AFIRANDINA  ADEM – HAWA Û ÊZÎDÎYATÎYÊ 

Kemal Tolan, 4.12.2004

 

Li gorî mitolojiya Êzîdiyan, Xwedê û Milyaketan (Ezraîl, Derdayîl, Ezazîl, Îzrafîl, Mîkayîl, Cîbrayîl û Þimqayîl)  dinya di beriya afirandina Adem de xemilandine. Lê, kes nizane bi çiqas wext derbasbuye û þûnde, hêja milyaktan bi raya(fermanê) Xwedê, beden(þikil, laþ, qalib)ê Adem(însanê yekemîn hatî ser ruyê dinya yê) ji axê, avê, agir û bahê çêkirine û dîsa piþtî qedîmekê (li gorî zargotinê me hefsed sal þûn de) hêja ruh(giyan,can,hilm,nefes) bi qewl, duha, def û þibêban berdane nava qalibê Adem.

Dema meriv li qewl û duhayên me Êzîdiyan birêne û karibe ji wan baþ fahm bike, meriv vêga jî di þîrovên wan de afirandina dinya yê û çêkirina qalibê Adem û whd. gelekî zelal dibîne. Di çend sebeqên „qewlê afirîna dinyayê” de weha dibêje:

 
Yek ave,yek nûre
Yek axe,yek jî Agire
„Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim ji me re danî
Pê dilovan Adem nijinî

Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim li rûyê dinê danî
(temamiya vî Qewlî di çavkanî 1:56 ye )“

Xwedawendê me bi rehm e
Diyar kir þaz û qidum e
Hêvênê Adem hevsûr zor tixûm e
Hevsûr geriya,hat hindave

Di çend sebeqên „qewlê zebûnî Meksûr” de weha dibêje: 

„ Pedþe min li ezman kir sefere

Ew bû çare sefer kirbû ker bikere

Kire riknê çendî menbere

Aþiqa wê jê xeberda

Þaxekî dî jê berda

Kire riknê çendî erde

Erd mabuyê behitî

Xidudekê xeditî

Go:„Ezîzê min erd bê wê sûrê natebitî“

Piþtî çil salî bi hijmare

Erdî bixwere negirt heþare

Heta laliþ bi navde dihate xware

Laliþ ku dihate

Li erdê þîndibû nebate

Pê zeynîn çiqas kinyate

Ku kinyat pê di zeyînîn

Çar qismet têk hinCinikîn

Qalibê Adem pixember jê nijnîn

Þembû dane esase

Înyê kir xilase

Piþtî bi heft sal, heft sur hatine doran kase

Piþtî bi heft sal, heft sur hatine hindave

Qalib mabuye bê gave(rih)

Gote ruhê: „ Tû boçê naçiye nave ?“

Ruhê go:“Liba aþiqa we melûme

Heta bo min ji bana neyên þaz û qidûme

Nîveka rûhê û qalibê Adem pêxember tixûme“

Þaz û qudum hatin û hidirî

Û nûra muhbetê hingite serî

Ruh hat û qalibê Pêxmber êwirî

Berdewama vî qewlî,

birêne li  (2: 49-51 û 1:39-41) “

Gava ruh berdidine nav qalibê Adem, êdî ew Adem dibine Cinetê. Di Cinetê de ” Þeþ Milyaketan sicûde ji Adem re kirin, lê Ezazîl sicûde nekir. Xwedê têala gote wî:”Tu çima sicûde ji Adem re nakî?” Ezazîl got: Rebê min, te þîret li me kir û min ew þîret ji bîr nekiriye, sicûde bo te bitenê ye, Êzîz min(5:116)”.

