Lorîneke lal

 

Kamran Simo

birûskên

çeperên hêviye

dengvadanên

loriyên mextela dîliye

bê peyv

tu afirandin

salên min þad

meh evîndar bûn

ne hevokên dirêj man

te

bi wan hembêz bikim

û ne jî

kenê  

xeyalan bibe serkeftinê  

roj

serxweþên hesretkêþ in   

þev

evîndarên evîn têkçûyîn e

janetirsê

rengê kulîlkan dizî

situna wêrekiyê herifî

tarî

hate berwarê þadiye

rûbarê êþê

siwarê jîna gerok e

dil

xweliya bêrîkirina xwe dixwe    

awirên dojehê

ez hingaftim

jiyan bû lihêfa kurt

bi jor ve

dikiþînim

teliyên pî

dimînin sêwî

bi jêr ve

dikiþînim

guh û mil

diçine serma bakûr

 

 

04.03.2007

 

Kamran Simo Hedilî

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org