Kurdên li Suriyê: Rewþa kêmneteweyên etnîkî

 

Dr. Kamal Sido

 

Li roja 21.04. 2007 li jêr sernavê "Kurdên li Suriyê: Rewþa kêmneteweyên etnîkî" li Elmanyayê li bajarê Frankfurt/Main konferanseke zanistî li ser Pirsa Kurdî li Suriyê pêk hat. Komek ji pisporên kurd ên ji Kurdistana Suriyê yên niþteciyên Elmanyayê di konferansê de axivîn. Ev Konferans ji aliyê Fonda Friedrich-Naumann, ku yek ji dezgehên elmanî yên giring e û nêzîkî Partiya Libêralên Demokrat e (FDP) û Rêxistina Miletên di bin Gefê de (GfbV) li darket. Di Konferansê di du Mêvanên ji Sûriyê jî amadebûn: Rêzdar Mihamad Musa, sekreterê Partiya Çepa Sûriyê û Parêzvan Faysal Badir. Ji aliyê çapemenioyê ve ji Almanya Frankfurter Rundschau û ji Kurdistanê Kurdistan TV hazir bûn.   

 

Hêjayî gotinê ye ku ev yekemîn car e, fondeke weke Fonda Friedrich-Naumann konferanseke weha li ser rewþa kurdên Sûriyê amadedike.

 

Piþtî bixêrhatineke kurt ji aliyê herdu rêxistinên amadekar ve:

Ji Fonda Friedrich-Naumann, Xato Marianne Wagner û Dr. Kamal Sido ji Rrxistina Miletên di bin Gefê de(Gesellschaft für bedrohte Völker- GfbV) konferansê di seet

11: 30 destpêkir.

Babetên Konferansê ev bûn;

Tevgera neteweyî ya Kurdên li Suriyê: Faktoreke hêzê li Rojhilata Navîn? (Dr. med. Dr. rer.nat. Tewfîq Hemduþ, Hamburg), Rewþa yasayî ya Kurdên li Suriyê (Jiyan Bedirxan: YASA –Bonn), Bêmaf li welatê xwe: Rewþa Kurdên “biyanî” li Suriyê (Silêman Elî: Rojnamevan û nivîskar, Wolfsburg), Bêyî mafê zimanê dayikê (Mistefa Reþîd: Zanîngeha Saarland, cîgirê serokê Navenda PEN a Kurd), Azadiya çapemenî û medyayê? (Sîrwan Hec Hisên: Berpirsê malpera kurdî ya serbixwe amude.com, Haltern am See) û herweha Profîla dîrokî û îdyolocî ya Partiya Bees li Suriyê li jêr giringiya taybetî ya siyaseta kêmayetiyan, Siyaseta Alamnya û Ewropa li beramber Þamê (Vîndar Sîdo M.A.: Zanîngeha Bonnê)

 

Hêvî ew e ku di demeke nêzîk de Konferanseke din li perlemana Almanya were amadekirin û vê carê nûnerên hemî partiyaên kurdan tê de amade bin. Di dema pêþ de dê hem Sûriyê wek welat û Kurdên wê bi rengekî firehtir têkevin agenda qada herêmê û ya navneteweyî.

Gotarên beþdaran dê di rojên pêþ de bi alamanî û kurdî bêne belavkirin.

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org