Gava kesekî te nas neke hebe û bixwaze te nasbike, tû yê bi kurtasî xwe çewa pê bidî nasandin û bibêjiyê ka Aydîn Ronak kiye?

 

Kemal Tolan

 
- Baþe, beriya ez bersiva vê pirsê bidim, ku tû fersendê bidîmin, ezê pêþîn bi vê helbesta xwe(binêre texta xwarê) ya ku avaz û melodiya wê jî min bi xwe afirandiye û bi tembûra pêþkêþ bikim:
 
Porê min jî reþbû
Porê min jî reþbû weke yê tarî
Dev li ken û bi kêfbûm, wek wî tefalî
Min haj jê tûnebû min û vî barî
Va bihar çu, ez bûm nêzî çil salî

 

Keko gazin neke ji min û ji van þoran
Cîhan pêk ve bikêf , þahî û seyran
Ji bilî Êzdiyan li kê heftê dû ferman
Gelek hatin kuþtin , hinjî bûn biyan
 
Kaye Þengal, Xalta, Çêlkî û Serhedî
Sed û hed parastin bi zimanê kurdî
Bi govend , bi dîlok, dîlan wek ku xwest MEDî
Silav li sifra hazir evro bê xwedî

 

 
Aydin Ronak û Kemal Tolan
 
Vêca, ez dikarim xwe jî weha bidime nasandin:
 
Ez di sala 1957 an de li gundê sîlexerê, yê ku di navçeya herêma Xaltiyan(bajarê Qubîn-Biþêrîyê) li ber avê çemê piçûk(dîcle) de ye ji dayika xwe Mencê û 
bavê xwe Koço re çêbûme. Dê û bavên min Êzdiyên mirîdên amadîna ne.
 
Dema temênê bû heþt, min gelekî hez ji dibistanê, xwandin û nivîsandinê dikir. Lê hingê dibistan li gundê sîlexerê û li gelek gundên derdora wê tûnebun. Vêca, bavêm 
got, wekî tû hewqas dixwazî herî dibistanê, were ezê te bivime mala xalê te yê ku li gundê Hemduna dimine. Min di sala 1963 de li gundê hemdûnan dest bi 
perwerda dibistana  sereke kir. Piþtî salekê livirê mam, êdî mecbûrbûm herime gundê þahsmê cem mala metika xwe Zozana Aqo. Hingê li gundê þahsmê jî 
dibistan tûnebû. Lê, dibistan li gundê þimzê hebû û ev jî ji gundê þahsmê  dora 1,5 km dûrbû. Di vê navê re gava min dît ku dibistana gundê duþa yê vebûye, 
êdî ez cardinê vegeriyame sîlexerê û ji malê diçûme dibistana gundê duþayê. Weha min di sala 1968 de perwerdeya xwe sereke qedand.
 
 Kekê Aydîn, ez gotina te bi þekir dibirim, tê bîra te min û te jî di van salên 1964 de dema ku tû dihatî dibistana gundê me(þimzê) hevûdinê naskir ?
 
- Belê raste,
 
Tû dizanî ku mala we ji kîjan gundî koçkiriye û hatiye Sîlexerê?
 
- Bav – kalên min pêþîn li gundê qubanê man e. Ev jî dikeve binê gundê rudwanê, wê devera ku herdû avê çemên di herêma xaltiyan de digihîjine hevûdinê û di 
herêma Biþêriyê de ye. Rahmetiyê bavê min Koço beriya ku di sala 1978 de kirasbiguhêre hercar ji min re digot, ev gund bi milkane yê me bû û ji xwe vêga hêjî 
tapuyên me yên vî gundî hene.
 
Gava fermanê mîrê bota yê  Êzdîn Þêr di sala 1854  de despêkiriye, hingê em koçberdibin têne gundê dêrahemzo û mirdêsiyê. Di pey demekê re ew kirîvê me yên xwînê 
ku di gundê me qubanê de mabûn, tên xwe davêjine bav-kalê min û wan cardinê vedigerînine gundê me qubanê. Maliyê me heta sala 1935 jî livî gundê qubanê dimînin û dûre cardinê ew ji vî gundê xwe radiben û ji mecbûrî têne  gundê êrenzê, xanikê û vê dawiyê jî sîlexerê. Aboriya me gundiyan tevan hingê li ser rêncberî, titûn, cot û cobarî bû.
 
