Dr. Kemal Sîdo-Kurdaxî

Welatê kurdan û gelê Kurd bi çavên Helmuht von Moltke[1]

 

Pêþgotinek

Di salên 1831-33 de „Mesela Þerqî“, wek me di gotarên berê de jî behskiribû, careke din tûjbûbû û çarenûsa Dewleta Osmanî ketibû rojeve siyasiya dewletên ewropiyên mezin. Di wan salan de waliyê Misirê Mehmed Elî dixwast ji Dewleta Osmanî veqete û jibo pêkanîna vê armancê leþkerê xwe heta bi Sûrê û Kurdistanê diþîne. Rewþa Dewleta Osmanî gelek alozbûbû û loma nikarîbû xwe li hember M. Elî ragire û mecbûrmabû alîkariyê ji dewletên mezin bixweze. Di wê demê de tenê Rûsiya amadebû „alîkariyeke“ çalak bide Dewleta Osmanî. Rûsiya derfet ji bêhêzbûna Dewleta Osmanî girt û peymana Unkiyar-Iskelê di 1833an de bi Dewleta Osmanî da îmzekirin. Çavdêrên siyasiyên wê demê vê peymanê wek alîkariyekê ji Dewleta Osmanî re nabînin, jiberku Rûsiya dijminê serekiyê Dewleta Osmanî bû û bi vê peymanê tirkan xwe kiribûn bin rehma rûsan. Îmzekirina peymana Unkiyar-Iskelê pêþketinên leþkerê misrî dan rawestandin.

Mîna ku me li jor jî diyarkiribû baweriya tirkan qet bi rûsan nedihat û herwisa dewletên ewropiyên din jî nedixwastin ku bandora Rûsiya li Dewleta Osmanî xurtbibe û loma tirkan ji rûsan xwast ku ew keþtiyên xwe ji Bosfor û Derdenêlan bikþînin. Ev ji aliyekî ve. Ji alyekî din ve Fransa jî dixwast bi riya M. Elî bandora xwe li Dewleta Osmanî bihêzbike. Di demeke wisa de M. Elî careke din fersend dît û di salên 1839-40 leþkerê xwe kire riya Konstantînopolê. Di hezîrana 1839an orduyên tirkan li Nisibê bitemamî têkçûn. Berî ku ev nûçe bigihîje Konstantînopelê sultanê osmanî Mehmûdê II mirbû. Li þûna Mehmûdê II, sultan Abdul Mecîdê þanzdeh salî hat ser textê padîþahîya osmanî. Ji sultanê nû re dewletke bê ordu û gemîwane mabû. Mehemed Elî yê Misirê Sûrê û perçeyek ji Kurdistanê xistibû bin destê xwe û riyên paytexta osmanî li pêþiya Mihemed Elî mabûn vekirî. London ditirsî ku osmanî, weke 1833-an ji bo parastina paytextê, xwe bavêjin ber deriyê rûsan. Loma Înglîstanê bi hemû hêza xwe piþtgiriya Dewleta Osmanî kir û ew ji têkçûneke tewawî parast.

Bi vê têkçûna Dewleta Osmanî re fersendeke zêrîn ketibû destê kurdan ku bi hev re serî hildin û xwe ji nîrê tirkan rizgarbikin. Lê wek hercar kurd dîsan bihevketin û fersendeke dina dîrokî ji destê xwe berdan. Bi vê helêwêsta xwe kurdan zirar netenê bi xwe kirin, lêbelê bi Misir û gelên din jî kirin. Demaku beþekî mezin ji kurdan alîkariya Dewleta Osmanî dikir û li dijî birayên xwe, kurdên azadîxwaz, þerdikirin, hevalbendên tirkan yên kurd hêza Misirê jî qelsdikirin. Weku H. von Moltke dibêje, nîvê leþkerê osmaniyê torusê ji kurdan pêkdihat[2], herçiqas wan jî ne ji dil de xwe þerdikir.

