|
Rindêxan
Kamran Simo Hedilî
-Çavên
te ronî bin birazî, xwedê keçeke rindik da xanima te. Ewqasî xweþike
mirov dil nade ji tirsa çavînan lê binêrê. Lê heta keçik bû, rebena
dayîka wê çû dinya din û hat. Min digot dibe ku ev zarok naxwaze were vê
dinyayê. Ez heta vêga bûme pîrika bi sedan jinên ku zarokan tînin lê
min weke vê zarokê ji bo ku neyê diniyayê li berxwedayî nedîtibû. Bila
çavên te ronî bin, xanima te û keçika te ya rindik jî bi selamet in. Bi
mizgîniya ku min dayî mihemed, çavên wî kenîn. -Xwedê
ji te razîbe metê, zarokên me hemû li ser destên te hatine dinyayê. Tu
nebûyayî, gelo me yê çi kiribana? -Min
dixwest ku ez mizgîniya kurekî bidime te, lê Xwedê keç kire nesîb. -Keç
çi ye û kur çi ye metê? Ewqasî kur li van derana
ji çi re dibin. Pêþiyên me dibêjin, ”þêr þêr e çi jin e çi mêr
e.” Li vir kîjan mêr ji te pirtir dikare alîkariya me bike? -Tu yê navê wê
bikî çi? -Te
navê wê got metê. -Min
tu nav negotin, ma çima ez bêjim? Tu û dayîka wê navê wê lêbikin haqê
we ye. -Te
got ku rindik e, -Erê
bixwedê gelekî xweþik e. -Baþ
e, bila nave wê Rindêxanê be. Dayîka wê digot ku keç be, ezê navê wê
bikime Xanê. Rindê
te lêkir û dayîka wê Xanê lêdikir. Min jî navên ku we gotî, kirin
yek û navê Rindêxan lêkir. -Rindêxan
navekî xweþ e, li ser xêrê be. Înþellah dê bibe layîqê navê xwe.
Ne esil nav in, esil ew e ku bibe layîqê navê xwe. -Rast
e, metê. -Here
hindur, jin û keçika xwe bibîne! Rebenê pir westiya ye.
Min xelata pîrikiya xwe girt û li ba jin û mêrên ku bi Mihemed
re li mala cîran li hêviya bûna zarokê bûn rûniþtim. Mihemed bi rûkî
þermoke rabû ser xwe xatir ji civatê xwest û berê xwe da mala xwe.
Piþtî sê rojan Mihemed, xwarina keçbûna Rindêxanê amede kir û
gazî hemû mirov û dostên xwe ên nêzîk kir. Mêvanên ku hatibûn di
nav xwe de dipeyvîn, hinekan digot, ”ev çi ye? mirov ji kuran re þahiyê
dike, ne ji keçan re. Mihemed
ji keçan re dike, ev ne edetên me ne”. Hinekan jî digot, “baþ dike,
ma keç ne zarokên me ne?” gûftugoya di nav wan de her ku diçû ji herêma
we dûr diket. Ên ku digotin divê were pîroz kirin, nepîrozkirin dikirin
tawanê edetên ereban, ên ku bi riya îslamê hatine nav kurdan. Yên din
digot, “îslam dînê me ye û ev pîrozkirin di dîne îslamê de tune
ye”. Hinekan digot, “ Mezinên me digotin ferqa metên me û apên me
nebû, herdu jî weke hevbûn li ba me.” Dengê van gûftugoyên di nav mêvanan
de diçû Mihemed jî. Piþtî ku herkes rûniþt, Mihemed ji mêvanên xwe
re peyîvî. -Gelî
bira, pismam û dostên mala Eliyê Yunis, hûn hemû bi xêr hatine keçbûna
keça min Rindêxanê. Rast e, pîrozkirina çêbûna keçan em nakin lê
min ev rast nedît û ez keçbûna keça xwe pîroz dikim. Ez ê ne tenê keçbûna
wê pîroz bikim. Heta ku ji min were, ez ê wê li ber destên meleyên me
bidime xwendin û di mezinkirinê de, ez ferqê naxime nav keç û kurên
xwe. Ez ji we dipirsim, jinên me hemû karan bi me re dikin an na? Ji
nav civatê deng bilind dibûn, “dikin” Mihemed axiftina xwe dewam kir. -Wê
demê çi ferqa keç û kuran heye? Ez hêvî dikim ku Rindêxanê bibe layîqê
vê pîrozbahîîî…
Hê Mihemed peyvên xwe bidawî ne anîbûn li der ve dengê def û
zirnê hat, pîrozkirina çêbûna Rindêxanê dest pê kiribû. Þahiyê bi
govend û dîlana keç û xortan heta nîvê þevê dom kir. Piþtî
gelek þev û rojên din, ên ku Rindêxan di leyîstikên wan de westiyaye
û gelek xewnên ku di nav wan de geh di ser çiyan re difirî û geh di
zinar û latan de diket. Rindêxan hate çaxê xwendinê, bi birayên xwe
re, li ber destên gelek meleyên zane fêrî xwendin û nivîsandinê dibû.
