|
|
- JI
DÎTIN Û PÊNÛSÊN ÞAHIDAN;
- HINEK
SERPÊKHATÎ, HÊVÎ Û JIYANA ÊZÎDIYÊN BAKURÊ KURDISTANÊ !
-
-
- Kemal
Tolan
-
-
-
- Gelek
dîroknas dizanin, di Kurdîstanê de jiyana me Êzîdiyan ji jiyana gel
û olên dinê pir cûda bû. Me ji ber destê zilm û zora padîþah,
sultan, paþa, mîr, beg, walî, axa, jendirme û berpirsyarên hemû
baylozxanên dewletên dagirker
nikarîbû xwe di nav welatê bav û kalan de azad bidine nasandin anjî
bi der û dora xwe re bikevine nava pêywendiyên fireh. Heta ji
wan dijminên ol û netewa me hatiye, ewan ne hîþtiye tû evd li ser
kiryarên wan binivisînin û ewan gelek caran þopa zilma xwe
wenda kirine. Jixwe, ji ber wan kêmasî û neheqiyên di dîroka me de,
gelek cûdatî û nezanî jî ketiye nava me Kurd û Êzîdiyan. Her
weha hêjî di hinek berhem û rojnaman de, nêrîn anjî agehdariyên
ne rast li ser kevneþopên dînê Kurda yê herî kevn ku Êzîdiyatiye
têne belakirin.
-
- Di
dîtina min de, heger çend
ilimdar, dîroknas, rojnamevan û misyonerên Kurd û biyaniyan, di
hinek nûçe, rapor, kovar, pirtûk û lêkolînên xwe de bahsa rewþa
dînê Êzîdî û jiyana Êzîdiyan kiribin jî, dîsa ewan nikarîbûye
xwe bi temamî berdine ser riknên baweriya Êzîdiyatiya rast. Ji ber kû
ew bi xwe ne Êzîdî ne, axlebên nûçe û berhemên wan ji aliyên
ilmên Êzîdiyatiyê ve jî gelekî qelsin û eþkere dibe ku ewan hemû
agehdariyên xwe ji ber devên hinek Êzîdiyên belengaz û nezan, menfêatçiyên
gelên cînar û kurdên Musilman bi riþwetê standin e. Li ser wan nivîser
û nûçên biyaniyan Lazarev weha dibêje: „Ew
nivîsên, ku ji xebatkarên baylozxana ketine ber destê balyoza, hinek
ji wana hatine guhêrandinê. Li Tirkiyê û Îranê balyozên usa jî
hebûn, ku înformasiyonên rast carna berevajî dikirin. Carna wana îzbatî
usa nîþan didan, ku zirar negihîje qulixa wan, an jî bi wê yekê
dixwastin di karê xwe da hîn pêþ bikevin. Hinek cara jî wana gelên
kêmjimar yên li wan welata da bi awakî dijminatî nîþan didan.
Hineka jî qestbende înformasiyonên usa berev dikirin, ku kurda wek qaçax
nîþan bidin. Bi wê yekê va wana piþtgiriya zordest û dagirkara
dikirin.(9)“.
-
- Elbet,
gava meriv baþ bala xwe bide dîroka Kurdîtiyê, meriv dibîne ku çend
ilimdar, dîroknas, rojnamevanên Kurd û misyonerên biyaniyan jî, bi
rastî hinek nûçe, kovar û pirtûk li ser rewþa Êzîdiyatiyê nivîsandine
û hebûna miletê Ézîdî weke koka Kurdan ya herî kevn qebûl dikin.
Heta hinek dokument, lêkolînên dîroka kevn û baweriyên Êzîdiyan
didine xwanê û eþkere dikin, ku Êzîdî ji berê ve di nava Kurdîstanê
de xwedî civatek û roleke mezin bûne. Ew deverên ku Êzîdî lê
diman heta van salên dawî (1995) jî, zêdetir ji ol û netewa xwe ye
Kurdî re xwedî derketine. Ji ber ku Êzîdî bi vê baweriya xwe ye
paqij, bêtir ji berxwedan û çande xwe re xwedî derdiketin, lewma jî
melîk, qiral, sultanên Osmanî, serleþkerên “roma reþ” û hemu
olperestên nezan, ne hîþtine þer û agir ji nava heremên Êzîdiyan
bitemire.
-
- Ez
dixwazim, îro di vir de bahsa wan berhem û lêkolînên ku bi Almanî,
Tirkî û Kurdî li ser rewþa Êzîdiyên li bakurê Kurdîstanê
nivîsandine bikim. Her wusa hinek serpêkhatî, hêvî û gaziyên Êzîdiyan
yên ku heta vêga kêm hatine xwanê kirin ji bo agehdarî û zanîna xêrxwazên
Êzîdiyatiyê diyar bikim.
-
-
Belê eger emrê min dirêj be, ezê bixêr rojekê bi berfire
qala dîroka Êzîdîtiyê ye ya berî dema Împaratoriya Osmanhemên û
zayîna Îsa pêxember jî bikim. Lê dîsa jî îro tenê dû nimûnan
bidim:
-
- “Murtaza
paþa yê Wan ê, di sala 1127 de hûcûmî ser kela Hoþab ê dike, lê eþîrên Êzîdiya
ye li Hoþabê û li derdora Hoþabê bi tevlî çar hezar siwariyên
xwe li dijî çarsed û pêncî leþkerên Murtaza paþa derdikevin û
cengeke mezin di navbêna gundê Canika û Bedehþanê de çêdibe. Di vî
þerî de her 4000 siwariyên Êzîdiyan û 400 siwariyên leþkerê paþê
têne kuþtin. Di sala 1128 de Ballý Mehmed dibe paþayê Wan ê û ew
dixwaze tola xwe ji eþîrên Êzîdiyan
hilîne û ew tevlî hefthezar leþkerê xwe ve hûcûmî ser Êzîdiyên
di herêma Abaxa dike. Leþker kîjan Êzîdiyên digrin dikujin û hemû
malên wan diþewitînin. Demsal zivistan û herder berfbû. Gelek Êzîdiyên
xwe di nava çiyande veþartibun, di bin berfê de ji sermare dimirin.
Di nava sîh rojan de hemû gund û bajarên Êzîdiyan dagirkirin. Di
peyre Ballý Mehmed paþa weha digot: Armanca min ew bû ku ez koka Êzîdiyan
xelazkim, lê ewan em birine ser kozikên xelet. Em ne di ser Bargiri de
birine ser Êzîdiyan, hinan di bin re bi dizî xeber dabune Êzîdiyan
û gelek Êzîdî reviyan. Lê ezê wan di biharê de xelazbikim.“(27)
-
-
Dema meriv li miþêwra Pîr
Xetîp, ya ku di sala 1270 de
bi destnîþana gelek xasên Êzîdiyan hatiye tomarkirin dirêne, meriv
dibîne ew bahsa gelek xas, beg û serek eþîrên Êzîdiyan dike û bi
taybetî jî navên gelek eþîrên mirîdên xwe yên li herêma
Xaltiyan bi rêzdike. (23)
-
- Xweya
ye hinga kû Osmanî hatine (1300-1920)
û bi þûrê zorê Kurdîstan dagir kirine, ewan hingê bêtifaqî û
neyartiya di nava mîrekên
gelên li Kurdîstanê û gelên cînarên Kurdan de dijwartir kirine.
Ewan bizanistî hinek heremên Kurdîstanê dane destên çend begên
kurdên Musilman û Xiristiyan. Wan mîr û begên olperestî nezan jî,
gelek êrîþên dijwar birine ser heremên mîrekên kurdên Êzîdî
û ewan bi hezaran evdên Êzîdî di nav mîrgehên xwe de qetil û koçber
kirine.
-
- Nivîskar
û roman
nivîsê di vê sedsala me de yê herî navdar Yaþar
Kemal, di romana xwe (çavk.:31) de weha cîh dide çend ferman û
qetlîamên bi serê Êzîdiyan ve hatine :
-
- “Qismek
ji xelqê Kurd, Ereb û Tirkan rahîþtibûne çekan û derketibune nêvçîra
kuþtina Êzîdiyan. Poyraz û tevî qeflê leþkerê xwe jî ketne nava
wan çetan û teva bihevre di avîtine ser gundên Êzîdiyan. Ewan heçî
evdên Êzîdî ku emrê wan heft heta heftêyî bu
didane ber singoyên tivingan û dikuþtin. Çiqas pere, mal,
pez, dewar, hesp, ker, zad, zêr û zîvê Êzîdiya hebû ji xwe re
dibirin. Ne dihîþtin kesekî Êzîdî ji ber destên wan xelazbibe.