Baþ e te di nava van derd û belayên koçberiyê de, kengî û çawa dest bi muzîkê anjî hunermendiyê kir?
 
- Dema ez hêja zarokbûm, bavê min timî li goriya zanîna xwe ji me ra distra. Her weha diya min jî gelek stran di ber kar de digotin û ez bûme heyranê dengê wan. 
Ji xeynî van jî hingê di van salên 1968-69 de radiyoyekê bavê min hebû û min gelekî li weþanên radiyoya kurdî yê êrîvanê û bexdayê guhdarî dikir.
 
Ji nava stranbêjên radiyo,  min zêdetirîn ji dengê Mihemed Arifê cizîrî hezdikir û awazên wî bi min gelekî xweþbûn.
 
Wekî dinê jî gelek dengbêjên  herêmî  di nava civaka me kurdên Êzdî de hebûn.
 
Mînak:
 
Min dîtiye ku gelek caran rûspiy(kalepîr)ên Êzdiyan digotin , „Dengbêjên Êzdiyan yên dema berê de herî binav û deng Eliyê Mamed li herêma Kurdên xerzan(garzan) 
û bi taybetî jî di nava civaka Êzdiyên xaltiyan de afîrenderê gelek stranên mêranî û dîrokê bû. Ew hunermend(þaîr)ekî gelekî mezin bû .Hunermend Þêx Silo jî li 
tembureke gelek xweþ lêdixist û hwd..“
 
Lê ,dengbêjên ku min bi dehên caran wan dîtiye û zindî min li dengê wan guhdarî kiriye ; Hesinê Çeto û Mecîdê Mamed li gundê þimzê, Xelilê Berfê li gundê duþayê, 
Hizniyê Bêgiyê li gundê gedûkê  û hwd. diman.
 
Ji xeynî van jî dîsa dengbêj Salihoyê Qubînî, Rahmetiyê Teyîbo(ez wî bibîrtînim) gelek caran dihate mala Hecî Silhedîn (gundê sîlexerê) û dengekî wî gelek zelal 
hêja hebû. Di nav kilamên Teyîbo de jî kêfa min zêde ji kilama „Reþo û Silo, herdû xortên Êzdiyan“ re dihat.
 
Wekî dinê jî carnan gava ku temburvanê di herêma tor û çêlkiyan de herî bi nav û deng, Pîr Êzdîn Newroz dihate mala me, ewî ji bavê min Koço re timî li temburê 
dixist. Dengê wî ne gelekî li hevhatî bû û lewma jî hercar di gote bavêm, ka bila Adyîn jî bistrê û min  hingê pê re tenê bi deng kilam digotin.
 
Ji dê û bavê te kî zêde alîkariya fêrbûna dengbêjî û mûzîkê bi  te re dikir?
 
- Bi rastî , ew dîlokên ku diya min hercar di ber kar û destar gerandinê de digotin zêdetir tesîra xwe li min dikirin.
 
Nimûne:
 
Ev dîloka ku diyamin Mencê ya Hesê Mirad timî li ser Elî Begê mîrê Êzdîxanê hercar digot, hêjî li ber guhê min e û (Aydîn destên xwe davê je tembûrê û bi sazre 
dibêje) teksta navaroka wê weha ye:
Aydîn û diya xwe Mencê ya Hesê
Elî beg yek yeke lo bego , lo çavo,  lê wayê
Berxê Tawisî-Meleke lo bego , lo çavo, lê wayê
Ji Êzdiyan re geleke lo bego , lo çavo, lê wayê
 
Elî beg tê ji beriyê lo bego , lo çavo, lê wayê
Rabin biçin pêþiyê lo bego , lo çavo, lê wayê
Biçin tîtên eniyê lo bego , lo çavo, lê wayê
 
Elî beg tê ji sêwasê lo bego , lo çavo, lê wayê
Ew e mîrê esasî lo bego , lo çavo, lê wayê
 
Li goriya te, zahmetî anjî astengîyên ku hunermendek di nava civaka Êzdiyan de nikarîbû bi saz û enstrûmentan lêxin çibûn?
 
- Zahmetiya herî mezin ewbû ku hukumetên desthilatdar timî axaftin û nivîsandina bi zimanê Kurdî qedexekiribun, ne dixwastin û ne dihîþtin ku tu hûnermend 
anjî kes vî zimanî bikarbînin.  
 
