yanzdeh þikestokên kurtepista þevê

 

 Kamran Simo

      1 

 

destên min

ji aliyê din yê demê

tenêtiya min

danîna ser masê

bi jêkirina sêvê re

babilîsoka qîrînan 

Baxê Îram diji kir

tarî û ronî

bi hev re

herikîn nava min

yek Yêzdan

ya dî agir

ji xwestina

nivînên yaran pirtir

dar digirîn

min

sirê þevê dizî

Îsa

li ber muzika Roma dans dike

xweza

di þerbikê min de

diçîrisêne

wênê

li ser neynikê

min dibe

mitolojiya zarokiyê

bêdengiya kulîlkan

di guhê min de

bang dike

þev

di rayên min de

dihelê

tiliyên min

kolanên roniyê nîþan didin

 

    2

 

bi aso

ez diçime

aliyê din yê demê

di tirsa dilovaniya dayîkê de

rûbar

wênê sewa min girt

birûskê xewna min têkda

baran

li serê çiyan barand

bayek hat rojbaþa min bir

pêþkêþî qijik û kundan kir

bahoz rabû þopa piyên min

mihand

min

li rûbar nêrî

wênê sewa xwe nedî

xewna min firî

þeva boyaxkirî roj nûxûmand

li ser qûmê

min xewna xwe

bi çend xêzkên kûrtir çêkir

pêl hat xêzk revandin

 

       3

 

min

li þeva giran

xewna xwe

di çavên tariyê de

diherikand

þev

ji nermiya ken

dûr dikeve

lê dîsa

min wêne

li ber serê xewnê dirêj kir

min

ji dilê þevê xencer kiþand

rojê

li ser giyê çîrisand

rawa kire hilm

rahiþte xewna min bir

min wênê xwe

bi paþ ve ne girt

li reþkonê xewnê

ji tirsên min re

derî vebû

 

        4

 

li wir

ez

bi hemû hebûnên xwe

radýwestam

li gera xwe nasiyê 

min xwe winda kir

bûme

dengvedana þikefta bêdumahî

bûme

dengvedana kesayetiya xwe

li dojeha evînê 

razam

li dumahiya xewnê

min xwe dît

di tenêtiya xwe de

çîrok bêjim

li newala Waweylê

min dengê xwe bihîst

ji ava mijgulan

ewr

bi duayên min re

digirî

gumêna birûskan  

difetisî

 

      5

 

li wir

paþî hiþiyariyê

dibê sibe hebe

dibê ronî hebe

lê min xwe

di wênê xwe de

xwe winda kiriye

jiyan

bêbersivmana

dengê min e

ez

westiyam

min hevberda

lewaz ket im

min ciwanî

li paþ hiþt

li rojava jiyana xwe

melavaniyê dikim

 

              6

 

li wir

ronî

li hêviya min e

ew stêra dûr tu yî

neçe

bi min re

bipeyive

lêvên te bêdeng

çavên te bêxem

teliyên te bêbizav

gavên te paþepaþ diçin

ez

li ser rondikên çavê xwe

dimeþim

jenîna dilê xwe

li aramiya darasitana

dihêlim

li dûriya te

bêwate dinêrim

li henas nermiya pelên gulê

bûme kevir

roj

di dumahaya rojê de

dikene

hebûna te

giyê 

deryayê

çiyan

li mêrg û çîmanan

kevir

dikenên

 

      7

 

li bêdengiya asîmên

gazî awazên stêrê

dikim

destên min

bi qilqalî

di tariya kûr de

li te

digerin

ez bin ax kirim

li xêzka

navbera hebûn û nebûnê

hîsên min

bi qilqalê

ji rawa bêhna gulê

derbas dibin

dirêjiya dest

li hingurê êvarê 

wênê hêviyê çêdike

dûrî

bi tenê janê dide

li rayên bostanê vînê 

ba

di pêþbirkê tirsê de ye

   

 

 

        8

 

rojeke

bi mizgîniyên nû

ez ê werim

ez ê

roniya heyvê

bifiroþim

bi selika tijî tîrêjên rojê

di destên min de

ez ê werim

li zarokên biçûk

bireþênim

bibime

hevkarê kevirên

diavêja zilmê

þîrêza kulîlkan

bidime hecheckan 

 bihara

kulîlkên sêv û behîvan silav

bikim

ristikên

ji peyvan

bi gerdena stêran ve

daleqênim

çîra

ji ser lêvan bigirim

li þûnê gulan dênim

li cihê dîwaran

ez ê piran avabikim

da baz û kîvroþk

bi hev re

helbestan binivîsin

li ber her pencerê

dengbêj bistirênin

em ê hev naskin

bi hev re

bimeþin

stranê rojê

bi hev re

bêjin

 