-
-
Di sibeyekê de, wexta çemê Firatê derbaskirin, ew dîsa rastî
êlke Êzîdiyên ku koçdikirin dihatin. Kerwanê Êzîdiyan
tevlî hesp,ker, dewar, pez û peyan diçûne derkevine serê çiyan.
Serî û binê êlê ne xwanêbu. Ew kesên Êzîdî ku çekên wan
hebun, xwe dabune pêþiya kerwan. Siwariyên kurd, ereb û tirkan li
wan hespên ku di dema avîtibûne ser gundên Êzîdiyan û bi darê
zorê standibun siwarbun û tevlî evdên ji ber leþkeriyê reviyane bûn.
Tabura (koma k.t.) wan kete nava heremên Êzîdiyan û bi çend siwariyên
Êzîdiya re dû þev û dû rojan þerkirin. Hemû þervanên Êzîdiyan
kuþtin û laþên wan avîtine
nav ava çemê Dîclê . Dûre vegeriyane ser Êzîdiyên bê çek, pêþîn
çiqas mêr û xortên mayî li ber çavên jin û qîzan tazî kirin,
ew jî tev kuþtin û laþên wan jî
birin avîtine nav ava çemê Dîclê. Di pey re hemû jin û qiz
………………….…………..
çiqas zêr ,zîv , pere û malê wan hebû di bin darekê de
komkirin û li hevûdinê parevekirin. .................Di wexta
qirkirin û talankirina Êzîdiyan de, çemê Firat û Dîclê ji xwînê
diherikîn û nava wan bi roj û mehan ji cesedên însanên mirî ye
tijebûn.................Dure ……………, …………... “
Berdewam û tevayî di (çavk.:31. rûp.:229-277)
-
- Çend
delîl û þadên ku li ser fermanên Êzîdiyan mane weha ne:
- Ji
ber ku siltanên dewleta Osmanî , paþweruyên kurd û dewleta tirkan
di her demê de Êzîdî qirkirine, ew qet naxwazin
meriv li tu deveran de bi rastî bahsa Êzîdiyan bikin. Lê dema
ewan lêkolîn û dokument li ser dîrok û çanda Wan ê nivîsandine,
ew mecbur bune bahsa Êzîdiyan bikin.
- Ew
îro jî weha dinivisînin : “
Di dema berî sala 1591 de 18
eþîrên mezin li Wanê û derdora wanê hebun, lê belê îro ne
mumkune ku meriv rastî navên wan hemuyan bê.
-
- Hinek
çavkaniyan eþîrên li derdora Wanê weha birêzkirine:
-
- MAHMUDIYAN,Êzîdiyên
li derdora Hoþabê,
DUMBLIYÊN BOHTÎ, Êzîdiyên
li deþta Sekmenê ,Hekarî
- MAM
REÞAN, li
Hoþabê
- BAZUKI,
li Ercîþê
BRADOST, Tirgeverê
RUJIKÎ, li her deverî…..…
Eþîra ÞÎKAN : (Reþi, Baravî, Mendekî, Bele, Kurtî… ev
tev Êzîdîne.), (Þikak, Dakurî, Þevlî, Ademî, Þemsikî, Mukrî,
Livî, Sî çarikî…)
Eþîra ERTUÞÎ (Hertoþî) = (Weke Gevdan, Giravî, Zirkî,….
)
- Eþîra
DUNBLÎ (ZAZA)
= (Çarik, Hormik, Lolan-haltî, Hatî…)
- Eþîra
HAYDARAN, SPÝKÎ(Hatî), CÎBRANÎ, HASENIYAN(Halidî)(30)”
-
- Dîrokzan
dibêjin: “Xaltî di sala 1500 B.M da li Araratê û Kurdistana navîn
de ferweraniya Xaltî serrast kir. Ferweraniya Xaltî jêhatî, tûwana,
hiþdar û cengawer bu. Tospa- (Wan) paytextê Xaltiyan bu. Paþ ku Xaltî
li Araratan û li Kurdistana navîn bi cî bûn, pir ne çû baþ xurt bûn,
erdê xwe fireh kir, gihiþtin Antî Torosan û milekî wan xwe gihande
deryayê Reþ. Îro bixwe li Kurdistanê, li gelek ciyan bermayên
Xaltiyan hene.(32:55-57)”
-
- Em
dibînin gava „ Xan Ahmedî Xan(1624),
Qere Hesen û Xalid Beg þand ser Þeqlawa û Þengalê û beþek ji
welatê Amêdê xist bin fermana Osman Beg, piþtre êrîþ bir ser eþîretên
Xaltî û Dasanî yên Êzîdî,
ew gelek bi mêranî li dijî wî rabûn. Di þer de herdu mil jî gelek
zerar û ziyan dîtin. Di netîceyê de Xan Ehmed Xan zora wan bir, ew
girtin û dan destê merivên xwe (1:486).“
-
-
Ji ber wan fermanên xunrêj, gelek Êzîdiyên li herêma Xaltîyan
ji ciyên xwe koçber bûne û lewma jî ew îro hêjî li gelek welatê
cînar û herêmên Kurdîstanê hene.
-
Di salên nêzîkî 1638 de,
ku xelqên Êzîdî û Ermenî bi berxwedanên xwe yên li dijî
Osmaniyan bi ser neketin û ne gihîþtine armancên xwe, êdî zilm û
zora dewleta Osmanî û Musilmana li ser wan zêdetir dibe. Nivîskar
Garo Sasuni li ser van zordaran weha dibêje:
“ Ji vê demê þûn de kurdên Êzîdî kû li heremên Musul,
Siirt û Sancar (Þengal k.t.) ê diman ketine bin rejîma Osmaniyan.
(2:29)„
-
- Ji
destpêka sedsala þanzda û pêde, êdî gelek rêwengî û lêkolînvanên
Ewrûpî jî hatine nav Kurdîstanê geriyane, hinekan ji wan raste rast
û hinekan jî ji dûrve alîkariya Împaratoriya Osmaniyê kirine. Heta
geleka ji wan bahsa heremên mîrên kurdên Musilman û Êzîdiyan yên
ku bi quweta xwe tenê xwe
diparastin kirine û di nêrînên wan de jî tê xwanê ku, heta Êzîdî li serhevûdinê bûne ewan timî cî
û warên xwe ji xêrnexwaz û dijminan diparastin.
-
- Min
navên gelek rojname, kovar, pirtûk û lêkolînênvanên biyaniyan yên
ku li ser rewþa Êzîdîtiyê nivîsandine tespîtkir û berhemên wan
xwandin. Ji bo her evd karibe ji van berhemên ku min bi salan ve
civandine fêdebikin, ez navnîþan û çend nêrînên wan pêþkêþî
we hêjayan dikim :
-
- Alfert
Dapper, lêkolînvan
û Doxtorê Holandayî, di
kitêba xwe (Çavk.:3) ye ku di sala 1682
de nivîsandiye li ser welat
û gelên Meda dibêje: “Kurdên îro û yên sibê jî dê zerar
nedine dewlemendiya Tirkan”.
-
- Johan
Heinrich Zedler-
di sala 1735 de di kitêba
xwe (Çavk.:4) de, bi ne baþî bahsa Êzîdiyan dike.
-
- Karsten
Niebuhr; nivîskar,
zaneyar û nasê rojhilata navîn di salên 1761
heta 1767 hatiye li Kurdîstanê geriya ye. Di Kitêba xwe de dibêje
: “Dewleta Tirkan, ji ber ku kitaba ola Êzîdiyan ya muqadese weke ya
ola Musulman, Xaçparêz û Cuhu ya tune ye, dinê Êzîdî qebul nake.
Êzîdî jî mecburbun sed û hedên xwe bi dizî bimeþînin û ji ber
neheqiya Dewletê mecbur dibên xwe li gorî oleke wê herêma ku têde
dijîn, yan Musulman, Xaçparêz û yan jî Cuhu bidin nasandin”
5: 683-687. Dîsa dibêje : ”Eþîrên Kurdan
yên ku di çiyan de diman waliyên dewleta Tirkan nasnakin û ew
tenê li pey Mîrên(begên) xwe diçin. Ji ber ku Beg û Mîrên wan ji
eþiran têne kufþkirin, desthilatdariya wan jî gelekî dom nake”
18: 50.
