ÞEVEKE BÊ SIBE

 Kamran Simo

1

dengên westiyayî û tirsê

mîna þapa harbûyî

vala dibûn

ji devan

çalên biçûk û teng

ji tirs û êþê

êtûnên

tijî agir bûn

axîn, nalîn, duayên mîna çîran û qîrîna hawaran

di bin siya van qîrênan de

peyvan guh gez dikirin

mîna teyrokê

bi ser þevê de

dibarîn

qîrawîr

têkilî hev dibûn

her peyva serhildana axînan

her çîrên wê

bi balkêþî

dihate guhder kirin

zêravanên îstigihê

rengê mirovan

ji ba wan çûbû

bi hêcana destan

dipeyivîn

bi devê reþikê tirsê

dikenin

  

2

ev name

li bajarê mirinê

ji welatê bênavan re ye

ezê

hezar peyvî

bikim sed

sedî bikim deh

deh bikim yek

û

wê yekê bibêjim

êvar

di destê agir de

dilerizî

li rojava

rojê xatir dixwest 

mijeke bi xwîn

girtibû ser deþtê

li ser dilê roja spî

tor veda bû

tora wê

bi ser jîngihê ve

xwîn vedireþand

ji agirê zilmê

deþt dilerizî

bi mija evarê re

roja zera zêrîn

diþewitî

 

3

koma bênavan

di herikîna

bajarê mirinê

ji gundên xwe dûr

agirê tifikan

û hêviyên wan

perçe perçe

tozek xemgîn

bi melûlî

li peyî wan digirî

mija sor

bûbû tofan

bi ser jiyanê de

keti bû

ji xunava çavan

gulgenimeke

bi tenê jî

nemabû

bi dilêriya xwe

û

viyana paqij

nûnerên ala aþtiyê bûn

kaniyên gundan

li peyî keçikan

stranên sêwiyan

distrandin

 

4

ji deþta Germiyan

ji dilê Kurdistan

ji cihê pêþî

roj li jiyayî

ji welatê wê

ji mala keçkaniya Hewa

ji cihê

ji Adam re çav naqandî

ji maçên Adam

dêmên wê sorbûyî

û bi keçikiya xwe

þabûyî

ji cihê dera jiyanê

bê tirs

nawanda xwe

lê danî

bi av û axê

al lê dihejandin

siwarên cengê

hêza hev

lê diceribandin

ji cihê Yezdan

Ehrîman lê afirandî

kom kiribûn

û anîbûn

ji Xwedayê virek re

nimêj ne dikirin

tawan

ev bû

 

5

siya tarî

dirêjî nakokiyên

Yezdan û Ehrîman dibe

ji kaniya dijberan dizê

bi destan digirî êþ

bi mija sor

yeko yeko

çavên stêran

diçilmisin

kanî stewr kirin

stran

tiyên þadiyêna

keziyên zinarên Qandîl

qeþagirtina

çiyayê Hemrîn

rondikên xwînê

dixwe

bi Pîramegrun re

nanê bêkesiyê

li hev par dikin

sira zivistanê

xwe li mêjî dide

kîn di nava xwe de

dikele

bayê çiyan

azer dibe

bi pêtên agir re

roj diçû ava

bi þîna nav xwe

difûrî

 

6

roj ji xwînê

hatibû boyax kirin

bê rawestan

nav li xwe didan

leþkerên xwedayê virek

koma bênavan

li nav mija hêviyê

avjenî dikirin

çavên tirsê

di mija gemar de

diçîrisand

ba

bi tirsê re

awazên girî digotin

toza xwe davête dûr

hinaran

dendikên xwe

dixwarin

axê

kevir vediþartin

tirsê

ji xwe re

kozik û çeper

dikolan

 

7

bahoza Ehrîman

li çermê deþtê

belav dibê

jahr

xwe berdidê

henasên birçî

bi neçarî

henas

silavê lê dikin

ji rûyê Xwedayê virek

zilim difûre

dest

li asmanan dinêrin

çav

xîz dixwin

li welatê pêxwasên çolê

çendî diçû

reng reþ dibûn

winda dibûn

reng dimirin

rojeke tehl bû þev

hesin dihelandin

axa pîroz pêpaz dikirin

bi pîroziya rûbaran de

mîz dikirin

 

