Dr. Kemal Sîdo-Kurdaxî

Sal 1838... generalê alman Helmuth von Moltke li Kurditsanê...[1]

 

Herku rojnamevanên biyanî behsa  tiracîdiya kurdan dikin, ew gotinên cinêralfêldmarþalê prûsî (almanî) Helmuth von Moltke tînin bîra xwandevanên xwe, yê ku digot: “Eger kurd bûbûna yek, dê tikesî zora wan nebira!”

Gelo ma ev mirov kengî û çawa htibû Kurdistanê?

Ev demk e, ku ez liser vê yekê dixebitm. Min pirraniya nivîsarên Helmuth von Moltke li ser kurdan xwendine û wergerandine kurdî. Ez dixwazim her hefteyekê beþekê ji wan nivîsaran biweþînim. Ez vî karî bi wê hêviyê dikim, ku xwandevanên kurd perçeyek ji dîroka gelê xwe, bi çavên mirovekî biyanî, ku hatibû Kurdistanê ji bo serkutkirina berxwedana kurdan li dijî zordestiya tirkên osmanî. Ez dixwazim bala xwandevan herwisa bikþînim ser vê yekê: ma gelo ji salên 1830-iyan ve heta roja îro, çi di jiyana gelê kurd de hatiye guhartin?

Li gor pêwîstiyê ez ê ji xwandevanên birêz re hinek þîrovekirin di riya jêrnivîsan re pêþkêþbikim.         

 

Helmuth von Moltke  kî ye?

H. von Moltke di 26.10.1800 de li Parchimê ji dayik bûye. Ji sala 1819-an ve  di artêþa danimarkî de efser bûye. Piþtre Danîmark bicihdihêle û ji 1822 di artêþa prûsî de dîsa wek efser jiyana xwe ya leþgerî didomîne. Wek mirovekî jîr, xudî zanistiyeke pir alî, ew zû di artêþ de pêþdikeve.

Demaku Dewleta Osmanî ji Prûsiya daxweza alîkariyê, ji bo rêformkirina artêþê, dike, serleþgeriya prûsî biryardide ku Helmuth von Moltke ji bo vî karî bê þandin. Û wisa di salên 1835-39 de H. von Moltke weke servanekî (captain) û þêwirmendekî  diçe Konstantinopelê(Istanbul).

Xizmeta H. von Moltke li Imperatoriya Osmanî dibe sedemek ji sedemên bi navubangbûna wî li Almaniya. Di salên 1857-88 de H. von Moltke dibe serokê stûnên leþgerî (erkan herb) yê Prusiya.

Helmuth von Motke ne tenê bi karê leþgerî ve mijûldibe. Ew herweha di siyasetê de jî dixebite. Û wisa di 1867-an dibe niwênerê partiya parêzgar di rayxtaga(parlament) Almanya de. Û li 1872-an dibe endamê herdemî yê xaniyê jorîn yê parlamenta prûsî.

Helmuth von Moltke beþdarê gelek þeran bûye. Li 1864-an di þerê alman-danîmarkî de yekmîn car di birêvebiriya þer de beþdardibe. Di salên 1866, 1870-71-an de serleþgeriya alman di þerên bi Fransa re dike.

Piþtî jiyaneke dirêj û tijî ji bûyer û serpêhatiyan, di roja 24.4.1891 de li Berlinê Helmuth von Motke diçe dilovaniya xudê.

Tiþtê herî balkêþ di strtêciya leþgeriya H. von Moltke de ew e: pêwîst e mirov þerê dijminê xwe di nav erdê wî de bike û lêbide.         

Moltke hatibû Kurdistanê ku alîkariya Dewleta Osmanî di bihêzkirina serdariya wê de bike. Ew herwisa, yekser an ne yekser, di qirkirin û kuþtina gelê kurd de beþdarbûbû. Lê jiberku ew ne tenê leþgerek bû, lê belê efserek bû jî, ku rêz û hirmeta efsertiyê digirt, wî gelek tiþtên ku dikirin û didîtin di nameyên xwe de bibelgedikirin û ji dîrokê re hîþtin. Her nameyeke wî belgeyek e ji belgeyên qirkirin û kuþtarên tirkan li Kurdistanê.

