|
|
- Kêferata
min û ez
-
-
- Kamran
Simo Hedilî
-
-
-
-
1
-
-
-
Beden û laþên westiyayî yên giyandar, yanî zindiyên xwedî
giyan hemû di xewên bê pencere de bûn. Weke daristanan bêpêjn bûn
derya û çemên ku bi harî diherikîn. Stêran riya gera xwe birîndar
kiribûn. Corecorên refên firindên li ser çiqilên darên guhîjên
bi stirî li qeraxên bax û deryayan li ser lîsên xewê bûn. Masiyên
di gelî û newalên avherik de, yên di golên sekinî de dijîn, mirovên
janên xwe dihedinandin, yên dilxweþiya dil bi hev þa dikirin, yên
mandûbûna xwe belav dikirin, hemû di çêja bêdengiya xewê de bûn.
Bazên ku jiyana wan, xwe sipartî berqefa zinar û latan jî, þîrîniya
xewa jiyanê dijîn. Bi tenê ez bêhêvî bûm. Ne hestên þîrîn hebûn
di dilê min de, ne jî di þevê de aramî û nermî hebû. Êþekê hê
ji min xatir nexwestî êþeke din cihê êþa pêþî digirt. Hezkirina
bêdilovan dil dihejand û ez dixistim.
Pêlên tolhildanê û tîrêjên aso li hev diketin. Di cih de sekinîm
û min deng li xwe kir. ”Ev çi ye ez dikim? Ne pêwîste ez xwe
bikime pêkenokê tirsonekan.”
-
Lê her ku tarî, tarîtir dibû gûmên û xumêna dengan jî nêzîk
dibûn. Pêþî çavên sipspî hatine dîtin. Piþt re çavên ji xwînê
sipsor pir dibûn. Di çavên spîsor de dengên þevþevok û
gumgumokan bilind dibûn. Min nedizanî dengê mirova ye, an yê cina
ye. Carnan deng dibûn dengên dêwan. Her ku deng nêzîk dibûn, guhên
min ew nas dikirin. Ew awazên tirsandinê min gelek caran bihîstî bûn.
Dubarekirineke naqaratek kevin bû. ‘‘Alahhhuekber, Alahhhuekber,
Alahhhuekber...’’ Dengan êrîþ min dikir. Mirovên dest bi þûr
ber bi min ve dihatin. Bi Alahuekberan re kolmên wan bilindî asîman
dibûn û dihatin. Di reþtariyê de alên wan ên reþ ber ba dibûn.
Dengê zengilê dêran perda guhên xwedawendan li Hurmuzgehan diqetand.
Hemû bedena min ji
tirsa dilerizî. Qelabalix bi gavên giran nêzîk dibû. Berê hemû
awiran li min bûn. Sembola çarmixkirina Mesîh xaç di destên wan de
û bi ser min ve diqîriyan. Ji berdêla qeyserê Romanî û Hehemên ku
Mesîh çarmix kirin, ez tawanbar didîtim. Xwediyên Alahuekberan jî,
ez tawanbarê Kerbalayê didîtim. Bêhna þewata kulîlkan û
kizrandina baskên pirpirîkan dihate min. Nalîn ji stêrên çav þil
dihat.
-
-
2
-
-
Di nav reþtariya çavên spîsor û dengên tevlîhev de, çav
û dengên nas jî, meska didana ber rûyê xwe. Bi dîtina wan rûdenên
reþkirî yên xwediyên dengên nas ji tirsa dilê min dixwest ji
qefesa singa min der bikevê û bifire. Min dixwest ji ber bahoza dengan
birevim û çav min negirin. Lê ez ne direvîm. Hemû bi devekî diqîrîn
û bi destekî zengil dihejandin.‘‘Alahhhhuekber, Alahhhuekber
Alahhhuekber... Zinnng,
zinnng, zinnng.’’ Li ber van dengan ez ketime erd. Min ji xwe bi xwe
re digot, ‘‘êdî tu kes û tu titiþ nikarin min rizgar
bikin.’’ Min serê xwe kiribû nav destên xwe û min wisa diparast.
