jîn ev be

                             Kamran Simo

di þadiya werz û tirsa þîna salan de

dijîm

di tevna davan de

di þekil û rengan de

di peyvê de

di xweþikiyên

kirêtê fetsandî de

di dîmenê Ehrîman de

dijîm

di roniya bîrê de

di germiya daxwazê de

dijîm

di xemgîniya xweragirtinê de

di tehliyê de

dijîm

li dijî mirinê

mirinê dijîm

di herkîna tîrêjên tarî û zelaliyan çeman de

di kaniyên qelpaxên çavan de

di bêhenasiya daristana de

di dûrbêhna mêrgan de

di bêdengiya qelebalixa lalan de

di piraniya tenêtiya xwe de

dijîm

di bêpergaliya rojê de

di pergala tariyê de

dijîm

di tixûb û bêtixûbiyê de

di av û agir de

di aqil û hariyê de

li hemberî mirinê

di bêrêziya tirsa mirinê de

di rastiya rûwê xwazayê de

di sirên çavên stêran de

di rakirina ferhenga tixûban de

di avakirina sibê di îro de

di payîzê de

bi þanaziya kenê biharê

dijîm

16.02.2005

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org