-
- Gazî
û hêviyên di strana þerê
Derwêþê Evdî de: Dema
em li desthilatdariya Temir Paþayê
Milî, ku di sala 1780 de buye serokê eþîrên Kîkan , Milan
û eþîrên Êzîdiyên li Beriya Wêranþehîrê, hingê ewî nav û dengê mêrxasiya Derwêþê
Evdî bihîstiye û lewma jî ewî þandiye pey Derwêþê Evdî
aniye, li cem xwe kiriye serleþker. Dewleta Osmanî û eþîrên Êreban
ji vê desthilatdariya Kurdî, ya di bin bandora Temir Paþayê Milî û
Derwêþê Evdî de tirsiyane. Ji bo Êreb û Tirk karibin dawiyê wê
desthilatdarya Kurda bînin,di sala 1790 de tevî hinek eþîrên kurdê Musilman davêjine ser wan.
Destana mêrxasiya Derwêþê
Evdî gelekî dûr û dirêje û bi gelek þaxan tê gotin...... Birêne
li çavk. 19: 78
- Avyarov
dibêje: “
Wexta Sultan Ahmed di sala 1790
de ferman li Êzîdiyan rakiriye, hingê
gelek Êzîdî heribîne, hatine kuþtine û gelek jî bidarê
zorê Musilman kirine 8:98”
-
- Bergk,
Johann Adam –
di kitêba xwe (Çavk.:6) ya di sala 1799 de weþandiye bahsa gelên
Georgistan, Ermenistan, Kurdistan, Irak
û Al Dschesira dike.
-
- James
Claudius Rich;
nivîskar, zaneyar û nasê rojhilata navîn di salên 1820
de hatiye li Kurdîstanê geriya ye. Kitêba xwe (Çavk.:7) de gelekî
dirêj bahs dike û eþkere dibêje :” Merivên di rojhilata navînde
yê herî merd û baþ Kurdin”
-
- Gazî
û hêviyên di
strana þerê Þêx Mîrza
yê: Dema di sala 1820de hinek netewan bi alîkariya Îngilîzan,
xwe ji Îpararatoriya Osmanî veqetandine û dewletên xwe avakirine,
hingê Þêx Mîrza yê Anqosî jî, di sala 1820 de li dijî Kurdên musilmanî nezan û Sultanên Osmayniyê
derdikeve û alîkariyê ji hukumeta Rus dixwaze, lê dewleta Rus piþtgiriya
xwe nade Þêx Mîrza yê û Þêx Mîrza yê bi êla xwe ve fermalû
dibe. Em hêjî nizanin ka qweta Þêx Mîrza ye hingê (1700 konbu?) çiqas
mezin buye. Lê her Êzîdiyek dizane ,kû Þêx
Mîrza yê bi tevlî eþîra xwe li herema Xerza (di nava Qurtelan
û Sêêrtê de) dima. Birêne (19: 66 ) li strana þerê Þêx
Mîrza yê.
-
- M.S.Lazarev
dibêje: „Gava
Tirkiya bi padþê Misrê ra li hev hat (peymana Kutaxiyê, ya 9ê gulanê
sala 1833 a) û 8ê hezîranê
sala 1833a ji bi Rûsiya yê ra peyman girêda, vê carê sultan Mehmûdê
II vegeriya li ser kurda. Sala
1834 a ordiya tirka ya 20 hezarê bi serokatiya Mehmed Reþid paþa“bi
þûr û agir“ temamiya Kurdîstanê ra derbaz bû. Ew dihatte wê manê,
ku cara duda welat hate zevtkirinê. Paþayên kurda jî ji text hatine
avîtinê, Kurdîstan ser demekê kete rewþeke giran (9)“.
-
- Austen
Henry Layard - Meissner: Austin
Henry L., Niniveh und seine Überreste (auf der Suche nach Ninive- Achte
Kapitel- Bei der Jezidi oder T..anbeter) Leipzig
1850.
-
- Di
vê demê de Mîrê Êzîdîxanê,
Elî begê Mezin I jî di sala
1832 de, bi destê Mîrê
Kora (Mîr Muhammed ê Rewandizî) têye kuþtin û li gelek heremên
Kurdîstanê de fermanên li ser Êzîdiyan berdewam kirine. Dema em li
wan Stran û Serpêkhatiyên ku min ji pirtûk, zargotin û stranbêjan
girtine baþ birênin, em dibînin ku þerên berxwedanên Êzîdiyan ji
sala 1828 heta sala 1840 li
dijî Hafiz Paþa û Reþîd Paþa
li pey hev û dinê ber dewam kirine.
-
- Weke
hinek þade û pênûs didine xwanê û meriv dibîne, dema maqul û begên
Êzîdiyan li dijî hovîtiya “roma reþ” þerên berxwedanê bi her
hawayî ve didin, ewan hingê hêviya alîkariyê ji hemû gelên cînar
kiriye, lê tû evd û dewlet bi gaziya Êzîdiya ve ne hatiye.
-
- Nimûne
: Gazî û hêviyên
di namên Mîrza Axa
- “Name
:5
- Petros
Gezarof ev daxwaznivîsin(dilekçe)
di 17.12.1830
(1829 raste ?.k.t.) daye Graf Paskeviç
- „Dema
Mîrza Axa yê serokê mîletê Êzîdî bihîst, ku hûnê di ......
1829 de werine Erzurumê, ew dû merivên xwe bi tevlî hinek nivîsan
diþîne Beyazîdê û dixwaze kû
ew herin general Pankretyov bivînin. Hinga Mîrza Axa bihîst ku
ev herdû merivên vî þandî, di rê de ji aliyê tirka ve hatine kuþtin,
ew carekedin merivekî ermenî ku bi navê Giregomiarigilov diþîne. Evê
ermenî bi tevlî nivîsên ku Mîrza Axa þandî ve hate cem min. Mîrza
Axa dîsa di cara sisiyan de dixwaze ku Giregomiarigilov were we li
Erzuromê bivîne diþîne. Dema em herdû hatine Erzuromê, me bihîst
ku hûn derbasî Gurcîstanê bûne. Haya Mîrza Axa ji lihevhatina bi
tirkiyê re tinebû. Ji ber vê lihevhatinê, me jî nikarîbû êdî
vegerin biçine cem Mîrza Axa. Wexta em hatine Tiflîsê, hûn
vegeriyabûne Rusyayê û me nikarîbû hevûdinê bivînin. Di vê navê
de hevaalê min Giregomiarigilov bi nexweþiya kolerayê dikeve û
dimire. Malbata vî hevalê min di rewþeke gelekî perîþan, neçar û
belengaz dimîne. Mîrza Axa, di nama xwe de ji hêvî dikir ku hûn
dermanekî tedaviya
çavan ji bo kurê wî ji re biþînin. Ez li benda bersiva we ye ku hûn
ji Mîrza Axa re biþînin im. ( Mîrza Axa serokê gelê Ridva-Renvan-ê
ye) „
-
- “
Name: 6
- Ev
name Mîrza Axa di 22 .5. 1830 de ji bo Graf Paskeviç nivîsandiye
- Ez
evdê xwelamê Xwedê Mîrza Axa ji Rindvaniski (Ridwan k.t.) ê me, Îhtiram
ji bo evd û þervanê Îsa Pêxemberî herî mezin Paskeviç, hêvîdarim
ev nama min di wextekî we yî xweþ de bigihîje destên we .
- Ez
Êzîdî me. Serokê xelqekî piçûk im. Di bin emrê min de hezar û pêncsed
evdê suwarî û pênc hezar peyade heye. Wexta min bihîst ku hûn tê
ne Patnosê, min name û merivekî xwe þande cem we. Lê belê min heta
vêga jî tû bersiv negirtiye. Gava leþkerên Rusan ketine Patnosê,
ez û xelqê Êzîdî tevlî hemû Xirîstiyana ve gelekî dilxweþ bûn.