Li benda kevirekî rejimkirinê, an jî pehîneka lînckirinê bûm. Min
laþê xwe nediparast, bi tenê ji serê xwe ditirsiyam. Ev lavekirina
Hatiyan (Hîtîtiyan) ya ku berî zayîna Îsa bi du hazar salî li ser
dîwar hatî nivîsandin, min ji xwe bi xwe re dubare dikir.
“Xwedayê min, bi hadinandina aqilê
min, dilê min aram bike. Bi nîþandana bêdawiya demê leza vê telaþa
min hevkêþ bike. Di nav tevlîheviya rojê de bêdengiya girên heta
dawiyê dijîn bide min. Þidandina di masûlk û rayên min de, bi awazên
avên ku di hiþê min de dijîn biþo û bibe. Bibe alîkarê bihîstina
hêza efsûniya xewê. Min fêrî hunera
jiyana zewqên kêlîkî bike. Ji bo li kulîlkekê binêrim min
fêrî hêdîçûnê, ji bo se yan jî pisîkekê xweþik mizbidim min fêrî
rawestandinê, ji pirtûkeke xweþik çend rêz xwendinê, masîgirtinê
û çûna nav xeyalan fêr bike. Her roj ji
min re çîroka kûsî û keviroþkê bêje. Bêje û bîne bîra min da
zanibim ku timî yên ku zûtir direve pêþbirkê naqedîne û di jiyanê
de gelek tiþtên pir giringtir ji lezgîniyê hene. Alîkariya min bike ku ez ji þaxên dara berûyê ya bi
heybet li jorê binêrim. Ez binêrim û bibînim ku, mezinbûn û bihêzbûna
wê, girêdayî hêdî û baþ mezinbûna wê ye.
-
Û Xwedayê min ji hemûyan giringtir jî, ji bo
gûhertina tiþtên ez wan biguherim wêrekiyê, ji bo pejirandina tiþtên
ez nikarin wan biguherim sebrê, ji bo ferqa di navbera wan de zanibim
aqil û dostên min ji koriya evînê û ji derewan biparêzin bide
min…”
- Min
her ev dua dubaere dikir ji bo êrîþa dengan rawestê. Lê dengên nas
û nenas bi hev re êrîþî min dikirin. Dengê girî û nalînên jin
û zarokên ji ber leþkerên qralê zalim Sagonê Aþurî direvîn
dihate min. Qajîna þîrmijên ku li ser singoyên nijdaperestên tirk,
giyan didan perdên gihên min qol dikirin. Mêrxasî û janê, lehengî
û evînê, dilovanî û nefretê, daxwaza tolhildanê û lê borînê
bi hev re ez hembêz dikirim.
-
-
-
3
-
-
Li nav vê kêferata bêdawî bi tena serê xwe
min li berxwe dida. Barana
reþtarî ji
çavên þevê dibarî. Ez ji dara kesatiya xwe dihatime
guhartin. Ez dibûm Diyako. Dibûm Umer Xeyam. Ez dibûm hevalê Vîrgîlîus.
Dibûm mîratgirê dewlamendê Hîndîstanî Buda. Carnan jî dibûm
lehengekî ji romana Dostoyevîskê ya ku vê gavê navê wê nayê bîra
min. Di hemû demdirêjiyê de, ez dibûm Selahadîn Eyûbî.
-
Ez di sergêjiya dengan de sermest dimeþîm. Deng ji kûrahiya
nava min, hate min. ”Ez ez ez ne Diyako im, ne Xeyam im, ne lehengê
romana Dostoyevîskê û ne jî Selahadîn im. Ez
ne tu kes im. Tu çi kesî? An tu jî ne tu kesî? Ji min re bêje! Nebêje
dê werê beyan kirin ez newêrim bêjim. Ax
tu çi dike? Qet di dilê tirsandî de erdem dibe? Qet di kendalê
tirsonekiyê de wêrekî haveyn digire? Qet di nav hariya egoyîzim de
dostanî dibe? Ne tirse! Ne tirse! Pêþî jiyan çêbû û piþt re
mirin. Lê jiyan nûtire ji mirinê. Ev çîroka dîroka me ya mezin e.