Îro em di 1997 de, li dawiya sedsal 20an de, dijîn û 150 sal di ser bûyerên ku me li jor behskiribûn re derbasbûne, ma gelo îro rewþa kurdan çawa ye? Gelo ma kurd ji bo kuþtina birayên xwe hîna dikevin pêþiya leþkerên tirkan, ereben, farisanan na? Ma projeyeke kurdan ya neteweyî heye an nîne? Divê mirov li kurdan wek netewekê mêzebike an gerek e em kurdan wek komeke ji êl û eþîran binirxînin? Ez bersiva van pirsan ji xwendevanên hêja re dihêlim. 

Jiboku mirov bikaribe rewþa îro ya kurdan bide ber rewþa wan ya berî 150î salî werin em bi hev re bibînin ka Helmuth von Moltkê piþtî ku bi qasî du salan li nav kurdan digere û di þerê li dijî kurdan de beþdardibe û ji nêzîk ve herdu aliyên kurdan, yên bi tirkan re û yên li dijî tirkan, nasdike çi dinivîse.

Ez dixwazim ji xwendevanên birêz re tenê vê yekê bidim ronkirin, ku Moltkê ev gotar di bin serdêraGel û welatê kurdande li sala 1841an di rojnameya almanî „Augsburger Allgemeine Zeitungde weþandiye. Didûre ew di pirtûka bi navê (Gesammelte Schriften und Denkwürdigkeiten Bd. 2) de careke din hatiye belavkirin. Ji bo ku ez karê xwendevan asan bikim, min wek jêrnot hin tiþt þîrove kirine. Gotinek e dawî: Gotare Moltê ne tenê ji aliyê dîrokî ve, ew herweha ji aliyê xwe yê wêjeyî jî bi nirx e.


Gel
ê Kurd û welatê kurdan, Helmuht von Moltke, 1841

Di demeke wisa de ku dihate bawerkirin ku bi alîkariya destêwerdana çar dewletên ewropiyên mezin rewþa Dewleta Osmanî serastbûye, birûseyên(îþae) hîna ne piþtrastkirî li ser serhildanên nû li Kurdistanê gelek kesên ku bala xwe didin tracîdyaya rojhilatê þaþdihêlin. – Bi baregeha Nizîbê re hukimdariya padîþah[3] li ser gelê kurd, yêku di þerê dawiyê de wendakiriye, lê serê xwe ji tirkan re qet netewndiye, de facto bi dawî hat. Tirkan nema dikarîbû hukimdariya xwe li kurdan bikirana, loma wan kurd rihet hîþtin. Niha demaku topxaneyên îngliz û nemsawî(austirî) ji bab al-alî re rê li Asya vekirine, dê hukumet(tirk) dîsa weke berê ji kurdan bacê û leþkeran bixwaze, ev yek dê bibe sedama nerazîbûnê di nav kurdan de, eger ew hîna bêdeng bin jî, ew dê ese(île) di demeke nêzîk de dîsan serê xwe li jî tirkan hildin. Ev fênomên[4] wek aveke xurt û lezgîn e, yaku zû bi jêrde dihereke, hêz û çelengiya wê avê jî bitemamî tenê wê demê diyardibe, demaku zinar û lat derdikevin pêþiya wê. – wîlayetên dewleta osmanî êdî di bin destên tirkan de nemane, her hewldanek ji bo biþûnve vegerandina vê pêvajoyê dê bi xwe re hêrs û kîneke nû derxe holê. 

Eger em wêneyekî biçûk yê vî gelî û welatî çêbikin, yêku niha bala Ewropa dikþîne ser xwe, em dê nexwazin ji Ksênofon[5] de destpêbikn, û em herweh naxwazin bi nêzîkayî behsbikin çawa „kardoxên bedxwaz“ heta roja îro ji hercûre dagîrkeran re tirseke pir mezin in; ewên heta roja îro xaniyên xwe bi bircine biçûk avadikin, yênku fermadarê yonanî behsa wan dike; em naxwazin dîroka vî gelî ya dirêj û neronik ronikbikin û li wir rawestin û bêjin: ka ev gel qebîleyeke teteran e û hatiye vê herêmê, yan ew bêtir nebî û torinê mêdiyên kevnar û xaldan e, yênku zimanê wan di pirtûkên pîrozên gundên xrîstiyan de, yên li ser sînorê dewleta farisî dimînin, hatiye parastin. Em dixwazin bêtir behsa kurdan wisa bikin, çawa ew û welatê wan niha ji baldaran ve xuydibin, ew baldarên ku derfet ketibûye destên wan ku li nav wan gelek bimînin û bigerin, baldarên ku zimanên welêt nizanin, û yênku di rêyên Bitlis û Çolemêrgê, yên asê û ji metirsiyên rast û nerast tijî, re derbasdibûn.

