xewn

 Kamran Simo Hedil

li nav nivînên

biskên þeva bênav

þeva ku rojê navê wê dizî

min keça xwe

di xewnê de dît

li kolanên bajerê

ciwaniya min lê winda bûyî

silav da min û çû

ez nas nekirim

ji silava wê kifþbû

keça wê

pê re derketibû seyranê

dilê min

pê þewitî

pora wê

spî berf

rûwê wê yê girover

deþta bê av bû

çavên wê yên biken

li paþ berçavkên qalin

mijgul diþûþtin

li cîhana tirsê

çokên wê dilerizîn

newerî bû

bimeþê

ji zarokiyê

fêrî vê meþê bûbû

bi destên min û dayîka xwe ve

xwe di daliqand û dimeþî

vêga jî

bi destên keça xwe  digirê û dimeþê

ji paþ ve

min

li piþta wê ya xûz nêrî

du dilopên avê

ji çavên min xindirîn

yek ji bo min bû

ya dî ji bo wê

 

 

Kamran Simo Hedil

 

02 06 2004

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org