pêla awiran

                         Kamran Simo

dema

siya xweþikbûna te

odê tijî dike

nava min

dibe derya hezkirinê

ez pencera xwe

ji bayê xeyalan re

vedikim

pêjna gavên te

kolanan

bê pêjn dikin

bi wênê te

bi dizî xistiye berîka min

rondikên þikestî ziwa dikim

wên

ji bêhna

biharan diyariya

li bin balgihê

hevparê sirên min e

bifûre derya dil

ji çavan

du pêlên awiran dibin qasid

bêdeng navê te

maç dikin

îro careke dî

nama xwe

bê navnîþan   

dê binivîsim

li welatekî ji te dûr

welatê

kenê wî

li ser lêvên min çilmisî

awirê wî

di çavên min de cemidî

hîsê wî

di dilê min de qermiçî  

ax û oxê wî 

bêhêvî

þevên wî

bê aram

ji bêrîyê tijî

Xeyalên wî

rût û tazî

 

ji welatê

salên wî

dêmên sorgulî

bi serheve kiþandî

li ser her qermîçokê

gotinên birîndaran çendî

ji welatê

guhên min

ji axaftinên zimanê te dûr

Silavan

li dîroka dîwarê malê

li rondikên Birca Belek

li xwediyên wê

yên her  yek 

li cihekî biyanî  raketî

li miþêna Dîclê û sirê ji Feqî re gotî

li Medresa Sor û dilbera Melê

li Xanî û gora Mem û Zînê

li hawara Bêrîvanê

li þîna pîrê Lalaþê

bi wan re

lehengên bênav

silav dikim

navê te

bi zimanê

sitirîtêlan þidîn in

xoþewîstî

li nav persûyên vînê

birîndar dijî

awaz û helbest

di gewriya min de

difetisin

awir

bi siya mijgulên cemedî

ji firþikê

þîrê bi rondik  

bi þîna

li ser dergûþa

sêwî man min

bi þewita sênca dîwarê

li pêþiya evînê

li te

digerin.

 

Kamran Simo Hedilî

11.06.2006

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org