Mamostên wê gelek pirtûk pê didane xwendine û ew fêrî gelek tiþtan
dibû. Di
dawet û þahiyan de bi mêran re tiving davêt kêlikên ku ji xwe re
dikirin armanc. Gelek caran, di van pêþbirkan de, wê
kêlik li ber mêran diþikandin. Di bikaranîna tivingê de þehraza bû û
ji xwe bawer bû. Bi qasî zîrekî û aqilbûna wê, her ku mezin dibû xweþikiya
wê jî xwe dida pêþ. Li derûdorên Sason
nav û dengê xweþikî û aqilbûna wê balav dibû. Di bihara ciwaniyê
de, çavên xwe li nav serhildana Xarziyan a li dijî zordestiya tirkan
vekir. Li her derê hem
hawar û nalîn bû û hem dîlan û þahî bû. Herkes ji bo serkeftinê tiþtek
dikir. Þervanên di kozik û çeperan de dijmin dibizdandin û ên din li
ser kuþtiyan digirîn û binax dikirin.
Rindêxanê jî mîna keç û jinên din, geh li kozik û çeparan bû,
geh li goristanan bû. Xwarin û pêdiviyê þer ji þervanan re dibirin ji
wir jî kuþtî û birîndar dianîn. Rindêxanê
ev kar ji xwe re kêm didît. Biryara xwe ku ji bavê xwe re bêje, ez
dixwazim þer bikim da. Bi Jinên ku ji þervanan re pêwîstiyên wan
dibirin re çû eniya ku bavê wê fermandar bû. Vê cerê ne bi bar û piþtî
bû. Xwe bi rext û fiþekan pêçabûn. Tivingeke rusî li milê wê û
derkete pêþberî bavê xwe. Dikir ji bavê xwe re bêje, ez hatime li dijî
dijmin þer bikim. Dît ku komeke þervan yekî ku þehîd bûyî bi jor ve
tînin. Berî biryara xwe bêje, pirsa navê þehîd kir. -Bavo ew kî ye þehîd
bûye? -Me Sebrî jî winda
kir keça min. Bi bersiva bavê xwe
re, li cihê xwe rûniþt û hew dikarî bipeyive. Xeyalên evînê di dilê
wê de qurmiçîn. Rondikên xwe di dilê xwe de ji giyanê Sebrî yê xwe
re, rê dikirin. Dixwest bi hawar û qêrîn li ser evîna xwe ya têkçûyî
bigirî, lê nedibû. Di her saetê de stêrkek ji berxwedanê kêm dibû.
Dema wan ji girî re tune bû, dijmin ew dem nedida wan. Rindêxanê
di dilê xwe de strana evîna xwe û Sebrî digot, “ax ax Sebrî, te derî
li ber kenê min girt. Te xeyalên min ên zarok mezinkirinê cemidandin. Te
yadîgara têkçûna min a yekem nîþanî min da. Sebrî, te þev di hundirê
min de hiþyar kir. Siya nefretê ji dilê min difûre. Hespê daxwaza
tolhilanînê çargav direve, hefsarê xwe ji destên min revand.”
Hem jana dilê xwe digot û hem xwest rabê ser piyên xwe û here pêþiya
þervanên ku laþê Sebrî dianîn. Bi rabûnê re hejiya, hindik mabû ku
bikeve. Du jinên li wir bi milên wê girtin û ne hiþtin ku bikevê. Þervanan
termê Sebrî anîn û li maydanê danîn. Rindêxanê loriyên xwe dewam
kirin. ”Sebrî,
tu bajarê kombûna þahiya xeyalên min bûyî. Tu plana pêþeroja cejn û
Newrozên min bûyî. Te çeka evînê a dawî ji min stand. Te temenê min
di nêrînên xwe yên sar de rawestand. Bi
van awirên te ên bêhêvî, ez têgihiþtim dema ku ez hesreta nedîtina
te a þev û rojeke bikêþim û li benda hatina te bimînim çû.” Awirên
xwe ji nav awirên Sebrî ên sar rakir û li þervanên hevalên wî ên
westiyayî nêrî û dîsa berê xwe da Sebrî û axivî. ”Sebrî, her
roja derengmana min dê bibe temenê ji temenê marekî dirêjtir. Êdî ez
ê ne li hêviya hatina te bim. Ezê rojên hatina xwe bihijmêrim. Ez jî
hatibûm ku þer bikim û gorekê ji xewnên xwe re bi we re çê bikim.