Ger mirovek yan miletek ji dîroka xwe fêrnebe, dê herdem þaþtiyan dubarebike. Lema pêwîst e, ku hukumet û reya giþtiya Almanya îro, ji her demekê bêtir, vê yekê bidin ber çavên xwe. Lazim e bi berpirsiyariyeke moralî li dîrokê  bê mêzekirin. Ev yek ne tenê ji alman tête xwastin, lêblê berî her kesekî ji kurdan bi xwe tête xwastin.Divê em ji xwe bipirsin: ma gelo em kurd çiqas ji dîroka xwe hînbûne? Berî ku em ji gelên din vê yekê bixwazin, divê pêþî em ji dîroka xwe fêrbibin. Fêrbûn ji dîrokê wek ba û avê ji me re pêwîst e.

Divê ku li  H. von Moltke wek rojhilatnasekî jî bê nêrîn. Wî pirr caran behsa kurdan kiriye. Dibe ku yekemîn car di çapemeniya alman de bi ferehî  Moltke li ser kurdan nivîsîbe. Wî li sala 1841-an di rojnameya almanî „Augsburger Allgemeine Zeitung“ de gotareke fereh di bin navê „Welat û gelê kurdan“ de nivîsiye.

Ev û gelek nivîsên din yên H. von Moltke hewceyî wergerandinê ne. Ez hêvîdikim ku rojekê ev hemî ji bo zimanê kurdî bên wergerandin.         

 

Bar û doxa Dewleta Osmanî û Rojhilata Navîn wê demê û misîona H. von Moltke.

Di dawiya sedsala XVIII - destpêka XIX -an berxwedana gelên Balkanê li dijî zor û zilama tirkan geþtir dibû. Herçiqas dîrokzanên tirk sedema vê yekê bi «destdirêjiyên» dewletên biyanî ve girêdidin jî, sedemên serhildanên gelên Balkanê ne destên derve bûn, lê belê tîbûna gelan ji azadiyê re bû. Gelên Balkanê bi hêviya þikandin û avêtina nîrê tirkan berxwedidan. Yek ji dîrokzanên tirk yên nûjen A. N. Kurat, li ser vê yekê dinivîsîne: «Hîn ji Pêtrê mezin [2] û Katrîna II[3] ve Rusiya bi çalakî xrîstiyanên ortodoks li hember Bab AL Ali tûjdikirin. Bi peydabûna nasyonalîzê re, ev fitnebazî ji Dewleta Osmanî re bûbû tehlûkeyek e pirr mezin»[4] 

Di 6.4.1821 de sermitranê yonanî Gêrmanos banga serhildanê li gelê Yonanê kir. þervanên yonanî bi hêzên dagîrkerên osmanî re ketin cengeke dijwar. Herçiqas çek û sîlehên yonanan ne wek yên tirkan xurtbûn jî, welatparêzên yonanî dikaribûn  di demke kurt de gelek herêmên welatê xwe azadbikin. Cenga tirk û rûsan ya 1828/29 baþtirîn fersend da gelê yonanî ku xebata azadiya netewî germtir bike. Di wê cengê de leþgerên rûs di bej û deryayê re û bi lezûbez berve paytexta osmaniyan dihatin. Di wan rojan de reya giþtiya Ewropa jî bi germî piþtgiriya tevgera rizgariya yonanî dikir. Van û gelek faktorên din dewletên ewropî mecbûrkirin ku bi þêweyeke fermî serxwebûna Yonanê nasbikin. Ev yek di protokola Londonê de li 3.2.1830 bicîhhat û Yonan bûbû dewletke serbixwe.

Piþtî serketna gelê yonanî, gelên Balkanê yeko yeko dest bi serhildanan kirin.

Tevgera rizgariya netwiya gelên Balkanê ji serdarên Dewleta Osmanî re nîþanda wekî rojên tirkan li Balkanê hêdî hêdî diqedin. Ev ji aliyekî ve. Ji aliyekî din ve têkçûnên artêsa osmanî di cengên rûs û tirkan de didaxuyakirin ku dewlet û artêþa osmanî di krîzeke kûr de ne. Ji ber vê yekê desthilatdarên osmanî berê xwe dan welatên rojava ji bo alîkariyê û reformkirina saziyên Dewletê.