Ev cara sisiya ye ku ez meriv û namên xwe diþînim. Merivên min cara
yeke mîn þandibûn, di rê de ji aliyê Tirka ve hatine kuþtin. Min
cara duduyan yekî Ermenî bi navê Giregomiarigilov þand. Vê cara
dawiyê de jî vî diþînim. Dema Giregomiarigilov hatiye Beyazîdê,
ew bi tevlî qeflê leþkeran ve diçe Qersê û ji wir jî hatiye
Erzurumê. Giregomiarigilov bersiva ku we nivîsandî , mohr û îmze
kiribû ji min re anî. Ez pê gelekî dilxweþbum. Min Keþe anî ewî
nikarîbû bixwîne. Min tû tiþt ji namê fahm nekir. Ev cara sisiya
û dawiyê ye, dû merivên Xirîstiyan, yek jê Giregomiarigilov û yê
dinê jî Petros e diþînim. Ez çiqas xwediyê qewmekî piçûk bim jî,
di nezera Tirka de mezin tême xwanê. Bi saya Xwedê sed leþkerê min,
dikarine bi sêsed siwariyên wan. Ji ber vê mêrxasiyê, Tirk min ji
xwere dujmin dihesibînin. Dema ku
ez bibihîzim hûnê werine Baleþê (Betlîsê) , ezê çiqas
memnûn bivim nizanim çewa bibêjim. Bi alîkariya Xwedê, ji bo we ez
û hemû xelqê xwe emê
jiyana xwe fedabikin. Vê gavê ev qas. Bi xatirê we !
- Ez
ji we hêvîdikim, hûnê dermanekî baþ ji bo çavên kurê min bi vî
zilamê min þandî re biþînin.
- (Di
28.2.1831 de ,ji bo Mîrza Axa ebayek “kurkek” î ji qumaþê sor ,
bîstûpênc zêr û dermanê çavê lawikê wî teslîmî “raspartî”
Petros Gezar buye.) “ Ev herdû
namên li jor ji ber çavk.
8: rûpel:175 û 176 hatine wergirandin .
-
- Gazî
û hêviyên di strana
Mihemed Keya yê Êzîdî de:
-
- “Neahmê
bandike dibêje :
- lê
lê Xoxê û Rewþê rebenê
- lê
lê rebenê dayê, nemayê !
- hûnê
rabên emê kaxezekê reþ û þîn bikin
- emê
dîleka jina û mêran lê bixin
- eger dîleka jina û mêran
ser nagre !
- emê lêpakên zarokan
lê bixin
- emê bidine destê þehîdê
Osê,
- ew þekirê Pêþîmam
Silo,
- û qewalê me Êzîdiya,
- bila ew kuçuk baylozê
Musilê bi xwe re rakin,
- bila ew berê xwe
bidine seraya Stenbolê
- emê
ling li ser lingkin û dest li ser destkin
- emê
bêjine Þewkêlin (lo Sultano) !
- mala
te ava be û þûrê te dirêj be
- ew
dewleta ta ye bilind be
- de
eva serê sê salên temame
- te
welatê Xaltaniyê kiriye halê reziliyê û yemane “ Berdewama
vê Stranê di çavk.19 rûpel:75.
-
- Hinek
ji serpêkhatî , gazî û hêviyên Êzîdiya ye dinê jî evin:
-
- Strana
Binemala Zoro (Biþar û Kolos........?). (19rûp.: 52 )
- Strana
Feqîrên Dela 1830 (strana ku bi navê þerê Mîrze axa, Keþîþ Polo û Miçoyê Îsa ev jî li ser þerê Dela
ye), li þerê Mîzikê Zaza (Mîrze Axa). (19rûp.: 56,57 )
- Strana þerê Êrenzê 1832 (19rûp.:
45 )
- Strana
þerê Nemirê Mîrza I`-Mala Çelikê 1856- (19rûp.: 61 )
- Strana
þerê Nemirê Mîrza II - Mala Çelikê nêzî sala 189..- (19rûp.: 62)
-
- Strana
þerê Keleþê Çelo :
- “
Mistê dibê dayê bavê min kanî
- Dê
dibêjê lawo:
- Tu
birêne li serê neqeba Têlanê
- Bavê
te çuye gaziya þerê li çemê Xumaro ye
- Gule
tênê weke tavanê baranê, rimê tênê bi gurzane
- ewê
buye hefadê bîst û pênc siwarê hesp betiliyane”
berdewama vê stranê hêjî
gelek heye !û. w.d. yên ne xwanê ne ?. “
-
-
Di vê demê de çend þadên ku li ser buyerên Kurdên Êzîdî
nivîsindine ev in:
-
1. Di
wexta van þer û gaziya de generalê Alman Helmut von Moltke, weke þîretkar û
- rêzan
bi leþkerên Osmaniyan (bi
Hafiz Paþa re –1838 k.t.) re digeriya û ewî jî di bîranînên
xwe de weha dibêje: „Di þerekî sala
1838.meha 6 de li Çiyayê Harzanê de 600 Kurdî (Êzîdiyên
li herêma Xerzane k.t.?) xwe li piþt girerkî de veþartibûn.
Ewan heta nefesa xwe ye dawî þerê xwe kirin. 50 jinan ji bo kû hêsîr
nekevine destê Osmaniyan, xwe di zinara de avîtin û di nav avan de
xeniqîn. Bi hezaran jî, Jin û Zarok bi xencerên serên tivingên wan
bi xedarî birîndar bûbûn.(10:60-61)„
-
- „Dîsa
di dema berxwedana Harzanê de, gava Êzîdiyan li hemberî leþkerên
me þer dikirin,ez çûme cem Hafiz Paþa, ewî di binê þer de, xwe
dabû serê girekî û li þer mêzedikir. Leþkerê wî gelek kesê jin
,mêr û evdên bi hemû emran de dil girtibûn. Leþkerên kû serî û
guhên jêkirî dianîn 50 heta 100 kuruþ bexþîþ zêde didane
wan............ Ew hawar, qîrîn û giriyên jinên kurdan dîmenên
gelekî dilþewat bûn 10:264”
-
- “Gelek
ji eþîrên li derûdora Cezîrê (Bota) diman, heta sala 639 z. kû hêja
Îslamî qebul nekiribû ne, ew tev Êzîdî bûne. Li derûdora Çiyayê
Cûdî de heft eþîrên mezin hebûne, sisê ji wan eþîran:
Niwidkawun, Þoreþ û Hîwdil ev eþîrên Êzîdiyan bûn. 1:156
–184 „
-
- Wekî
ku di çavkanî 10:237 de zelal têye xwanêkirin, dêmek hinga Reþît
Paþa di salên 1834-1839 an de li dijî Kurdan þerkiriye, hingê jî
gelek Êzîdî di nava bajarê Cizîrê de diman. Helmut
von Moltke weha dibêje:“Dema
Reþît Paþa di pey gelek êrîþên xwe yên bi mehan domkirî ra bajêrê
Cizîrê kire bin bandora xwe, hingê piraniya mêrên bineciyên Cizîrê
ku Êzîdî an jî evdên ku ji „melekê nebaþ k.t.“ bawer dikirin
kuþtibun, zarok û jinên wan jî hêsîr girtibun.10:237“
-
-
2. Li
gorî saloxdanên hinek nivîskaran, tenê dema Sultan Mehemedê II ya
ferman daye serleþkerê xwe Reþîd paþa û
ewî avîtiye ser Êzîdiyên Xaltiyan hingê :“, ewî 40 000
evdên Êzîdî kuþtine. 11:292“
-
-
3.
Demek piþtî fermanên Êzîdiyan Austin
Henry Layard; zaneyar, nasê rojhilata navîn, erdkolojîvan, nivîskar
û dostê Êzîdiyan yê di wê demê de herî mezin, cara yekê di ala 1846
de tê baþûrê mezin û cara duduyan jî di sala
1849 de tê bakurê Kurdîstanê. Wexta cara duduyan tê, ew hingê
li gelek gund û camêrên Êzîdiyên Xaltiyan dibe mêvan. Ew di kitêba
xwe “Nineveh und Babylon„ de saloxên rêwîtiya xwe di nava Êzîdiyên
Xaltiyan de bi hûrgilî dinivîse û li ser wan zor-zahmetiyên ku wê
demê li ser civata Êzîdiya hebuye disekine.