Kurd yek ji wan miletan e, yêku bi erd û zeviyan ve girêdayîne. Wek mîrasvanên fehrhengeke çandinya pir kevnar, ew di newalên çiyayên ermeniyên[6] biçûk de dijîn, ew xwe ji çol û deþtan, yênku têde av û cogeyên çiyayên wan bi dawî dibin, dûrdixin; herçiqas zivistana wan dijwar be jî, ew bi havîna xwe ya dirêj û bedew gelek dilxweþ in. Koçer di nav kurdan de pir hindik in, hema ew giþt bi çandiniyê ve mijûldibin û bi vî rengî ew miletekî xwedî ferhengeke çandiniyê ya dewlemend in, koçertiya wan jî tenê wisa ye ku ew pezên xwe pileyeke bilindtir, li gor dijwarbûna germayê di newalên nizim de û li gor ku tîrêjên rojê rûyê çiyan ji berfê paqijdikin, dibin; di wê demê de ew malên xwe bicihdihêlin û li þûna wan di konine ji hiriya reþa bizinan de rûdinin.   

Jiber vê þêwaza jiyanê, mirov li herêma ku têde kurd dijîn tenê rastî gundan tê; li wir mirov tu bajarên mezin nabîne. Bajarên mzin ne li Kurdistanê ne, ew li derdora Kurdistanê dimînin. Eger mirov xetekê ji Diyarbekirê di Mêrdin, Nisîbîn, Cizîreh-îbn-Omar, Wan, Mûþ, Palu, Derindeh, Meraþ û Adiyamanê re bikþîne, dê ew xet sînorê Kurdistanê pêkbîne. Di hundirê vê herêma sînorkirî de mirov rastî bajarine biçûk, wek Zaxo, Bitlîs, Sêrt, Hesen-Kêf, Þîro, Pêrtêk Îroglu ... tê, yênku bipiranî kurd lê dijîn; tenê li deþtên Xerpût û Melatiyê, lê ne di wan herdu bajaran de, kurd dimînin. Di van herdu bajaran de û di bajarên din yên hejmartî de, mirov rastî mozayîkeke bedew ji gelan, zimanan û olan tê. Xrîstiyan, beþê xelkê yê herî kevin, torinê asûrî û xeldan in, û ew tevlî ermeniyên ku didûre hatine devrê bûne. Asûrî bipiranî yakobî û suryanî ne, yênku bi hev re ne baþ in û nakokî di nav wan de heye; xên ji hinek proselûtan[7], (......) yên dawiyê giþt endamên klîseya yonanî ne. Didûre kurdên cîran tevlî wan bûn û dipþtre sarazên[8], yênku bi xaçhilgiran re ketibûn þer, li herêmê wek lehiyê belavbûn û þopên serketinên xwe yên biçûk û mezin li her deverekê hîþtin. Li dawiyê tirk hatin û hukimdariya xwe pêkanîn; kurd jî, yênku pirdibin û herêma wan zû ferehdibe bêbeþnamîn.

Welatê kurdan bitaybetî ji aliyê baþûr ve bi çiyan sînorkiriye. Lêbelê li baþûrê wan çiyan ereb radigerin, û li wir ne gund û ne jî hiþînahî heye, û tenê bajarên ku bi dîwarên bilind, yênku wan ji ereban diparêzin, hene. Weku palgeheke[9] hingavtî[10] kurd tenê li ser çiyayên þengalê, yên mîna dîwaran þengoye û tûj di çola Mêsopotamya de, tên dîtin. Li beramberî vê, li bakur û rojhilat xelkê kurd û ermenî dikeve navhev, tenê li cihên bilind ji Palu û jor ve, li çiyayên bi dar ku heta roja îro ne leþkerekî tirk û ne jî rêwiyekî dîtinxwaz ew bi çavan nedîtine, kurd dîkê di selekê de ne. Hafiz paþa[11] dagîrkirina vê goþeya dawî ya azadî û serxwebûna kurdan ji xwe re kiribû armanc, lê þerê tirkan li dijî Misirê jibo kurdan bûbû alîkariyeke mezin, û bi vî rengî ev dever ji lêkolînên ewropiyan re jî, diyare jibo demeke dirêj, hatiye girtin.