Hema di wê demê de Dewlta Osmanî careke din berê xwe da Kurdistanê. Çimkî Kurdistan nêzîktirîn herêm bû ji tirkan re. Û bê xurtkirina serdariya xwe li Kurdistanê, tirkan nedikarîbûn planên xwe yên  aborî û leþgerî bicîhbînin. Ev yek bûbû sedem ku Dewleta Osmanî bi hemû hêza xwe were ser welatê kurdan.  

Di bihêzkirin û nûjenkirina artêþa osmanî de para gelek ewropiyan hebû. Ji berku nakokiyêyn osmaniyan bi rûs, inglîz û fransiyan re hebûn, baweriya tirkan bi wan dewletan tunebû. Rusiya dijminê serekî yê Dewleta Osmanî bû. Otrîþ(Nemsa) bi xwe car caran bi tirkan re li herêmên Balkanê dikete þer. Inglîstan jî çavên xwe berdabû Misir û herêmên erban yên ku li ser riya Hindistanê bûn. Berjewendiyên Fransa jî li ba Mehemed Elî Misirê [5] bûn. MehemedElî jî di wê wextê de bi Dewleta Osmanî re  di þer de bû û gelek serokeþîrên kurdan jî piþtgiriya wî dikirin. Yek ji wan serokeþîrê kurd Tîmewê Beg bû, yêku di 1831-an bajarê Mêrdînê kiribû bin deste xwe û rê li pêþiya leþgerên tirkan birîbû. Ji bilî vê hinek çavkanî didin xuyakirin, ku di navbera Mîr Mehmedê rewendozî  û Mehemed Alî pêwendî hebûne. Armanca mîrê kurd ew bû, ku baþûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê bike bin destê xwe û dewletke kurdî ya navendî avabike.[6] 

Di rewþeke wisa de sultan Mehmûd II ji xwe re li dostan digeriya.[7]

Ma gelo dê kî alîkariya wî bike?   

Ji ber vê yekê tenê prûsî di meydanê de mabûn. Herçiqas dîrokzanê almanî Helmut Arndt dinivîse, ku ti berjewendiyên Prusiya di Emperetoriya Osmanî de tunebûn jî,[8] lê belê Prusya jî dixwast hêdî hêdî derkve qada navnetewî û behra xwe di nav «Pirsa Rojhilat» de bistîne. Alîkariya osmaniyan fersendeke zêrîn bû ku prusî vê yekê bicîhbînin.   

Weku min li jor gotibû, sultan Mehmûd ê II bi çalakî li hin efseran digerî, ku alîkariya tirkan di rêformkirina artêþa osmanî de bikin. Di wê demê rêxistinî û dîsplîna leþgeriya prûsî li ewropa bi navubang bû. Cnêralekî fransî, wek H. Arndt behsdike, pirtûkek li ser vê yekê nivîsîbû û bi kurtî gihîþtibû vê bîrubaweriyê: d'avoir un force militair avec les moins de dèpenses possible. Yanê: bi pereyên hindik artêþeke xurt avakirin û xudîkirin.[9] Balyozê osmanî li Parisê, Reþîd paþa, ev nivîsara fransî wergerandibû tirkî û ji sultan Mehmûd re pêþkêþkiribû. Weku behsdikin sultanê osmanî rêxistinî û dîsplîna leþgeriya prûsî gelek ecibandibû. 

Hema di rewþeke wisa de H. von Moltke li 23.11.1835 gihîþtibû Konstantinopelê. Demaku Moltke gihîþtibû Konstantinopelê, ew ji aliyê balyozê prûsî Graf von Königsmark ve bi wezîrê herbê yê osmanî serleþger Xusrew paþa hatibû nasandin. Ev dîdar bû sedema ku osmaniyan ji þahê prûsî Frîdrîþ Wîlhêlm III[10] daxwazkiribûn ku mandina efserê xwe li Dewleta Osmanî drêjtir bike. Ev dxwaza tirkan yekser bicîhhat û mandina Moltke ji bo sê mehan hatibû drêjkirin.[11]

Ez vê yekê li vir dibêjim, jiberku hin caran di çapemeniya alman de tê gotin, ku Moltke ne ji aliyê hukmetê ve hatibû þandin, lê bi serê xwe çûye Tirkiyê û Kurdistanê û alîkariya tirkan kiriye.   

