Li cîhana xwe digerim

 Kamran Simo

Bê dengiyê dixwazim

bê dengiyê!

cîhekî aram û bê pêjin

ne  pêjina memikhejandina dansoza

ne jî awazên evînî

ewên dilê min

di tixtîxênin

weke sema girtina derwêþan

min hildiperikin

bê dengiyê dixwazim

bê dengiyê

rêzdarino

ji gurgura bajaran dûr

bê wêneyên xapînok

bê hevalên virek

û bê yarên evînfiroþ

ku ev rev bê

ji þaristaniyê

bila navê min

bikina revok

di ramanê de bê jî

bi yara xwe re

bipeyîvim

roniya evîna wê

bide min

werê  dil

bikeve mejî

ronîka dilê min î

birîndar ê

weke kevoka serjêkirî

 

 

18      01.2001

 

Kamran simo

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org