bûn. Bi wan wêneyan diçûne nêçîrê,
bi wan wêneyan xwe ji metirsiyan rizgar dikirin û bi wan wêneyan baweriya
xwe dianîne ziman. Zimanê nîþan û sembolan giring e, ev ziman dibe alîkarê
ziman ku mirov bikar tîne. Tiþtên
li ser dil û mêjî yê mirov hêdî, hêdî dimeþe, lê mirov nikarê wan
bigire, bi zimanê duyem têne girtin. Nivîsîn
di destên mirov de amûra derbirînê ye, lê hinek caran li hember
hilgirtina hest û ramanan qels dimêne. Ji bo vê mirov bi zimanê nivîsê
re, zimanê sembol û nîþanan bikar têne û derbirîna xwe a hunerî pê
dixemilîne. Ev jî hunermendiya herî bilinde ku helbestvan bikar tînin. Nîtzsche
wisa dinivîsê, ’’ji vir û pêve
henasa xwezaye bi sembolan, pêwîst e were gotin û were þirovekirin. Ku
wisa be, pêwîstiya cîhanê bi sembolên nû heye.’’ Sembolên
ku di helbestê de cih digirin, li rêwîtiya têgihiþtina jiyanê, nîgarên
xweþ yên li hiþê mirov dimênin dihêlin. Baweriyeke helbestvan bi tenê
heye. Ew jî bi sembolan destpêkirina tevgera xweþikiya helbestê ye. Ev
destpêka xweþikkirina helbestê li meydana cenga xeyalên helbestvan, xweþikiyan
di reng û dengan de çê dike. Ev xweþikkirin yên helbestê nemir dikin
û helbestvan digihên armanca xweþikkirina helbestê. Helbestvan, helbesta
xwe bi hêviya hestan ve nahêle. Hemû hêza xwe ji bo xweþikiya helbestê
bi kar tîne. Ji bo wê pêþî li rês û formê hunandinê dinêre. Çiqasî
kar li ser were kirin û bi zehmetî hatibe hunandin, ewqasî helbest sipehîtir
dibe. Leandr
dibêje,
’’helbest henasa sipehîtiyê ye’’?
Ev jî bi xweþikkirina sembolan dibe. Helbestvan li riyên rihet nagere û
þêwên riyên rihet ji ba xwe dûr dike. Her sembolê bi dilerzeke zehmet
di helbesta xwe de bi cih dike. Ji bo ku helbest, bikeve riya hemdem û çaxê
ronî bi sembolan diaxife. Helbestvan
berê xwe dide çaxên derbasbûnê, balê dikiþênê ser efsane, çîrok,
sehr, xewn, fal, zikir û xwenîþandanên olî û yezdanên di jiyana mirovên
pêþî de xwedî rol bûn. Ji demên bûhûrî ber bi roja xwe ve tê. Bi vê
þêweyê dê bigihên riya zanînê û riya ku xwe dibînin. Ji bo wê rêzê
ji zanîna mirovên berî xwe re digire. Êdî
ne tenê sembolkirina reng, cih û çaxên çûyî, bi alîkariya teknikên
nû, nîgarên nû, bûyerên nû, jiyan, hebûn, raman û bawerî (çi olî,
çi felsefî be) van amûrên tevgera jiyanê yên dema derbasbûyî hemûyan
bi sembolan ji nû ve tênê jiyanê. Bi
riya sembolkarina van amûrên tevgera jiyana mirovan, helbestvan dikare ji
hev cudabûna helbest û zanîstê ji nû ve bigehenê hev û di nav hev de
bihune. sembol
meqiyajkirina rengan û
xweþikkirina dengan e
Helbestvan ji xweþikiyên nependî (sergirtî) hez dike. Li paþ
akvarumê (masîdankê) li xwezayê, li tiþtan û li bûyeran dinêre. Ji
wateyên ku bi gelek wêneyan têne ber çavên mirov hez dike. Ji destnîþankirinên
li nav mijê, yên bi xurtî mirov wana ji hev cuda dike û herkes tiþtên
li wan digerin dibînin hez dike. Ji wateyên ku gelek wate têde xuya dike
hez dike. Helbestvan rastiyê bi xwe jî rast, tazî û rût nîþan nade. Wê
meqiyaj dike, reng û giyanê wê xweþik dike û bi muzikê re pêþkêþ
dike. Paul
Valery,
dibêje,’’Mirov li hevpariya gelek
aliyên helbestvanên ku xwe sembolîst dibînin binêre, mirov dikare bêje,
dewlemendiya helbesta sembolîst, têkilkirina muzikê ye.’’
