JI BO LISSY SCHMIDT

 

Li ser bazikên roja zêrîn

Di nav hinavên ewrên sengîn

Li ser þepolên bayê bi kîn û nifrîn

Tev kevok û bilbilên xemgîn

Li gel baran û zîpikên bi lorîn

Tu dihatê welatê min...

 

Li ber çemê Galis

Te „siktir“ dibihîst

Li kenara Ferat û Diclê

Ji ter digotin:

Ser seran û ser çavan

Tu bi xêr hatî Amed û Botan...

 

Te bawernedikir ji „Enedolê“

Tu hildiperikî Cûdî û Gebarê

Te dikir doza rastiyê...

 

Tu dibû pênûs û ziman

Bo zarokên Helebçe û Wan

Ji „gelê bê dost“ re

Tu dibû gazî û aman...

 

Çendîn sedsal û dem e

Ji welatê min neçûn

Serma û seqem

Bombeyên jêrzemîn

Ziman û çavên bêbext û nehezan

Gulleya ji piþve...

 

Hîn ji serdema Moltkê ve

Li welatê min

Kuþtin û talan e

Aram û aþtî tenya û bêgane ne...

 

Moltkê hatibû bi qedr û qîmet

Li pêþiya wî xaliyên ecemî

Bi fermana “yuzbaþî” û “bînbaþiyan”

Def û dehol lêdidan...

 

Li “Kurdistana kuvî”

Hebûn Berê “Alayên Hemidî”

Îro li dora gundan caþ bûne “begçî”

Weltê min du pare bûn

Îro bûye çar û pênc...

Û ez her dikim doza hebûn û nebûn

 

Hatin û çûn

Pir bihar û zivistan

Lê li navbera “herdu çeman"

Hîn kuþtin, sêdar û wêran…

 

Qêrîn û awirên „yuzbaþiyan“:

“Ne mutlutlu tirkim diye!“...

Dipeqînin lêvên keç û kurên ciwan

Bi çek û zirxiliyên nûjen

Bi jehra fabrikeyên „Karl Kolb“...

Disotînin bajar û gund

 

Moltkê vedigeriya Berlin

Bi xelat û diyariyên xemgîn...

Tu dizîvirî di darbestekê de

Rondikên çavan ji bo te xelat

Te pêxist agir

Te sotandin pir dil û ceger...

 

Sed silav li te

Ey mirova çeleng

Tu dê her biminî

Di dilê Zaxo û Sûlêmanî de

Tucar te jibîrnakin

Amed û Sîpanê qeþeng.

 

 

Marburg, Nisana 1994