Tîr di dil de ji bîr bû

 

Kamran Simo Hedilî

Li peyî te

kanî û rûbar

ziwa bûn

hest gêj

daxwaz mandû bûn

dil

çûkê serxweþ e

bask tu yî

serhildana ewran e 

rondik þîn û reþ dibarin

roj

di bin kirasê þevê de

reng

di êþa kulîlkên hinarê de

hêvî

di asoyê dûr de dinalin

dîrok

têkçûnên me

ji çeperekî

dibe çeperê din

ji serkeftinan pirtir

giyan

di pîroziya Dîcle û Firat de tî me

çavên

firîna þadiya min

windane îro

min

dîlana jiyanê

da baskên çûkên biharê

te

termê evînê

bi hêstirên min þoþt

jana têkçûnê

di dilê min û xwe de hiþt

 

31.03.2008

 

Kamran Simo Hedilî

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org