-
- Nimûneyek
:
-
- “
Dû sal beriya vêga (di 1847 de K.T) Begekî
Kurd sê Qewalên Êzîdiyan yên ku merivên qewal Usiv bune, li
nêzî bajarê Betlîsê, bi torpîlê kuþtine û Þerif
Begê (waliyê dewletê) jî dest daniye ser dokument, çiqas xêr
û xêrata ku Qewalan ji nava eþîrên Êzîdiyên li çiya û li bakurê
Ermenîstanê diman dabune hevûdin. Kolixên dewletê bi bêqanûnî
zar û zêçên Êzîdiyan difirotine hevûdin 12:28)“
- Wekî
di kitêbê de tê xwanê, di wê demê de heweskariya dewleta Îngilîzstanê
bi ber Êzîdiyan ve pir hebuye. Ji ber vê yekê ye ku zane û Lêkolînvanê
navdar wek Austin Henry Layard du cara diþînine nava Êzîdiyan. Dema
ew tê Stenbolê, Qewal Usiv û çend nandarên Êzîdiyan diçine
Stenbolê pêþiyê wî. Ew hêja
li Stenbolê tevlî Qewal Usiv û wan çend nandarên Êzîdiyan diçe
cem sultan Mehemed II ya û dixwaze ji bo pirsgirêkên di navbêna Êzîdiyan
û dewleta Osmanî de alîkarî bike. Êzîdiyan jî gelek hêvî bi wî
ra girê didan. Dema ew tê nava Êzîdiyên
Xaltiya, ew jî gelekî bi hurmet wî qebûl dikin û qedrekî mezin
didinê.
-
- Ez
naxwazim tevaya nêrîn û pesindariya Austin Henry Layard, di virde pêþkêþ
bikim. Lê eger yekî li ser vî babetî agehdarî bixwaze, ew dikre birêne
li çavk. 19 rûp.: 28-34 an.
-
- Tiþtekî
balkêþ e ku Austin Henry Layard
ne tenê li ba Êzîdiyan bi qedir û qîmetbu ye. Ew
bêtir jî li ba Ewrupayî yan bi qedir buye. Ev babeta bi serêxe
hêjaye û meriv dikare gelekî li ser remanên Austin
Henry Layard bibêje .
-
-
4. Xweya
ye hinga Karl May kitêba xwe “ Durchs wilde Kurdîstan” di salên 1885 (Çavk.13) de nivîsandiye,
ewî hingê li gorî tarîf û agehdariyên di herdû kitêbên Austin Henry Layard de, ev
kitêba xwe ye bi navûdeng nivîsandiye. De ji wê demê û hetanî îro
hêjî bi milîyonan evdên Ewrûpayî bi xêra vê kitabê Kurd û Êzîdiyan
nasdikin. Kesên ku Karl May nasnekin, dê bêjin “qey bila raste ku
ev nivîskar gav bi gav li Kurdîstanê geriya ye û
ewî hemû ol û gelên Kurdîstanê baþ nasdikirin”.
-
-
5. Ji
ber piþtgirtiya Êzîdiya ye bi Kurda re, dewleta Osmanî û paþweruyên
Kurdan bi sedan Êzîdî fermalûkirine û bi hezaran jî kuþtine. Gava
Yezdanþêr di sala 1854 de
li dijî Tirka þer destpê kiriye, hingê Êzîdiyên ku di herema þerde
bûne, dîsa gelekî alîkarî dane vî þerê barxwedana Kurdan. Lewma
jî, “Kuþtin û talankirina Êzîdiyan, ji Tirk û kurdên Musilman
re bûbu erkekî muqades.8.144”
-
- 6.
Fermanekî
dinê dîsa „ Di sala 1856 de,
kurdên Êzîdî yên li Reþkotiya, li wîlayeta Diyarbekrê û
kurdên li Dersimê serhildan çêkirin. (10:32)„
-
- Belê
di van salan de jî gelek rojname, kovar, erdkolojî û lêkolînênvanên
Ewrûpî û çend biyaniyên
dinê jî li ser rewþa Êzîdîtiyê nivîsandine. Çend navnîþan û
nimûnên wan jî weha ne:
-
- Socin,
Albert - Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft 1881.
Band.:35. Seite: 237-269 und 218- 227. - Zur Georgraphie des Tur-Abdin-
-
- Dr. O. Blau -Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen
Gesellschaft 1854. Band.:12.
Seite:584-597. _ Die Stämme des nordöstlichen Kurdistan-.
-
- Heinrich Petermann –
Reisen im Orient 1852-1855 ( Aufenthalt in Mosel Seite:325 –351)
-
- 7.
Ji bo dewleta Osmanî dikaribe dûbendîtî û bêtifaqiya di navbera
Kurdan de zêde mestir bike, gelek þêwirmendên Ewrûpî anîne alîkariya
xwe û bi xêra tecrûbên wan xerîban serî li hemû haweyên hovîtî
daye.
-
- Nimûne:
- Gava
nivîskar û serbaz (subay)ê Ingîlîz Fredirick
Millingen, di sala 1870 de
wek þêwirmend û berpirsyarê serleþkerê dewleta Osmaniyê hatiye
Kurdîstanê, li Wanê û derdora Wanê leþkeriya xwe kiriye , ka hingê
ewî û “roma reþ” çewa
zordestî û neheqî li Kurdan kirine û ka ewan di wî çaxî de çewa
dujminantiya di nava Êzîdî, Musulman, Elevî û Xirîstiyana de
xurtirkirine ?. Ew bi devê xwe bersiva van pirsan, di
kitêba(çavk.29) xwe de dide.
-
- Ji
bo Osamanî dikaribin bac û xeraca xwe, bi rehetî ji nava Kurdan
bidine hevûdin, Siltan Abdullhemîd
di sala 1880 de dijminantiya olî (wek ya tevgera Neqiþbendiyan)
dixe nava gelên Kurdîstanê. Osmaniya ji bo armancên xwe timî ola
Musilmanetiyê daye pêþ. Evê polîtika S.Abdullhemîd II a ya dînî,
emrê Imparatorê gelekî dirêj kiriye.
-
- Dîsa
ji bo Siltan Abdullhemîd II a karibe
Kurdan çêtir bi hevûdin bide kuþtin, ewî di 15.4.
1891 an de, ji hinek Xayîn û Feodalên Kurdan „Alayên Hemîdiyê“ daye
damezirandin.Bi wî haweyî„ hukumeta Tirkiyê dest pêkir bi
serekên kurda ra leyist, nonerên serekên kurda bi rutba, nîþana,
pera vadihatine xelatkirinê. Dîwanê gazî gelek torinên kurda dikir,
ku di hukumetê da bixebitin.
-
- Di
sala 1892 a li Îstenbolê û
Bexdayê „dibistanên qebîla“ hatine vekirinê bona zarên serekên
kurda û ereba, yên ku gerekê usa bihatana terbetkirinê, ku sultan
wek serekê xwe yê herî mezin bidîtina.“ Dîsa „ Sultan bi xwe,-
weþangerê bîranînên wî dibêje; Ebdul Hemîd gotiye: “Berî her
tiþtî em gerekê li wêderê (Asiya
Biçûk.-M.L.) kurda bihelînin“ (9)
-
- 8.
Dîrokê de eyane, ku serleþkerên Osmaniyan ji tirsa nikaribûne
bixwe herine li heremên Kurdan, bi kêfa dilê xwe bigerin. Dema lêkolînvan
Baron Eduard Nolde, di
sala 1892 de tê bakurê Kurdîstanê, li nava gelek bajarên Kurdîstanê
digere , ewî hingê li ser zahmetên qolixên dewleta Osmanî weha nivîsandiye
:”Kurda bi gotina Qaymeqam û 50 leþkerên di bin destên wî de ne
dikirin û Qaymaqam nikaribu di vê heremê de daxwaziyên Dewletê pêkbîne.14:256”
-
- 9.
Robert Koldewey
1898 . Ev erdkolojê Alman di sala 1898
de tê Kurdîstanê û di çavkanî: 15 de dibêje“ rêya min di nav
herêma Êzîdiyan de derbas dibû“ û ewî bahsa rewþ û zahmetên
erdkolojiya xwe dike. „Lêkolînvanên Alman di sala 1898 de li Kela
Þîn ya ku di nava Uþnu û Rewandizê de lewheyeke binivîsandin dibînin.
Ev lewhe bi zimanê Kaldî û Asurî hatiye nivîsandin. Ev destana
bahsa diyaloga di nava kiralê Kalda Iþpunî û Xwedê de buyî dike.
22:58“
-
- 10. “Wexta
dewleta Osmanî di sala 1877-1878
an de bi dewleta Russ re þerdikir, hingê kurdên Êzîdî ne dibirine
leþkeriyê. Lê di dewsa nekirina leþkeriyê de gelek pere û baceke zêde
ji kurdên Êzîdî distandin 8:99. Êzîdiyan di vê sala 1878 de alîkarî
bi serhildana Huseyîn Bedirxan re jî dikirin. 8:122 ”
-
- 11.