Kirineke din ya ku helbestvan dike ew e, di navbera xwendevan û afirîner
de pêwendiyan çêdike. Helbestvan xwendevanên xwe vedixwêne (dewetî)
leyîstika roleka afirîner û dixwaze fêhmkirina tiþtên ku xwendevan
dixwînin ew bi têgihiþtina xwe, wana binirxînin. Helbestvan mafê
nirxandin û têgihiþtina wate dide xwendevan. Kesên ku helbestek dixwînin,
an li helbestekê guhdar dikin, ne weke hev jê fêhm dikin? Sembolê ji bo
ku xwendevan ji xwe re wateyan hilbijêrê mecal fireh kir û bê sinoriyeke
hilbijartina wateyan dide xwendevanan. Di
peyvekê de komek wate didinê ber têgihiþtina xwendevanên xwe. Stephan
Mallarme,
di nivîseke xwe de vê rastiyê sembolê wisa tîne ziman. ’’helbestvan mijarê hemûyê digirê destê xwe û wisa nîþan dide. Ji
bo wê ya di helbestê de, dayîman
tiþtekî ku mirov lê bigere û bibîne divê hebe.’’ Sembol
dihêle ku xwendevan bi pêhesîna xwe, bi binhiþîna xwe, bi zanîna xwe
ji helbestê fêhm bike. Helbestvan bi peyvên ku çend sembol di nav xwe de
kom kirine, dikeve nav cîhana mijarê û mijarê bi pêþ ve dibe. Bi þêweyeke
fireh ramana xwe pêþkêþî xwendevanê helbestê dike. Pêhesîn (reng,
deng, bêhn) bi van nîþanên pêhesînê helbestvan singê tevna hunandina
helbesta xwe didin û bi rêsa helbesta xwe dîwarê di navberî pêhesînan
de radike. Bi sembolan, bi peyvan û bi xeyalan wana di nav hev de di nîgarekî
de nîþan dide û digihê rastiya giyanê helbestê. Helbestvanên vê
bikin, ew in yên ku rewþa xwezayê diafirînin û giyanê wî, wê rewþa
xwezayê tînin ber çavên me. Em li van rêzikên Henrî de Regnîer binêrin.
’’Pêtiya barana çavên te, þev
xewa xwe diraze. Gulên kennîsan, þanaziya tebaxê ne’’…
Helbestvan bi sembolan giyanê sirûþtê dinivîse. Ji bo bi destxistina
nehêniyên xwezayê û têgihiþtina tiþtên ku di bûyeran de veþartî
ji bo wana ji tariyê derxe roniyê kar dike. sembol
ji merc û rewþa helbestvan ji têgihiþtina dîrok û çanda wî/e tê Helbest;
strana dil e. Ev stran di dilê helbestvan de tê gotin û di dilê
helbestvan de dime ye. Dema stranê ji dilê xwe dirijênê ser kaxizê, taybetmendiyên
xwe nîþan didin. Þêweyê gotinê, bi giþtî ne veþartiye, lê ser tiþtan
digirê û vekirî nabêje. Bi hostatî wana destnîþan dike. Danasîneke
baþtir Rodenbach dike,
’’helbesta sembolîst xewn e,
kitekit kirine. (detay kirine) Hunerê bi ewran re rêwîti ye. Ev huner ji
bo bibe noqta rabûna rastiyê bi tenê ji sîtavan (þewq dan) sûd
werdigire. Ji kaxiza li bin pênûsa helbestvan nehêniyên xwe berdidine bêbiniya
kendalan.’’