Xeyalên min, bi koçkirina te re koç kirin. Te þîna xewnên min li min
kir Sebrî. Te welatek di hudirê min de þewitand. Te kulîlkên evîna min
qurifandin.” Bi rondikên ku ji ser dêmên xwe ziwa dikirin re, berî
Sebrî birêke goristanê biryara xwe ji bavê xwe re got. -Bavo ez dixwazim bi
we re li dijî van tirkên xwedênenas þer bikim. -Keça min, þer her
ku diçe zahmet dibe. Li vir, li vî þerî mirov nêçîr e, an nêçîrvan
e. Riyeke din ji me re nehiþtine. Mîna mirov derkevine nêçîra kew û kîvroþkan,
derdikevin nêçîra kuþtina me. Di dilê neyar de rahma xwedê û dilovanî
mirîye. Heqê me tune em ji nêçîrvanê xwe dilovaniyê bixwazin. Ji ber
em dizanin ku bê feydeye û mecbûrin mîna wan bibine nêçîrvan. Þert
û mercên vir wisa ne ku tu ji xwe bawer bî were. Tu dê pir zahmetiyê
bikþînî, ez ditirsim ku tu nikaribî xwe li ber vê bigirî.
Rindêxanê, kesereke kûr kiþand, bêyî ku li bavê xwe binêre
axivî. -Bavo ma tu vê
zilma ji asîmanan bi ser erdê ve dibare û nalînên difirin asîmanan nabînî?
Ez ji van lewendan
ne çêtirim. Piþtî van agîdan ez naxwazim li navbera eniya þer û
goristanê bijîm. Min biryara xwe berî niha dabû ku ji vir û pê ve mîna
þervanekê bijîm. Lê ji îro pê ve ez ê ji bo tolhilanînê bi tenê
bijîm. Ji bilî tolhildanê tu armanca min ji bo jiyanê nema bavo.”
Hate ber devê wê ku bibêje, ez naxwazim mîna jineke giriyok bijîm
û ez dixwazim tola Sebrî ji dijmin hilînim. Lê nikarî, çavên wê tijî
bûn, serê xwe xwar kir û þerm kir negot.
Bavê Rindêxanê, pêta agirê di dilê keça xwe de didît û hew
dizanî çi bêje û bersiveke çawa bide. -Were keça min,
were ez te ji berdêla hemû hezkiriyên xwe hembêz bikim. Li te temaþe
bikim, rûyê Sebrî û birayên te ên di vî þerî de mirî bi rûyê te
vegerînim. Di rengê çavên te de, þehîdên bêxatir xwestin çûne bibînim.
Mîna hechecka ku xwe ji ber baranê davêje hêlînê, Rindêxanê
xwe avêt nav hembêza bavê xwe û di giriyê dilê xwe de, ewrên raserî
çiyayên Sason ziwa dikirin. Rindêxanê, digirî û bavê wê êþa dilê
xwe û sedemên serhildanê digot. -Min ji xwe re
hilbijart ku ev çiya bibana mala min. Bibine medresa xwendina min a veþartî.
Bibine hêlîna min a azadiyê. Min zanî bû ku jiyana min dê biqasî
firehiya di navbera azadiyê û mirinê ji hev vediqetîne de, kurt an dirêj
be. Henasa xwe kiþand,
serê Rindêxanê maç kir û axaftina xwe domand. -Ev mirina ku me
navekî din jê re hilbijartî, mîna ku em diçine karwanê deþtê û emê
fêkiyê xwe bi genim biguharin, em xwe davêjin ser mirina xwe. Di vê rêwîtiyê
de mirin bi me re dimeþe keça min. Bêhna hilma mirinê, em di nav hilma
xwe de hîs dikin. Her roj ji roja li pêþçûyî hiþktir e û dijwartir
e, guhartin di rojan de tune. Ji bilî pirbûna hejmara þehîdan… Ewqasî
ev mirina me navê wê bi þehîdiyê guhartî nêzîke û ewqasî biêþ e
keça min ji êþê re meferê girî tune. Di vî þerî de ên perîþan,
ne ew in ên ku dimirin. Ên perîþan, ew in ên li paþ wan dimînin. Ew
in ên sêwî, jinebî û evîndarên ku xewnên serjêkirî dibînin.
Rindêxanê hinekî þerm kir ji gotina bavê xwe ya dawî, bavê wê
evîna wê û Sebrî zanîbû. Wer dizanî ku bavê wê ew gotin ji wê re
digotin. Dengê giriyê xwe kêmtir kir û xwe bi hembêz bavê xwe ve gûvaþt. -Keça min, di vî
þerî de, min ev rastî zû fêhm kir. Êþa þehîdekî evîndar li peyî
yekî li paþ xwe jineke sitûxwar, bavekî di çavan de rondikqurmiçî û
dayîkeke kezebþewitî hiþtî. Êþa her yek ji wan bû çîrokek li pey
çîroka din û hate gotin. Sebrî jî bû yek ji wan. Li peyî wan tiþtên
ji me re mayî goreke tijî girî û bêrîkirina ji êþên me xatir ne
xwestî. Tiþtek din di destên min de tune ji bilî çeka ku ji wan ji min
re maye û hemû stêrkên li ser milên me dê navê þehîdbûna me be.
