Ez li dû me

 

Dehan sal e, ez li dû me

Li Cûmê, li Heyþtiyan

Li welatê Xerzan

Ez li dû me

 

Di nav dilê ezmên de

Li ser çiyayên ban

Li ser pola – û hesinbazikan

Ez li dû me

 

Di sîsika sermê de

Li Tundra[1] û Tayga*

Li ser pêlavên Volga

Ez li dû me

 

Li dor navika zewî de

Di nav telaz û germay

Li welatê Songay*

Ez li dû me

 

Ez li dû me

Li hêla tixûbên kevneroman

Li dilê þînê welatê alman

Ez li dû me, li dû me

Û hîna jî li dû me

 

 

Marburg, 1. 9. 2003

 

 



[1] Deþta bakurê Asiya, li Rûsiya.

* Daristana Sîbîriya.

* Navê milet û Imperetoriyekê li naverastê Afrîka ye; dibêjin, ku ew û kurdan xizimên hev in.