|
AGEHDARÎ Û ZANÎNA ME KURDAN LÝ SER DÎROKA KURDAYETÝYÊ Û REWÞA CIVAKA ÊZDÝYAN PÝR LAWAZÝN
Kemal Tolan Bi
dîtina min, pêwîst e ku em Kurd dersa dîrok û dînê/ola xwe baþtir
nasbikin. Em baþ bizanibin ku piraniya çîrok, mesele, ayet, lêkolîn,
berhem û hemû dîroka ku alim, zane, nivîskar, partî û rêxistinên
dagirkerên Kurdîstanê li ser
dîroka netewa Kurd û bi taybetî jî yên li ser Êzdiyatiyê nivîsandine
anjî gotine qet bi kêr nayên. Di ser vê ra jî gelekî xemgînim ku îro
hêjî piþtgirî, zanîn û agahyên gelek rewþenbîr, nivîskar,
berpirsyarên mal, komel, ol, çande, partî û rêxistinên Kurdî di der
heqê dîroka olên li Kurdîstanê û bi taybetî jî li ser Êzdiyatiyê
û rewþa civakan me Êzdiyan ya derbas buyî û ya niha jî pir kêm û
lewaz en. Vêca,
ji bo ku ez dikaribim hinek ji van valeyiyan dagrim û erka ku di vî warî
de dikeve ser milên min bînime cîh, ezê jî weke hinek nivîskar û lêkolînvanên
Kurd û xerîban li gorî Êzdî nasîn, nêrîn, zanîn û îmakanên xwe
timî li ser wê derya bîr, bawerî, kevnariya dîrok, ziman, wêja û
kevneþopên me Kurdên resen binivsînim. Belê,
min
heta niha ji bo dewlemendiya
arþîva çanda Kurdî gelek
nêrîn û dokumentên nasandina
kevneþopên
bingehên ola Êzdahiyatiyê (yên weke: ferzên
Êzdiyatiuyê, baweriya
bi Xweda yê bê þirîk, her
heft melyaketên qedîm, sema yê, afirandina her heft tebeqên erd û
esman, Tawisê, Berat, afirandina qalibê Adem, Hawa û Þahîdê bin Cer,
melek- horî, cinên bi surên xwe bune Xwedanê xwezayiyê û ketine kirasê
giyander, xas û qelenderan, ne mirina giyan(ruh)ê, Êzdî îmana xwe ji
qewl, ilm , duha û hemû þîretên melek, horî, cin, giyander, xas û
qelenderên Xwedê nasdikin, ji bo giyana meriv paqij bive, timî
îbadet bike û rojî bigre, pîroziya parastina parêsgeh(ziyaret, qub û
gelk nîþanên xwezayiyê cihê melk, horî, cin, giyander, xas û qelenderên
Xwedê nasbike û hwd.ê) di gelek rojname, kovar û malperên me Kurdan de
weþandine û min ew di van
herdû pirtûken xwe de jî tomar kirine.
Ev
kitêba min ya bi navê “Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî
ne” di sala 2000 de ji aliyê weþanên DENGÊ ÊZÎDIYAN ve li Elmaniya
hatiye weþandin û hêjmarên ku hatine çapkirin niha ne mane.
Ev
pirtûka �NASANDINA
KEVNEÞOPÊN ÊZDIYATIYÊ �
430 rûpel e û ji aliyê Weþanên PÊRÎ ( ISBN 975 - 9010 -
55 �
0 )ve hatiye weþandin. Kî
vê
bixwaze, ew dikare vê ji weþanên Pêrî: Söðütlüçeþme Cad.