Di zargotina me Êzîdiyan de hêjî tê gotin: ”Gav Milyaket xeberê didine Xwedê û dibêjin: ”Ezraîl ji Adem na sediqîne”. Xwedê ji Ezraîl re dibêje: çima tû ji Adem re sucde (bawer) nakî ? Ezraîl jî dibêje Xweda: “ Ya Ezda yê dilovan, ne wexta we em ji nûra xwe afirandin, we hingê ji me re got: “divê hun fermanê min ji bîra nekin û bêyî raya min ji tû qudretên dinê bawer nekin. Ez ji nûra te me û Adem ji axê ye, ezê çima jê bawerkim ?(6)” û çavk.:9.

Li ser vê Xwedê nasîna Tawisî-Melek di qewl de jî weha hatiye gotin:

„Qewilê Tawisî- Melek

Ya Rebî éla þanek û éla mekanek û éla sultanek
Ya Rebî tuyî kerîmî tuyî rehîmî
Ya rebî her tu xudayî
Her tuy î layiqî medih û senayî
Ya Rebî tu melekê melekê cîhanî
Ya Rebî tu melekê melekê kerîmî
Tu melekê érþê ézîmî
Ya Rebî ji enzel de her tuyî qedîmî (Çav.:4)

Gava Tawisî-Melek van gotinan dibêje, Xwedê jî di huzura Milyaketan de xelata tokê zêrîn(tokê Êzî) dide Tawisî-Melek û dibêjê: ”Ji ber ku te ev þîreta min ji bîra nekiriye, haþtere kilîta her heft erd û ezmanan, tû ji vir û pêde li her der û cîhî de wekîlê(cîgerê) minî û serokê hemû Milyaketa yî(6)”.

Bi dîtina min, gava em li van çend sebeqên “ Qewlê Afirandina Kinyatê” birênen, di wan de jî xwanê dibe ka Tawisî-Melek çawa dibe serokê Milyaketan û tê naskirin.

Qewlê Afirandina Kinyatê sebeqa sê, çara û pênca:

Li min cema dibûn babzere

Ji wê behrê deyn xebere

Tê heyne durrêd cewahre

Li min cema dibûn zerbabe

Dê ji wê bahrê deyn tebabe

Behre û doje û qîrinave

Hedha biden ji kitîr

Textê tenê dibû emîr

Ewe alim ewe xebîr

Sebeqa heþt û neha:

Aþiqa ew mîr dît û kir nase

Jêk vavartin muhebetê û kase

Kire riknê çendî esase

Kire rikn û riknî

Durr ji heybetê hincinî

Taqet nema hilgirî

Taqet nema li ber biþebirî

Durr bi renga xemilî

Sor bû spî bû þefirî (temamiya vî qewlî di 2)“

Li goriya zanîna xwe û hinek gotinên ulmdarên me dibêjim, dema Adem qedîmekî bi tenê di cinetê de dimîne û þûnde, Tawisî-Melek (Ezazîl, Ezraîl,  Emîn Cebraîl û Melkemot yekin) dîsa bi raya Xwedê, sirr û keremtê xwe Hawa jî jê re”ji binçenga wî” çêdike û jê re dike heval.  Hinga Adem û Hawa wextekî bi hevûdinê re li Buhiþtê dimînin û þûnde, încar Tawisî - Melek dixwaze wan ji buhiþtê derxîne.  Tawisî - Melek xwe dixe þiklê Marê reþ û diçe dibêje Hawa: „Eger tû bi xwazî bi Adem karibî, divê tû genim bi Adem bidî xwarin”. Piþtî vê gotina marê reþ Hawa ji Adem re dibêje “çima tû ji hemî tahman dixwî, lê tû nikarî ji vî tahma genim tahmbikî?(3)“.

Belê ka em birênen li “Qewlê zebûnî Meksûr”, bi taybetî jî di sebeqên: 1,2,3 û 4 yên di rûpelê 51 a yê çav.:2 de  li ser xwarina genim û derxistina Adem ji bihuþtê weha dibêje:

“Adem pêxember ji wê kasê vedixware

û vediya Mestbû hejiya

Goþt lê huriya, xun tê geriya.

