|
Mîran
bikene tu
bikene da
em li
zelaliya kenê te ji
xemgîniyên xwe werine
þûþtin bikene
biçûkê
þîrîn tu
nekene hêvî diqermiçin rengê
xwe jibîrdikê
gul gula
ji
kenê çavên te bûyî
mêhvana dil kenê
te mala
biçûkê biran þên
kir mamê
te ji
hesreta Xanî di
dîliya xwe de navê
Mîran li
te danî te
îro çavên
xwe reþkahwayî li
welatê çavþînan
vekir heta
tu vê
helbestê bixwînê dibe ez
li
welatekî dî bim li
lawaziya payîzê bêhêviya
evînê bêjim li
dirêjiya rêwîtiya xwe di
amedekariya riya nû de me biraziyê
min heta
tu vê
helbestê bixwînê dibe ez
li
bajarekî dî mirî bim mirin
navnîþana
winda strêra
vemirî bêhna
þewatê ye Mîranê
biçûk heta
tu vê
namê bixwînê dibe
di
kevnewênên rengmirî de bimînim
li
ser zimanê zarokan straneke
bêxwedî û negotî bim berî
tu bipirsî ezê
bersiva
pirsên te îro
bidim ezê evîna
lehengan mirina
tirsonek lerza
xwefiroþan bi
xew ve çûna me bêjim ne
îro em
bi xew ve çûn li
dîroka em ji
xwe bawer siya
xewê em
dîl girtin reþba
li
bihuþta Cemþîd bû
desthilatdar azadiyê
ji
war þaristaniyê
ji
cîhana me barkir li
þanoya xeyalan li
kozik û çeperan nexþê
þopên me li
aso sirên
hêviya me man di gola xweliya pirtûkan de bîranîn
ji bîrbûn hin
ji me li
nav siya xewa
mirinê fetisîn hineke di
paþila bextê bêbextan de paldan
zimanê
bilbil bi
ziman kujan re jêkirin
da
hestên jar awazan
nehûnin stranên bêwate
û lal ji
me re gotin kevnexewn
mirar
kirin û
em bûne
rêwiyên jana
bêwariyê biraziyê
min bûne
rêwiyên riya
nenas di
bîrdozên biyaniyan de xeniqîn
di
bêhna xwîna xwe de serxweþ
bûn ji
serkeftinên bêpariya xwe re li çepikan dida
bi
birîna xwe êþa
derdoran derman
dikirin mejî
dîl wijdan
winda dilrevokê
rêwî vîn li
bîra xwe nenasiyê kevzgirtî
nedipirsîn
em
kîne ? bikûva
diçin? û
hina ji me li bihara ciwanîyê hebûna
xwe dane
bayê
payîzê û
bihar diafirandin li
çiyayên qedexe li
agirgehên vemirî rê li
xeyalên hêvîkuj dibirîn
li ser sifran lawiran goþtê xwe dikirin pêxwarina vexwarina hovan
em di rûbarê xwîna xwe de diherikîn di þevê de bêdengiya çeman bûn me xoþewîstî li çeperê azadiyê dida bi
dadwariya Keyxosrew bi
dilêriya
pêþengên bênav me
çirûska
rûmetê pêþkêþ
dikir me
bi
rika mafdariya xwe singên
konê jînê li
ser axa pîroz dikutan
da
hûn bi
çanda xwe xweþik bi
zimanê xwenas di
hêlîna xwe de þad
bin 24.05.2006 Kamran
Simo Hedilî |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org