    9

 

li cîhana mezin

bi vebûna pencera min

ji bêdengiyê kolan tijî dibin

ji kolanên deng xwer

çûkek hat

xewna min

li nav tenêtiya min danî

ji helbesta min

peyvek bir û firî

xewn þikest

sî perçebû

dem

ji dara xoþewîstiyê ket

bêhna civanê kevn

li ber serê min

rûniþt

siya baranê

xwe

di çavên min de

þûþt

tîbûna min

sî kire agir

siya

di nava min de

ne sî

ji guman û tarîreþa virek

ayatên pirtûkên pîroz

bûne çîr

bêdengiya stranê

serê xwe

li ber bahozê çemand

dîtina çavên te

bi duaya min re mir

dar bêdeng

rûbar westiyayê herkên e

ji nebûna te

li vir bizav rewastiyaye

dilopek xunav im

li ser lêvên nêrgizê

ji stêrê dipalim

kurtepista

miþkên diwarê malê nayê min

ev der

ne mala min e

xêzka

firîna spî

nebînim

jenîna dansa rayên demê

ji min

dûr dikeve

barana serxweþ

li giyanê minî tî

siwar dibe

hev radimûsin

dengê sema û stranên bêziman

 

         10

 

ji kanîherka

hêviya min

heyv diherike

ji reþbiskên þevê têxwar

xewna min 

a perçebûyî direvîne

ez

li roniya stêran

li nav giyê

li roniya xwe digerim

ev ne cihê min e

ev ne destpêka reþtariyê ye

ne dumahiya wê ye

çirûska mala min

li þîniya avê  

di govenda pêlan de

direqsî

jûra xewna min

dadigirt

bi bayê

tîbûnê

tenêtiya min

di nav bera daxwaz û kûmreþiyê de

parve dikir

 

        11

 

ferîþtê mirinê û dalên laþxwer

raþtine serê min

ba

li bircên bêdengiyê

duaya dumahiyê

dixwînê

qerqutê min digirî

dilê min

di tariyê de

winda dibe

jibîr dikim

tême jibîrkirin

mîna maçên

ji yaran hatine dizîn

bi aqilê xwe

li stêra xwe

li hevoka helbesta xwe

difikirim

li çiyan

li firîna baz û kewan

gezên zarokiyê

li nanê sîrkirî

kevirên mala sêwî

çiqilê tûya þikestî

behna ba

ji zû ve birî

evînpencera giyanê minê vekirî

bîranînên

li hiþ çarçevekirî

difikirim

di nava xwe de

gora xwe dikolim

li gora xwe

min tu dîtî

min xwe dît

min em dîtîn

li wir

min mirina berî çaxan dîtî

çax

bi mirina mina pêþî

digirîn

hevokên

bi wate rût û tazî dikirin

þêwira buman

bi kûrtepistê

plandayîna kemînê çêdikirin

bi hilgirtina tariyê

Ahrîman mafdar dîtîn

dengê zêravanê mirinê 

di dengê mirinê de

zîz dibû

dilopên xwîna

birîna Asiyeg

ji çavên Manî dipalin

li gelî û mesîlan

rojê siya xwe bir

bi destên heyvê girt û çû

ez têgihiþtim

ji veþertina

wênê sewa xwe

derketim

bûme ken

li ser kabokên xwe

çûme secde

bûme mirov

tu firî bilindiyê

bûyî dilopek

ji xwezayê

te bistranê

gazî min kir 

straneke

ji mija xewn û xeyalê

min

ne bihîst bû

ev stran

te

temaþayî min dikir

di bin dirêjiya awiran de

ez

bi germiya

giyanê xwe hesiyam

te

destê min girt

ez

li payî xwe

birima nav teyîsandina çavan

ji zû de

ez

ne çûme wir

ba

derya

evîndar civiyan

te

hêviyên pêþa rojê kom kirin

ji kulîlkên rengereng

selika min

dagirt

te

gazî kir û çûyî

bi çûna bêveger çûyî

xweþtirîn xewn bû

xewna

me

tahma þîn û þadiyên tahm kirî

li xewna dostan 

me hev maç kirî

 

 

02.04.2006

 

Kamran Simo Hedilî

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org