|
Hemû tiþt û ne tiþtek im
Kamran Simo Hedilî
Ez
ne xwedî taybetmendiyeke cuda, ne jî tawanbarekî mezin im. Dibê ku
ez ne kamil û ne jî bêkûsûr bim. Lê ez heme, ez rastî me û ezê
werime xwendin. Di vê meþa min a felsefî, hunerî, siyasî, mirovî, an jî
evîndarî de, çawa tê fêhm kirin bile werê fêhm kirin. Kîjan ji van
dibe bila bibe, ez nizanim kîjan ji hemûyan pirtir heta vêga vê kete
jiyana min. Bi þêwekî din bêjim, ev hemû bi min re meþîn. Lê ez baþ
dizanim ku hebûma min di nav firtona siyasetê de gêhiþte îro. Jiyana
lehengan pir vekirî tê danasandin. Weke gulleya ku rast digihê armancê
ye. Dixwazê bi pesindan, an jî bi xemîgîn be, mirov rasterast dibîne. Lê
di jiyana min de xîzkên wisa hiþkere tune ne. Ez ne çibûm ji ez çibûm
baþtir min dinasîne. Leþkerekî baþ, lê ne þervan. Hunerhezekî
dilovan, lê ne weke Hesen Zîrek li ber mirinê jî afirêner. Meyîldarê
tawan kirinê, lê ji tawan nehatime barkirin... Jixwe
min nedixwest ku bibime tiþtek û ez nabime ti tiþt jî. Lê cîhana hemû
xeyalan bi min re ye. Di her tþtî de ez heme û di yekê de jî, ne
serkeftî me. Ji ber ku serkeftin cêwiyê têkçûnê ye? Min di her
serkeftinê de têkçûn dîtî û di her têkçûnê de serkeftinek dît.
Di nav van serkeftin û têkçûnê de, ez têgihiþtim ku meznatiya
lehengan ew e ku heta dawiya jiyana xwe, wan piroletî ya xwe (ji edetê
der) peristin e. Ev piroletî ji dîjberiya bîrdozî (îdolojî) ji
baweriya olî tê. Dem dem ez ketime nav piroletî yê, lê vê dirêj
berdewam nekir. Jiyanê ez ji piroletiyên tûj û hiþk bi paþ ve kiþandim.
Lê dîsa ez ne weke gundiyekî, an jî weke karmendekî nikarim pesinê xwe
bidim û bêjim, ‘‘min jiyaneke normal derbas kir.’’ Nîgarên rojên
jiyana min weke nîgarên bajarên piþtî erdhejê ne. Hin der bilindin,
hin der li jêrin di nav xirbihan de her tiþt heye, çîmento, hesin,
kevir, zêr û bedenên bê giyan. Her cihên jiyana min jî, ji xirbihên
serkeftin û têkçûnan tijî ne. Ez
pira di navber dîjberiyan de me. Ez di navbera pêwîstiyên sosyalî,
felsefî, baweriya siyasî û evînê de perîþan bûbûm. Vînê û evînê,
bawerî û xwoþewîstiyê di mêjiyê min de hev maç dikirin. Pêta meraqa
her duyan jî di nava min de pêdiket. Ez meþqulî her duyan jî bûm. Pirtûk
û dildarî, zanîst û evîn, hest û aqil, ez ji min standibûm û ez mest
kiribûm. Ez bûbûm du mirov. Goftûgo di nava min de xwert dibû. Hestan
digot, ”þoreþ, serhildan, raparî û berxwedan” Aqil digot,
”perwerde. Bi înadê hestan digot, ”berî her tiþtî þoreþ pêwîste.
