Kamran Simo
Bêhna
xwînê ji min tê
ez
ne mirovkuj im
ji
her aliyên min xwîn dipale
sond
dixwim
nebûme
kujer
ev
bêhna xwîna bapîrê min e
ji
min tê
dema
ew kuþtin
xwîna
wî
pijiqî
ser pêçeka min
hê
ew xwîna ji min dipale
û
qêrîna xwîna bapîrê min e
hê
di guhên min û derya dengan de
dilorînê
dixwazim
ji te re
bihara
aþtiyê pêþkêþ kim
ne
xopaniya þer
ez
þer nas dikim
bapîrê
min di þer de mir
bavê
min jî
agirê
tifika
dayîka
min vemirand
û
ew dîn bû
xwiþk
û birayên min birin
êdî
bi paþ de nezîvirîn
maleke
me hebû
mîna
hêlîna bilbilan
em
tê de þa bûn
lê
baxê me
dixemilîn
ji kulîlkên hinaran
þer
dizanim
þer
naxwazim
cihê
guh li navê þer dibim
Yêzdan
bi bîr tînim
spasî
jiyanê dikim
çi
kulîlkên ku dibînim
bi
wan þa dibim
naxwazim
biçilmisin
ji
dûyê jehrê careke din
lê
naxwazim
dîl
jî bijîm
bila
kulîlkên me jî
weke
kulîlkên cîranan bêtirs
bipiþkuvin
û
wan kulîlkên bêtirs
yên
bi giriyê dilê dayîka min
hatine
neqiþandin
ji
te re pêþkêþ kim
xweþika
min!
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org