maçên daxdayî

 Kamran Simo

 

bêrîkirina

bîranînên daxdayî

diherikine dil

bandîxana bê aramiyê

hildiweþênin

zimanê min

naxwaze

nebûna te bêjê

li jiyana bi te re

li nav siya mirinê

digerim

bi hesreta salan

mija li ser bîranînan 

vediçinim

bê ku li belekiyên

pora xwe binêrim

hemû siban

bi mijgulên te

þedikim

di nav biskên te de

keziyên xwe dihûnim

bahozên jînê

neþiyan

kenên çavên min

yê di neynikên te de

rawastênin

ev çav bûne þahidê

serhildanên ber avêtî

kûþtine stêrên bêdeng

lê hezkirina te

hê wane dikenîne

tu

li nav gezinge asoyê min

sema dikê

ez

bi baskên rojê re

çirûskên maçan

ji te re

rê dikim

di hemû neynikên

dora xwe de

te dibînim

 

22 12 2003

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org