Pavlonya sok. Nuhoðlu Apt. No: 10/19 Kadýköy / ÝSTANBUL
Tel-Fax: 0 216. 347 26 44 , GSM: 0533 488 01 12
anjî e-Mail: periyayinlari@yahoo.com.tr
peyda bike. Her
weha min xwast di rûpelên van herdû pirtûkên xwe de bidime xwanê,
hinga ku meriv li dîroka me Kurdan û
bitaybetî jî dema li ya me Êzdiyan binêre, merivê bivîne ku bingeha
ola Kurden resen û bitaybetî jî babetên kevneþopên me Êzdiyan gelekî
kevn û berfire ne. Her weha bidime nasandin ku hinek ji dîroknas, lêkolînvanên
Kurd, Êzîdî û biyanî li ser rewþa jiyan û dîroka ola Êzdiyan gelek
tiþt nivîsandine. Lê, ji ber ku piraniyan wan nivîskar û lêkolînvanên
ku li ser dîroka Êzdiyatiyê berhem derxistine û diweþînin bi xwe ne Êzîdî
ne, gelek berhemên wan ji aliyên ilmên Êzdiyatiyê ve jî pir qels in.
Di berhemên wan de xweya ye ku, ewan zaniyarên xwe ji ber devên kesên
menfêatçiyên gelên cînar, Kurdên musilman û Êzdiyên sade(normal) bi
riþwetê standine. Piraniya wan pirtûk û lêkolînên ku ewan li ser rewþa
Êzdiyatiyê nivîsandine wekî peymaneke ku di nava dû berên li dijî hevûdin
û her yekê dixwaze hinek armancên xwe bi cî bîne, wisa ev
berheman hatine nivîsandin. Bidîtina
min þerma herî mezin ewe kû, heta
îro hêjî hinek kesên ku ji xwe re dibêjin „ Ez rewþenbîr û
niviskarim“ û bi teybetî jî di nava tevgera rizgarîxiwaza gelê Kurdîstanê
de ne, na xwazin ku
serxwebuna êzdiyatiyê nasbikin. Gelek ji wan hêjî bi hemda xwe dîroka Êzdiyatiyê
þêlû didine xwanê. Lewma ez jî li ser xwe ferz dibînim ku timî
rastiya naveroka
qewl, ilm û dînê Êzdiyatiyê yên ku ji berê ve dibêjen, ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya
ye bidime nasandin û
bibêjim þikir
ji Xwêdê re, em Êzdî ne!
. Bila her kes bizanîbe ku em Êzdî timî di kevneþopên xwe yên devkî
de dibêjin, Xweda yê me hemû giyander (ins) û cinsên li seran serê cîhanê
yeke. Navê Xwedê di nava hemû ol û netewên li dinya yê (yên
weke Sumerî, Hurrî, Hattî, Hetîta, Gotî, Mîtanî, Arî, Lulî, Marî,
Kassitî, Urartî, Medî, Babilî, Keldanî (Asûrî), Kardukî, Kaldahî,
Mecûsî, Mazdayî, Sabî, Zerdeþtî, Mervanî, Manî, Farizî, Yahudî ,
Xirîstiyan, Musilman, Hinduyan û whd.) de heye û ew li gorî bawerî, ziman û zaravên herêmî bi gelek
navan (Hurmuz, Aton, Marduk, Þamaþ,
Bal, El, Hadad, Xuda (xwe dayî), Xwedê, Padiþa, Xwedî, Rab, Temuz, Dumuzî,
Adonis, Ez da, Ezdan, Yezdan, Yazad, Yêzad, Yê ez dayî (Êzîd, Yêzdî,
Yêzdî), Xaliq, Tanrý, Allah,
Gott, Xwudah û whd. ) de hatiye bi nav kirin.