Di destpêka 1836-an de, sultan Mehmûd II ricayeke nivîskî ya din þand ji þahê Prûsiya re û têde tikakir ku mandina efserên alman li Dewleta Osmanî bête dirêjkirin. Sultanê osmanî xwast ku 11 efser û 4 binefser ji bo alîkariya tirkan bên þandin. Prûsiyan nedxwast ku rûsan torebikin, lema padîsahê alman bi tsarê Rûsaya re li ser vê pirsê peyivî. Piþtî ku rûsan dan zanîn, ku li þûna inglîz û fransiyan prûsî li Konstantinopelê bin baþtir e, hukumeta Prûsiya biryra þandina efseran ji bo Dewleta Osmanî dan. Demaku hukumeta Otrîþ bihîst ku Prusiya dixwaze efserên xwe biþîne Dewleta Osmanî, ew ji vê yekê gelekî bi hêrsbûn. Piþtî dan û standineke dûr û dirêj Prusiya biryara þandina tenê 3 efseran da. Û wisa di 5.7.1837 fermanê bi rêketina her sê efseran derçû û 14 rojan þûnde efserên alman von Vinke, Fischer û Mühlbach gihîþtin Konstantinopelê.

Hukumeta prûsî ji efserên xwe xwastibû ku hertiþtî di raportên xwe de binivîsin û biþînin Berlinê. Ev yek dide diyarkirin ku hukumeta Berlinê bi her tiþtê ku li Dewleta Osmanî diqewimî dizanîbû.

Ji aliyê darayî ve efserên prûsî baþ hatibûn sîgirtekirin. Ji bo hatin û çûna wan her yekî  nêzîkî 3200 markên zêrî ji Dewleta Osmanî wergirtibûn. Ji bilî vê wan serê her mehê 2000  ji pereyên osmanî yên wê demê distandin. Xên ji xizmetkirina rojane. Efserên alman herweha parinca(meaþ) xwe ya mehane li Berlinê jî distandin. Weku H. Arndt behsdike, piþtî ku H. von Moltke vegerîbû Berlinê, wî nêzîkî 10 000 taler[12] ji xwe re gihandibûn hev û bi wan peran hin parname(sehim) yên tirênê kirîbûn.[13]     

Dîrokvan H. Arndt dibêje, li ser efserên prûsî pêwîst bû ku xwe ji kar û barê siyasetê dûrbixin. Di pirsên ceng û aþtiyê de jî pêwîst bû ew bi wijdan û obyêktîv þîretên xwe bidin.[14]Ev yek hewceyî lêkolînên ferehtir e.

Bi riya kar û xebata xwe lazim bû ku Moltke û hevalên xwe bandoreke baþ li ser karbidestên osmanî pêkbînin. Moltke nêzîkî  du sal û nîvan li Konstantinopelê mabû. Di riya nameyên wî re, mirov pêdihese wekî ew bajar bi dilê Moltke bûye. Di wê demê de Konstantinopel bajarekî cîhanî mezin bû. Lê bajarê ku Moltke jê hatibû, Berlin, hîna wek «gundekî mezin» teng û pçûk bû.

Karê Moltke li Konstantinopelê bi gera li derdora bajêr destpêdike û ew li ser bixurtkirina parastina Bajêr fikirên xwe dinîvîse. Moltke bi merq û hewas bi vî karî radibe. Lê gelo ma tirkan ev nivîsên Moltke dixwandin û jê fêmdikirin yan na? Ev yek jî nediyare û pêwîstî bi lêkolînê heye.    

Piþt re H. von Moltke çû seredana gelek navçeyên Dewleta Osmanî. Ew çû seredana Asya pçûk, beþê ewropiyê Dewleta Osmanî, herêmên navbera Donau û deryaya reþ, Rumliyê, Bulgariya û Dobrudca. Li adara 1838 Moltke dibe þêwirmendê fermandarê leþgerê Turusê Hafiz Paþa û diçe Kurdistanê. Û wisa ew beþdarî serkutkirina raperîna kurdan dibe. Ew herwisa di þerê di navbera tirkan û leþgerê misrî yê di bin fermandariya Ibrahîm Paþa,[15] zartîmarê Mehmed Eliyê Misirê, de jî beþdardibe. Moltke di wê demê de gelek nexþeyên cografî yên hrêmê jî çêdike. Demaku Moltke tevî leþgerên tirkan di þerê Nisibê de ji ber Ibrahîm Paþa direvin,  hin ji van nexþeyan  wendadibin.