“Di
pey vaqas salan de, dîsa dema dewleta Osmanî di sala 1892 de Mîrê Êzîdîxanê
Elî Begê II dildigrin û wî
tînine Sêwasê, ew pê derdixin ku Êzîdiyên li bakurê Kurdîstanê
hejî tev û bi taybetî jî, Êzîdiyên Xaltiyan hêjî bi tifaq li piþta
Mîrê xwe ne û eger qezeyek bê serê Mîrê
Êzîdîxanê Elî Begê II, wê ew bawermendên ola Êzîdî tevê
ji dewletê re bibin dijmin. Ji bo wê tirsê jî berpirsyarên Dewletê
nikarin tiþtekî bi Mîrê Êzîdiyan bikin, ew mecbûr dibin di
sala 1899 de Mîrê Êzîdîxanê
Elî Begê II a cardin tînin
teslîmî Êzîdiyên Xaltiyan dikin. Wî çaxî de, Êzîdiyên
Xaltiyan ji bo xatirê Mîrê hêja; Mîr Elî Begê II a gelek stran
gotine. Di stranekê de weha tê gotin:
-
- „Êlî
Begê yeke yeke
- Ew
beranê qer beleke
- Ji
Êzîdiyên Xaltiyan re geleke“
-
- Paþê
ku Êzîdiyên di bakurê Kurdîstanê de qedrekî hêja bi Mîrê
Êzîdîxanê Elî Begê II ya re dikin, wî li nava hemû êl û Eþîrên
xwe digerînin, Êzîdiyên Xaltiyan bi þayiyên mezin û bi serekên
mezin Mîrê xwe dibine welatê Þêx li Laliþa nûranî cem malbeta wî.(19)“
-
- Xweya
ye ku di van salan de jî gelek rojname, kovar, erdkolojî û lêkolînênvanên
Ewrûpî û çend biyaniyên
dinê jî li ser rewþa Êzîdîtiyê nivîsandine. Çend navnîþan û
nimûnên wan jî weha ne:
-
- Dr.Z.E.Browski
-Das AUSLAND Wochenschrift für Länder und Völkerkunder Nr: 39 -Die
Jeziden und ihre Religion-.Stuttgart 28.9.1886.
- Ed. Sachau -Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft
- Band.34. s.:564-567 Reisebericht. 1888.
Leibzig.
-
- Grafen
Helmut von Moltke.-Vermischte Schriften
des General Feldmarschalls- 2. Band. Seite:288 (Das Land und Volk der
Kurden). Berlin 1892
-
- Hugo
Makas -Kurdische Studien (Jezidengebete)- Heidelberg
1900
- Ji
vê demê û þûnde, êdî
Êzîdiyan hew karîbune heremên di bin bandora xwe de, weke demên berê
bi serê xwe tenê biparêzin. Ewan êdî alîkariya xwe daye begên Mesîhî
û Musilmanan, yên ku dixwastin tevgera Cantirkan bixên tengasiyê.
Nimûneyek; gelek kes dizanin ku Êzîdiyên Xaltiyan di sala
1908 de tevî quwetên Biþarê
Çeto li dijî Cantirkan þerkirine.
-
- 12.
Balkêþe û meriv dibîne piraniyan serhildanên Kurda heta van
salên dawî jî, li heremên ku piraniya wan Êzîdî lê diman destpêkirine.
Nimûne, „di 31 ê Tîrmeha sala 1912 an de Konsolosê Rusa yê Bitlîsê Çîrkov,
wiha nivîsiye :“Kurd dixwazin di Bitlîsê û bajarên din de xwe ji
bin desthilatdaran xelas bikin. Ji bo wê jî dixwazin di navçên;
bajarê Sêrtê; Xerzan, Botan, bajarê Bitlîsê; Hîzan, Motkî, bajarê
Diyarbekrê; Mêrdîn, Niseybîn, Midyat, Cizîrê, Sîlwan, bajarê
Musilê; Zaxo û piþtre ji Silêmanî û Kerkuk, di dawiyê de ji,
bajarê Wanê; Baþqale, Dicbilin û Gurcan de serî hildin û dest
deynin ser dezge,...(16:154)“
-
- 13.
„Dema dewleta Osmanî zilma xwe li ser tevaya Êzîdiyan û bi
taybetî jî li ser Êzîdiyên li bakurê Kurdîstanê; yên di herema
Qersê de diman zêdekirine, hingê Êzîdî ji hev belabûne. Qismekî
Êzîdiyan xwe daye nava dewletê û geleka jî koçî nava dewleta Rus,
Ereb û Fariziyan bûne.“
20.:LXXXXV
-
- Êzîdiyên
li derûdora Mîrgehan Hekkarî, di heremên xwe de, di nava Dewleta
Osmaniyan de, çiqas ji aliyên leþkerê Osmaniyan û paþweruyên
Qomendanên Alayên Hemidiya ve hatine perçiqandin, çiqas cûdetî
ketiye navbêna malbent û ola wan jî, ewan serxwebuna çand û olê
xwe heta 1914 salên berî fermanê Xaçparêzan, bi hêzeke mezin û
gelekî zêde zexim parastine.
-
- Gava
Cantirka di 1914 heta 1918
de, li derûdora Mîrgehan Hekkarî de gelê Ermenî qetil û fermalû
kirine, hingê ewan Êzîdî û Ermanî ji hev cûde nekirine. Di vê
demê de Êzîdî û Êrmenî direvine Rusya yê.
-
- Em
dizanin, di qewl û duayên me de hêjî xweya ye ku Mîrgeha Hekariya,
ji berê ve ciyê sed û hedên Êzîdiyan e û bi taybetî jî zêde
ciyê Êzîdiyên ku heribîne çune Soviyetê (Êrmenîstan û Gurcîstan)
ye.
-
- Nimûne:
- Di
dû sebeqên “Qewlê Þêx Adî û Mêra” de weha tê gotin:
-
- Þêx
Adî xudanê keremê
- dahir
bû li erebe li ecemê
- *********************
- dahir
bû li beyit fare
- qesid
kir hate hekare
(Çavk.:28:101-102)
- *****************
- Di
Zargotinên Êzîdiyan de tê gotin:
-
- Hekarî
Þêx Adî hate harî
- Çî
bi þîrî û çî bi mertalî
- *********************
-
- Em
dizanin ku gelek kesên ji van eþîrên li jorê hatine birêzkirin, ji
ber zilma siltanên dewleta Osmanî, paþweruyên kurd û dewleta tirkan
reviyane çûne nava dewltên Soviyetê ( Ermenîstan, Gurcîstan û.
w.d.) û ew eþîran heta îro hêjî tev Êzîdîn e. Min li ser vî
babetî çend nimûnên dinê jî di pirtuka xwe “Hebûn û tûnebûna
Êzîdiyan tev romanên zindîne” de diyar kiriye . Eþkere ye ku
„Piraniya kurdên Soviyetê ji Tirkyê; Beyazîd, Bitlîs, Mûþ,
Diyarbekir, Êrzûrûm, Qers, Îxdîr, Mardîn, Wanê û gundên dorberê
wan hatine. Piraniya kurdên li Ermenîstan û Gurcîstanê kurdên Êzîdîne.
(16:34)”
-
- Eger
Diroknas dikaribin rastiyê bibêjin, dê xweya be ku berî Êzîdî ji
welatê xwe derkevin, ewan di welatê xwe de gelekî bimêranî û bitenê
li dijî “Roma reþ” berxwedane.
-
- Birêne
li gazî û hêviyên
di “ Kilama Bavê Usiv, Kilama
Cangir Axa I û II, Kilama Evdil Mecîd û Kilama Bereka Girî Daxê
de“
19: 90-101 û.w.d.
- Êzîdiyên
ku di wê demê de nikarîbune ji ber zilm û zora leþkerên Romê û
Musilmaniyê bi birevin ew qulibîne. Ji vê demê þûnde, êdî Êzîdî
li derûdora Mîrgehan Hekkarî, li ser ol û axa bav û kalan nemane.
Kesên ji Êzîdiyên bakurê Kurdîstanê ku dikaribe îro agehdariyan
li ser Êzîdiyên Mîrgehan Hekkarî raste rast bide nemane. Kesên
dixwazin li ser Êzîdiyên Mîrgehan Hekkarî agehdar bive, bila ji
kerema xwe re çavkanî 21 û 17 buxwîne.
-
- 14.