Cihê ku dil ji tirsê diçilmise, hêviya wêrekiyê tê serdanê û
dil dibe gula nû piþkivî.’’ Li ber dengvedana van dengan, ez wisa
zû bi paþ ve hatim û min xwe dît.
-
Roj ji rûdêna asîman, ber bi zemînê ve nizim bûbû. Giravên
ewran yên weke çiyanên bê dar bozespî li ber rojê diþemitîn.
Gindirbûna pêlên sorrengên zêrîn, rengê qaweyî yên zeviyan di
bin min de dihatine dîtin. Zaviyan rengê xweliya xwe vedixwarin.
Daristanan keskeþîniya henasê dikiþandin nav cigerên xwe. Rûbaran
roniya þîn li derdorên xwe direþandin. Lê min ev guhartin didîtin.
Ez ne dihatime dîtin. Bê sî dimeþîm, siya min tune bû. Bêyî ku
ez hatina xwe bêjim, bêyî ku deng ji piyên min were ez dimeþîm. Ew
teqereqa berê nebû. Ew meþa min ya bi heybet çûbû. Cihên ku berê
di bin piyên min de dihejiyan weke giyanê mirinê li ser wan bigere tu
pêjn ji wan ne dihat. Demhijmêra lêdana dengan sekinî bû.
-
Cihên ez li wan digeriyam, cihên ku berê kes li wan negeriya bûn.
Li wan derên nerm û nazik bi tena serê xwe digeriyam. Þopa piyên
min jî li ser wan xuya nedikir. Bi
tenê min hîs dikir ku ez digerim. Ne ba ji gera min hartir bû,
ne jî birûsk jê hê zûtir bûn. Min
helbesta xwe deranî û di awirên xwe de danî. Helbestên din li ber
ba belav kirin û li paþ xwe min derî girt û ji xwe derketim. Kulîlkên
nû min li ber xwe dibirin.
-
-
-
4
-
-
-
Min kolmek helbest reþand malzaroka hêviyê. Kolmek helbest jî
di rûyê asîman de çand. Min ji lêvan maç dikir, çirûska neheyîniyê.
Stêr dirijiyan ser
sifra dilê min. Bi þêwekî wisa min ji baweriya mezin hezkiri bû, ez
diçûm nav hezkirina man û nemanê. Stêrên di nava min de kolmên
xwe dadiweþandin ewran. Min helbest didanî ser birînan.
-
Ji peyvîna zarokan ya yek hecelî pê ve, peyvîn ji min ne
dihat. Rêzkirina peyvan min ne dikarî bikim. Hevok li gorî qanuna rêzkirina
rêziman çawa dibin? Çawa hin tiþt têne gotin? Min ne dizanî peyvên
xwe rêz bikim û hevokan saz bikim. Ez bi
peyvan dileyîstim, êdî leystokên
min jî hebûn. Xweþewîstên peyvan, helbestên min hebûn. Ez carna
bav bûm, carna dayîk bûm zarokên min helbest bûn. Ez ji wan fêrî
bê qanuniya rêzimanê dibûm. Dema piþkovekên peyvên min çermê
xwe diqetandin, kulîlkên di guldankan de çelmisî jî piþkovên xwe
vedikirin. Dil di mista destên min de dibû stêr. Tawanê nezanîna
hevoksaziyê li asîmanê nezanan dibû pêkenokî. Di rêza tawanbaran
de navê min dihate nivîsand. Min guh nedida wan û diqêriyam. Bi qêrînan
min dixwest xwe bibîr bînim. Sîbera þevê li ber qêrînên min bi
xew ve diçû. Ez
dibûm dayîka xwe û min dilê xwe dikire rêzanê xwe. Li parçê dilê
xwe yê min windakirî digerîyam. Ez dihatim pêþberî zarokiya xwe û
jana ezmûnan dipeyîvî. Hevokên hezkirinê
ji zimanê min bê qanuna rêzimanê koç dikirin.