Di çarçoveya devera ku me li jor diyarkiribû de, kurd li herêmên bilind yên darên merx û palûtan û heta bi herêma darên zêtûn û henaran bicîdibin; ji zinarên dîwarî de, ji berf û kaniyên ku cogeyên avê jê diherikin, heta bi deþt û newalên hiþîn û zeviyên birincê, yênku tê re xarcogeyên avê hêdî hêdî dikiþin. Tenê di vê kemberê de kiþtûkal(çandinî) heye, jiberku di vê demê de li deveyî vê kemberê li jor hîn berfê girtiye û li jêr jî roja germ þînahî giþt hiþkiriye.   

Gundên kurdan dîmenekî xweþik pêþkêþdikin. Gavaku mirov ji wan ve nêzîk dibe, hîn jidûrve komek ji darên gûzê yên ciwan xuyadibin, di bin siya wan ya fereh de mal xwe vediþêrin. Li ber kanî û cogeyên avê, bê wan tu gund nîn in, her dem daristanokeke(þaxik) ji spîndaran heye û bêyî darê wan xanî avanabin. Ew dar baþ avê vedixwin û li bin roja germ di demeke kurt de gelekî bilind dibin; ew herwisa wek bedenên zad di tenêþt hev de ne û mîna qamûþan tenik û zirav dibin. Li gor bilindî û nizmiya gundan, li kêleka wan rez û darên zêtûnê, bax û bistan yan jî zeviyên zad hene; lê li gundên kurdan mirov pirkêm rastî minareyên mizgeftan tê, yênku li her gundekî tirkan yê piçûk jî hene.

Dîwarên xaniyan bi cûre kerpîçekî ji herî û kayê û bê dar hatine avakirin, li þûna penceran di bilindiya dîwêr de quline piçûk tên çêkirin, yênku vekirî dimînin, çimkî ne cam û ne jî kaxet hîna negihîþtine van çiyan. Derî jî ji darê gûzê yê xurt tê avakirin. Ser xaniyan jî bi dîrakên darên gûzê tên girtin; dîrakan wisa didin berhev ku di navbera wan de bi qasî 9 zollan[12] hebe, û didûre qorekî ji pel û þaxên daran didin ser wan û dipiþtre bi herî û rijalê tên pirkirin(qepatkirin) û kutan; qalingiya wê jî ji 1 heta 1½  pêyî heye. Li havînan malbat li ser wan banên xaniyan radikevin û loma ew ji her çar aliyan ve bi qasî 4 pêyan bilind kirîne, jibo ku tukes di jêr wernebe. Xaniyên dewlemendan duqatî ne û pircaran ji keviran e, û ji aliyekî ve bi bircine çargoþeyî hatine avakirin. Xanî wisa hatine avakirin ku di dema þerên navxwe de rûniþtiyên wan dikarin xwe bihêsanî biparêzin.

Di hundirê malê de, xên ji odeyên biçûk ewên ku jibo jinan hatine terxandin, mirov rastî odeyeke mezin tê, ew jî selamlika tirkan e. Li dawiya wê odê agirdank xuyadike, ew jî bi erdê ve dûz e; li herdu aliyên odê jî behlîv danîne û li malên dewlemendan jî xalîçe raxistene. Raxeya(techîzat) malê giþt ev e.