8

ji kef û girêza devê

Ehîraman

bêhna kafter dihat

her gurmêneke asiman

mirineke

li ba siwar bû

rayên di bin axê de

ditirsandin

vizêna gulên topa

dibû nalîna kewê birînder

bi bayê çiyan re

bilindibû

ji girî re

mefer nedida

dayîkan lorîyên xwe

vedixwarin

li hêviya mizgîniyên

dengên nalên hespên

hêvî

ji bêhêviyê re

hêvî

digotin

þev bûbû mar

mirov pêl dûvê wî kirî

serê xwe rakiribû

di demeke kurt de

li ser dinanên hov

mirinê xwuye kir

paþî

xwe ber dide ser nînûkên tevizî

tîrêjên rojê

yên paþî

xwe li pencerên

hêviyan didan

lê pencera bi xwînê

tarî kiribûn

9

dil

pêdiketin û disincirîn

asiman dibû bizmar

di laþan de

dihate kutan

li nav xwînê

melavanî dikirin

lingên

ji leyistikan têrnebûyî

lêvên gulkenok

êdî

nediþiyan bikenin

nediþiyan memikan jî

bimijin

bi memekên dayîkên xwe re

li nav mija sor

ava axînan vedixwarin

çûkên bihuþtê

her çûk gulek bû

her gul

hezar nalîn

her nalîn

hezar dil

her dil

deryayek bû

asiman hiþk bûbû

Yezdan

bi Feriþtên xwe re

senfoniyeke

girî saz kirîbû

bi amûran re

maye girî

vedixwarin

 

10

bêdengiyeke

melûl melûl

xwe

li pora wan dide

bûbû daristan

çûkan

bi cî hiþtî

dengê stranan

bi sêdarê vekirin

awiran xweda havizî

li jiyanê dikirin

li dora sedsalên reþ

rêz bûbûn

ken hatibû biraþtin

erd kerr bûbû

kesî nedibihîst

qîrînên wan yên paþî

bi qîrînan re

gerdûn vala bûbû

li aliyekî

awirên nîvmayî

li aliyên dî

li ser eniyan

þopên tiliyên çarenûsê

û xwîna hiþk

þadî digirî

li vî xakî

11

bi firîna giyan re

dilan dûman girt

yên li pêþ çûn þopandin

roja

bêmirin tarî bû

ji lûlên hesinî

bi tenê mij û nalîn

dizê

biyawan (sahira)

di nav mija tûj de

difetise

car caran

dengên loriyên melûl

gewriyê

diþewtandin

hêvî ji jiyanê

dibirîn

lorî

li sahirayê belav dibin

nêzîkî loriyên

welatê rojê dibin

bi hev re

dibine

awazên hêviyên

destpêka jiyana nû

bê ku

li hêviya xelatgirtinê bin

þer dikin

komên

bi destên hovan

bênav bûn

yên serê xwe

li ber îrada gerdûn

netawandin

 

12

ey roj

ma

ne tu bûyî

nemir

ma

ne tu bûyî

bê bêhin berdan

serkêþa govendê

ma

ne tu bûyî

roniya pîroz

bêtirs awir didan me

þadî dida

kulîlkên bexçeyan

tu tembûra

ji çinarên welatê evîndaran

kanî ew awazên evînî

îþev

bi çavên þil

bi hechecikan re

dipirse

li ku ye kebaniya malê

bi çûçikan re

dipirse

li ku ne hevalên leyîstikên me

berfê

dibirêjin

bi agirên dilên xwe

li asiman dinêrin

asimanekî tarî

bajarê miriyan

li ber çavan

neyarê hezarên salan

direqisin

 

13

zêravanên îstgehê

dîlên

viyana Xwedayê xwe ne

har bûne

li ser dûvên xwe

neþên rûnin

ji nanê wan

xwîn dipalî

lanet li nanê xwe tînin

êrîþî

zarokên te dikin

Zerdaþdê Kal

bi navê Ehrîmanê

xwe Yezdan ragihandî

kom qir dikin

ji îstgeha mirinê

heta welatê bênavan

çeper belav kirina

pêl bi pêl

di çeperan de

veþartin

stêrkên bê tawan

hemû çeper

bi neynûkên xwe

bi xwîn kolan

di singa welatê te de

roja pîroz

 

14

bi topên jahrê

çiyayên kurdan

kiresê þînê li xwe

kirin

zeviyên genim digirin

kurd hatibûn

bê gurzê Rustem

bê ferhenga Zerdeþd

ji dergûþa bakûr

derxistibûn

û anîbûn

rojê

bi zikratên mirinê

stran digot

mirinê

stranên xwe

dikirine dengên topan

þer bûbû gokeke ji agir

kevokên birînder þer xwe

dirêj dikirin

her dilek

stranek bû

her stran

nêrîneke ji agir

stran bûbûne

dilê wan

yê pêketî

 

15

bi xumîna topan re

roj çûbû ava

bênavan

bi dengbêjiyê

stran digotin

bi lehêngî

xwe davêtina pêþ

þev bûbû

sêleke sor

zinge, zinga dengê bênavan

belav dibû

lê te

ne dibihîst

cîhana bê rûmet

ji stranên bênavan

zengilên dêr û bangên mizkeftan lal bûbûn

li bajarê mirinê

dilên me

anîbûne bazarê

neviyên Umarê Îbnî Xatab

ji dilê mirîþkan

arzantir

dilên me

difirotine

mirinê

16

rûbar

bi govenda mirinê

diherikin

tahma hemû

tahmên gerdûn

yên ne xweþ

bi devê me

vedixwarin

þerbeta mirinê

ji wan diherikî

rûbar

ji sîngên dayîkan

derbûbûn

sîngên bê hempayên

dilovan

bi xwîna

bê tawanan re

axîn

ji çiyayê kurdan hat

paþî berf helandin

ji bo þûþtina laþan

asoyê sibê keþtiya xwe

bêdeng

li zinaran dida

devê çûkan yên biçûk

bê stran mabûn

destên bêdengiyê

li gerdûn lal bûbûn

çiyan diqîriyan

lê nedigirîn

li hêviya rojê bûn

 