Gazî û hêviyên Êzîdiyên
herema Basa
- Di
zargitinê Êzîdiyên herema Basa de tê gotin, ku Êzîdîyên mirîdên
Pîr Xetîp (çavk.:23) heta berî fermanê
14.5.1916 jî li gelek gundên Bota diman. Di wexta vî fermanî de
350 heta 400 evdên Êzîdiyên Basa hatine kuþtin, gelek jî reviyane
çune nav Mîrgehan Þêxan(îraqê) û heta îro jî çend malên wan
li gundê Kelebedrê dimînin.
-
- 15.
Gava Kemal û hevalên xwe di dema 1916 heta 1918 de hatine Kurdîstanê, ka ewan
hingê çewa kurd bere hevûdinê dane? Werin em birênin, Evdekî ji kurdên Musilman ku hingê di nesîhat namên xwe de weha
gotiye:
-
- „Ez
di sala 1916 de-17 de, di
herema xwe de Þêxekî gelek bi nav û dengbûm. Di vê demê de
Dewleta Osmanî ji welatên Ereban direviya derdiket. Siltan
Reþat ji min re name þand û ji min dixwast kû ez biçime cem eþîrên Kurd û Ereban, ji Þêxên wan re bibêjim, bila ew dev ji
þerê xweyî li dijî Osmaniyan berdin. Li ser vê daxwaziya wî, min lêda
ez çûme Nisêbînê welatê xwe. Ji wirê jî çûme cem
þêxên li Sincarê û yên li çiyayê Abdulazîzê. Min ji wan re
weziyet got. Ewan jî gote min :“Me bi van cinayetan nizanî bû. Belê,
emê êdî ji van tiþtan re bibine manîh.“Min rabû 12 þêxên bi
nav û deng bi xwere anîn, em çûne cem komandarê Nisêybînê bûne
mêvan.Wexta ez sibê zû rabûm, min dît ew her 12 de evd jî
îdam kirine. Ez bi dilekî gelek þikestî vegeriyame Bitlîsê.
24:20-21„
-
- Di
van salan û piþtî van salan de jî gelek rojname, kovar, erdkolojî
û lêkolînênvanên Ewrûpî û çend
biyaniyên dinê jî li ser rewþa Êzîdîtiyê nivîsandine. Çend
navnîþanên wan jî evin
:
- Hugo
Makas -Kurdische Texte –Kurmanjî Dialekte, aus der Gegend von
Mardin. Petersburg- Leningrad 1897-1918-1924-.
-
- Mark
Lidzbarski _Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft
Band.51 ._Ein Exposè der Jesiden-
Leipzig 1897
-
- C.
Brockelmann -Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen
Gesellschaft Band.55. s.:388-390 -Das Neujahsfest der Jezidis- 1901.
Leibzig.
-
- Fischer,Miszellen
-Zeitschrift der Deutschen Morgenländischen Gesellschaft Band.58.
s.:876-567 -Ein Gesetz der Jeziditen_ 1904.
Leibzig.
-
- Dr.Georg
Jacob (von Dr. Rudolf Frank)-Türkische Bibliothek (Scheich Adî,
der grosse Heilige der Jezidîs)- Berlin. 1911
-
- Maximilian
Bittner -Denkschriften der Kaiserlichen Akademie der Wiessenschaft
in Wien Band:55 _Die Heiligen Bücher der Eziden oder Te.....anbeter- Wien.
1913
- Dr.Theodor
Menzel ( Odessa) -Ein Beitrag zur Kenntnis der Jeziden. Die
Teu.anbeter von Mustafa Nuri Paþa.( Aus Türkisch Übersetzt)- Leipzig
1930
-
- Carl
Brockelmann -Geschichte der Arabischen
Litteratur- Erste Band. Leiden
1943
-
- 16.
Di derheqê çend serpêkhatî û gaziyên Êzîdiyên li derûdora Mêrdîn
û Cizîrê de, weha tê gotin: „ Mîrê Botan (di
sala 1845 k.t.) li dijî daxwaziya Baciniyan bi darê zorê di
navenda gund de, li ser tahtên raserî Bêndera Þêx-Ehmed û di
neqeba herdo tarên gunde mizgeftek da ava kirin. Wî herwiha ji bo
misilmankirina gundiyan mellayek jî tayînî Bacinê kir û xwest
bahweriya Baciniyan ya bi ola Tawis-î-Melek biþkîne. Tê gotin, nû
malbatên Qasê Heyno bi vê bêhuzuriya Mîrê Botan anîbu gund rû bi
rû man, wan xwe neçar dîtin û çûn xwe avêtin bextê nas û dostên
xwe yên Omerî. Gundiyên din jî di heman demê de bi leþker û bi
mellê Mîrê Botan re di nav þerekî mezin de bun. Wan di wî wextî
de zordestiya Îslamê li ser ol û bîr û bahweriya xwe qebûl nekir.
Eger çiqas leþkeran gundî bi darê zorê biribuna mizgeftê jî, ti
kesî berê xwe nedida mellê
û bi ya wî nedikirin. Tê gotin, yekî dîn di wê demê de di gund de
hebu. Ev kes radorî mellê û kurê mellê ketibu. Wî ya xwe bi mellê
û kurê mellê kir û wî ew rezîl kirin, heta êdî ew ji gund
reviyan. Lê, carek din Mîrê Botan bella xwe ji Êzdiyên Bacinê
venekir. Vê carê, mellayekî nas ji Êstillê hat gund. Wî û
Baciniyan qewlê xwe wiha bi hev kir: Hunê li ser ol û diyaneta xwe ya
Êzdî bin û ez jî nahêlim kesek bella xwe li we êxe. Bi vî rengî
serhildana Baciniyan ya li dijî Îslamê serkeftî bu. Dûvre, mellê
Êstillî jî ji gund derket û di mizgefta Mîrê Botan de wexta danê
nîvro ker, hesp û dewarê gavanên Baciniyan lê mexeldibun. Belê, ji
wê demê heta îroj mizgeft ne mizgeftbu, ew bes kox bu. Binê wê bi rêxa
terþ û dewêr hatiye rayêxistin. Çawa mellê Êstillî ji gund
derket, malbatên Qasê jî piþtî heft salan li surgunê vegerihan nav
xwedî û gundiyên xwe. Ji wê dema heta îroj ne hedê ti mêrê
misilman bu zilm û zorê li Êzdiyên Bacinê bike. (25)“
-
- Wekî
dinê jî gava em li buyerên di strana Hesinê Hewêrî û strana Mîrzayê
Hacî-1845 (çavk.19: 86-89) birênin, em dibînin ku gelek hêvî û
serpêkhatiyên Êzîdiyên vê heremê di wan de xwanê dikin. Ji xeynî
van dîsa xweya ye , ku di
salên 1924 /25 an de þerekî
dijwar û giran di navbera Êzîdî (bi taybetî ji êla Hevêrka), Mesîhî,
Musilman û leþkerên Osmaniyan de dest pê kiriye. Birêne (çavk.19:
86-86) li strana þerê
Bagokê û
þerê Bawerdê.
-
- 17.
Ji
xeynî vanan jî, dîsa bi sedan serpêkhatî û hêviyên Êzîdiya yê
van salên dawiyê, di gelek malperên Înternet, pirtûk, rojname,
kovar, nêrînen erdkolojî û lêkolînvanên Ewrûpî, Kurd, Tirk û
biyaniyan de hatine
nivîsandin û ez ji xwe nikarim navnîþanên wan tevan divirde
diyarbikim. Navnîþanên hineka jê wehane:
-
- Günther
Deschner,-Saladins
Söhne: Die Kurden-des betrogene Volk/1983
München-
-
- J.C.B.Mohr
( Paul Siebeck)- In Geschichte und gegenwart Handwörterbuch für
Theologie und Religionswissenschaft.(Jeziden) -1959
Tübingen
-
- Johannes
Düchting / Nuh Ateþ „Stirb der Engel Pfau ?“ Edition KOMKAR
-
- Kraus
Reptin – Nendeln- Geschichte der
Philosophie in einzeldarstellungen Band 4.1924 (L.Das Jezidentum) Liechtenstein
1973
-
- Mîr
Celadet Bedirxan - Ronahî, hejmar 1-28 . (1942-1945). Jina
nû .1985
- Prof.Dr.Carl
Brockelmann - Geschichte der Arabischen Litteratur.- Zweite S.band. Leiden
1938
-
- D.Hans
Haas -Bilderatlas zu Religionsgeschichte- Leipzig
1930
-
- „Celawa
Þêx Derweþ“-Duha û Drozê Êzdîya -1992
Bonn
- B.Murat
Öztemir -Yezidiler ve Süryaniler, Röportaj-inceleme Mayis
1988. Ekin Yayýnlarý
-
- Bingeha
Êzîdiya li Derveyî Welat. Hannover Kovara Roj hemû
hêjmarê derketî.