Astengiyeke dinê jî, gava min dest bi lêxistina sazê kir, hingê gelek endamên civaka kurdên Misilman jî digotin, “lêxstina saz ji me re guhne ye.“ Ji xwe di vî wextê 
ku temenê min neh anjî deh salî bû û mala me li gundê sîlexerê bû, gelek kesan ji ber vê tirsê û neheqiya dînê îslamê digotin e min, tû dikarî li dewsa sazê li elbanê 
bixî. Min jî heta demekê hestên xwe bi lêxistina elbanê didane xwanê. Dûre gava temenê bû 13 sal min ew tirs, guhne û qedexê ji ser xwe rakir û min eþkere li sazê xist.
 
Tû di kîjan salê de hatiyî almaniya yê û di wê demê de zahmetî anjî astengîyên hunermendan di nava civaka Êzdiyan çibûn?
 
- Hinga ez di 12.04.1978 de hatime Almaniya rojava(BRD), min pêþîn pêwendiyên xwe bi hinek þoreþgerên Kurdên ku li virê dijiyan re danî. Dûre ez di hinek þev û 
þahîyên komelên Kurdan de weke hozanekî tevî çend hunermendên Kurdan yên weke Ciwan Haco, Rencber Ezîz, Þivan Perwer, Þêrîn Hesen û hwd. , ku dî wî 
wextî de jî gelekî çalakbun re derketime hemberî gelê xwe.
 
Jixwe hingê li Almaniyayê kêm hunermendan di nava civata kurdên Êzdî de li saz û muzîkê didan anjî kilamên dawet, þahî û kêfê dizanîbun. Vêca, gava min û birayê 
xwe Eli Koço di dawetên zewac, sinet, bisk, kêf û þahiyên kurdên Êzdî de li sazê dixist, hingê jî hinek kesan em bi vî karî kêm didîtin. Weha ji nezanî dixwastin, me 
bi karê me piçûk bidine xwanê. Lê, min û birayê xwe guh neda van gotinan û dikarim bibêjim, piþtî demeke kin pêve, êdî kesî þahiyên xwe bêyî me çênedikirin. Ji xwe 
divê demê de zarokên min yên ku vêga li tembûr, kemançe, timbilk(elbane) û bilurê lê dixin hêja tûnebun. Min û birayê xwe tenê ev kar dikir û em her dawiya heftiyê li 
þahîyekê bûn. Ew dawtên hingê gelekî qelebalix(gera wê mezin) û bi kêfbûn. Dawet ne wisa hebûn ku dora 2000 – 3000 hezar mirov tê de beþdardibûn. Ji xwe hingê her hunermend/sazbendî jî nikarîbû di van þahiyên weha mezinde zewq û kêfa dilê govendgeran bîne. Ez bawerim û gelek xwandevan jî dizanin ku evê destpêka me gelek 
alîkarî da piraniya hunermendan Gelek xwediyên dawet, kêf, þahî û hunermend hêjî çi gava me dibînin, ew wê hunera me pîrozdikin û me spas dikin. Ez  jî li virê cardinê 
wan kesan tevan spas dikim.
 
Dûre min, birayê min Elî, lawê min Menal û Jiyan  koma xwe ya bi navê KOMA RONAK damezirand û îro hêjî gelek kes me bi vî navî nasdikin.

 

Koma RONAK heta niha çend kasset anjî cd ê derxistine û berhema heri dawî te di kîjan wextî de derxist?
 
- Niha nikarim bibêjim, bê em di çend þahiyên kêf û dawetan de beþdarbûne. Lê, her dewet û kêfa ku me 
tê de li muzîkê dixist, kassetekî vido yê ji ber wê dihate girtin. Weha dizanim niha bi sedan kassetên 
muzîka me dibîranînên gelek pûk , zava û zarokên sinetkirî de hatine parastin.
 
Wekî din jî li ser navê koma RONAK dû kasset(band- þerîd)ên teyîban jî li goriya derfetên xwe belakirine.
 