-
Bîranînan, cihê xwe di rêzikên helbestên ku hê nehatine
nivîsandin de digirtin. Ez bi devoka welatê dagîrkirî dipeyîvîm.
Dagîrker û þûrkêþên xwedî pênûs bi min dikenîn. Lê ez di eynî
demê de li cihên roniya heyvê bi bayê xwe ronî kirî digeriyam. Pêþî
min dixwest xwe naskim û piþt re li serpêhatiya xwe guhdar bikim. Lê
min weke pezkoviyên ku xwe ji zinarekî tavêjin zinarekî din. Bêyî
ku ez rawestim li serxweþiya rê digeriyam. Li
cihekî demeke dirêj ez ne dimam. Bi taybet ez ne li cem mêrekî û ne
jî li cem jinekê nedisekinîm. Min
nizanîbû ez jin im, an jî mêr im. Min jin û mêraniya xwe ji bîr
kiribû. Min ne weke xelkê ji xwedayê xwe, hêviya xwe naskirina xwe
dikir. Min ji xwedayê ku ez yê wî dixwest û pirsa xwe naskirinê jê
dikir. Yanî ne xwedayê min bû, ez yê xwedê bû.
-
-
-
5
-
-
-
Siya min dibû siya xwedawenda siyê Ploto û tirsa xwe na
naskirinê tanî bîra min. Min
nedikarî xwe bibîr bînim. Min þal û þapikên xwe dertanîn û tavêtin.
Ez dibûm Pîsîrîs ê qral Hatî yên ku navê wan kirin Hîtîtî.
Qralê ku ji tirsa talankirina Aþuriyan xazîna xwe heta heta di bin axê
de veþartî. Pîsîrîs ê ku serê wî li ber lingê qralê zalim
Sargon gindir dibû. Qral bêxwedî û xwedan, bê alîgir. Pîsîrîs
ê Hatî û Astiyagê Madî bûm. Ez qralên ku împertoriya bapîrên
wan ji wan hatî sitandin bûm. Êdî
min nê ji xwedayê bahozê Teþup, ne jî ji jina wî xwedawenda rojê
Hepat û ne jî ji dayîka xwedawendên welatê Hatîyan, Kupaba bawer
dikir. Min ne ji Ahûramazda û ne jî ji Ehrîman bawer dikir ku
karibin min bibîra min bînin. Min nizanîbû êþên xwe deyînime kîjan
piyalê. Di rayên kîjan çiyayî de bi cihê bikim. Di
kîjan kevirî de veþêrim. Di nav kîjan axê de binax bikim. Min nizanî
bû piþtî ewqas
girî û gazinên min, rê û rêwîtî, berjor û serjêrî, çima?
Hê jî ji daxwazan ji riyan ji dilovaniyan ji hêviyan ji têkçûn û
serkeftinan ji hezkirin û bêrîkiran dipeyîvîm. Ji hêzê ketibûm lê
hê jî dipeyîvîm.
-
Rayên çiyan birîndar bûbûn. Çavên çeman birîndar bûbûn.
Strana hesretê ya bûka li xerîbiyê ‘’oyî oyî li min xerîbê,
bê þens û nesîbê’’ birîndar bûbû.
-
Min zanîbû ku dem mij û berf e. Lê min nizanîbû ku mij û
berf bi qasî havîn û biharê ne. Bi rojhilat re, Bilbil bêdeng kiribûn.
Min nizanîbû nebêdengiya bilbilên di nav min de ji ber vê sedemê
ye. Tîrêjên xweragirtinê, þev ji keçikanî dixist û ez dibûm
zava. Min serê govenda jîn û mirina xwe dikiþand.
-
Guhdarkirina stranên
gel li xweþa min dihatin. Stranên xweragirtin û hêviyê li xweþa
min dihatin. Helbest ji nav wan peyvên ku min nas dikirin dipalîn.