Bi van mêrxasan re, her cerê min xwe davêt ser mirinê, mîna ku
min bêriya mirinê kiribe, lê mirinê ez ne dibirim û ez bi paþ ve
dihatime nav meydana êþan. Îro ne mirin min qebûl dike û ne ez jiyana
bindest qebûl dikim.
Bi dengekî kûz û nîvgirî Rindêxanê peyvî, xwest dilê bavê
xwe xweþ bike û wisa got. -Xwedê neke bavo,
ku tu werî kuþtin ez ê çi bikim? Ji te pê ve kî heye ku li me bibe
xwedî? Bi tenê tu dikarî di bin vî barî de rabî û vê zilmê ji ser
me rakî. Ez zanim ku te nedixwest ev þer bibe û ev hemû mêrxas werine
kuþtin.
Hê Rindêxan dipeyîvî, bavê wê weke ku bixwazê sedemên destpêkirina
þer bibêje axivtina xwe bire cihekî din.
-Axxx ax xinisî, te
mal li xwe û li me xira kir. Te
çima xwe da dest? -Xinisî
kî ye? bavo. -Keça
min, xinisî, Xalid begê Cîbranî ye. Bê þensî bi dîlgirtina wî re,
li me barî. Ew serokê Civata Azadî kurd bû û zanîbû çawa kurdan bînê
cem hev. Me hemûyan li wî guhdar dikir. Bê þensî ya duyem û a mezin þikestina
hêza þêx Seide Efendî bû. Bê þensî ya sêyem bi darvekirina wî û
zanayên me kurdan bû. Ev bê þensî yek li peyî ya din hat, me di nav
van þertên giran de dest bi serhildanê kir. Ya rastî keça min, em mecbûrî
vê serhildanê kirin. Ji
malbata me gelek kes di nav Civata Azadî kurd de bûn û tirkan ev zanî bû.
Piþtî ku derdorên me kirina destên xwe, bi ser me
de hatin. Du rê li ber me hebû keça min. Yan divê me þer bikira, þeref
û navê xwe biparastina. Yan jî em teslîm bûbûna û bi serjêkirina xwe
razî bûbûna. Ji van herdu riyan pê ve li ber me, riyek din tune bû.
Roja pêþî min zanîbû ku ev þer dê pir bi êþ be keça min. Ev çiyayên me ji
xwe re kirine hêlîna azadiyê, di vê dorpêçkirina tirkê romê û rûreþên
kurdan de her roj zarokên xwe dadiqurtênin keça min.
Piþtî vê axaftina dirêj, destûr da ku Rindêxanê di nav þer de
cihê xwe bigire. -Keça min tu bi min
re li serê rîsê goga ku tevlîhev bûye bigere. Em bi hev re, hem li
tolhildanê bigerin û hem li serkftinê. Êdî Rindêxanê,
di eniya þer de bû. Fêr bûbû di nav
demhijmêreke de, fêrî êþ û þadiyê bibe û di eynî demê de xewnên
evînê û têkçûna evînê jî bibîne. Xeyalên serkeftinê û têkçûnê
bi hev re bibîne. Ji kozikekê dibezî kozika din, þervanî
û zîrekiya xwe nîþanî neyar dida.
Her ku diçû þer ji þerê mêranî dûr diket û dibû þerê
derveyî hêza þervanan. Sasoniyan cara pêþî Balafirên bombaavêj didîtin.
Þervanan navê van balafiran kiribûn teyrên ku bomba davêjê. Ev nav li
van balafiran kiribûn û ji van teyrên bombaavêj re digotin, ”ma ne hûnê
êvarê herine lîs, ezê nîþanî we bidim bê çawa teyr hêkên ku biteqîn
tavêjin dikin.” Cara pêþî balafirên kujer didîtin.
þer, ne þerê baþ bikaranîna tivingê bû. Li hemberî çend
tivingên di destên berxwedêrên Sasonî de, artêþê dagîrkar bi
balafir, top û metaryozan êrîþ dikir.
Di eniya rojava de li nêzîkî pira Malabadê, þer giran dibû.
Rindêxanê û hevalên xwe ketine çembere. Ketina çemberê demî dizanîn
û wer dizanîn ku di demeke kin de, dê çemberê biþikînin.
Roja nehem, Rindêxanê û çend þervanên birîndar ên ku gulên
wan qediya bûn mabûn. Roj çend bejinan bilind bûbû. Toz û dûmanê
girtibû ser kozika ku Rindêxanê û hevalên xwe têde dîroka xwe dinivîsandin.