Ji xwe gelek xwandevan jî dizanin ku derxistina band û kassetan ne wisa hesane. Koma me,  ne bi tu 
partî û rêxistên va girêda ye û em biserxwe ne. Bêguman, derxistina berheman ji bo hunermendên bi 
serê xwe gelekî çetîne. Bi dîtina min, dezgeh(þirket)ên Kurdan yên ku van berheman(kasset,CD ûhwd.)
çapdikin jî gelek caran astengiyan ji merivê hunermend re derdixînin. Ji xwe ji ber van pisgirêkên wan 
hunera gelek hunermenda jî nayê xwanêkirin.
Nimûneyek ji van astengiyên ku min dîtiye weha ye:
 
Di sala 2004 de ez û þagirtiyekî xwe ji bo çapkirina kassetekî çune bajarê Diusburg`ê û me bi berpirsyarên MÎR MÛZÎKÊ ra xeber da. Min ew kasseta xwe ye 
dûduyan ji berîka xwe danî û min ji wan re got, ji xwe hûn jî dizanin ev stran û kilamên min e di vî cassetî de tevjî di nav weþanên MED-TV de bi dengê min 
hatine weþandin. Vêca, eger hûn alîkariya çapkirinê bidine min, ez dixwazim niha dîsa cassetekî ji ber hûner û stranên flokloriya me kurdên Êzdî derxînim. 
Lê, pir mixabin ewan berpirsyaran tu giringî ne dane vê lava min, ewan ez cardinê destevale û dilþikestî vegerandime malê. 
 
Weke ez dizanim, tû bixwe jî li gelek klamên dengbêjin dinê gohdarî dikî. Gelo demê ku tû li dengê hunermend û dengbêjan gohdar dikî, çi bandora wan 
li ser te çêdibe û hestên te ji bo wan çine?
 
- Her weke ku min got, eger  Pîr Êzdîn Newroz alîkariya lêxistina tembûrê bi min re ne kirina û bandora wî li ser min çênebûna, min nikarî bû ferî tembûrê bivim. 
Ez wî gelekî spas dikim.
 
Li aliyê dengbêjiyê de jî min got, di nava wan dengbêjên herêma me de yê ku herî zêde tesîr li min dikir, xalê Hesinê Çeto bû. Gava rahmetî tilîkên destên xwe 
dikirine kerika guhên xwe û distra, dikrîbû bi gelek seat an li ser hevûdinê bibêje. Ez gelekî di bin bandora deng, stran û kilamên wî de mame. Ew hêjî rêber, 
mamoste û hezkiriyê min e.
 
Tû dîsa destûrê bide min, ezê rayijime tembûra xwe(Xalê Hesin li tembûrê ne dixist) û vê strana ku wî timî distra bibêjim.:
 
Ay medetê
 
Ay medet, ay medet………….
Lê lê medetê, kubarê
Ezê bi nazikim,
Ezê vê sibekê çiqas bi nazdarim
 
Ezê nizanim, ezê nazik û nazedaren dilê xwe lê kê kim ?
Ezê nizanim, ezê ne li dê ne lî bavê kim?
Ezê nizanim, ezê ne li xuþkê ne li birakim?
Ezê nizanim, ezê ne li xwesiyê ne li xwezûr kim?
Ezê nizanim, ezê ne li pîsikî þendolî nemerdî mere xirab kim?
 
Çewa sere vê sibekê hatî ji derde
Minê qam nekir û ranebûm ji ber de
Darekî li zenda min e zer badayî  daye
Ezê nikarim goþê tenborîkê bi ser enya gewher de xwarkim medetê
 
Ay medet, ay medet………….
Medeta min tu yî Xweda yo
Bila kilês û xopanê me Serhedê
Ne bariya baran û berfe
Kewê Nûredîna þewitî
Nebuna colan û col ref bi ferge
Gavê bavê Sebrî siwarê êngeþerî
Ji dorê nîvê þevan û pê de
Tê nava taximê sing û berê min zeriyê,
Sinbêlên bavê Sebrî siwarê êngeçerî
Soren bipalikin û biqaydene
Gavê li kilê çavê min zeriyê dikevin
Kilê sphanî ji çavên min diweþe medetê 
 
Ay medet, ay medet………….
Medeta min tu yî Xweda yo
Ezê herime çiyaê Muþa þewitî , li bêlanê bilind bisekinim
Ezê serê xwe ser qotkim, destên xwe bilindkim raberî Xwedê kim
Ezê bêjim Xwedê yo cîyê nifir û dual ê disekinin !
Bila dêk û bavê min xêrê bikin, ji destên te xêr nebînin
Ezê çewa nedame bavê Sebrî, siwarê êngeçerî
Ezê rabim xwe di golên avê , li ber pêlên mewcêkim
Ay medet, ay medet………….
Medeta min tu yî Xweda yo
 
Ji xwe çi gava rewþa wan e hingê tê ber çavên min, ez gelekî xemgîn dibim ku heta vêga kêm kesan weke te giringî daye wê huner û jiyana wan hunermend û 
dengbêjên Kurd. Ez dibînim ku di mediya û çapemeniya Kurdî de kes bahsa astengî û zahmetiyên wan parêzvanên floklora me nake û bi taybetî jî yên ji nava 
civaka Êzdî derketine hatine jibîrkirin. *
 
Binêren li wan navên ku min li jorê birêzkirine.!
 
