Weke ku ez ji zargotina me Êzîdiyan fahm dikim,
em Êzdî ji xaliqê
ku xwe bixwe dayî(xuliqandî) re dibêjin XWEDA-
XWEDÊ.
Gava evdek karibe baþ li kûriya mîtolojiya Êzîdiyatiyê
birêne, ewê dibîne ku em Êzîdî ji despêka mirovatiyê û heta vêga,
her ji hebûna yek Xweda yê bê
þirîk û ji sur û keremetên Tawisî Melek(Ezdah = ez
da dayî-Emîn Ceberaîl yê ruhan dide û distîn e)bawer dikin.
Gelek oldar û civaknasên li cîhanê jî dizanin, miletê
Ezdahî(Êzdî) hinga berê
sond(ad) duxwarin û vêga hêjî dibêjin : „ya xaliqê Ezdahî, bi
Xweda yê bê þirîk, bi Xweda yê þev û rojê, bi xaliqê erd û ezman
çêkirî, bi rebê jorê û whd.“.
1
- Em birênin li „Qewlê
afirandina dinyayê “ weha dibêje:
“Yarebî dinya hebû tarî
Tê da tunebûn miþik û marî
Te zindî kir taze halî
Çû nema gul jê barî
Ya Rebî tu hostayê kerîmî
Te vekir rê û dirba tarî
Tu hostayê her tiþtî
Bihuþt çêkir renge bî
Erd û ezman tunebûn
Dinya fireh bê bin bû
Însan û heywan jî tunebûn
Te xalê sazkir
Di behira de tenê hebû dur
Ne dîmeþiya,ne dîmeþiya
Te xweþ ruh anî ber
Nûra xalê peyda kir
Goþt û ruh hatine ber
Nûra çavan lê hate der
Dest û pê kire leþ
Lê þêrîn kir got û bêj
Xwedawendê me hostayê rehmanî
Rê û dergeyê dinyayê vekir
Her tiþt ji me re deranî
Bû behiþt erd û avanî
Xwedawendê me tiþtî dinas e
Dura kasê jêre kir esas e
Jê peyda kir mêrê Xas e
Got:"Eve heq nebes e"
Dur ji heybeta Êzdan hinCinikî
Taqet nekir hilgirî
Ji rengê însan xemilî
Sor û sipî lê hêwirî
Êzdanê me bi rehmanî
Hisin û cemal ji me re anî
Destûr da qelemê qudretê
Em avêtin nav sira muhbetê
Hêvên havête behrê,behir pê meyanî
Dûmanek jê derxwenî
Çardeh tebeqên erd û ezman pê nijinî
Êzdanê me dur deranî
Muhbet avête nav e
Jê peyda kir du çav e
Jê herikî pir av e
Av ji durrê herikî
Bû rê û bê derî
Êzdanê me ser behrê gerî
Êzdanê me gemî çêkir
Însan,heywan,teyir û tû
Cot bi cot li sefînê siwar kir
Xwedawendê me sefîne ser e
Serekî digere çar kinar e
Sefîne qul bû, av kete ser e
Marî dûvê xwe dana ber e
Xwedawendê me gemî ajot
Ji kinar ço ber kinar e
Ajote Laliþe got."heq war e"
Siltan Êzî xweþrêber e
Laliþkurkî beþer e
Niha êzdî jê xeber e
Ya Rebî bang dikim þêxê mezin
Çavkanî av jê dizên
Ya Rebî te dinya çêkir, dinya bixêr
Însan têda dijîn bi têr
þevên reþ,þevên tarî
Cî nema gul jê barî
Xwedawendê me kerîm û rehman
Kire rikin erd û ezman
Da berme ruh û ziman
Xwedawendê me rebil semed
Afirandin heft Milyaket
Cuda kir dojeh û buheþt
Xwedawendê me erd çêkir,ezman guhastin
Micalê erdê birastin,
Nobeta qeza guhastin
Li guneh baran bû ruhistin
Çiqas xwedawendê me dinya kir sefer e
Sixir dikir dar û ber e
Pê nijinî riknê mexiber e
Laliþjor de anî xwar e
Laliþbû xweþcî û war e
Li erdê þîn bû nebat e
Pê zeyinî,zendî kinyat e
Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim ji me re danî
Pê dilovan Adem nijinî
Xwedawendê me rehmanî
Çar qisim li rûyê dinê danî
Yek ave,yek nûre
Yek axe,yek jî Agire
Xwedawendê me bi rehm e
Diyar kir þaz û qidum e
Hêvênê Adem hevsûr zor tixûm e
Hevsûr geriya,hat hindave
Qalibê Adem mabû bê gav e
Go:"Ruho çima naçî nav e"