Dengê Mayakovsî dihate min. ‘‘Xeyal
tawana mezin e, xeyalkirin nepêwîst e.’’ Lê xeyalên min ji min
û ji çexan lêborîna xwe dixwestin. Di nav xeyalên rojhilat de, di
paþila min de bi xapandina xwe re ez pîr dikirim. Bi
kurtepista jiyanê di zarokiya xwe de dima ciwanî.
Bêyî ku xwe bispêrim aqil, di nav berdawamiyê rê de min cihên cûda
û kirinên cûda yeko yeko bi bîra xwe tanîn, da ku xwe nas bikim. Di
êþa xwe windakirinê de kulîlkan piþkova xwe diweþandin. Min bi
guvaþtina lêvan taca kulîlkên hatina ser hiþê xwe dihunand.
-
-
6
-
-
-
Di kûrahiya kaniya giyanê min de evîna rastî, zaroka
azadiyê bû. Hunermenda zewqê, roniya riya xwe nasiyê bû. Di nav hemû
leyîstikan de bi tenê evînê aramî nedida giyan min. Di vê leyîstikê
de beden leyîstikvana jankêþbû. Ez ji evîndarên ku îro tovê wan
bidawî hatiya bû.
-
Ji asîmanê tarî barana reþtarî dibarî. Bi wê barana reþ
re, ez ne weke çirayeke bêxwedî di koþekê de digiriyam. Ne jî bê
sedem, min ji hêviya xwe bawer kiribû. Min li baranê guhdar dikir. Lê
ne digiriyam û ne jî dilê min dibû dilê sêwiyan. Li axa êþê, li
zeviyên janê çavên asîman digirîn. Di çemê xwînê de av diherikî
û derya xwenasiyê dûr bû. Kemîna bêbextan xwe li piþt rojê veþartibû.
Zûrînên çêlîkên dêlegur çavbirçî, ber bi kuþtina hezkirina hêviyê
ve dihatin. Di xwe windakirina min de, bêdengî giriyê dayîka zarokên
xwe winda kirî bû. Li welatê tirsandî, li ber birûskên tofanê gul
û kulîlkên beyarên hiþk vedidan. Min
nizanî bû þirova bêhiþiya xwe ji derdorên xwe re bêjim. Û min
nizanîbû hemû tiþtên ku min didîtin jî bêjim. Li
laliya xwe, min xwe ne didît. Cîhan jî di bêdengiya min de ker bû.
Ez ji gotina rewþa xwe û mirov jî ji guhdarkirinê bêzarbûn. Carna
mirov dixwazê bimire lê naxwaze bifetisê, wisa li min hatibû.
-
Þadiyên nîve nîv, peyvên nîv mayî li ser hev kom dibûn.
Peyvan xwe ji peyvekê diqavestina peyveke din. Weke çûkê bask þikestî
weke êþa xeyala ku di dil de þaxvedayî. Weke þopên xencera di dîroka
kurdan ya nîv mayî de, þev li min geriyabû. Min dixwest bi roniya
berxwedanê weke birûskê xwe daweþênim nav çavên þevê. Min ji bo
xoþewîstiya baweriya mezin her tiþtên xwe didan ser masê. Biqasî
di riya wê de tirsa mirinê bikujim, min ji wê hez dikir. Di her mirinê
de dilê min ji nû ve diza û ew tanî. Mirin dibû kulîlkeka ku ji nû
ve baskên bêmirinê veke.
-
Bêyî ku dengê min were bihîstin, min gazî derdoran dikir.
”Min bi jiyana min bidin darizandin. Bi dilê min, bi hesreta min, bi
dîroka min, min bidin darizandin. Min bi stranên evînê, bi helbestên
ku dengê min di wan de deng vedidan, bi çiyayên ku ez li wan
geriyame, min bidin darizandin.
-
-
- Kamran
Simo Hedilî
-
- 25.11.2008
-
|
|
|