Adem pêxember ji wê kasê vedixware

Kerameta wê kasê hate diyare

Lew Adem pêxember pêngijî pê dibû þiyare

Adem pêxember ji wê kasê vexwar û pê xweþtê

Kerameta kasê hat û gehiþtê

Lew Adem pêxember hilgirt û bire behiþtê

Pedþê minî rebil semede

Ji Adem wê bûn coqeta

Jêk vavartin heftê û dû milete 

(Tevaya vî qelî di 2: rûpel 45 heta 52“

 

Wekî dinê, em birênin li „qewlê afirandina dinyayê“ jî  li ser vî babetê xwarina genim û derxistina Adem ji cenetê weha dibêje:

 

“Xedawendê me rehmanî
Kasa sirê ji Adem re anî
Av ji kasê vexwar,vejiya
Cîda mest bû hejiya
Goþt jê xuwest wê ruhê
Xîret kete nav serî
Xwîn li canê wî gerî

Adem Xwar ji wê kasê
Sira kasê xweþ lê tê
Kerameta kasê gehiþte buheþtê
Milyaketan bi milê wî girt û avêtin buheþtê

Adem ji kasê vedixwar e
Kerameta kasê pê ve diyar e
Xak pê nijinî,bû hiþiyar e
Got:"Ev erd çî xweþe"
Giyayê þîn sergeþe
Roj roja mêrê keleþe

Xwedawendê me rehmanî
Ji me re keremek anî
Dem û dezgehê baþdanî

Hey Ademo rûdinê
Her dem bike îmanê
Xwedawendî em xilas kirin ji tofanê

Gelî mirîdan bikin karî
Xêra qudretê ji jor barî
Xwe dûr bikin ji neyarî

Kerameta xwedawendê me hate xwarê
Erd û ezman didinn xêrê
Hûn jî bibin xwedanê xêrê
Qet ji bîr neken vê xeberê  ( 4)“

Zargotina me vêga hêjî dibêje, dema Adem ji genim tahm dike, êdî Milyaket wî ji buhiþtê derdixin. Çaxê Adem û Hawa têne ser ruyê erdê, demekê dijîn û þûnde, êdî Tawisî-Melek dîsa surr û keremetên xwe bi Adem - Hawa dideqayîlkirin û ji wan re eþkere dike ku, ew û çiqas evdên ji wan zêdê bivin timî ji Xwedê û çiqas xasên Xwedê hene bawer bikin û ew her wextî ji bo hebûna meznayiya Xwedê , Milyaket û çiqas xasên Xwedê hene xizmetê bikin.

Belê ez jî weke ku di qewl û zargotina me de zelal dibe û nêrîna gelek dîroknasan dibêjim „devera ku Adem hatiye ser ruyê erdê Mezopotamiya ye(8)“ û baweriya Xwedê–Xwedan nasînê ji Êzîdiyatiyê gehîþtiye nav tevaya mirovatiyê. Li ser vî babetî, birênen li lêkolîna min e „Êzîdiyatî haveynê mirovatiya li Mezopotamiya yê ye(11)“

Piþtî demekê, gava ji Adem û Hawa zarok çêdibin, êdî ew herdû li ser çêbûna zarokên xwe bihevûdin dikevin. Ji bo ku ew bizanîbin ka zarok ji xwêdan(anjî ziret)a kî zêde dibin, radibin heryekê ji wan xwêdana xwe cûde dixe nava kupek(cerek)î  û kupên xwe dixine binê erdê. Hinga wextê vekirina kupan tê, diçin kûpê xwe vedikin, dirênin ji nav kupikê Hawa kêz û kurm((hemû ruh liberên di binê erdê de hene) û ji nav kupikê Adem jî lawikek ( Seyîdî bincer) derdikeve. Divê, ji wê rojê pêde êdî Hawa ji meznatiya Adem bawerdike, lê ji hefsûdiyê nahêle ku Adem vê zaroka xwe(Seyîdî bincer) dinava mala wê de xwedî bike.  