Gund di navbera hev de bi rêçkine gelek dijwar grêdayîne, mirov li ser piþta hêstiran jî nikare bihêsanî di wan re derbasbe, û ew tirs û xofeke mezin dixin dilê her siwarekî bêgane. Xelkê her gundekî debara xwe bixwe dikin, pêwîstiya wan bi gundên din nîne û ew çûn û hatina gundên din naxwazin jî. Jin ji pembû û nîvkejekî kurtikan(qemîs) çêdikin, ji cawê sor ku bi rengê reþ hatiye hêlkirin(xetkirin) jî þilwaran didrûn, ji hiriya reþa bizinan jî mantoyan(perdesûnan) çedikin; tevî solên rengîn û kumên kulavî, cilûbergên mêran ji van tiþtan pêktên. Jinên kurdan bi tevnan(cawjen) xalîçene ciwan çêdikin û ji wan luksusa (keþxeya) sereke ya malan pêktê. Mêrên kurdan jî yan li zeviyan kardikin, yan li ber pezê xwe ne û titûnê dikþînin yan jî bi þer û pevçûnan mijûldibin.

Gelek zehmet e ku mirov serjimêra xelkê kurd bi teqrîbî jî bide, lê bi her þêweyekî serjmêra wan ji nîv milîonê zêdetir e. Piraniya kurdan misulman in, li ser sînorê Dewleta Farisî jî kurdên xristiyan dijîn û li çiyayên Þengalê jî yêzîdî dimînin, tirk wedifikirin ku yêzîdî Þeytanperest in û loma tirk destûra kirîn û firotina wan wek koleyan didin. Serjmêra ermeniyan jî ewên ku di nav kurdan de dijîn ne hindik e û ew bi ola xwe xristiyanê kilîseya yonaniya ortodoks in. Kurd di xesletên xwe yên neteweyî de wekhev in. Rengê çermê kurdan ji cîranên wan yên tirkman û ermenî ne mortir e; bejna kurdan jî bilind û xurt e, bêvila(poz) wan jî xiloze(xar) ye, û çavên wan wek çavên mirovên ku xar mêzedikin di berhev de ne. 

Zanebûneke kurdan ya taybetî di warê avakirina erqên(xet) avê de heye. Bê pêwengên topografî kurd dikarin xetên avê ji kanî û cogeyên avê li jor heta deverên pêwîst bikþînin û dar û berên xwe pêavdidin. Kurdan li ser piþtên çiyan wek sewkiyan zevî avakirine û wan bi vî rengî rûberê zeviyên xwe ferehtir kirine. þanayîbase zeviyên wisa li welatên me ewên ku bi ferhenga çandiniya rezan dewlemend jî hene; çandiniya zevî û darên fêkiyan û avakirina erqên avê taybetmediyeke kultura gelê kurd e.

Welatê kurdan wisa xweþik e û ezmanê wan jî wisa geþ e ku ew bi dil û canê xwe pêve girêdayîne. Demaku Hafiz paþa di sala 1838 an de xelkê çiyayên Xerzan bi þûr û êgir ji cî û warên bav û kalan biderxistin û berbi çiyayên asê ve ajotin, û wextaku kurd li wan çiyan bê nan û av man, serokên wan hatin ber deriyê konê serwer (yê biserketî) û daxwaza rehm û dilovaniyê ji wî kirin. Pêþe, xên ji koçkirina kurdan ji çiyayên wan yên asê û bicîkirina wan li deþtên dûz, tu rêkên baþtir nasnedikir ku vî gelî bitemamî têxe bin destê bab al-alî. Pêþe sozda ku eger kurd bi vê yekê razîbibin dê ew bi deh qatan bêtir zevî bide wan (di rewþeke wisa de pêþe sozê her tiþtî dida); pêþe herweha sozda ku kurd dê sê salan ji bacê bên rizgarkirin; pêþe ji kurdan re diyarkir ku ew dê li þûna çinîna darên tûyê û xudîkirina pez, herîr û hespan xudîbikin û bi vê yekê ewê gelek dewlemend bibin. Ev sozên Hafiz paþa ji kurdan re mîna sozên ku tu bidî masiyekî û jêre bêjî ji avê dekeve û here li ciyekî bilind hêlînekê ji xwe re avabike û tê de bijî. Mezinên kurdan bi dilekî xemgîn li ezmnê hiþîn temaþedikirin û pesna her tiþtekî ku ji wan re dihat gotin didan. Piþtî ku tirkan gelek diyarî dan wan, ew vegerîn û çûn û ji xelkê xwe re behsa tiþtê ku bihîstine kiririn. Gava ku kurdan gotina koçberiyê bihîstin, jin û zarokên wan jî dest avêtin çekan û dest bi berxwedanê kirin; tenê piþtî dubarekirina kuþtin û wêrankirinê û serkutkirina serhiþkan þer bi dawî bû, lê projeya koçkirin û bicîkirina kurdan li deþtan bi serî nebû û tirk mecbûrman ku dest ji vê yekê berdin.