Aqil digot ”ku perwerde gel nebe þoreþ bibe jî dê têk biçe. Hestan
digot, ”civaka ku dagîrkerî li ser hukumdariyê bike, ne mumkune ku niþvê
nû were perwerdekirin. Perwerda ku mirov bide dê weke ku mirov tov li ber
ba bireþênînê ye û tovê mirov ne li zeviyê, li dervî zeviyê tê reþandin… Vî
þerê di hundirê min de kir ku di zarokiyê de bê çawa bêdeng û arem bûm,
di ciwaniyê de bi giþtî ev xislet werê guhartin. Ew kurikê bêdeng çû
bû û yekî din hatibû cihê wî. Ew kurikê ku dikarîbû bi demhijmêran
li koþekê rûnê û ji cihê xwe nerabê, êdî nedikarî di cihê xwe de
deqîqekê rawestê. Vê xislet guharinê kir ku hate roja îro li cihekî
bi cih nebûm. Nasekî min di derbarê min de wisa gotibû, ”filankes
berhemê hin rewþ û pêlên veþartiye. Dayîman ev pêlên nehînî, di cîhana
wî de dertêne pêþ. Çawa bixwazin wî li peyî xwe dibin. Qet negirêdayî
edet, kanun, pêwîstiyan e û pergalan nasnake.” Pêþî ez bi vê danasîna
ku nasê min ji bo min kiribû hêrs dibûm... Piþtre
ez têgihiþtim ku hinekî rastî di vê danasîna min de heye. Ji ber ku
hem ji bîranînên min û hem ji bîranînên kesên din, kirin bi tenê di
aqilê min de hatine neqiþandin. Mirov bi kirinên xwe, xwe didine
nasandin. Bi kirinên xwe, xwe diguharin. Bi kirinên xwe ferqa di navbara
jiyan û mirinê de dide diyarkirin. Valahiyek mezin di navbara danasîna
min û yên ez kirime ez kirinên min de heye. Qet tukes nikarê min bi tiþtekî
bi tenê bide nasandin. Ne kêmayên min û ne aliyên min ên baþ dikarin
bersiveke rast bidin. Þêwê herî zehmet û herî xeter, lê dibe yê
herî dewlamend jî, þêwê nirxandina mirov xwe binirxînê ye. Mirov di
nirxandina xwe de sirên xwe vediþêrê. An jî weke ku sir hene xwe didê
nîþandan. Mirov, naxwaze her tiþtî weke ku heyî bêje. Ev þêwe di
pirtûkên dîrok, huner, ol û heta di ên felsefê de jî heye. Min pirtûkên
dîroknasan nivîsîn û yên bi destên ozanan hatibûn nivîsandin bi balkêþî
dixwendin. Lê
jiyana min ji van pirtûkan hemûyan pirtir ez perwedekirim. Xwedê wî bi
bihuþta ku wî jê bawer dikir þa bike. Mamosteyekî nasê min hebû. Berî
niha bi sî û sê salî ji min re digot, ”ez te serokê dewletan bibînim
jî, ez te weke siyasetvan nabînim. Tu ji siyasetê pirtir nêzîkî wêjeyê
yî. Tu xwe nas nakî.” Mamosta cidî, cidî digot, lê ez dikenîm û min
digot ”ez li ku çand û huner li ku ye?” Lê belê ez hê çardeh,
pazdeh salî bûm bi naskirina helbestê re min dinyayeke tijî reng, xeyal,
meraq, hêvî, jan, keser, daxwazên rengîn û cudahiya reng û xeyalan
naskiribû. Xwendina min ya helbestvanan ji naskirina evînê pirtir
bandor li ser min kiribû. Ez nikarim bêjim, naskirina evînê ji naskirina
helbestê pirtir bandor li min kir. Helbestê ez kiribûm yekî din. Ez ji
min cûda kiribûm. Êþa tirsa tariya bi mirinê re tê naskirin, min ji wê
reþtariyê dûrtir û kûrtir ji helbestvanan naskiribû. Zelaliya peyv û
ahangên qasîdên Feqiyê Teyran, êþa hesreta Malayê Cizîrî, têkçûna
evîna Mem û Zîna Ehmedê Xanî, nalîn, hawar û gazinên Seydayê
Cigerxwîn min xwendibûm. Bi qasî van ozanên me, min ozanên din bi zimanê
ku bi lêdanê fêrî min kirin dixwendin. Min Homerosê mezin naskirbû.