Li seretaya 1838-an de þer destpêdike. Hafiz Paþsa fermanê dide Moltke û Mühlbach ku lêkolîneke leþgerî li ser meydana þer çêbikin. Aramanca tirkan ew bû ku rê nedin Ibrahîm Paþa û hevalbendên wî yên kurd çiyayên turusê derbasbikin û nêzîkî li Konstantinopelê bikin. Moltke di Samsûn û Sîwasê re derbasî Meletyê dibe. Li 28 adarê 1838-an piþtî 65 seet siwarî ew digihîje Meraþê. Ji wir Moltke di Behesen û Adiyamanê re heta ser çemê ferêt diçe. Moltke lêkolînê li ser herika ferêt bi baþûrêrojava ve heta Biricikê dike. Ew dixwaze ciyekî baþ bibîne ku leþger têre ferêt derbaskin. Li 8.eprîlê ew digihîje çemê diclê, Amedê. Di wê demê de baregeha serkî ya leþgerê turusê li Amedê bû. Moltke bi darkeþanekê, ku ji eyarên mî û bizanan htibû çêkirn, di çemê diclê re ji Amedê heta Mûsilê diçe. Ev çûna wan sê roj û nîvan dirêjdike.

Ji bo ku berxwedana kurdan bête þkandin, Haifz Paþa sê hezar û pênsed leþger topdike û hêriþê dibe ser Seeîd Begê. Kelaya seeîd Begê li ser pozê çiyayekî bû. Piþtî çend rojan leþgerên tirkan bi alîkariya Moltke kelaya kurdan di 9.gulana 1838 de digirin û Seeîd paþa jî esîr dikeve destê tirkan. Tirk vê kelê di 13 gulanê de ji binî ve hildiweþînin û bi hovîtiyeke bêmînak kurdên ku li wir dimînin dikujin. Sê rojan û sê þevan agir bi kelayê dikeve. Di nameyên xwe de Moltke diyardike çawa serî, dest, ling û guhên kurdên kuþtî ji aliyê eskerên tirk ve tên jêkirin û tirk bi serbilindî van perçeyên laþên kurdan pêþkêþî fermandarên xwe dikin.    

Herçend tirk bi hovîtî diçin ser kurdan, þervanên kurdan serê xwe ji torinên mongol û teteran re netewînin û bi lehengî berxwedidin. Di wê demê de jî, weke îroj, kurdên caþ alîkariya tirkan dikirin. Axyekî kurd bi navê Mehmed Beg tevî peyayên xwe beþdarî vê kuþtara kurdan dibe.

Li 4 hezîrana 1838 tirk waregeha xwe ya srekî diguhêrin û li Xerpûtê bicîhdibin.

Hema di wê demê de nûçeyek bi tirs digihîje waregeha serekiya tirkan. Hafiz Paþa dibihîse wekî Ibrahîm Paþa leþgerên xwe li nêzîkî Helebê topî hevdike. Fermandarê tirk fermana meþa orduya turusê dide û dixwaze, ku ji niþkêve li Ibrahîm Paþa bide û ji bona vê yekê, ew ferêt derbasdike.

Li dawiya dawî Moltke yekemîn car dibe þahidê þerekî di navbera leþgerên tirk û Ibrahîm Paþa de. Weku Moltke bi xwe dinvîse, rewþa orduya tirk gelekî xerap bû. Piraniya leþgeran kurd bûn û ew bi zorê anîbûn leþgeriyê. Hinek ji wan kurdan bi zincîran hatibûn grêdan daku nerevin. Gelek caran, demaku fersend çêdibû esker ji qada þer direviyan.   

Moltke di nameyên xwe de dide zanîn, ku heke Hafiz Paþa guh bidaba þîretên wî dê tirk di þerê Nisibê de neþikestana. Moltke pêþniyazkiribû ku tirk bi þûnve vegerin. Li gor dîtina min, mirov divê li ser vê yekê baþ lêbikole. Lê dîsa jî ez dikarim bêjim, ku qedera orduya tirkan xuyabû: dê ew di wî þerî de her biþkestana. Jiberku rewþa artêþa wan, weku Moltke bi xwe dinivîse, gelekî xerpbû. 