Helbestvan,
ziman dike kilîta vekirina deriyê binhiþînê û xeyalê. Vê kilîtê
dide destê xwendevanê xwe. Helbestvanê
sembolist ne rêzik, giþtiya helbestê girîng dibîne. Bi rêzikên azad pêþkêþkirin,
ne li dijî armanca raman û zimanê helbestê ye. Helbestvan, ne rêzikeke
bi tenê, hemû rêzan bi hev re pêþkêþî xwendevanan dikin. Naxwazin ku
xwendevan bi tenê helbesta wana, di hin rêzikan de binirxînin. Dibêjin
dema ku xwendevan li daristanê binêre, pêwîst e hemû darên di daristanê
de û tiþtên din bi hev re bibînin. Wana bi hev re binirxînin. Ne darekê
bi tenê, dar, giya, çûk, ajal, kulîlk, gol û çêmên ku heyî, wan hemûyan
bi hev re bibînin. Bi ahenga dengê çûkan re, firîna pirpirîkan bibînin
û wisa nirxandina xwe bikin. Helbestvanên ku rêzikên azad baþ bi kar bînin,
hestên xwendevan yên kûr û dûr ji xewa giran hiþyar dikin û wana tînin
coþê. Ev rêzik dikin ku xwendevan xwe bi xwe bipeyîvin. Goftûgoyan di
nava wan de didin destpêkirin. Lê mixabin piraniya guh û çavên
xwendevanan hê jî di bin bandora helbesta kevn de ne. Helbestên kêþ û
qafiye wana yek e. Helbesta kevn aliyekî wê yê rihetiyê heye. Dengê wê
li guhan xweþ tê û mirov zû dikare jiber bike. Lê helbesta bi sembolan
tê nivîsandin ev mafê rihet kirinê ji destên xwendevan girtiye.
Helbestvanên sembolîst bi rêzikên azad û kêþa wan ne yek helbestê
dinivîsin. Tiþtên dixwazin bêjin, fêhmkirinê ji xwendevan re dihêlin.
Li gorî hin pêþengên sembolîst, danasîna helbestê bi þêweke nehênî
nêzîkbûna pêhesînên xwezayê yên nehênî ye. Ev pêþeng ne weke yên
pêþî hatine û çûne li qaþula helbestê dinêrin, ji qaþulê pirtir
li giyanê helbestê dinêrin. Li dijî hemû form û rêbazên helbestê yên
din, li xisûseyet, rês û tevna helbestwarî dinêrin. Di bêjin, ’’helbest nayê derbirînkirin, derbirîn bixwe ye.’’ Lê
nayê wê watê ku helbesta sembolîst, helbesta berî hatî nivîsin red
dike. Ew deyndarê form û rêbazên berî xwe ye. Ji wana sûd werdigire û
bi sembolan xwe bi pêþ ve dibe. Ev þêwê sembolîst ji bo rizgarkirina
helbestê ji hin çarçovên teng, gava pêþî ye. helbestvan
ne kesê ku peyama rastiyê didê ye Helbestvan;
pêhesîn, xewn, bûyerên jiyanê û yên difikirin bibin, bi formê
sergirtî ji xwendevanan re pêþkêþ dike. Andre
Beaunîer,
ji bo helbesta nû danasîneke wisa dike. ’’Hunerê
sembolîst li ber çavên çavdêran hunerê boyaxkirina rastiyê ye. Hunerê
sembolîst, hemû nehêniyên ku di rastiyê de dixuye, di nav rastiyê de
anîna meydanê ye’’… Helbestvan
ne peyamdarê rastiyê ye. Ne ew kese ku qanûnan dinivîse û qanunan bi rê
ve dibe ye. Lê ne propogandîstekî/e ku xweþ dipeyîvê ye jî. Li gorî
hostayên helbestê, helbesta ku her kes wê fêhm bike, ew helbest karê
helbestvanê ku hê jî kamil nebû ye. Helbesta herî xweþ ya ku xeyalên
