vegera jiyanê

                                         Kamran Simo

Mîna pingbûna avê

pingbûna hêrsa dilê xwe

tu diparêzê

bi stranên mêrxasan

Yêzdanên derewîn  radikê nimêjê

kulîlkên tolhildanên

mijgulên te

xemilandine

lehiya ramanan

di ber çavên te re diçin

hiþê te

li çiyayê govendê ma

li kemîna

çemê Benavoke

bêdeng stranan dibêjê

bi bayê awazên  xwe re

te hemû pût

rakirine dansê

vêga dest pê kir

strana lehengan

strana bê guman

stranên xwe di rûbarên

gumana de þûþtî

dest pêkir bira!

pelên darên mazîyan

mîna kevokên birindar

dinalin………..

nalînên pelên daran

dibin awaz û lorîyên dayîkan

kulîlkên Benavokê

di þînê de

dilerizin

çiyayê govendê

di nav derya   agir de

dihejê

Cîlo û Feraþîn

ji tirsa digrîn

tîrêjên rojê

di ser govendê re

xwe berdidine

ser neqiþên

ji rondikên dayîka te

mîna ketina stêran

hun  ketin

çeka te

xwêdangirtî

di destên te de

tevizî

heval û hogiran rahiþt

xencera te

li Benavokê ye

hezkirina biratiyê

hezkirina hevaltiyê

li wê de ye

xelata dîrokê

tolhildana êþê

li wî xakê

bi hesreta serkeftinê

hatî stirhan

erê, erê þêrîno

erê ezîzo

dev ji strana mêrxasan

bernede

û vegere jiyanê

herikandina awazên

ba yê çiyan

gulên hêviya jiyanê ne

destûrê bida

bila baran

êþa dil bireþênê

biþwê kîn û xemgîniyê

destanên kevin

bi xwîna

li dîroka virek

binêre

dîmenên bi xwîn

bi nivîsa

firotina zarokên me

li sûk û bazarên rûreþan

kuþtina lehengên dozê

bibe wênekêþ

strana  li ser ziman winda

dilopa xwînê

di kenarên lêvan de

hiþbûyî

ramanên di mejî de sar

fermana

di gewriyê de xeniqî

awirên bi xwînê

dirijina

ser zinarên bê ax

bike pirpirîk û bifirîne

xwîna li erdê

nimêjê ji zaliman re dike

kirasê rengê

kulîlkan lê hiþkbûyî

bibe mîna Ferhad

peykeran çêke

peykerê kevin û nû bike yek

bila fêr nebin

ji pirtûkên dîroka virek

ji mamostayên zalim

bi kînê bistirha evînê

bi tolhildanê mezin ke

evîndarîyê

bila ji te

fêr bibin her tiþtî

û dîrok ji nû ve were

nivîsandin

keþtiya bihara te

li bejê maye­?

awirên te

sar bûne

ava hêviyê

qedîyaye?

di nav kemîn û davên

durû de

xefkên xwefiroþ

xemgîniya danê êvarê

pencera rûyê te

girtî ye

bêhna kulîlkên Benavoke

li ber pozê te

dans û semayê dikin

bayê çiyan

baweþînê li gûliyên te

xwêdangirtî dike

çemê xwînmij

li defa cengê dide

çar teref  tijî bûne

ji dengê fermana Cimþît

rabe binêre

Leyla jî li ba te ye

lêvên te ziwa

tu tî yî?

bi strana ”Þahîno”dilê xwe

hênik dikê

kulîlkên tolhildanê

mijgulên te

xemilandine

li dijî

berdoþ û serserîyê gerdûn

ba wê bibînê

Ala me

zeviyên me

tovê hêviyên me

û hêstirên îro dibarin

ji çavên roja me

çavên te

li dûr dinêrin

tu evîndar î

Ciwano....

porê te

belav bûye

di nav xwêdana xeman de

kulîlkên hêviyê

li vir in

rojên tên

yên me ne

lê ku nerawestê

eniya zayîna zaninê

sar nebin

çekên xwêdan girtî yên

tolhildanê

wî çaxî  stêra sibê

a  me ye

asoyê beyanê

li aliyê me ye

roj wê

bibê ya me

dev ji stranê bernede

vegere jiyanê

dema vegera

Meydana þahiyê hat

bê hêviyê vegerîna hêviyê

þikestinan

bike serkeftin

dêm û çavên ji bêhêviyê

ziwa bûne

rubarê hêviyê

bi ser wan de vale ke

dema dengê te ye

xwe bi ser

sur û bedenan de berde

aso bigre

Leþkerê hêviyê

Mazlumê biçûk

gula Mamediya

stêra Çiyayê Agirî

sebr û aram vala ye

êþ û evîn çêka te ye

ku lêdana dilê te

êþ û kîn

an þahî û evîn bê

me di teþta dile xwe de

bistirha

û bike hevîrê jiyanê

xweþiko......

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org