Nûçeya têkçûna orduyên tirkan li Nisibê, hezîran 1339, negihîþt sultan Mehmûdê II. Berî ku ev nûçe bigihîje Konstantînopelê sultanê osmanî mirbû. Lþ þûna Mehmûdê II, sultan Abdul Mecîdê þanzdeh salî hat ser textê padîþahîya osmanî. Ji sultanê nû re dewletke bê ordu û gemîwane mabû. MehemedAlî yê Misirê Sûrê û perçeyek ji Kurdistanê xistibû bin destê xwe û riyên paytexta osmanî li pêþiya Mihemed Alî mabûn vekirî. Wzîrê karûbarê derve yê osmanî Reþîd Paþa di 2.11. 1839 de derbasî dîwana dewletê dibe û dixwast bi hattî þerîfekê tolbûna Dewleta Osmanî ber bi jêr ve bide rawestandin.

Hema di wê demê de jî Dewletên ewropî yên mezin dest bi xebateke dîplomasî ya bê mînak dikin, daku ruxandina dewleta tirakn bidin seknandin. Bi serkêþiya vê karê dîplomasî Lord Palmêrston rabû.[16] Du sedemên serekî ji bo vê hewldana çalak ya Britaniya mezin hebûn: 1. inglîzan nedixwastin ku Misir mezin û xurtbibe û herweha karibe riyên Hindistanê têxe destên xwe. 2. London ditirsî ku Konstantînopel bicrekê ve têkeve bin bandora Rusya.

London ditirsî ku osmanî weke 1833-an ji bo parastina paytextê xwe bavêjin ber deriyê rûsan. Di 1833-an de jî osmanî dîsa ketibû bin tehlûkeyeke mezin. Wan bi rûsan re peymana Unkiyar-Iskelê îmzekiribûn. Li gorî vê peymanê Rusya gemîwaneya xwe þandibû Bosfor û Derdenêlan û wisa paytexta tirkan ketibû bin rehma deryavanên rûs.[17]

Gemîwaneya ingizî hêriþ birin ser artêþa misirî li Bêrût, Akkon û Aleksandiriyê. Lema misrî mecbûr man ku daxwaza aþtiyê bikin. Û herweha di gulana 1841-an de li Londonê peymaneke navnetewyî hate îmze kirin. Li gorî vê peymanê pêwîst bû ku Mihmed Alî xwe ji Sûrê û Kurdistanê vekêþe.

Piþtî têkçûna tirkan li Nisibê, padîþahê prûsiyan Frîdrîþ Wîlhêlm III fermana vegera efserên prûsî ji Dewleta Osmanî da. Li ser riya vegerê di dawiya payîza 1839-an de Moltke bi dijwarî nxweþ ket û ew li Budapêstê gelekî ji hevketibû û bi zehmetî xwe gihndibû Vîyêna. Moltke roja 27.12.1839-an gihîþtibû Berlinê. Padîþahê prûsiyan di koça xwe de pêþwazî li Moltke kir û xelata Pour le mèrite[18] pêþkêþî wî kir.    

Weku dîrokzanê alamnî Helmut Arndt dinivîse, Moltke li Berlinê vegeriya ber maseya nivîsandinê û bawernameyek di destê wî de bû, yaku ji aliyê Hafiz paþa ve hatibû hazirkirin. Ew bawername þahidê destpêka havalbendiya almanî-osmanî bû. Di wê de hatibû nivîsandin:

«Ev nivîs hatiye nivîsîn û li gor rastiyê dide bawerandin, ku ev efserê prûsî Baron Beg, mirovekî jîr û aqilmend e, yêku ji aliyê hukumeta osmanî ve ji min re hatibû birêkirin, ku bi min re di þerê li dijî kurdan û di ordugeha padîþahî de, li Nisibê beþdar bibe. Ew ji destpêkê ve û heta vê bîstikê bi dilsozî bi erkên xwe rabû. Ez þahidê vê yekê me, ku vî efserî bi mêrxwasî, lehengî û fîdakarî xizmeta hukumeta osmanî kir.»[19]



[1] Amadekirin û wergerandina Dr. Kemal Sîdo-Kurdaxî. Di sala 1997 de htiye belavkirin.

