Stêrên bê gor

 Kamran Simo

Mirinê mizgîniya

mirina min

da min

min ew nedît

qijikan

çavên min xwaribûn

rondik jî

êdî nikarîbûn

ji wan werin

nayê bîra min

ku ez kefen kirim

dengê giriyê

dilsozan jî

nehate min

min ji yên

darbesta min hilgirtî re jî

Spas nekir

lê çawa ez mirime?

mirinê got

mirina te

ne weke mirina xelkê bû

di þer de tu mirî

ya rast

tu kuþtin

þer hate bîra min

û bi mirina xwe þa bûm

min nikarîbû

bikenim

roviyan lêvên min

xwaribûn

ji maçan

bê par mabûn

lê yara min

hê li hêviya min bû

min pirsa dayîka xwe dikir

gurek hat

devê min vekir

zimanê min

derxist û bir

mirin jî

ji ba min çû…

stêran ez birim

an min ew xwarin

ne digirîm

û ne jî þa me li vir

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org