|
|
-
- Tiliya
”Lehengê hejmara 8"
-
-
- Kamran
Simo Hedilî
-
-
-
-
- Çi
dema ku ez çavbirçîtî û xwestina xapandin û kuþtina kurdan ji rêveberên
tirk dibihîzim an di televîzyonan de dibînim. Tilîiya ”lehengê”
hejmara 8 tê ber çavên min û kenê min tê.
- ”Lehengê”
hejmara 8. wilqasî çavbirçi ye û ji bo xapandinê ji xwe bawer e, fêhm
nake ku kesên din jî hene û dibe ku neyîne xapandin. Hesabê perên
ku ji xapandinê dê qezanc bike dike û berê xwe dide doktor. Lê ew tê
xepandin û zerarê dibîne.
- Ez
zêde dirêj nekim xwendevanên hêja, fermo em bi hev re ”lehengê”
hejmara 8 binêrin:
- ***
- Doktorek,
di rojnaman de reklama þêwê dermankirina xwe dide. Di
reklemê de dibêje:
- -
”Ez hemû curên nexweþiyê derman dikim, ku ez derman nekim
ezê 10 qatî perên ku hûn ji bo lênêrîna nexweþiyê didin, ez ê
bi paþ ve bidime we”.
- Yekî
çavbirçî û ku karî wî xapandina mirovan e vê reklamê dibînê û
heman ji xwe re dibêje.
- -
”Ez herim ji doktor re nexweþiyeke ku ew qet nizane bêjim û
ji xwe re 10 qatî perên xwe, peran ji doktor bisitînim. Ez ê ji
doktor re bêjim, çêja devê min nemaye. Ew çi bide min, ez ê bêjim,
ez nizanim bê çi çêjê dide”.
-
- Yekser
berê xwe dide cihê doktor, li derî dixê û diçê oda wî. Silavê
li doktor dikê û derdê xwe dibêje:
- -
”Doktor ez çi dixwim ez çêja devê xwe nizanim, ez çûme ba
gelek doktoran lê kesî ji derdê min re derman nedît. Ez hêvî dikim
ku tu ji min re dermanekî peyde bikî”.
- Doktor
tê digêhijê ku mêrik hatiye wî bixapîne û 10 qatên perên lênêrînê
ji doktor bi paþ ve bisitêne. Doktor dibêje,
- -
"Baþ e tu perên lênêrînê bide paþî em binêrin bê derdê
te çi ye. Tu zanê eger ez ji derdê te re derman nebînim, ez ê 10
qatî perên te pere bidime te."
- Mêrik
perê lênêrînê dide û tê ba doktor û dibêje:
- "Ez amade me doktor."
- Doktor
careke din ji mêrik dipirse:
- -
”Te got ku te çêja devê xwe winda kiriye ne wisa?”
- Mêrik
dibêje:
- -
”Belê ez benî, ez hingiv, an jî tiþtekî wek jahrê tahl bixwim ez
nizanim bê kîjan tahle an þîrîn e.”
- Doktor
ji keçika ber destiya xwe re dibêje:
- -
” Keça min ka qutiya hejmara 8 bîne”.
- Keçik
diçe qutiya hejmara 8 tîne dide mêrik. Doktor ji mêrik re dibêje:
- -
Qutiyê veke û dermanê di qutiyê de tahm bike!
- Mêrik
qutiyê vedike û tiliya xwe li dermên dide û dibe devê xwe, çawa
tiliya wî digihê devê wî fêhm dike ku gû di qutiyê de ye û gû
xwariye, di cih de dibêje:
- -
”Doktor te gû da min”?
- -
Doktor dibêje:
- -
”Aha... te fêhm kir ku gû di qotiyê de hebû tu baþî, di çêja
devê te de tu problem nîne tu dikarî herî mala xwe.”
-
- Mêrik
tê malê û her li perên ku dane doktor difikire. Dixwaze perên xwe
bi paþ ve bigire, nexweþiyên ku hene tîne bîra xwe û li ser wan
disekine bê kîjanê ji doktor re bêje. Dixwaze vê carê nexweþiyekê
bêje ku doktor jê re derman nebîne. Paþî nexweþiyekê peyde dike.
Heman berê xwe dide cihê doktor, li derî dide û diçe oda doktor.
Doktor dibêje:
- -
”Te xêr e tu dîsa hatî? Nexweþiya te çi ye?”
- Mêrik
dibêje:
- -
”Doktor, min hiþê xwe winda kiriye. Tu vêga tiþtekî ji min re bêje
ez paþî deqîqekê ji bîr dikim. Ez xwarina sibê nîvor ji bîr
dikim, ya nîvor jî êvarê ji bîr dikim. Ez ji malê der dikevim
nizanim vegerime mala xwe. Gelek caran ez navê jina xwe û zarokên xwe
ji bîr dikim. Ez hatim ku tu dermanekî ji nexweþiya min re bibînî”.
- Doktor
weke cara pêþî ji mêrik re dibêje:
- -
”Here perên lê nêrînê razêne û were ez ê li nexweþiya te binêrim”.
- Mêrik
diçe perên lênêrîna xwe dide û bi paþ ve tê. Doktor ji keçika
ku li ber destên xwe kar dike re dibêje:
- -
”Keça min qutiya hejmara 8 bîne.”
- Mêrik
dema navê hejmara 8 dibihîze ji doktor re dibêje:
- -
”Doktor di hejmara 8 de gû hebû, tu dîsa dixwazî gû bidî min?”