xwendevan watê jê digirê ye. Ne hatine fêhm kirina hin sembolan û ne
diyarkirina hin cihê helbestê ji bo estetîkê gaveke ku helbestvan nikare
jê bireve ye. Peyvên helbestvan mîna peyvên pêxemberan, bi þêweyekî
berfireh, curecurên nirxandin û wateyan di wan de heye. Helbesta
herî dewlemend, ya herî kûr û herî bi bandor, ew helbest e ku her kes
weke dixwazin ji xwe re wateyê ji digire û dinirxîne ye. Têgihiþtina
helbestê jî weke jiyana me ye. Hin
ji me di konan de, hin ji me di berqefkan de, hin ji me di xaniyan de, hin
ji me di avayiyên 20, 30 tebiqî
de, hin ji me di vîlan de û hin ji me jî li kolan û parkan dijîn. Em
hemû dikarin li van wergehên jiyanê binêrin. Lê em hemû nikarin di wan
de bijîn û ji me nayê ku em di wan de rûnin. Yan aboriya me têrê nake.
Yan mercên ku em têde dijîn nahêlin ku em bikevin nav xweþiya wan e.
Helbest jî wisa ye, her kes dikare bixwîne lê her kes ji helbestê weke
hev fêhm nake. Ji ber ku helbest di nav avayên nivîsê de vîla ye. Bê
çawa em hemû nikarin di vîlan de bijîn, em wisa jî nikarin weke hev ji
helbestê fêhm bikin. Têgihiþtina helbestê, biqasî jiyana vîlayê
zehmet e. Bê çawa aboriyekî madî ji bo jiyana vîlayê pêwîst e, ji têgihiþtina
helbestê re jî aboriyekî têgihiþtina giþtî pêwîst e. Zanîna hemû
amûrên jiyana îro û jiyana çûyî pêwîst e. Sembol
û wêneyên helbest wisa fireh û dewlemend in. Di wan de evîn, dilêþî,
xweþî, derd û kul, þadimanî, felsefe, realîteya civakî û netewî,
fikir û raman, xeyal, hest û wekî din gelek tiþt di nav hev de têne
hunandin. Ji bo ku helbest hunereke pirwate ye, têgihiþtina wê jî wisa
bi hêsanî nabe. Bi
giþtî tiþtê jê re helbest tê gotin ji pêhesîneke pirtir ji pêhesînên
tevlîhev tê girtin. Lê tiþtên ji pêhesînê girtine çavdêriya pêhesînê
bixwe ye. Helbestvan bi saya çavdêriya pêhesînê, wê ji nav mij û
murana binhiþînê der têne û bi zimanê wê, wê pêþkêþî jiyanê
dike. Nivîskarên
dîrokê, felsefê, olê, bîrdoziyê, romanê, çîrokê, gotaran,
rojnamageriyê û wekî din, wateya têgihiþtina nivîsên xwe didin. Lê
wateya têgihiþtina nivîsên helbestê, helbestvan ji xwendevanên helbestê
re dihêlin. Þêweyên têgihiþtina xwendevanên helbestê li gorî nîgarên
di serê wan de li helbestê dinêrin û wisa têdigihin. Helbestvan
rasterast nakevin nav mijarê. Bi wêneyan mijara xwe nîþanî xwendevanan
didin û bûyerê weke heyî nadin. Bi peyvên ciwankirî, sergirtî û bi
destnîþankirina sembolên ku gelek wateyan di nav xwe de digirin, bûyerê
didin û datînin ber xwendevanên helbestê. Tagor
dibêje: ’’Cureyên wateyên peyvên helbestvan ên ku ji bo mirovan bikar tîne
hene, herkes peyvên li xweþa wan diçin ji xwe re dineqîne’’ Kamran
Simo Hedilî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org