-
- Burhan
Oðuz -Türkiye halkýnýn kültürKökenleri -Teknikleri, Müessesleri,
inaç ve Adetleri-Cilt .I: Giriþ, Beslenme ve Teknikleri. Istanbul
1976 .Istanbul Mattasi
-
- Burhan
Oðuz -Türkiye halkýnýn kültürKökenleri -Teknikleri, Müessesleri,
inaç ve Adetleri – Cilt .II :Tarým, Hayvancýlýk, Meteoroloji-
Istanbul 1976
Istanbul Mattasi
-
- Cemþid
Bender -Kürt Mitolojisi – 1 Berfin Yayinevi.
-
- Cîgerxîn
-Tarîixa Kurdîstan
Cîld.:1 Stockholm 1985
- Yekîtiya
Êzdiyan Almanya-Kovara
Laliþ hemû hêjmarê derketî
-
- Dr.Cemþid
Bender -Kürt
Tarihi ve Uygarliði çap.1. 1991
Kaynak yayinlari
-
- Ekrem
Cemîl Paþa -Dîroka
Kurdistan bi kurtebirî. -Çile 1995
Bruksel.
-
- Ethem
Xemgîn -Kürdistan
Tarihi cilt-3. 1991- Kürdistan
Tarihi cilt-1 1982. Agri
Verlag
-
- Hayri
Baþbuð
-Yezidilik inancý, Türk Dünyasý Araþtýrmalarý Vakfý Yayýný :
39. Istanbul 1987.
Baysan Basým ve yayýn sanayý A.Þ.
-
- Komela
Çande û Dînê Êzîdî ya Oldenburgê
-Dengê Êzîdiyan hemû hêjmarê derketî.
- Torî
-Yezidilik ve
Yezidiler- Istanbul. Berfin yayinlari Mart.2000.
-
- Xidir
Pîr Silêman -Êzîdiyatî
( Wane bo qutabîyêt êzidya) 1996
Dihok.
-
- Pîr
Xidir Silêman
-Laliþ Kovera rewþenbîrî
Demdemiye Bingehî. Dihok hemû hêjmarê derketî .
-
- Ereb
Þemo -Þivanê
Kurd -Tebax 1990. Köln.
-
- Bazil
Nikitin -Kürtler
– Deng Yayýnlarý .1991 Istanbul
-
- u.w.d.
-
- 18.
Çend
buyerên ku di van salên dawî de bûne û min di çavkanî:19 de nivîsandine
jî evin: Kilama Hesinê Mihemed”1956”, Kilama Gundiyên Çinêriya
“1963”, Strana Birahîmê Rizgo “1964” û wekî dinê hêjî bi
sedan hêvî, gazî û buyerên Êzîdiya ye ku ne hatine nivîsandin
hene.
-
- Ew
Êzîdiyên kû koçeberî
welatên Qafqasiyan û Erebîstanê
bûne, ewan di wan welatan de Êzîdiyatî û çanda xwe bi zahmetê
giran parastine. Lê Êzîdiyên kû di nava sînorên Cumhuriyeta
Tirkan de mabûn; Êzîdiyên Xaltiyan, Amedê, Hekkarî-Serhedê, Botan (Basa), Çêlka
(Tur-Abidin), Meletê û Ruha yê-Wêranþehîrê ev bi piranî
hatine qirkirin û helandin. Di wan herêman de, îro çend malên Êzîdiyan
bitenê li devera Xaltiyan û li herêma Wêranþehrê de mane. Belê
eger meriv îro wanê mayî tevan bîne li ser hev, dev de weke gundekî
piçûk jî tûne ne. Þovenîstên
Tirkan bi alîkariya olperestên Kurd, welatên cînar û menfêatçiyên
Ewropayiyan gelê Kurdîstanê yê herî kevn di nava xwe de helandin.
Ji bo ew dikaribin cî û warên Kurdan, ne xazim yên kurdên Êzîdî
li hev parebikin û þopa hebûna Êzîdiyan tam wenda bikin, ewan êdî
di sala 1934 de qanûnên guhartina navên gund û paþnavên evdên
Kurd derxistiye.Wana bi vê siyaseta xwe ye þovenîst û ne demokratik,
çiqas mulkê Êzîdiya yê heta wan salan hebû, tev ji destên Êzîdiyan
derxistin, tapû û qoçanên wan yê heyî jî çirandin û bi sedan
gundên Êzîdiyan parevekirin. Vêga jî, di destên gelek Ezîdiyan de
Tapû (qoçanên) yên erd û gundan hene û herkes jî dizane kû ev
gund û êrd yên Êzîdiyane, lê ji ber ku xwînxwaran navên di
qeydiyan de guhastine, êdî Êzîdî hewkarin daxwaz û bahsa van milk
û talanên xwe bikin. Þixwe ji ber
vê zilm û zora ku Dewletê û olperestên musilmanin Kurd, li
Êzîdiyan kiriye, tû evdek ji Êzîdî û ji ecnebiyan nikare di derheqê hêjmara
Êzîdiyan de agehdariyeke rast bide. Agehdariyên di derheqê hejmara
Êzîdiyan de hatî û tê gotin, tenê gumanin evdane.
-
- Bila
tu kes çewt fahm neke, ez nabêjim van nivîskar û geryokên ku min
bahsa lêkolin û berhemên wan kiriye tenê rastiya rewþa gelên Kurdîstanê
diyarkirine. Eþkere ye ku geleka ji wan, ji bo armanc û berjewendiyên
xwe û dewletên xwe, bi zanistî çewtîtî û neyertî xistine nava
gelek netew û olên (Musilman, Xirîstiyan, Êzîdî, Elevî û.w.d.)
ku li Mezopotamiya yê hene.
-
- Her
weha hêvîdarim ku hinek ji dîroknas û lêkolînerên dîrokê, dê
karibin zêde li ser van babetan rawestin, ewê wan zaniyarên ku destê
min ne gehîþtiyê kombikin û ji me re pêþkêþbikin. Dîsa ezê
gelekî dilxweþbim gava ku em ji vaqas buyerên buyî, wekî çewa
V.O.Klyûçewskî gotiye:“Em gereke demên derbazbûyî fêr bibin, ne
ji bo wê ku ew îdî derbaz bûne, lê herwaha bona wê, ku ew dema
derbazbûyî nikaribûye paþmayînên xwe bide paqijkirinê.(9)“ fahm
bikin.
-
- Dema
em birastî berhevbikevin, emê hingê jî bi serbikevin.
-
- ÇAVKANÎ
:
-
-
- Þerefxanê
Bedlêsê-ÞEREFNAME
–Tarîxa Kurdîstanê ya kevn 1579-, Wergera kurmanci:ya ji aliyê
Zîya Avci ve di sala 1998 de çapa yekem a Kurmanci ji Weþanxaneya
Apecê, weþan Nr.: 129 hatiye weþandin.
-
- Garo
Sasunî-Kürt
Ulusal Hareketleri ve Ermeni-Kürt iliþkileri, Stockholm-1986.
-
- Alfert
Dapper,-Reich
des Großen Mogols, Persien, Georgien und Mengrelien- 1682.
-
- Johan
Heinrich Zedler-
Grosses Unjversal Lexicon Band.XIV (Jezides)Leipzig
1735.
-
- Karsten
Niebuhr,-
Reisebeschreibung nach Arabien und anderen umliegenden Ländern 1774
bis 1778 in Kopenhagen-Zürich 1766
-
- Bergk,
Johann Adam -Natolien,
Georgien, Armenien, Kurdistan, Irak und Al Dschesira (in
historische, geographische ..) Heinsius in Gera, 1799.
Mit zwei Karten.
-
- James
Claudius Rich,-
Narrrative of a Residence in Koordistanya -Duncan,
1836. S.:66-130.-
-
- Avyarov,
Osmanli-Rus ve Iran savaþlarinda Kürtler 1801-1900. Ankara 1995 .
Osmanlicadan Tercüme eden : Muhammed(Hoko) Varli(Xanî)
-
- M.S.Lazarev
–Pirsa Kurdan (1891-1917)- Weþanên Roja Nû:49. Stockholm 1999.
Wegera ji rûsî: Têmûrê Xelîl.
- 10.
Helmut
v. Moltke-Unter
dem Halbmond 1835-1839. Seite:258-265.
|