Di vê navê de tevzînok ji milê Rindêxanê yê rastê çû, her ku diçû
cihê tevzînokên germ, êþa sar digirt. Êþa milê wê, hêdî hêdî
dikete hemû laþê wê, di gewriya wê de girêkekê gewriya wê teng
dikir. Girêka êþê û tirsa bi saxî dîl bikevê dest bû. Êdî nedikarî
tevinga xwe bikar bîne. Bi bêdengiya kozika Rindêxanê re serleþker
fermana êrîþê da, "ileri" bi pêþ ve paþî çend eskeran bi
hev re xwe avêtin kozikê û bi singuyên xwe þervanên birîndar ji janên
wan, ew rizgar kirin. Her þervanî bi dihan serê singuyên tirkan di laþen
xwe de dîtin. Dema esker nêzîkî Rindêxanê bûn dîtin ku ya hewqas þer
li hemberî wan dikir keçek e. Matmayî rawestan, nizanî bû çi bikin. Bê
vîna xwe yekî kire qîrîn "komtanim kiz dir" fermandarê min keç
e
fermandar bibihîstina navê keçê re fêhmkir ku Rindêxanê ye ji
bo ku di gelek þeran de navê wê dibihîst û zanîbû ku keça Mihemdê
Eliyê Yunis e. "onu oldirmeyin ben geliyorim" wê nekujin ez têm.
Fermandar li pêþberî xweþikiya Rindêxanê matmayî rawestiya. Xwîn,
xwêdan û toza ku ew çend roj bûn li ser dêmên Rindêxanê hiþk bûbûn
û bi hev re dixwestin, xweþikiya wê ji dijminê namûsê veþêrin jî,
ne dikarîn veþêrin. Mîna Xezala birîndar ku xwe ji deren keftarê kujer
dûr bike, Rindêxanê jî, xwe da paþ û qîriya, "nêzîkî min
nebe"! bi qêrina Rindêxanê re ken ji ser nikilê hemû çûk û dêmên
kulîlkên çiyayên Sason û herêma Xarzan firî. Serleþkerê ku çavên
xwe berdabû destdirêjiya Rindêxanê, a dilê xwe ji Rindêxanê re got,
"Tê bibe ya min, tu zanê ku ez çiqasî li hêviya vê rojê bûm ku
ez te bi saxî bigirim û bi dilê xwe vî bi…te"? Gotinên bavê wê
ku li ser laþe Sebrî gotin, hate bîra wê, ”heqê me tune em ji nêçîrvanê
xwe dilovaniyê bixwazin. Ne mirinê ez qebûl dikirim û ne ez jiyana
bindest qebûl dikim keça min”. van peyvan di guhên wê de dikire çinge
çing. Rindêxanê fêmkirin ku rizgarî ji destên serleþker nîne bi lez
axivî. -Rast e, ez esîr
ketime destên te û tu çawa bixwazî tu dikarê bikî. Lê ne li vir, li
vir nabe. Tu li vir destên xwe bidê min ez ê xwe bikujim. Serleþker pirsî; -Çima ne li vir? Rindêxanê, bilez
got; -Ev der erdê ku
dibin destên bavê min de ye ji bo wê ne li vir. Serleþker pirsa
sinorê erdê bavê wê kir; -Erdê bavê te heta
ku ye? Rindêxanê pira
Malabadê nîþan da. -Erdê bavê min
heta aliyê dinî pira Malabadê ye. Serleþker bi destên
xwe pira ku Rindêxanê nîþanî wî dayî iþaret kir. -Pira Malabadê ev
pira li ser vê avê ye? yanî ev pira nêzîk e? Rindêxanê bi serê
xwe erê kir. -Rast e, ev pira li
ser çemê Batmanê ye. Sinorê Sason û Farqînê ew der e. Ev aliyê pirê
erdê Sasonê ye û aliyê pirê din erdê Farqînê ye. Serleþker li pirê
nêrî û dilê xwe xweþkir, pir riya nîv saetê ji wan dûr bû. Di dilê
xwe de got, "Ma tu yê ji destên min rizgar bibî pir va ye" lê
nedixwest ku ev destdirêjî cerek be, dixwest Rindêxanê mîna ceriyekê
bi kar bîne ji bo wê hem bi nermî û hem bi tehdîtwarî bi Rindêxanê
re peyivî. -Tu bi dilê xwe bi
min re razê û bixwazî bibe yarika min, ezê te naþînime mehkama þarq
îstîqlalê û tu yê ji mirinê jî rizgar bibî. Binêre tu birîndarî jî,
ez ê bihêlim ku tu birîna xwe derman bikî. Rindêxanê êþa
birîna xwe ji bîr kiribû. -Birîna min ne
giran e, bi tenê gule li milê min ketiye. Min devê birînê bi desmala
xwe girt, xwîn sekinî. Xwest bêje, yê birîndar
dilê min e, ne milê min e lê xwe ragirt û negot. -Ku tu li vir dest
li min nedî, ezê li aliyê pirê din bi dilê xwe bi te re razêm. Lê ne
li vî aliyê pirê. Fermandar, pêþî
nexwest vê pêþniyazê bipejirîne û dixwast li wir destdirêjiyî wê
bike. Lê hem pir ne dûr bû û hem xweþikiya Rindêxanê ew dîl girtibû.