 Mala te ava, ez jî dibêjim bila rahma Xwedê li wan hemû dengbêjên Kurdan yên ku kiras guhast(mirin)ine be û ji yên sax re jî serkeftinê dixwazim.
 
Nêrîna te li ser naveroka stran û kilamên ji bona þer, nav û dengên þêx, ilimdar, axa û begen Kurdî tine gotin çiye?
 
-Tiþtê bala min gelekî dikiþand, evan dengbêjên civka me di nava stranên xwe de hemû rengên dilgirtinê(evîndariyê), hezkirina ji mîr, beg, serhildan û dîroka 
Kurdan, zilma roma reþ û paþveruyên Kurdan bi pisporiya xwe diyardikirin. Weke em dizanin, hinek dengbêjên bi nav û deng, kêm kilamên evînê ne distran. 
Her weha heta ji wan dihat ewan cûdatî ne dikirine nava civakên Kurdî. Gelek zane û ilimdarên me jî dizanin ku, ev edebîyata Kurdan ya bi devkî bi xêra 
dengbêjiyê heta îro maye. Em tev jî deyndarê wan wêje û tarîxzanên Kurda ne.
 
Mamoste Kemal, ez dibînim tû jî di vê nama xwe (binêren li,
 www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ez-damezrandina-navenda-cand.html ) de gelekî berfire li ser bersiva vê pirsê rawestiyayî û ez naxwazim tiþtekî dinê lê zêdebikim.
 
Hêvîdarim hemû hunermed û kesayetên me Kurdan vê gotina bav-kalan ku dibêje, „kesên ku kevnê wî nebin, wê nuyên wî jî nebin“ ji bîra neke. Lewma jî divê em 
hunermend gelekî haj ji bingeha muzîka Kurdî ya kevn hebin û li ser wan riknan berhemên xwe yên nû biafirînin. Bi dîtina min, hûner û hestên ku li ser rikna kevn 
neyêne afirdin, tesîra wan jî di nava endamê civakê de kême û tûne. Divê em stranên kevn bê ser û bê ber nedine xwanê. Gava meriv berê li stran anjî kilameke 
dengbêj anjî hunermendekî guhdarî dikir, meriv ji deng, peyv û keserên hunermend fêhmdikir ku ev stran anjî kilam ya kîjan herêma Kurdîstanê ye. Ez dibînim û 
pê diêþim ku gelek stran û kilam tev tevî hevûdinê bûne û meriv gelek carnan ji gotin û avaza hinek hunermendê ku dibêje jî fahmnake.
 
Di dengbêjî û muzîka Kurdî de, kîjan aletên muzîkê zêdetir têne bikaranînin?
 
- Enstrumentên ku hunermendên Kurd pê kardikirin bilûr, saz(tembur), elbane(def), dahol, fîq, zirne, pîtpîtik, kemançe û hwd. bûn.
 
Hinek stran û maqamên te yên pir xweþ hene. Te ev maqam û melodiyên klamên ku tû distirêyî, te bixwe çêkirine, an ev yên hinek dengbêjin dinê ne?
 
- Belê, ew strana ku min di destpêkê de got, min ji hunera xwe tekst û melodiya wê çekiriye. Her weha hîna gelek kilam, stran û helbestên ku min bi xwe afirandine 
hene. Min ev helbest û berhemên xwe hîna di tu deveran de ne weþandine. Lê min ew di gelek kêf, dawet û þahiyan dost û hevalan de gotine. Ez dizanim gelek 
hunermend jî bi van kardikin. Ancax ew û endamên civaka me dikarin bibêjen, ka ew çiqas bune malê civakê.   
 
Her dengbêjekî klameke xwe ya herî ezîz û kubar heye, ew klam dibe navnîþan û nasnameya wî. Gelo! Klama te ya herî tû jê hez dikî û tû dixwazî her tim bistirêyî kîjane?
 