Her
weha bidime xwanê ku, ji berê
û heta vêga hêjî gelek dîroknas, lêkolînvanên Kurd û biyanî
jî weke min dibêjin, “ola Êzdiyan ola Kurda ye herî kevn e”
û bi dîtina min kevnbûna dîroka Kurdîtiyê vêga hêjî di stran,
folklor, ilm û qewlê Êzdiyatiyê de zelal xwanê ne. Binêrin, ji roja
baweriya Êzdiyatiyê di nav Rojhilata Navîn de peyda buye û heta vêga hêjî,
jiyana me Êzdîyan ji jiyana gel û olên din pir cûda bûye. Me Êzdîyan
ji ber destê zilm, zor û qedexekirina der û hundir nikarîbûne tu carî
xwe di nava welatê ku em tê de dijiyan azad bidine nasandin û bi derdora
xwe re bikevine nava pêywendiyên fireh. Ji xwe di
wî çaxê ew 72 dû ferman li me Kurdên Êzdî rabûne û Êzîdî koçber
bûne, hingê rojname, radio û telîvîziyon tûnebun. Xwandin û nivîsandin
ji Êzdiyan re kiribune guneh. Piraniyan wan buyer û fermanên ku bi serê
Kurdên resen ve hatine, tenê bi gotin û stranên dengbêjan û di nava
zargotina gelde hatine xweyakirin. Ji
xwe bav û bapîrên me ji ber vê baweriya xwe yê paqij nikarîbûne tu
tahdê û zorê li hinek kesên wekî dinê difikirin bikin û malên der û
cînarên xwe bixwin. Gelek
serpêkhatên me Kurdên Êzdî hene, ku hêjî tû kes nizane, ka ev buyer
ji bo çê qewîmîne, sedemên van buyeran çi bûye, gelek caran ew ne bi
rastî hatine diyarkirin û þîrove kirin. Bi hezaran tiþtên me yên baþ,
di singên dengbêj û kalemêrên me de bin êrd bûne û em hew dikarin îro
wan buyeran derxînin…… Eþkere
bikim ku,
em
Kurd tev mina sêvên ji darekê ne
û min jî nikarîbû hemû pirsgirêkên dîrok, netew, çande, ol, ferman,
koç û qerkirina me Kurdên Êzdî zelal bidime xwanê. Lê ezê zahf
dilxweþbim ku min karibû bi vî karê xwe bala hinek ji dîroknas û lêkolînerên
Kurd û xerîban bikiþînime ser kevnariya netew û civaka me Kurdan û ew
bikaribin ji vê xebata min fêdebikin. Her weha ev bibe handanek ji wan re,
kû ew hê zaniyarên zêde li ser wan babetên destê min ne gehîþtiye û
ew pê zanîbin kombikin û bi weþînin. Dîsa ezê gelekî dilxweþbivim,
gava ku em jî vaqas buyerên buyî, wekî çewa V.O.Klyûçewskî
gotiye:“Em gereke demên derbazbûyî fêr bibin, ne ji bo wê ku ew îdî
derbaz bûne, lê herwaha bona wê, ku ew dema derbazbûyî nikaribûye paþmayînên
xwe bide paqijkirinê.“ ders bigrin…
Dîsa
hêvîdarim ku rizgarîxwazin Kurdîstanê bikaribin van lewazî û cûdetiyên
dinava ol-netewên li Kurdîstanê de hene û gelek jê hêjî pirsgirêkin,
baþ nasbikin û van birînên di nava Kurdên êzdî, musilman, mesîhî,
cuhu, elewî, sabî..û hwd.ê de hene derman bikin. Her
weha ji Xwedê û hemû xasên me êzdiyan lavan dikim ku, ew nehêlin buyerên
weke yên Þêxanê, komkujiyên weke ya Musilê û Þengalê di nava
serenserê Kurdîstanê de dûbare bivin. Û ji bo ku em Kurd û bi taybetî
jî em Êzdî bikaribin ol,
kevneþop û kultura bav-kalên xwe yên bi rumet di rojên pêþ me de
jî baþ xwedî derkevin û tifaqa hemû Kurdîsatinyan xwirtir
bikin, ew sûr û keremetên xwe li ser serên me Kurdan kêm nekin . Bila
cejna Êzî li tevaya ezdîxanê û dostên Êzdiyan pîroz be ! Kemal
Tolan 15.12.2007
|
copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org