Min dengên bi dehan ozanên cîhanî bihîstibû û bi dehan helbestvanên
navnetawî xwendibûn. Min helbestvanên ku vekirî, an sergirtî, dikirin
gazî naskirbûn. Min her zêde jî, ji helbestên tevlîhev, sergirtî
û bi sembolan hatibûn nivîsandin hez dikir. Wan dikir ku ez bifikirim û
berê min didana riyên nû. Lêgerîna dîtina tiþtên winda, rabirdû û
roja ez tê de dianîna bîra min. Ji bo ku alîkariya vekirina riyên nû
û dîtina rêçên min winda kirî bikin, min hem helbestvanên kevn û hem
ên nû dixwendin. Ji her tiþtî pirtir ji ber ku hunera helbestê
rasterast bandora xwe li hestên min dikir, min jê haz dikir. Ji
berdêla vê rastiyê bêjim, min ji mamosta re wisa digot. ”Mamosta
te ez di nav tariya pêlên evînê de naskirim. Te ez li nav gola jana evînê
dîtim. Ji bo wê tu îro li neynika zanîst, aqil, roniya fikirî binêrî
tê min nebînî.” Mamosta
jî digot, ‘‘tu çi dibêje, bêje, ez te sekretarê partiyan û serokê
dewletan bibînim jî, ez te weke siyasetvan nabînim. Ez te þervanê
siyasetê nabînim.” Mamosta
digot, ”pêwîste tu hîn bibe ku tu tiþtên normal bibînî ne. Tiþtên
ku mumkine çêbibin, bibîne. Heta tu hînî dîtina rastiyê nebî tu nebe
siyasetvan.” Gelo
mirin jî di dawiyê de, ne tiþtekî normal e? Mîna jidayîkbûnê, evînê,
zewacê, nexweþiyê, pîrbûnê, sirgûnê, dînbûnê û tiþtên din e. Lê
birastî di wê demê de min nedixwest ku ez ji van tiþtên normal bawer
bikim. Her ku lîsteya tiþtên normal dirêjê dibû û diçû, min berê
xwe dida riya xwe û ez ber bi siyasetê ve diçûm. Vêga
dema li nav þopên jiyana xwe digerim, ez dibînim ku tiþtên min didîtin
hemû ne normal bûn. Di nav normalên min de, gelek ne normal hene. Wê demê
min nizanîbû ev tiþtên ku vêga ne normal dê ewqasî tiþtên normal bi
xwe re bînine pêþiya min. Tevî wê jî, ez hê nizanim rêwêtiya xwe li
kû deyînim. Di nav tiþtên normal yên ku bi min re çêdibin de dênim,
yên mîna nexweþiyan, dînbûnê û çûna bi ber mirinê ve. An jî, di
destpêka roja serhiþkiya xwe ya pêþî de deyînim. Berî niha bi sî
û sê salî ez bi gotinên mamosta dikenîm. Îro li xwe dinêrim bê
mamosta çiqasî rast bû û wî ez ji min baþtir naskiribûm. Ez ne þervan
û ne jî mirovê siyasetê me. Di
wê demê de nafêhmkirina wan gotinan, di guhên min de li zengilê serhiþkiyê
dixist. Heta min nedixwest li wan gotinan guhdar bikim. Hijdeh, bîst salî
bûm. Dil pola û ramanên min li asoyê bûn. Di van salan de ez li
naskirina xwe digeriyam. Bi gera naskirina xwe re, min xwedê naskir û ew
di gelek dudiliyên xwe de winda kir. Gelek caran min hêvî jê kir. Gelek
caran bi alîkariya wî bawer kir. Bi vê metelokê min ew di ferhengê
daxwazan de winda kir. Metelok wisaye; kurê pîrejinekê dimire. Jinik
heroj diçê ser gora kurê xwe ji xwedê dixwaze ku kurê wê sax bike. ”Xwedê
tu Hemikê min rakî. Tu dilê min pê þakî.Destek cil bi bejin dakî. Bi
xweþika gund re wî zava kî”. Pîrejin
heroj vê duayê dike, lê xwedê kurê wê sax nake. Pîrejin ji duaya xwe
diweste û li dora xwe dinêre ka kesî din li nav goristanê heye an jî
na. Kesî li dora xwe nabîne û bi tirs wisa dibêje, ”xwedê te ji kesî
re nakiriye û ji min re jî nakî.” Vê
metelokê berê min da cîhana dudili ye. Min nizanîbû daxwazên xwe ji
xwedê bixwazim. An ez bi xwe li xwestinên xwe bigerim. Vê dudiliyê ez
bernedam. Min pêsîra xwe ji destên wê rizgar nekir. Kamran
Simo Hedilî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org