Kurdistan komek ji gund û cîwarên jihevbelayî ye û hîç girêdanek di navbera wan de nîn e. Pirkêm mirov rastî kelayeke kevina birckirî û asê li ser pozê çiyayekî an li newalekî tê. Ew jî ne jibo rabûnûrûniþtinê bikartên, lêbelê jibo xweparastinê di demên metirsiyê de tên bikaranîn. Tukes ji van mîrên biçûk desthilatdariya xwe li ser perçeyekî biçûk jî li vî welatî nake; tenê di demên destengî û tengasiyê de peyayên mîna begê Rewandozê, Bedirxan beg û Seyîd beg dikarin bizehmetî tîreyek ji hevwelatiyên xwe di bin ala xwe de bicivînin. Ewên ku dicivin jî zû jihevbelavdibin û jibilî xaniyên xwe ew tiþtekî din naparêzin. Sedema qelsbûn û bêhêziya vî gelî jî her ev e. Eger yekîtiya kurdan hebûya, dê tukesî zora kurdan nebira, lê kurdek tucarî naçe hawara kurdê din; demaku Reþîd paþa û Hafiz paþa devereke kurdan dagîrdikirin, kurdên devera din tenê bi roja xwe difikirîn û kêfxweþdibûn ku tu pêwendiya wan bi yên din re nîn e, lê di demeke kurt de tirkan dajote ser wan jî.

Li beramber ereban, ewên ku bitemamî berevajî vî gelî ne, kurd digihîjin sînorê xwe yê sirûþtî, li wan deþt û dûziyan cîwarên kurdan ji alî siwarên ereban yên gerok ve têne talankirin. Ne þêrê ereb dikare zirarê bi bazê kurd di hîvên wî yên çiyayî de bigihîne û ne jî bazê kurd dikare zora þêrê ereb bibe, eger ew di deþt û dûziyên xwe de bimîne. Eger rewþa hundiriya Dewleta Farisî baþbûya, ew jî, jiber nêzîkahiya wê ji kurdan ve, dikarîbû ji kurdan re bibe dijminekî xeternak. Waliyên Bexdad û Diyarbekirê tenê wê demê dikarîbûn zora kurdan bibin, demaku leþkerekî ji 50 000 peya li dijî wan dikete þer, di demeke wisa de pêwîstiya tirkan bi wî leþkerî li cihekî din hebû,  yanê li dijî Îbrahîm paþayê misirî. Tirk ji her kesî baþtir dizanin çiqas qurbanî ji peyan, bûjen(matêrîal) û peran pêwîst e, taku ew bikaribin tenê çend salan Kurdistanê di bin zora xwe de bihêlin û talanbikin. Lê dîsan jî tirk mecbûrmabûn van qurbanan hemî bidin, çimkî bê xêr û berên Kurdistanê wan dê qet nikarîba barê status kvo [13] yê giran heft salan hilgirin. Demaku topxaneya tirkan, li ser piþta hêþtiran an jî bi destên mirovan digihîþte newalên çiyayî, tu çekeke kurdan ya dijber tunebû ku ew li dijî wê topxanê bidin xebtandin, lê dîsan jî hin kelayên kurdan ku di hundirê wan de tenê 40-80 peya hebûn 32 heta 40 rojan tevî hemî zehmetiyan berxwedidan.

Di nav kurdên dorgirtî de nexweþî û birçîbûneke dijwar destpêkiribû, lê dîsan jî hemleya Hafiz paþa tenê jiber wê yekê zû gihîþtibû armanca xwe, çimkî ewî kurd bi kurdan dabûn kuþtin.

Her ew mêrên ku li deþtê yênku di bin alên tirkan de bêdil diçûn þer, berê senger, gund û çiyayên xwe li dijî tirkan bi mêrxasî diparastin. Meremên kurdên ku hevalbendiya tirkan dikirin dizî û talan bû, û mermên kurdên din jî hezkirin û evînê welêt e.

