nehîniya evînê

 Kamran Simo

 

min ê 

îþev

kurbûna geliyê hesreta xwe

ji te re

binivîsa

dilopên min dayî

bêbiniya derya nava xwe

bahoz

erdhej

baran

û agirê dilê xwe

min nehîniya þevê

ji gulên berfînan dixwend

li peyvên winda

di roniya virek de

li pîta serkêþa reqsa pênûsê

digeriyam

min ê

ji çaxên dûr

kevneçîrokên xwe

di dawa çiyan de

veþartî bigota

bi dîtina te

di siya berfînê de

hevok

li ser lêvên min

xeniqî

di bîranîna barîna berfê de

çavên min xunav girtin

spîkirasê

li serê dêmên erdê

qeþa hesretê heland

mijar nîvhiþtî ma

li tariya sirên Niviþtê

xeyal

di tenêtiya zarokiya xwe de

bitenê ma

ji rika hemû xwedawendan

pîr nebû

weke xwe ciwan ma

xeyal

nehîniya þev didê rojê ye

kurtepista jiyanê ye

li gulîstana loriyên mirinê

dil hêvî

ji baxê xeyalan dineqandin

dema tu

di bîra jibîrbûnê de

jibîrdibûyî

li nav kenê berfînan

min lêvên xwe

gihande ewran

berfînekê eniya min maçkir

ji nermiya fermîskên te

bi kevneþadiya qurmiçî

min tu germ kirî

berfîn bûn peþkek av

ji çavên te

li bêdengiya þeva spî

bi pêla berfînan

hestên razayî

ji pêjna te

þiyar bûn

çavên min

di siya berfînê de

tu nasî

lingên min

ez ber bi te ve

anîm

guhên min 

dengê bêdengiya te bihîst

li geliyê dil

bêdengiya te dengveda

lêva lerzok

derewa jibîrbûna te

ji min re got

roniya siyên min

ronî dike

çavên te ne                              

bayê henasa min

ji henasa te ye

 

 

Kamran Simo Hedilî

 

08.02.2006

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org