Li gerantiya berdawamiya destdirêjiya xwe digeriya û dîsa pirsî. -Te negot, tu ê
bibe yarika min an ne? Rindêxanê xwest
baweriyê bidiyê û bersiveke sergirtî da. -Bê çawa êsîriya
min, ne bi dilê min bû. Yarikî jî, dê bêdilî be, lê ez mecbûrim ji
te re bibim yarik ku tu min ji mirinê rizgar bikî. Serleþker, mîna
roviyê ku mirîþkê ji dûr ve dibînê û av ji devê wî tê bi zimanê
xwe dora lêvên xwe dialîse, serleþker jî wisa lêvên xwe alast û got.
-Baþ e, lê divê
ku ez destên te jî mîna van kesên din girê bidim. Bi gotina van kesên
din Rindêxanê fêhm kir ku ne bitenê ye. Lê hê jî nizanî bû kesên
din kî ne û çi kes in. Rindêxanê zû pirsî;
-Kesên din? we hemû
bi singuyên xwe kuþtin. Serleþker bi rengekî
ku serkeftineke mezin bi dest xistî got. -Na, na, ne hevalên
te. Me jin û
zarokên ku çetan dixwestin wan bi xwe re bibin girtin, em wan dibin. Pirsên Rindêxanê
li pey hev dirêj dibûn. -Çawa? hûn wan
dibine ku? çi ji mêran hat? Serleþker bi kene kî
quretî bersiv da. -Dixwestin vane jî
bi xwe re bibin, lê nikarîbûn li hemberî eskerê me xwe ragirin. Tu pirsên
xwe ji wan bike, ew dê merîfeta me ji te re bêjin. Ferman da eskerên
li dora xwe, "esker destên wê girêdin! Wê jî, bibine nav wan
heywanên din. Ev ne mirovin, hemû weke heywanên kovî ne. Di rûyê van
kurdên pîs de, bi hezaran eskerên me di van çiyan de þehîd bûn. Ma ev
heqê xwedê ye? xwedê bela xwe bidê kurdan hemûyan”.
Þadiya rizgarbûna ji destdirêjiyê, hindik mabû ku dîl girtinê
bi Rindêxanê bide ji bîr kirin. Henaseke dirêj kiþand
û rabû ser piyên xwe. Destên wê girêdan û du eskeran bi milê wê
girtin û ew jî anîna nav koma me jin û zarokên ku dîl hatibûn girtin.
Hê negihiþtibû pirsa tiþtekî bike dengê serleþker hat. Ferman da ku
rabin û bi kevine rê, "rabin bimeþin kûçikên heram, rabin zû!” Di nav komê de,
Rindêxanê ez jî dîtim. Rindêxanê xwe gihanda min û pirsa serhildanê
ji min kir. -Dayê çawa bû? hûn
çawa ketin destên van bêbavan? Min xwest ta bi
derziyê ve bikim, çi min zanîbû hemû min ji Rindêxanê re got. -Keça min ev serê
du heftane ku bi þev û rojê êrîþ ser me dikirin. Gelek xeyînên
kurmancan jî, alîkariya romiyan dikirin. Quweta þervanan ne digihiþte
romî û xeyînên kurmancan. Kom bi kom berê xwe dane Binxetê û eniyên
þer berdan. Berî ku xeberê bidine we, romî ketine navbera me û we.
Nedikarîn xeberê bidin ku hûn xwe xilas bikin. Her komeke þervan
komeke jin û zaroka bi xwe re dibirin. Koma
ku em bi wan re diçûn ketine þerekî pir dijwar, gelek ji þervanan þehîd
ketin. Þer wisa giran bû, êdî îmkanên ku þervan me bi xwe re bibin
tune bû. Em di gelîyê Sêvan de veþartibûn û wan li jorê gelî, li
dijî romiyan þer dikirin. Roja çaran romiyan cihê me dîtin û em esîr
girtin. Gelek ji me hatine kuþtin, jinên ku tirka dixwest destbavêjina
wan xwe dikuþtin ji bo ku werine kuþtin ji nav me direvîn da esker gule
berdina wan û wan bikujin. Di rê de gelekan xwe di
zinaran de avêtin û xwe kuþtin. Yên ku tu wan dibînî em pîrejin û
zarokên di bin heft salî yê de ne. Xwedê
ev qeder layîqî me dît û em kirine esîrê roma reþ keça min. Hê ez dipeyivîm,
em hatine ser pirê. Rindêxanê li pirê, diwarên li herdu eliyên pirê
û rûbarê di bin pirê re diþemitî dinêrî. Keneki mehsune li ser dêmên
wê herikî. Herkes ji pirê derbas bûn, fermana bêhnberdanê hate dayîn.