Li gorî hinek gotinên ku di çavkanî:8 , 9 de û zargotina me hêja jî zindî dibêje :“Dema Adem zaroka xwe ye ji kup derketî (Seyîdî bincer e ) dît û þunde, êdî evî hezkirina zarokên xwe -çil kur û çil keç- dinê jibîr kir. Zarokên wî jî weke diya xwe ji hezkirina bavê xwe û Seyîdî Bincer hefsûdîn. Zarokên Adem bi diya xwe re pîlanekî ku Seyîdî Bincer bikujin çêkirin. Tawisî-Melek di wê êvra ku Hawa û çil zarokên xwe serê siba ji xewê rabin herin Seyîdî Bincer bikujin de,  emir dide hûriyan û dibêje Horiyan „herin di xewê de zimanê Hawa û çil zarokên wê  ji hevûdinê cûde bikin û nehêlin ku ew biryara kuþtina Seyîdî Bincer bi hevûdinê bidine fahmkirin“. Gava Hawa û zarokên xwe ji xewê radibin, her yekê ji wan bi zimanekî cûde xeber didin, dikin û nakin nikarin pîlanê xwe bihevûdinê bidine fahmkirin. Ji vê rojê pêde ev zimanê  cûde peyda bûne(9)“  Wekî dinê jî birenin li Çavkanî 8a: :53-78,  8b: 118-120, 8c:142-151 û hwd.

Belê ka em dîsa birênen li sebeqeyeke “Qewlê zebûnî Meksûr”,  ew li ser „vavartina heftê û dû miletan „ weha dibêje:

„ Pedþê minî rebil semede

Ji Adem wê bûn coqeta

Jêk vavartin heftê û dû milete(2) „

Li gorî zargotina me Êzîdiyan, Adem bi qudret û keremeta Tawisî-Melek zaroka xwe ye ku bi navê Þahîdê (Seyîdê) bin Cer xwedî dike. Gava Þahîdê bin Cer tê ye emrê zewacê, dîsa Tawisî-Melek Horî yekê(navê wê Leyla) ji cenetê derdixîne û bi Seyîdê bin Cer re di zewicîne.Di  çavkanî: 6a :rûp.: 765 de jî vê nêrînê dide xwanê . 

 Ji Þahîdê Bincer û Horiyê jî em Êzîdî zêde bune û lewmaye ku hata îro hêjî em Êzîdî xwe weke miletê li pey Tawisî-Melek(Êzîdî) didane nasandin.

Li gorî ku ez ji zargotinên me Êzîdiyan fahm dikim, baweriyên me hemû girêdanên di navbera Xwedanên esmanî û xwezayî(tabîatê) ne de rast diyar dikin. Em Êzîdî ji hinga ku Tawisî-Melek bi reza Xwedê haveynê mirovatiyê (Þahîdî bincer ji xudana Adem) peyda kiriye û heta vêga hêjî ji hemû Xwedanên di bin erd û li esmana ne bawer dikin.

Li gorî dîtina min sîstema baweriya Êzîdiyatiyê we ha ye :

 

XWEDÊ YEKE Û SERANSERÎ HEMÛ XWEDANA YE.

DI DESTPÊKA AFIRANDINA DINYAYÊ DE BAWERIYA ÊZÎDIYATIYÊ 

BÝ XWEDANÊN ESMANÎ Û XWEZAYÎ(TABÎATÊ) NÊ BUYE.

WEKE BAWERIYA BI : Xwedê, Tawisî-Melek, Her Heft Milyaketên Kibîr, Rojê, Hîvê, Semahê, Sitêrkan, Agir, Baranê, Bayê, Birûskê, Tofanê, Cinika, Sermê(çilê zivistanê), Germê(çilê havînê), Çarþemê,  Sunnetê,  Tokê Êzî, Nesaxî,  Zayîn û Mirîna hemû giyanderan, Xefûrê rêya, Qurban Dahinê, Rengên Pîroz û whd.

