þeva awirên mirinê

 Kamran Simo

þeva awirên mirinê

wênê çavên min kiþandî

zûrîna siruþtê

dengê baskên pêlên deryaye

rondikên giriyê çiyan

reva stêran

li tariya siya holajînê digevizîn

þeva awirên mirinê

wênê çavên min kiþandî

qêrîna daran pel weþandin

ji serkeftina þerê troya re

bavê pêþî

keça xwe kirî qurban

tifî serkeftina xwe kir

axîna heyvê

awazên azadiyê vedixwarin

hilma xwe

vediþart kulîlkan

þeva awirên mirinê

wênê çavên min kiþandî

bi xunava lêvên xoþewîstiyê

rûyê xwedawendên þer

min reþ kir

þûrê ser jêkirina xwe

lingê hespê tariyê û zincîra dîlîtiyê

min þikand.

 

15.12.2006

 

Kamran Simo Hedilî

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org