|
Pira
jîn û mirinê
Kamran Simo Hedilî
Mirin tiþtekî xwezayî ye, mirov tê
dinyayê zarokî, ciwanî û dawa jînê dibîne. Herkes mirinê nas dike. Lê
ne bi mirina xwe mirinê nas dikin, bi mirina hine din mirinê nas dikin.
Herkes dibêje, ‘’ez ji mirinê bawer dikim.’’ Raste ji mirina kesên
din bawer dikin, ne ji mirina xwe. Em her li hêviyêne ku mirin li deriyê
hine din bide, ne li deriyê me. Lê mirin weke dizan heroj ji jiyana me
rojekê didize û diçe. Mirin rastiyeke û her mirov zû an hinekî
dereng dê bigihê zanîna ku jiyan ji têkçûnê pê ve ne tiþteke. Temenê
min jî nêzîkî vê têgihiþtinê bû ye.
Ez bêjim ku min rojên xwe bi hijmar didîtin, ev bê wateye. Ji ber
ku her demê ev wisa bû û ev ji bo her kesî jî derbas dibe. Bi kêmanî
ez hê ne ewqas bêhêzbûm ku ji xeyalên hêviyê derbasî xeyalên mirinê
bibim. Ku ev xwe xapandin bê jî, min dixwest vê bikim. Bi vê xwe
xapandinê min dizanî ku tiþteke zêde winda nakim. Hem jî min kêm êþa
tirsa mirinê dikiþand. Lê dîsa dema min xwe li nav nivînan dirêj kir
û serê xwe danî ser balîf, hêviya min ya mezin ew bû ku sibehê bibînim.
Weke ku bizav bi dawî
hatî li min hatibû. Awirên sor ên êvarê valahiya gerdûn di nava min
de kom dikirin.
Çavên
rojê yên li ber mirinê weke çavên dizan di pencerê re xwe tavêtin oda
min. Min nedixwast li çavên rojê yên li ber zikratên mirinê binêrim.
Ez ji awirên mirinê ditirsim, min gelek caran çavên mirinê dîtin e.
Zimanê þevê vedibû. Sî direvî, dirêjî xeçapirsên sihrê dibû
û di konçalan de winde dibû. Awirên
min bi giriyê qehpikên ku muþterî pere nedayî li sor
çîrisandina çavên rojê dinêrîn. Ro
weke cixara di destên serxweþan de nîv vemirî, diþibe agirê gund û
warên min þewitandî
Yekþem bû, pezdeh gulan a duhezar û heþtan. Êvar giran hat û
giraniya wê derbasî giyanê min bû. Ez di bin giraniya êvarê de
diperpitîm. Herika
çemê jînê, þadî û nalînên min dibirin. Roja sipspî siya xwe tavête
nav siya kefenê min.
Rabirdû ez kaþ dikirime nav xwe, lê min
nedixwest bê garantiya dîtina rojê razêm. Ez ji tariyê, xewê û
þevê nefret dikim. Bi hesreta rojê min xwest çavên xwe bigirim. Xeyalên
tenik, kaxezên ji daran ez dipêçam. Hertiþt mij bû û nezelalî bû,
hertiþt tevlîhevî û xeyal bû ji bo min. Ew ramanên hiþk, ew çavnebarî,
ew êþ di nava min de bicih nedibûn.
Li nav þepolên xwendina hevokan, mijgulên min hev maç dikirin.
Bawîþkan devê min vedikirin. Her ku xwendin zêde dibû, tirsa nedîtina
rojê dihate ber çavên min. Destên min bi wergarandina rûpelan hêza xwe
winda dikirin. Xewê ez hembêz dikirim. Lê min li hemberî hemû feriþteyên
xewê serî hildida û li berxwe dida. Hêza
nehînî ya bazbend û niviþta dergûþa dayê, rika pêþbirka bi
xwedawendên xewê re dide min.
Þeva çav gornebaþ di çavên min de dilerizî. Ji babilîsoka reþramanan,
zincîr di lingên çarenûsê de dirizîn. Çûkên hatine li nependiye
serxweþ bûn. Daristan
lal û bêdeng bûn. Nêrînên
min li gulistana kenê mija tirsê diþemitîn. Ez
di nav kêferata bêxewiya xwe de mandû bûm… Bê çawa stêra karwankuj
bazê çavbixew dixapîne. Evîna dîtina rojê jî, ez dixapandim. Ji
asîmanê hêviya jînê, min wênê rojê anî li serhiþkiya bêxewiya xwe
danî. Demeke dirêj bû ku ez fêrî bêxewiye bûbûm.
Ji ber ku xewê ji bêxewiyê xirabtir tirs dida min. Xew û bêxewî bûbûne
yek êdî di jana giyanê min de. Li dirêjiya salên her roja wan ji
salan dirêjtir, nîgarên bêxewiyê li ser dêmên min diqermiçîn. Min vîna
sebrê li kûra dîtina þanaziya rojê dihesand, dilê xwe li kaniya hêviyan
diheland û bîranînên sêwî bi aramiya çiyayên azad radizandin. Bi van
ramanan re min serê
xwe danî ser balîf û çûma nav herika rabirdûyê xwe… Kamran
Simo Hedilî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org