„ÊZÎDIYATIYA BERÎ DEMA ÞÊX ADÎ LI SER DÛ ÇÎNA BÛYE(1:17)“:

1           MIRÎDATÎ

2          MALA  ADIYAN            

Çend navên mîrgehên Mirîdan ne hingê evin:

  1.  
    “Mîrên mîrgeha Cizîrê
  2.  
    Mîrên mîrgeha li herêma Þêxan.
  3.  
    Mîrên mîrgeha Baban
  4.  
    Mîrên mîrgeha Dasiniya bakur û baþur.
  5.  
    Mîrên mîrgeha Hasenkeyf(Heskîfê)
  6.  
    Mîrên mîrgeha Dimiliyan(zerzayiyan).
  7.  
    Gelek mîrên li mîrgeha mintîqa Kilîs û Helebê
  8.  
    Mîrên mîrgeha li mintîqa Qulp û Batmanê
  9.  
    Mîrên mîrgeha li herêma Aþut(Amediya)

J. Mîrên mîrgeha li herêma HekkariyêÛ whd.(1)”

A - PîRANTÎ

Hinek navên malbatên pîrantiya hingê evin:  Pîrê- “Îsîbiya, Hesin Meman, Hecî Mihemed, Hacyale, Pîra Fat, Hemmereþan, Cerwa, Ormexalan, Hecî Elî, Xetî Pisî,  Memê Þivan, Hasnaleke, Alû Bekir, Qedî Binban, Pîrê Kemal, Êk Siwar, Mehme dî Reben, Rabîe Edewiy (10:68-85)” û whd.

B - QATANÎ

Mîr Brahîm

Pisên Mîr Brahîm:

1- Mîr Masor                                               

Pisên M.Masor                                                            

a. Þêxûbekir

b. Êzîdîne Mîr

2- Mîr Melîk

Mîrên Êzîdiyan îro dibêjin em ji binemalan Mîr Melîkên

 

XWEDANÊ RÛHANIYÊN ÊZÎDIYATIYA PIÞTÎ DEMA ÞÊX ADÎ WEHA NE:

1

                                               Mîrantî

Mîrê Þêxan ji Qatanî yê ne

2

Extyarê Mergêhê anjî Bavê Þêx - (ji Þemsanî yê ye)

3

Pêþîmam (ji Adanî yê ne û dibine dû þax )

a.      Pêþîmamê Mergêhê                         b.  Pêþîmamê  Babê Þêx û yin nava gel

Ji Þêxên Þêxîsna ye                                                           Ji Þêxên Þerfedîna ye

4

Þ  ê  x  a  n  t  î

a. Adanî

Bavê Adanîyê Þêxê  Hessen(Þîxsîn)e

b. Þemsanî          

Bavê Þemsanî yê Êzîdînemîr e

Bavê Qatanîyê yên peþiya Mîr Brahîm jî gelek hene û kevnin.

c. Qatanî

Bavê Qatanî yê di dema Þêx Adî de Þêxê Þêxûbekir (Birayê Êzîdîne Mîre )e

Pisên Þêxê  Hessen(Þîxsîn) evin:

 1  Þêx Þêxmus

 2  Þ.Birahîmê Xetmî anjî (Êtîman)

 3  Þ.  Mehmed(Þerfedîn)

 Pisên  Êzîdînemîr evin :

    a.  Þêþims

Pisên Þêþims jî evin:

1 Tokil , 2 Babik,  3 Abdalî þemsa (Bisk), 4 Þêxalê Þemsa, 5  Alî reþ (Hewendê), 6 Xêdrê  Þemsa, 7 Hesinê þemsa (Celî), 8 Amadîn,  9 Babadîn

Pisên Þêxê Þêxûbekir evin:

