Xewna li bin lihêfa xeyalan

 

   Kamran Simo     

 

  

Ji tirsa bêdengiyê, dilê min lêvan gez dike.

Dengê ewrekî hatiba û peþkên baranê anîba.

Ez ji qirêja bêdengiya ku xwe bi asmanê wêrekiya min ve zeliqandî, rizgar kiribama.

Kolan, bajar û gerdûn bêbizav rawestana.

Mîna dengê dilopên xaniyê zarokiya min, dipale ser sing û berê bêpêjiniya þevê.

Ez wisa ditirsim, dibêm xoþewîsta min, tiþtên ji min re gotine, hemûyan ji min bi paþ ve bigirê.

Ken û maçên xwe bi paþ ve bixwaze.

Nêrînên wê di nêrînên min de bivirbûn.

Tirsiyam ku hêlîna min, nedikarê nav lê bikim û di nav herdu mêmikên xwe de çêkirî, rahejiyê û bi xwe re bibe û here.

Pençeþêra di nava min de mezin bike.

Ji dijwariyan, dijwariya herî zehmet li min bar bike.

Li bin parsûyên min yên çepê hêviya heyî bike jan. Xaniyê ku min jê re digot mal, bike gora tenêtiya min.

Min bi tena serê xwe bihêle.

Bi benê dergûþ û hemû deydikên ku ez li van siwar bûbûm, di wan de razabûm, leyîstibûm û min nasdikirin, ken û þadiyên min bi sêdarê ve daleqêne. Xecxecok ji avkêþiya xwe silbike û agirê bin piyên bavê pêxembaran gurtir bibe.

Ez bê hechecok û kevok bimînim.

Ji min re bi tenê ji xwe dûrkirina siya giyanê reþikê þevê û xwedewandê tirs afirandî ma.

Li nêzîkbûna her nêzîkî kolanên koçê, fêrbûna koçberiya jiyanê dîsa destpêkir.

Ez ê vêga derdikevim û biçim.

Bêdeng û bênasname.

Dibê rojekê dîsa vegerim, roja ku dengên… dengê.. dengê min yên bibihîzê hebin.

Ne tenê dengê bilûrê, dengê meyî jî, nava min di dengê zirnê de digiriyênê îþev.

Li cihên ku zaroktiya min lê mirî, pêþî em geriyan. Min nepirsî, destên wê min negirtin û çûma balê. Me milên xwe nedana hev û li mala evîna pêþî

geriyan.

Giraniya ducaniya bû lez û rêwîtiya me.

Derî hatine girtin, kasêta bêçaretiya þevê min danî ser. Stranên ku min di nava xwe de kom kiribûn hemû min bi þewata loriyên dilê xwe strandin.

Ji zanîna germiya loriyan, dest û piyên min di agirpêjê de dikelîn.

Min dengên hemû hunermendên nêr û mê bê ku xoþewîst zanibe, di nava xwe de girtin û bi wan re……..

Min hêvî kir ku rê qet bidawî neyê. Bi þerma ku me, xwe ji hine din re xemilandibe….

Weke em di tora perwerdê de mabin, nedipeyîvin. An ji me nedihat û me nedikarî ku em bipeyîvin? Bêdeng bûn em.

Tiþtên li ser dil û mejiyê min diþemitîn û giyanê evînê ditixtixandin.

Min dixwest di hiþê xwe de bicih bikim û bêjim.

Bi dilê xwe re bûme yek û min li derve nêrî.

Pêwîste ku hin tiþtan bixime berîka xwe ya çepê. Mîna gustîlên bi destên dêwên cinan hatine guhertin û evîn kirine goristana ciwanan.

Min jî, ji bo bibe þahitê rêwîtiya þevê, ken, melûlî û dilþadiya me, kira berîka xwe çepê.

Li nav þil û þepalên riya þevê gihiþtina malê.

Mîna mêhvandariya helbestê bi sergêjî, li nav peyv û hevokan min, xwe dirêj kir.

Pêþî matmayî, paþî fêrî bêdengiya jiyana mayî ponijîm.

Di pencerê re min li bajêr nêrî, mîna ku asman hemû keriyên stêrên  xwe berdê nava min, nêzîkî min bû.

Awirên min, ez birime riyeke ji stêran miþt.

Cihê ez derxistime ji stêran hê bilindtir.

Min xwe di þêwata çavên stêran de dît.