- Doktor
ji mêrik re dibêje:
- -
”Baþ e hiþê te hate serê te, êdî tu ne riya mala xwe û ne navê
jin û zarokê xwe ji bîr dikî, rabe tu baþ î û here mala xwe.
-
- Vê
carê hê xirabtir li mêrik tê û nizane çi bike ku bikaribe perên
xwe bi paþ ve bigire. Hemû curên nexweþiyê di serê xwe de dibe û
tîne paþî li ser nexweþiyeke ku ne mumkun e doktor derman jê re bibîne
disekine û berê xwe dide cihê doktor mîna berê li derî dixe û diçê
jûrê. Doktor ji ber radibe û pirsa hatina wî dike:
- -
” Tu vê carê ji bo çi hatî?”
- Mêrik
dibêje:
- -
”Doktor derdê ku bi min ketî, xwedê nede dijminên min. Ez ji mêraniyê
ketime, tu rayên mêraniyê bi min re nemane. Ez wisa ji mêranî
ketime ez êdî nikarim çêran jî ji kesî re bidim. Berê min rojê
ji 10 kesan re dida çêran bi wane re min þer dikir û paþî ez diçûm
mala xwe, vêga ez ne dizanim þer bikim û ne jî dizanim çîran
bikim.”
- Doktor
mîna herdu carên din dîsa ji mêrik dixwaze ku perên lênêrînê
razêne û were da ji derdê wî re derman bibîne. Mêrik diçe perên
xwe dirazênê û tê ba doktor disekine. Doktor li mêrik dinêre û
gazî keçikê dike:
- -
”Keça min here qutiya hejmara 8 bîne”.
- Çawa
dengê navê qutiya 8 tê mêrik hemû perên ku dane doktor ji bîr
dike û dest bi çêran dike.
- -
”Doktor ez di nîvê qu ...diya te kim, kurê qehpikê, ma ji qutiya
hejmara 8 pê ve li ber destên te tu qotiyên din tune ne? Hey qûnekê
kurê qûnekan, bê manûsê kurê bê namûsan de ji min re bêje!”
- Doktor
ji cihê xwe jî ranebe û bi aramî bersiva wî dide:
- -
”Baþ e mêraniya te hate te, tu dîsa dikarî ji xelkê re çêran jî
bidî û tiþtê din jî li malê bike. Here
û careke din newe gû nexwe. Mêrik diçê û careke din bi paþ ve
venagere.
- ***
- Eva
ya ku ez, van kesên ku Tirkiye bi rê ve dibin di rewþa ”lehengê”
hejmara 8 dibînim. Her cara ku gefan li kurdan dixwin û êrîþî wan
dikin ji cara pêþî xirabtir vedigerin. Lê weha diyar e ku ”lehengê”
gû xwarê qutiya hejmara 8 ji wan biaqiltir e. Ji ber ku cara çaremîn
naçê ba doktor û dizanê ku bê sudgirtin dê dîsa vegerê û zêde
naxwaze bi gû xwerina xwe re zerarê bibîne.
- Lê
ev ”serok, serkêþ, rêvebirên û aqilmandên” tirk dê heta kengî
bixwazin dermanê qutiya hejmara 8 tahm bikin?
- .
-
-
- Kamran
Simo Hedilî kî ye
-
- Hedilî,
di sibata 1955 de li gundê Hedilê ya bi ser navça Hezexê hate dinyayê.
Di zaroktiya xwe de mala xwe bar
dikin bajarê Batmanê. Di temenê ciwaniyê de dikevê nav tevgera
azadiya Kurdistanê. Ji
terefî dewlata tirk ve, du caran tê girtin. Di cunta eskerî ya 12.10.
1980 de bi hevalên xwe re derbasî Rojavayî Kurdistan û Lubnanê
dibe. Xabata xwe li Rojavayê Kurdistanê didomîne, li wir jî ji terefî
dewlata Surî ve têgirtin.
- Di
amadekarî û xabata 15 ê tebaxa 1984 an a çekdarî de ji nû ve di
nav tevgerkirina gel li Bakurê Kurdistanê cihê xwe digire. Li
Rojhilatê Kurdistanê ji terefî dewlata Îranê ve jî tê girtin.
Kamran Simo Hedilî, li her çar parçên Kurdistanê, hem di nav xabata
tevgerkirina gel de û hem di nav xabata artêþê de cihê xwe digire.
Ji 1982 ve dinivîse, pêþî bi tirkî dinivîsî. Piþtre bi kurdî
dest bi nivîsandinê kir. Bi kurdî kurteçîrok, helbest, destan û lêkolînên
wî di rojname, kovar û malperan de hatine weþandin.
-
- Kamran
Simo Hedilî, endamê Pena Kurd a navnetewî ye. Vêga
di rêvebariya Înstutyiya Kurdî li Stockholm xabata xwe didomîne. Çar
pirtûkên wî yên çapbûyî hene: Lorîna pênûsê, helbest, Civata
giyanan, kurteçîrok, Ji Enfalê þeveke bêsibe, destan, Min deng kuþtin,
helbst. Du pirtûkên wî li ber çapêne: Helbest çi ye? lêkolîn li
ser danasîna helbestê û Kîjan kulîlk çavên te ne? Helbest
(Zarathustra News).
-
-
-
- v
|
|
|