Stranê ez girtim 

                                                                  

 Kamran Simo Hedilî

 

 

ez

þagirdê nû ê jiyanê bûm

bi awirên evînê

evîndarên stêra sibe bûm

li ber barîna rondikên bêdeng

ez birime kuþtinê

li wir

fêrî berxwedanê bûm

barê þev û rojên min êþ bû

hovîtiya li cîhanê heyî

min li wir dît

Kirinên

mirov newêrê xeyal bikê

bi min kirin

dengê xwedayê mirinê

li wir hate min

tiþtekî min nebû

ez aþtiyê fêrî wan bikim

ne ziman hene wir bînine ziman

û ne peyv têra gotinê dikin

bedena min

di bin xirbihên dîrokê de ditevizî

mîna bûka xwe winda kirî

Kevoka Amed dilerizî

bi kurtepista

kurtdengan min gazî dikir

li nêzîkî dengê mirinê

li benda çirûskê bûm

min li giriyê xwedewendên tawanbar

û li barîna berfê guhdar dikir

çavên rojê

bi þevên min girêda bûn

û bi desmala reþ çavên çûkan

daristan

bi ewran þîlo kiribûn

agirê welatê hêviyê vemirandibûn

strana serhildanê

di wê çalakor de ez girtim

û bi ken

min çavên xemginiyê deranî

roja din

silavên wêrek tijî ronî kirin

dilên çiyayên welatê min

 

20.04.2010=17.05.2010

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org