xwestina babirî

 Kamran Simo

pir sersalên nû

hatin û ji min buhûrîn

pirên ceran

legleg

ji germiyanan vegerîn

çiçik firandin

hê jî

li hêviya rojên

bêhna raperiyê

ji helbestên me

newê ma

xoþewîsta min

îþev wisa

mandû ma

li nav destên celatên

bendîxanê

diþêm razim

li nav çirava geliyan

li kontara çiyayên ser bi befr

bi keþtiya dîlên

bêhn Afirîqîyên bêrik kêþ re

bin av bibim

li vê sersalê

diþêm

gora xwe bineqþênim

ji jana bîranînan

li riyên di rayên min re

diçin temaþe kim

hata her tiþt

bêreng û bêdeng bibe

qerqûdê min

giraniya vê þevê

ji min re

bêje

hijmare rêç û dirbên

di wane re

çûme evîna te

bê hêvtiyên har

ji hêviyê min avis kirin

bêje

ji zimanê dengbêjan stran

ji pênûsa hunermandan

huner

dimêht

li pir cihan

bi nebûne te

min xewên xwe

fetisandin

pir mal min guhaztin

bê te

pir jî bi cih hiþtin

pir bajar levdan

bê bêhna te

werê min

pir tiþt bikaranîn

ji dîtina te re

pir fersend berdan

û pir jiyan xerckirin

siyên tarî û sar xwarin

carina min

dêmên te dialîst

carina

di çavên te de

dibûme pêt

bi melûlî þewate

mûmikê re

li cejin û sersalan

ciwanî diþewite û dibê xwelî

li ber çavên min

diherikê oqyanosê

pîriyê

 

 

25.12.2004 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org