Sirûþta welatê kurdan kêm derfetê dide wan ku ew bi hespan biçin þer. Siwarên kurdan bi hespên xwe yên rewan û pirbaþ hîna bi tîrkevanan an jî bi rimên ji darê xizêranê çekdarin; dawiyên riman jî bi perên serperzikan xemlandî ne; siwarên kurdan herwisa mertaline gilover ji selekan ku eyar jî kiþandine ser hildigirin. Li beramber vê yekê þûrê ji hesinê Þamê yê dirêj, xweþik û xemilandî, di destên peyadeyên kurdan de sîleheke pir bi tirs e, bitaybetî li wan deverên çiyayî û asê. Jibilîvê di netewa kurd de hêzeke berevanî û parastina sirûþtî jî heye, û eger rûs hewildana dagîrkirina welatê kurdan bikin, ewê rastî berxwedaneke mezin bên. Rûs dê rastî her wê sehriþkî û dijwariyên þerên çiyayî bên, yênku ew li Qefqasê dibînin, herçiqas li wir nêzîkahî û derya ji wan re dibin alîkar.

Ligor vê nêrînê jî, tiþtekî din derdikeve holê, ew jî ew e ku kurd di êriþê de gelek qels in. Dibeku bajarên ku li dervayî herêma wan in ji wan re mîna gefþe û sistiyekê bin, jiberku leþkerên dagîrker dikarin herdem wan bajaran talanbikin û di nav dîwarên wan de xwe ji roja germ biparêzin û haziriyên xwe ji êriþên din re bikin. Mûsil û Bexdad, wek mînak, bitemamî li dervayî bandora kurdan in. Loma ez di vê serhildana nû de tu metirsiyê ji Dewleta Osmanî re nabînim. Kurdistan tucarî nebûbû beþekî sirûþtî ji bedena Dewleta Osmanî, ew tenê bi þêweyekî mêkanîkî bi herêmên din ve hatibû girêdan. Jiber vê yekê zirara qetandina Kurdistanê ji Dewleta Osmanî re ne wek ya Misirê xeternak e; divê mirov li qetandina Kurdistanê wisa binêre wekîçawa tepilek(perçe) ji bedenekê tê qetandin, yaku berê jî gelek tepil jê hatine birîn.

Niha wisa diyardibe ku hêza leþkeriya tirkan yaku li Asya vala maye, dê dîsan têkeve kar û deþt û newalên xweþik, zad û dexlan têxe bin solên xwe û gundan biþewitîne; û weke carên berê dê ew hin deverên kurdan bi zorê têxe bin destên paþayên xwe. Ev rewþ jî wisa dide dyarkirin ku herdem, wexta tirk bac an leþkeran komdikin, kuþtin û wêrankirin jî ji bo pêkanîna vî karî pêwîst dibe, ev jî rewþa vê împeretoriyê bitemamî tîne ber çavan; ev împeretoriya ku Ewropa hewqas dixwaze biparêze û gelek hêzên xwe yên bejehî û deryayî jibo vî karî terxandike.[14]

 

[1] Ev nivîsar di sala 1997 di bin navê: „Gelo ma kurd çima ji dîroka xwe fêrnabin!“ de hatiye belavkirn.

[2] R. 397.

[3] Padîþahê osmanî.

[4] diyarde, zahîre.

[5] Xenophon.

[6] Ev nav ji aliyê ewropiyan ve hatiye efrandin.

[7] Di zimanê yonanî de ji wan kesan re dibêjin proselytos, yênku ola xwe berdidin û oleke din dihebînin.

[8]  Tenê xaçhilgir besa vî miletî dikin, lê di rastiyê de tukes nizane ev çi milet e.  

[9] Nobedargeh.

[10] Bitenê.

[11] Hafis paþa, wek me li jor jî gotibû, di salên 1838-39an fermandarê hêzên tirk li Kurdistanê bû û di þerê Nisîbê de wendakiribû.

[12] Her zollek 2, 2 – 3 sm in.

[13] status quo yanê rewþa heyî.

[14] Gesammelte Schriften und Denkwürdigkeiten Bd. 2, r. 288-298.