1  Birahim enzelî

2 ( îsmayîlê   „ ? )

3  Abdulqadir

 

b.     Fexredîn

Pisên  Þêx Fexredîn evin:

1 Mend, 2 Bedirê, 3 Xatûna Fexra(Xezalê),  4 Þ. Aqûp (ev ji jineke din ne)

 

 

    c. Nasirdîn

 

 

    d.  Sicadîn

 

 5        

Pîrantî

Berdewama Pîrantiya berî dema Þêx Adî ne

6

Merebîtî   

1. Merebiyên Þêx

2. Merebiyên Pîr

3. Merebiyên Mirîd

Bitenê ji Þêxên Þêxûbekran dertên

a.                 Ormexalan

b.                 Hecî Mehemed

c.                 Hacyel

d.                 Hecî  Alî

 Ev merebî dibine merebiyên Þêxên Xatûna Fexra bi tenê û nabine merebiyên mirîdan.

7

Qewal

„Piraniyan van Qewalan ji eþîra Dumiliyan û mirîdên Nasirdîna ne. Wekî din ji eþîran Mamusiyan û mirîdên Babadîna jî dibine Qewal (1)“

 

8

Koçek û Fuqre

Kesê ji her qismê êzîdîdatiyê kû kerametên wî-wê hebe dikare bive Koçek anjî Fuqre

9

Feqîr

( Xerqe ji bo herdû aliyan jî dibe)

1. Feqîrên dû nav      

           a. Pîrên Ormexalan      

            b. Þêxên Þîxsinan  

           c. Þêxên  Þêxûbekiran

2. Feqîrên yek nav

 ji her qismî heta ji Mirîda jî dibe.

10

Micêwir

Micêwir ji hemû qismên dûnavan derdikevin

11

 Xwe û Birayê axretên

 

12                                                                               

 

Mirîdatî

 

Berdewama Mirîdatiya berî dema Þêx Adî ne.

 
 
 

Ez ji xwandevan û ulmdaran hêvîdikim ku ew li kêmasiyên min bibuhurin.

Kemal Tolan                                                                                                                4.12.2004

 

Çavkanî:

1.      Pîr Xidir S. – Êzîdiyatî 1996 rûp.:56 .

2.      Pîr Xidir Sileyman- Êzîdîyatî 1995 rûpel: 49-51 û Êzîdiyatî 1996 rûp.: 39-41.

  1.  
    Zargotina me ye zindî(hemû ulmdarên me).

4.      http://www.lalish.com/duwa_ser_miri.htm

5.      Kovara Dengê Êzîdiyan, hêjmar 8+9 -2001 Oldenburg

  1.  
    Di sohbeta min û Pêþîmam Hessen(Pêþîmamê Xaltiya) 29.10.1997-Oldenburg û di Axaftina Þêx Nasir re di kitêba : 6a: - Dr.Z.F.Browsti- das Ausland: Wochenschrift für Länder und Völkerunde. Nr.: 39. Rûp.: 765- 1886 Sttutgart. Die Jeziden und ihre Religion-

7.      Kovara Dengê Êzîdiyan, hêjmar 6+7- 1997 Oldenburg

  1.  
    a- Cemþid Bender- Kürt Mîtolojisi 1996 Rûpel: 84-85, b- Kovara Însîtûta Berlîn-Lêkolîn.hejmar 2. Rûp.: 93-143, c- Etem Xemgîn- Kurdistanda  Dini Inaçlar ve Etkinlikler.Rûp.:147.. û hwd.
  2.  
    Erol Sever- Yezidilik ve Yezidilerin kökeni 1993, li gotinên kurê Muavî Îsmaîl.
  3.  
    Kovara Laliþ.Hejmar:6. Þêx Xelat Þarî, Rûp.:68-85.
  4.  
    Malpera: http://www.pen-kurd.org/, http://www.duhok.net/lalish/index.htm,   http://www.lalish.com/ku_index.html,

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org