 

[2] Pêtro yê mezin (Pyotr Alêksêviç –bi rûsî ) di 9.6. 1672 li Mosko hatiye dunyayê. Ew di deh saliya xwe de bûbû tsarê Rûsiyayê. Ewî bi destê zorê gellek rêform li welatê xwe pêkanîn Hîmê Rûsyaya nûjen di dema desthilatiya Pêtro de hate danîn. Ewî dikarîbû li bakur serdariya swêdiyan û li baþûr jî ya tirkan hilweþîne û du rêyên deryayî yên giring ji welatê xwe re veke. Ewî herwisa paytextek e nû jî avakiribû û navê wê kire Sankt Pêtêrsburg. Ew di 1725-an de dimire û jina wî Katrîna I cihê wî digire. 

[3] Katrîna II ya mezin (1729-1796) keça mîrekî alman bû; di 1745-an de bi eywandarê(yêku dewsa padîþah digire) rûsî re di zewicîbû. 1762 piþti ku eywan ji mêrê xwe, Pêtr III, standibû, bûbû tsar. Ewê rêformên Pêtro yê mezin xurtkiribûn û gelek navçe ji bin destên osmaniyan derxistibûn û wisa împeretoriya rûsî bi aliyê baþûr ve ferehtir kiribûn. Di dema wê yekem ferhenga kurdî hate çapkirin.  

[4] Akdes Nimet Kurat. Türkxye ve Rusya. XVII  yüzyil sonundan kurtuluäsavaäina kadar türk-rus xlxäxklerx /1798-1919/. Ankara, 1970, S. 76-77.

[5] Mehemed Elî (1769-1849) li Kavala (Makêdonya) bûye û 1798 wek serbazekî osmanî hatiye Misirê. 1805 osmaniyan ew kiribûn walî. Kur û torinên wî heta 1953 li Misirê desthilatdarbûn. 

[6] D'alile D'alil. Kurdy Osmanskoj Imperii v pervoj polovine X~X v. Moskva Nauka, 1973,

s. 80-112.

[7] Mehmûd II (1784—1839) di sala 1808-an de bûbû sultan. Di sala 1826-an de yenîçar serkutkiribûn û dest bi rêformkirina leþgerê osmanî kiribû.  

[8] Ji pirtûka: Moltke, Helmuth vo: Unter dem Habmond: Erlebnisse in der alt. Türkei 1835-1839. Stuttgart, 1984,

S. 32-33. 

[9] Essai sur l'organisation militaire de la Prusse par le Gènèral Marquis de Caraman, Paris 1831.

[10] Frîdrîþ Wîlhelm III ( Friedrich  Wilhelm III) li 3.8.1770 li Potzdamê bûye. Ji sala 1797 heta dawiya jiyana xwe, 7.6. 1840, melîkê prûsiyan bû.

[11] Li Moltke, Helmuth von r. 35 binêre.

[12] Taler pereyên zîvî yên almanî yên wê demê bûn. Her talerek bi qasî 3 markan bû.

[13] Li Moltke, Helmuth von  r. 38-39 binêre.

[14] Li Moltke, Helmuth von r. 39  binêr.

[15] Serleþger û siysetmedarekî misrî bû, li 1789-an li Kavala, li Makedoniya hatiye dinê û 10.11. 1848 li Qahîrê çûye dilovaniya xudê. Di salên 1816-1818 -an de ji bo osmaniyan þerê wehabiyên seudî kiriye. Di salên 1824-27-an de li dijî  serhildana gelê yonan piþtgiriya osmaniyan kiriye. 

[16] Henry John Temple, 3. Viscount Palmerston (1784-1865) sîyasetmedarekî brîtanî ji partiya parêzgeran bû. Di salên (1830-34, 1835-41 û 1846-1851) þalyarê karubarên derve bû. Di salên (1855-58 û 1859-65) bûbû serok þalyar. Di «pirsa rojhelat» de ew alîgirê status quo (lat.) –rewþa ku niha heye- bû. Lema ewî piþtgiriya osmaniyan dikir û nedixwast ku ti guhartin li devrê pêkbên.

[17] Ünal, Tahsxn. 1700-dan 1958-e kadar Türkxye sxyasx tarxhx, 2-cx bs. Ankara, 1958.- S. 104.

[18] Pour le mèrite (frans.) xelatek e bilind e. Yekem car ji aliyê mîrê Brandenburga almanî Frîdrîþê Mezin (1620-88) ve ji bo qazanc û berhemên zanyarî û hunerî hatiye pêþkêþkirin

[19] Li Moltke, Helmuth von r. 46 binêr.