Koma jin û zarokan rûniþtin ji bo bêhnberdanê. Rindêxanê berî rûne,
çû ba serleþker û destûr jê xwest ku bihêlê here ser pirê. -Ez hêvî ji te
dikim ku tu destûra min bidî, ez cara dawî derême ser pirê û têr li
erdê bavê xwe binêrim û werim, êdî tu çawa dixwazî wisa bike. Tu
destên min jî veke dê gelekî baþ be. Ez dixwazim vê qirêja li ser rûyê
xwe hinekî paqij bikim. Destgirêdayî ez nikarim rûyê xwe paqij bikim.
Tu jî, jineke rû qirêj naxwazî. Serleþker bi gotinên
paqijkirina qirêjê û tu jî jineke rû biqirêj naxwazê bawer kir ku
Rindêxanê dixwazê xwe ji wî re xweþik bike. Bi awayekî ku gelekî
medeniyetê dizanî got. -Ez ê, medeniyetê
nîþanî te bidim. Tu ye li bajaran bijî û tu ye bi xanimiya xwe bihesî. Rindêxanê, xwest
baweriya wî bi xwe bîne -Ez
jî, hin tiþtan dizanim, ne wisa cehil im. Tu zanî
ku ez keça Mihemed Eliyê Yunis im û min li ber destên gelek mamosteyên
baþ xwend. Ez zanim ku jiyana bajaran ji ya van çiyan xweþtir e. Hemû
pirtûkên ku mamosteyên min bi min didane xwendin li bajaran hatibûn nivîsandin.
Di helbestên wan de xweþiya jiyana bajaran û bajarvaniyê hebû. Min pir
xeyal dikir ku li bajarekî mezin bijîm. Min Þîraz nedîtiye lê ez ji þêx
Sadî yê Þîrazî, bajarê Þîrazê nas dikim.
Her ku diçû serleþker pirtir bawer dikir ku Rindêxanê dê bibê
yarika wî û destûr da ku here ser pirê û rûyê xwe paqij bike. -Baþ e, pir dereng
nemîne, em îþev divê xwe bigihênîn Farqînê. Li wir ez ê te li mala
hevalekî xwe veþêrim û paþî bêjim dixwest birêve min kuþt. Tu zanî
ku her kesên li Tirkiyê bijîn pêwîste nav û paþnavên wan bi tirkî
be. Ez ê navêkî bi tirkî ji te re bibînim û bi wî navî te li her derên
Tirkiyê bi min re bijî. Tu kes dê nizanibin ku tu Rindêxan î, bila navê
te Yildiz be. Ez hew dihêlim ku destên te werine girêdan, tu yê dest
vekirî bimeþ î.
Hê Rindêxanê bersiv nedabû, fermana ku destên Rindêxanê vekîn
da, "destên wê vekin"! Destên Rindêxanê
vekirin û Rindêxanê hat li ba Min li ser çokên xwe rûniþt. Þe û
neynika xwe deranîn ji bo ku nedikarî destê rastê bikar bîne, neynik da
min ji bo jê re bigirim û bi destê çepê biskên xwe þe kir. Reng ji
ser rû yê min çû, hew min xwe girt. -Tu çi dikî? Porê
xwe ji kê re þe dikî? Dema ku tu ketî destên wan, mezinê romiyan
dixwest destbavêjê te. Te li wir çi jê re digot ku dev ji te berda bêje? Rindêxanê bersiva
min da. -Min jê re got, ev
der erdê bavê min e li vir nabe. Tu dest bidî min li vir ez ê xwe
bikujim. Wî pirsa sinorê erdê bavê min kir, min got, heta pira Malabadê
ye. Ji bo ku pir nêzîk bû wî heta vê derê dest neda min. Min, bi dengekî nîv
fetisî û gelekî hêrs got. -Vêga jî tu dûvê
xwe li ber wî tirkê qetil dihejînê na? Heyf û mixabin ku tu ji malbeta
Eliyê Yunis î. Bi gotinê re min
neynik ji destê xwe avête erdê. Rindêxanê, fêhmkir
ku ez wer dizanim ew xwe ji serleþker re xweþik dikê. Ji bo ez hê pirtir
xemgîn û hêrs nebim ya dilê xwe got. -Dayê ez naxwazim
bi vî halî herime ba Sebrî. Bi bihstina navê
Sebrî re, hindik mabû ku ez biqîrin, lê Rindêxanê destê ku þe têdebû
danî ser devê min. -Dayê, nehêle ku
ev bêbavên eskeran gumana revê ji min bikin. Min þe ji destên wê
girt, bisk û tembûriyên wê ên di nav xwîn û xwêdanê de tevlîhev bûbûn
þe kir. Biskên wê badan, xwîna ku bi tozê re li ser dêmên wê hiþk bûyî
tifî tiliyên xwe dikir û bi tifa xwe paqij dikir. Min di ber van karan
re, qermîçokên rûyê xwe bi rondikên xwe av didan. Bêhna bêrîkirina
tunebûna Sebrî ji nav rondikên min difûrî.
