kîjan kulîlk çavên te ne ­?

 

Kamran Simo

 

kurê min

nêrîn

di hawarên min de

fetisî

di hesreta axînan de

qêrîn 

winda dibin

li civata

zanên nezan

rastî nehate zanîn

têgihiþtina

çawtiyê nedîtin

bi nezanîna daxwaziyê

zanîna xwestina pîroz

þevekorî kirin

kurê min

cefakêþên bargiran

feylsofên nezan

dînên pêþeng

dewlemendên bêwar

derwêþên ol nenas

lehengên tirsonek

kevneperestên hemdem

di nav lêvên wan de

ziman diqermiçe

peyv

pelên êþê diweþînin

kurê min

bêje

tu

di çavên kîjan xoþewîstê de yî

li lûtka kîjan çiya yî

di hêstirên kîjan kaniyê de yî

di bêhna kulîlkên kîjan zozanî de yî

di bin ewrên gulebarana kîjan þerî de yî

li civata pesinê kîjan lehengan î

bêje kurê min

henesa te

di henesa xwe de

dengê te

di dengê xwe de

xeyala te

di xeyala xewnên xwe de

dibînim

kurê min

qêrînên kemînên þevê

hesreta axîna dumahiyê dizanim

awirên min

bi tirs pel kulîlkên çiyan dikin

dizanin

her kulîlk çavên lehengekî/e bênave

bêje kurê min

tu kîjan î

dilê min

hesretê bêhn dike

dil hesrete

kurê min

 

18.05.2007

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org