Îro ez

ne ez im

Kamran Simo

 

                                              ji leheng û pakrewanên avdarê re

 

kulîkên jînê

bi kenê çavên stêran

me diçandin

þev nasê þevê

rojperestê hatinê bûn em

çirûska

sebra dilê dayîkan  

xunava

maçên lêvên yaran 

gulvanê baxê wêrekiyê

çira

reþtariya þevan bûn em

evîna em bihev re

li nav siya awazên wê

goveda jîn û mirinê direqisîn firî

zelaliya temen bihûrî

mijê çiya girt

berf barî

bihar çû

havîn þemitî

xemgînin

kulîlkên bîst û heþtê avdarê

di bêbiniyê de dinalê sibe

roj mandû 

dil perçe û aso nediyar e

melûliyên tijî av

westandin dil û çav

xewn û hêviyên þad

di awirên qulingê baskþikestî de man

dilop dilop

dipalime derûniya xwe

tirs û hêza Gilgamêþ 

siya mirina Enkîdu me ez

ez di nava xwe de

dilê min

di dilê welatê xwe de dîroke

îro ez

ne ez im

û hûn

ne hûn in

stêrên ken jibîr kirî

hûn findên

dirûþima salvegeran ne

tu kes kovanên min nizane

biqasî hûn dizanin

êþa tenêtiya

di çavên min de

biqasî hûn dizanin

tu kes vê janê nizane

 

28.03.2007

 

kamran Simo Hedilî

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org