-Vêga vê, dizanim
bê çima þeva ku dayîka te, tu dianî, te çima nedixwest werî, te ev êþ
û têkçûn dizanîn ji bo wê te nedixwest werî. Weled dayê, weled bê
miradê. Ma min ê tu ji mirinê re xweþik bikira? Cara pêþî, þeva tu bûyî
min tu þuþtî û vêga ve jî, ji çûna dawî re xweþikkirina te, xwedê
kire nesîbê min. Bila xwedê vê nehaqiya ku li me dikin ji wan re nehêlê.
Ev serê du rojane ku van zarokan pariyek nan nexwarîne, ev zarok dê çawa
vê zilmê ji bîr bikin? Heta ku dinya dinyabe, ew vê ji bîr nekin.
Rindêxanê mîna ku xwest ji min û komê xatir bixwaze, henaseke kûr
kiþand û axivî. -Giya di bin keviran
de namînê dayê. Van
celatan, þadiya meþa me, a ber bi jînê ve nexwestin. Jîn
ji nav destên me revandin û kefenê bindestiyê layîqî me dîtin. Lê ew
dê nikaribin meþa me, a ber bi rûreþkirina qederê ve bisekinînin. Me
dinyayeke xweþik û têra me hemûyan bike dixwest. Jiyaneke bê þer ji
reng û dengan tijî. Jiyaneke ji hezkirinê
tijî û xewnên wê rast dixwest.
Bi van gotinan, bêhna hebûn û mirina xwe dikiþand nav xwe. Bêhna
hebûn û tunebûnê, jîn û mirinê bi hev re êrîþ dibirinê. Bê ku
destên min maç bike û xatir ji komê bixwaze, rabû ser xwe û berê
xwe da pirê. Eskerek çû pêþiyê û dengê xwe lê kir. -Raweste! tu bi ku
ve diçî? Berî ku Rindêxanê
bersivê bide, serleþker dengê xwe li esker kir -Dev jê berde, bila
here heta ser pirê. Destûr ji min xwest wê. Cara dawî li koma
jin û zarokan nêrî û bi gavên giran ber bi pirê ve meþî, Rindêxanê.
Mîna ku ji kesekî nêzîk re bipeyive, di ber xwe de dipeyîvî. -Wê roja ku tu çûyî,
min mîna gêjan ji paþ ve li te dinêrî Lal bûbûm, zimanê min di devê
min de ziwa bûbû. Bi tenê min hêza ku xwe bavêjim hembêza lehiya
barana çavên xwe, di xwe de didît. Bi çûna te re, hemû
hevokan wateya xwe winda kirin. Min jî, wateya þadiya evîna xwe û wateya
jînê winda kir. Ji roja tu çûyî
ve, dilê min bû erdê mîmkirî û giyanê min di nav mîman de serxweþ
digere. Piþtî wê rojê, lêvên
min ên xweþik ewên tu wan nas dikî, ken nedîtin û maç ji bîr kirin. Lingên min ên mîna
lingên kûliyan jêhatî nesekinîne û ber bi te ve direvin. Îro mirin ji mirina
min ditirse û ez ji herduyan ditirsim. Min ji te re digot
ku ez ji þeva pêþî ditirsim. Ji têkçûna keçkaniya
xwe ditirsim Were bi rêz û
hezkirin, were. Were zavayê
rizgariya þîn û þadiya min were. Were
Mîrê mirina min were! Were
êdî bese were! destên min bigire û here!”
Di navbera ken û girî de dipeyvî. Bi van peyvên
di nav xeyal û rastiyê de gihiþte pirê. Di nav xilmaþî û þiyariyê
de derkete ser diwarê pirê. Li erdê bavê xwe li çiyayên derdorên xwe
nêrî û bi dengekî bilind bangkir bavê xwe, "Bavooo,
bavooo, bavooo, mirin min qebûl nekê jî, ez ê îro mirinê hembêz bikim
û di hembêza wê de razêm." Di nav awirên
zarokan ên tirsonek û awirên eskeran ên matmayî de, bi ser bêdengiya
çem ve firî. 14.02.2008 kamran Simo Hedilî
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org