Min gazî kir, li min bi nêre dildara min, çawa þewitîm.

Heta dev tijî bûm ji agirê stêran.

Di avên þevên aram de, paqij mîna masiyên sor, stêr min kom kirin.

Berê çiqasî erd dûr bû ji xemrîtiya asmanê jor.

Ji nû ve dibihîzim dengê te.

Dengê firiþtên bask þil.

Binêre, dûmahiyê ez giham kadiza bê mirin.

Li vê jora em bi hev re derketin.

Biþo min bi þepolên þerabê, bipêçe li deziyên maçên xwe.

Ji vir û pêve ji þevên bêdawî re nehêle êdî min.

Ji stêran cuda neke.

Li pêþberî me ye finda þevê, dilop dilop çawa dihelê. Çawa heta dev ji þeraba xewê tijî ye piyala çavên min.

Li loriyên te guhder dikin.

Tu û roj bi hev re dizinê, ser gula helbesta min.

Wê devê xwe venedikir. Bi melûliya mijgulan nîv bersiv da min. Ax ax, xemgîniya þevên bê sibe.

Li hêviya ku rojeke vegerê lîs bûm.

Li ser banan li hêviya dengê leyîstika kenê wê bûm. Xewnê ji çerxan lêborîna xwe dixwest û di nav xewnên rojhilat de, di paþila min de xewnê bi xepandina xwe re xwe pîr kir.

Xeyalan xwe avêtine derve, bi çol û çiyan ketin.

Li ber beroþa Çarçembil, ya cejnên ji min xeyîdîn sekinîm. Min lê nêrî û wê li min meyzekir. Min ji bê cejn pîroz kirinê nedikarî.

Ew li bê cejn û li jibîrbûna xwe digirî.

Min xwest tiliyên xwe bigihênim nav kefa mista yarê.

Lê cih, dem, tora û fêrbûnên kevin, mîna ku li pir kesan neborîn li me jî nediborîn.

Nepeyivî û bêdeng li min dinêrî.

Ew çiqasî bêdeng dibû, ez hewqasî ji êþa qalablixa dengên bêaheng bi zimanê lalan giriyam.

Weke ku ez wê li dewa çiyayekî di nav bataniyeke bixwîn de veþêrim û vegeriyam û ew ji min re bêje.

”Here… here dildarê min! min li vir bihêle.’’

Min dest neda rêwêtiya wê.

Xemgîniyên di berîka dilê min de qet neqediyan.

Her caran destên bîranînên min diçina berîkan, dilopên avþor, xwe di ser dêman re berdidine xwer.

 Vêga di aqilê min de bi hezaran rê, bi hezaran raman û henasa yarê.

Zimanê min negeriya, bi rastî min nepirsî û min negote evîndarê, te ev çiya û gir hemû ji bo dîtina min derbaskirin.

Her zêda li ku êþiyabû, zehmetkêþabû û tirsiyabû jî, min nepirsî.

Demê têra ziman vebûna min û pirsa min nekir.

 Li nav gola qalabalixa dengên sê reng ji xew hiþyar bûm.

Hemû tiþt dihatina bîra min.

Sibeheke ku herkes dipeyîvin, ’’cejn’’ bû.

Bi sê zimanan deng bilind dibûn û herkesî ji hev fêhm dikir û herkes bi zimanê ku jê re sivik dihat dipeyîvî.

Malbata min, hinek bi kurdî, hinek bi zimanê dagirkeran dayî û hinek bi zimanê koçberiya bê welatî dipeyîvîn.

Mezin bi kurdî, zarokên wan bi zimanê dagirkeran dayî û zarokên zarokan jî bi zimanê koçberiya bê welatî dipeyivîn.

Vê bêahangiya zimanan hestên min birina cejnên ku ji min dûr ketin.

Sibe ji bo silbûna hestên min çêbûbû.

Ez nebame sibe jî nedibûn û hestên min wisa xemgîn nedibûn.

Melûliya çavên dildarê di nenika xemgîniyên min de diçîrisand.

Dildara min,

tiþtên min di rêwîtiya þevê de nekirî, vêga ez dê bikim.

Bi þahidiya xwêdana giyanê xwe û êþa þevên çûyî, dilê xwe rê dikim.

Tu î, li wir î, li armancgeh û pîrozgeha min î!......

 

23.10.2006

Kamran Simo Hedilî

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org