|
Oxir be çûkên hêviyê
Kamran Simo Hedilî
Hûn hevalên
hev ên
nûjînê bûn Li
bin awirên stêran hûn
rêwiyên stêra
sibe bûn Hûn
bûne pakrewanên welatê rojê. Oxir
be ji we re û ji hemû hevalên we re. Dardekirina we, wahþeta dewletên ku welatê we dagîrkirina nîþan dide. Ev hovîtiya ku Îranê kirî, mîneke bê dagîrkarên kurdistan li dijî kurdan çi hovin. Þîrîn
Elam Hulu,
Ferzad Kemangar, Ali Heyderiyan, Ferhad Wekili û Mehdi Eslamiyan hûn di
berbanga 10ê Gulana 2010 de ji aliyê dewleta Îranê, bi biryara
’’dadgehê’’ hatin dardekirin. Ev
ne cara pêþiya ku ev dewlatên dagîrkar qadro û welatparêzên kurd
dikujin. Berê
jî gelek caran komkujiyên weke vê kiribûn. Niyata wan heye ku piþtî vê
jî, komkujiyên xwe berdawam bikin. Bi taybet dewlata Îranê di van salên
dawî de ji bo ku peywendiyên xwe bi Tirkiyê re xweþ bike, dardekirina
kurdan ji xwe re kiriye pîþe. Berê Hasan
Hikmet Demir, Fesih Yasemini û berî çend heyvan jî
Ihsan
Fetahiyan, kiribûna qurbanê van peywendiyên qirêj. Herweha bi dehan kesên
din jî, ji aliyê rejîma Îranê ve hatibûne dardekirin. Raya
giþtî ya van dewletan, li dijî vê hovîtiyê deng xwe dernedixin. Heta
gelek caran weke mizgîniyê vê hovitiya ku li kurdan dibe pêþkêþî bîner
û xwendevanên xwe dikin. Weke serkeftineke dîplomasî ya di navberî
dewletên xwe de didine nîþandan. Li
aliyê din raya giþtî ya cîhanê, ya ku xwe gelekî ‘‘mirovperwer û
demokrat‘‘ didê nîþan jî, li vê qirkirina Kurdan dinêre û deng
nake. Dema ku kurdbin yên têne kuþtin mûyekî wan jî nalepitê. Lê
dikarin bi dihan pogramên TV û bi dihan nivîsandina li ser ajaleke,
firindeke, an jî li ser masiyekî birîndar çêbikin. Peywendiyên
dewletên wan yên leþkerî û Aborî wijdana wan jî kor kiriye. Ji bo
berjewendiyên xwe yên aborî, siyasî û stratejîk ev dewlet û raya wan
ya giþtî dikarin bi dewletên dagîrkarên kurdistanê re bê kêþe rûnin
û rabin. Kevokên
welatê tî yê azadiyê, cîhan li rondikên dayîkan nanêrê. Li hêz û
berjewendiyê dinêrê. Bê
goman, ev siyaseta qirêj bi hevpeymanên di navbera Tirkiye, Îran û Suriyê
de û di bin bêdengiyeke xerab ya Iraqê de têne meþandin. Li
Tirkiyê bi hezaran siyasetmedar û zarokên Kurdan têne girtin û zîndankirin.
Li
nava kolanan li ber çavên xelkê mirov têne êþkencekirin. Li
ber kamaran ji bo ku polîs protesto kirine û kevir avêtine polîsan, destên
zarokên kurdan têne þikandin. Zarokên
ku di dibîstanên asîmlekirinê de hatine komkirin, destdirêjiyê li wan
dikin û wan dikujin. Ez
bawer dikim, eyer li welatekî din destdijêjî li zarokên du salî, sê
salî werê kirin û werine kuþtin, ev çapamîniyan ‘‘mirovperwer û
demokrat‘‘ dê bi rojan li ser bûyarê sekinî bana. Lê mixabin di çavên
van demoqrat û mirovperwerên sext de, çi bi kurdan bikin, kurdan ew
haqkiriye. Li
Suriyê roj nîne ku Kurdan negirin û wan nekine zîndanê. An jî wan
nerevênin û nekujin. Mîneke revandina
Þêx Maþoqê Xeznewî yê ku di 01.06.2005an de revandin û kuþtin. Tawanê
Þêx Maþoq jî weke yê we li dijî zilma ku li kurdan dibe derketin û ji
bo aramî were welatê kurdan dua kirin bû.
Li
Suriyê, di bin zilma îdeolojiya nîjadparêsta Baasî de kurd têne kuþtin
û zîndan kirin. Li
Îranê qirkirina Kurdan di bin navê Îslamê de dibe. Li
Tirkiyê rejîma PanîslamiyaTirk bi tawanbarkirina terorîzmê kurdan dikujê
û zîndan dike. Gelê
kurd ê ku mafên xwe yên herî demokratîk dixwaze ji aliyê van dewletên
dagîrkar ve rûbirûyî qirkirina fizîkî, çandî ma ye. Li
hawîrdorê Kurdistan, kuþtin, talan, êþ û koçberî heye. Mirovên
Kurd, zimanê kurdan û xwezaya kurdan di bin hovîtiyeke mezin de ye. Li
Kurdistan faþîzmeke dijwar a dagîrkaran li ser kar e û dinya jî, li vê
hovîtiyê dinêre û bêdeng e. Nijadperestên
Tirk, Ereb û Fars di nav pêwendiyên qirêj de ne û li qirkirina gelê
kurd digerin. Kurd
yekîtiya xwe çêkin, dê bi cîhanê bidine pejrandin ku wan ev hovîtî
haq nekiriye. Bi
yekîtiya xwe, dê bi dagîrkarên kurdistanê bidine pejrandin ku ew
nikarin kurdan qirbikin. Û bi yekîtiya xwe, dê xwe bigihînê armanca we
pakrewanên welatê bê sinor. Êdî
girî bes e! Dema
yekîtiyê ye. Kamran
simo Hedilî 11.05.2010
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org