min deng kuþtin

 Kamran Simo, 10.12.2004

 

ji bêdengiya xwestina dil re

min xanî

kire derya

dil

li bêdengiya

binê deryayê

li masiyan siwar kir

ode kire

siya daristanên aram

dil

bi pelên çilo re

lerizand

min zimanê derî jêkir

zengil fetisand

lingê raperiya ba

birî

dilopên baranê

sekinandin

dev bêdeng kirin

peyv ji destên kolanan

girtin

bêdengî

di paþila xemgîniya xwe de

razand

xew li bin konê 

baranê bêrawestan hiþt

hêstirên çavên xwe

kirine kanî

ji çavên bêhêstir re

 

 10.12.2004

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org