- Divê, ez dîsa rayjime qevda sazê xwe û ezê vê stranê ji te re bibêjim.:
 
Jiyan wek biharê
 
Jiyan wek biharê, çi zû hat û çû
Van rojên bi jimar dinya derewîn
Xelqê cîhan tev de dil xweþ û þadin
Kaye gula min, gul û gulîstan
 
Ka ew rojen xweþî qwet û huner
Ez bûm komek hestî, ez mame li vir
Bayê sayî li min tê, vê xwinava hur
Þuþtim alaþtim, rakirim ji vir
 
Dinya ji bo min tenê buye weke zîndan
Kaye Zîna min, Zîna mîr Zêdan
Xelq tevbû aþiqê zêr û zeynetan
Zînê bûn pepûk li devê  zîndan
 
Kek Aydîn, te kengî dest bi karê helbest nivîsandinê kir?
 
-Ez ji sala 1984 an û vir de kilam û helbestan dinivisînim.
 
Eger hûn fersendê bidine min, ez dixwazim nihajî dû helbestên xwe pêþkêþî xwandevanên hêja bikim!
 
Bêlê, keremke bira !
 
STÊRKAN JÎ DÝGOTÝN, ERÊ
 
Stêrkan jî ji xwestekên min re digotin erê
Îro ew jî ji min dilþikestî û sar in
Dibêjin, me hezar xwezî bi demên berê
Û ew hemî dilê min de pêt û ar in
 
Hîvê xwe dixemiland mîna bûkek nû siwar
Nobe digirt li me bi þevan, ta seher ê
Êdî ew jî ne hewqas delal e , mîna min sar
Her êvar dibêje min, hezar xwezî bi demên berê
 
Buk jî xwedî ne, xwe dane nizar û çiyan
Êdî ew ban nakin û nadin min deyerê
Wek kalekî tî mame li çol û berriyan
Ezê her û her bibêjim, hezar xwezî bi demên berê
 
 
ZANA DÝVÊN
 
Yên wek demê lezgîn divên
Yên hemdem û pispor divên
Bo min ga û guhreþ na bin
Bi agahî , ji xweber divên
 
Bo em bigîjin radeyekê
Zana, Ronak û Pispor divên
Ew ronîya çavên min in
Kesên yek rû rastî divên
 
Bo birinên þûr bên girtin
 Rast, zana, û doktor divên
Da nekevin bin lingên ga
Yezdî kurd û MESUD divên
 
Belê, ji xeynî van hêjî ji 100 î bêtir helbestên min yên ku qet ne hatine weþandin hene.
 
Birayê Aydîn li goriya ku ez te nasdikm, dizanim taybetmenîyeke ku te ji hunermendên dinê cûdedike heye, ewe jî tû mamostê perwerda tembûrê yî û dikarî gelek stranên xwe û yên dengbêjen dinê bi tembûrê jî bibêjî. Gelo plan û xebatên te yê ji bo parastin û pêþvebirina vê çande ya Kurdî çi hene?
 
- Belê, ji xeynî wan taybetmendiyên we anînine ser ziman, ez niha ji bo  neslê li pey me weren bikaribin xebat û çande xwe ya Kurdî baþtir halîbivin û biparêzin, 
min gelek gotinên bav-kalan(pêþiyan) tevî weteya wan  bi zimanê Kurdî kitêbek amade kiriye.
 
Wexta yek ji weþangerên Kurdî bikarîbe alîkariya çapa vê kitêba min ya bi navê “WETEYA GOTÝNÊN BAV-KALAN Û HEMDEMÎ “  bide min û ez vê berhema xwe 
jî bi rêk û pêk pêþkêþî xwandevanan bikim, hingê ezê bizanibim ku min ji bo  dewlemendbûna çande û kultura Kurdî xizmetek kiriye û gelekî dil þad bivim.
 
Baþ e, hunermend, helbestvan, nivîskar û dengbêj Aydîn Ronak !
Ez jî hêvîdarim ku hinek weþangerên Kurd vê banga te ye hêja bibihîzin û tû karibî bi wan ra vê berhema xwe ye nû zû pêþkêþî me bikî. Her weha dibêjim, sipas 
ji bo van hest, helbest, stran, vî dengê xweþ û vê hevpeyivînê ..
 
- Mamoste Kemal, ez jî te pir spas dikim ku tû bi vî karê xweyî bixîret dixwazî alîkariyê bidî nasandina min û piþtgiriya dewlemendbûna çande û kultura Kurdî dikî.
 
 
 
Oldenbur, 19.04.2007
 
Kemal Tolan

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org