17

çi cara ku

agirê hêviyê

dixwest pêkeve

bi êrîþên hovane

agir

digiriyandin

vêga jî

li vir þer heye

mirin heye

tarîstaneke

bê nîþan

Ezraîl

ji dilêriya wan þerm dike

deriyên dilên xwe

vekirine

li pêþberî mirinê

ala spî

dikeve nav xwînê

roja kevnar a pîr

di nav xwînê de

winda dibe

Mêlkamot

stranên þahiya mirinê

dibêjin

cîhan

kerr û lal

rojhilat

rojava

qubleta bakûr

û qubleta baþûr

wijadana

di belîkên wan de

zimanê xwe

xwariye

 

18

hêvî pêþeng e

mirin

bi bênavan dikene

ew jî

tinazê xwe

bi mirinê dikin

di nav vê awazê de

bi axînkêþiyê re

piraniya dilên xwe

qurban didin

li vir

Ehrîmanan

cihê Yezdanan girtiye

dilovaniyê nizanin

axînên

ji xwînê sor

wê sormayî

bimînên

di nav rûperên dîroka virek de

ev jî

wê kevzê bigirin

di nav kefenê bûkan de

bûkên Anfala rûreþ

Gelawêj

por genim û çav derya

Kostan

ji çiyan girtibû nav

Þîlan

sor gula nûpijkivî

bê mirad

bi þîn û giriyê 

di nav reþteliyên

Anfalê de

 

  19

tariyeke kûr ketiye ser þevê

di nav hev de kom bûne

bênav

dîmenên mirinê

nayêne dîtin

þev bûye

hazar û yek þev

bi hazar û yek

zincîrê

roj

hatiye girêdan

ba

bi hêza harbûyî

difîtîne

çiya

li ser çokan rûniþtin û ketina paþila bêdengiyê

 

20

dayîk

finda  nîv agir

digirî

bi pora xwe

dilê xwe îdam dike 

li odên qeþagirtî

dilorîne

„dayîk ji bo girî hene

mêr ji bo þer

lê hûn

ji bo jiyanê zarokên min

bexça

ji bo

di memikên keçikan de

kulîlkan vekin

û xwîna dilê min

ji

birûskên azadiyê re

dizê”

Dêwê mirinê

dûvê xwe

lihev qulibandî

tariyê çavdêr dike

xwe di nav mijê de

kiriye girêk

koramarê

veþartî

bûye dîwarekî tarî

bi çavên tarî

li zarokên rojê dinêre

tarî li deþtê

xwe newaleke bêbinî

dibîne

 

21

lê li dûr pir dûr

çirûska hêviyê pêket

li hemberî

çavên tarî

li dûr

di tariyê de

ew çirûska pêketî

dibe

hêviyeke spî

dibe

kevokeke spî

li nav refên qijikan

çirûska spî

di nav þevên bê xew de

amade kirin

leþkerên hêviyê

pêxistin çirûska azadiyê

ragihandina

þadiyê bû

ragihandina

serkeftinê

ragihandina

kêmasiyên

hevxwarina me bû

ji nav mija sor

diherikî dilan

agirê hêviyê

 

22

xencera

di dilê me de

çikandî

ji çarmixên

di dest û piyên Mesîh de

hatine kutandin

xwîna

ji dilên me

diherike

dilopên wê

di çavan de  

diçîrisînin

ji vereþandina çavên xezalan

vedireþiya ev xwîn

sibê

çavdêr dikin

hatina heyva nû dibînin

bi govendeke nû

rûwê gerdûn

di çavan de

ciwan dibe

23

roja pîroz

heke tu nexwazî

ji rêzdariya xwe

tiþtekî winda bikî

bi þêweyekî dî were

dîlanê

tu yê çawa binêrî

li çavên karxezalan

li bûkên papolan

yên giyanhej

li darên hinaran

yên bê henas

tu yê çawa binêrî

bêje

 

Þîlan hûn jî

bi rengekî dî

çavan vekin

da

tiliyên

ne layîq

we neþikênin

da

viyana we

dinya germ bike

me li sîmirê

hêviyên siwar bike

bi þîraniya sibê þa bike

 

24

li ber çirûska

destpêka hêviya þêrîn

hînikiya bêhna  giyanê pîroz

zarokên rojê

govend girtibûn

bi çavên þewitî

li þopên zilma

pîraþan dinêrîn

pêdixistin

agirê pîrozgehê

çirûskên wî yên sar

ji dinyayê û wê de

belav kirin

di nav xweliya wî de

darên Xurman çandin

da

careke dî

þîn nebin

xweliya wî

li ber bayê bakûr

berdan

 

25

deste deste