Melûliya bêdeng

                                                                

 Kamran Simo Hedilî

 

baskên þadiyê þikestin

çem û kanî ziwa bûn

kulîlkan bêhn daweþandin

heyvê ken veþart

asîman xwe bêstêr hiþt

”girî karê mirovê lewaze” dibêjin

janpayîza awirên te

ez pir lawaz kirim

rondikên sor û zer  

zinarê hezkirinê nimandin

sir û seqema bakur

xeyala te maç dikin

ken û giriyê van bajaran

di guhên min de

zengilê têkçûnê dijenin

bazê xweragirtinê firî

bêrîkirin

di bêdengiya kevoka birîndar de

roj

di kirasê þevê de

bihar

di êþa piþkova hinarê de

reng

di agirê bêrengiyê de

hêvî

di asoyê dûr de dinal in

 

30.09.2008

 

Kamran Simo Hedilî

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org