Xwedawendê me qudret e
Zeyandî çiqas xuliyaqet e
Jêra çêkir doje û Ciniket e
Xwedawendê me erd çêkir,ezman guhastin
Mecalê erdê birastin,nebeta qeza rastin
Ji însan qencîtî xwestin
Laliþji ezman dihat e
Li Erdê þîn dibû nebat e
Pê cêyiran çiqas qinyat e
Xwedawendê me înê kir esas e
þemiyê biriye kiras e
Çarþemê kir xilase
Heft sed sal paþhevsûr hat dira nikase
Heft sed salî berî Adem jimar e
Erdê xiyare negirtî þiyar e
Heta Laliþa nûrîn di nav de hinar e
Û bang da ruh hedirî
Hat û ço buhirî
Nûra muhbetê hingivte serî
Hat û di qalibê Adem de hêwirî
Xwedawendê me rehmanî
Kasa sirê ji Adem re anî
Av ji kasê vexwar,vejiya
Cîda mest bû hejiya
Goþt jê xuwest wê ruhê
Xîret kete nav serî
Xwîn li canê wî gerî
Adem Xwar ji wê kasê
Sira kasê xweþ lê tê
Kerameta kasê gehiþte buheþtê
Milyaketan bi milê wî girt û avêtin buheþtê
Adem ji kasê vedixwar e
Kerameta kasê pê ve diyar e
Xak pê nijinî,bû hiþiyar e
Got:"Ev erd çî xweþe"
Giyayê þîn sergeþe
Roj roja mêrê keleþe
Xwedawendê me rehmanî
Ji me re keremek anî
Dem û dezgehê baþdanî
Hey Ademo rûdinê
Her dem bike îmanê
Xwedawendî em xilas kirin ji tofanê
Gelî mirîdan bikin karî
Xêra qudretê ji jor barî
Xwe dûr bikin ji neyarî
Kerameta xwedawendê me hate xwarê
Erd û ezman didinn xêrê
Hûn jî bibin Xwedanê xêrê
Qet ji bîr neken vê xeberê(1)“
2
- Em birênin li þîrova „Xwedê “:
„
Xwedê
Xwedê
yeke,
Ewî
bê þirîk û bê hevale.
Ya
Xwedê ne tû ji kesî,
û
ne kes ji te ye.
Xwedê
yo !
te
ne tefal e,
ne
dê ,ne bav û ne kal e,
Bêy
te hemû tiþt yî betal e.
Ya
Xwedê tû Xwedanê þev û rojê yî,
Ya
Xwedê her tû yî hayî,
Her
tû yî layîqî medh û senayî.(2)”
3
- Em birênin
li „Qewlê Padþayî “ weha dibêje:
“Qewlê
Pedþayî
Padþê min yî padþa
Çêkirê çiya û deþta
Neqaþê hemû neqþa
Padþê minî xefar e
Ji ba wî têtin biryar e
Bo dinyayê û her çar kinar e
Padþê min dinya çêkir
Bi hedûsed, rêkûpêk kir
Bin adem têde xinê kir
Padþê min sur li sema
xudanê çex û roj û dema
Ji ba wî têtin kerema
Padþê min rebê Milyaket e
Rebê her heft surêt bi taqet e
Her heft mêrêt bi heybet e
Padþê min kinyat ava kir ji dur û gewher e
Sipartbû her heft surêt her û her e
Melekê Tawis kire serwer e
Padþê min rebê Adem e
Ji ba wî têtin kerem e
Li hemû wexta û li hemû dem a
Padþê min melekê bêrî ye
rebê pêxembera û Mehdî ye
Yezdanê minî jorî ye
Padþa yê min rebê Silêman e
Yezdanê ins û Ciniksa ne
Hemû jêra ser kêþa ne
Babê nebiya Biryîm Xelîl e
Bo xwedê xwe kirbû dexîl e
Qurbaniya xwe kirbû Simayî le
Padþayê min reb elsemed e
Rebê Mûsa û Îsa û Mihemed e
Hemûya jêra bir sicûd e
Padþê min rebê jorî ye
Rebê kiþîþ û Qelender û sofî ye
Rebê þêxê minê Adî ye
Padþê min êkî mezin e
Padþayê hemû momin e
Rebê dinê yezdanê min e
Padþê min reb elsebûr e
Xaliqê agir û nûr e
Her yî bi heqe û yî xefûr e
Padþayê min êkî emîn e
Ji ba wî têtin mizgîn e
Bo hemû muxliqa û çendî dîn a
Padþê min rebê kinyat ê
da pê bigrin inyat ê
ewe li me diket þifat ê
Padþê min yî rêber e
ewe êkî ekber e
sicûdet jêre ye fer e
Padþê min êkî mabûd e
xudanê lewha mehfûd e
Her layîqî sena û sicûd e
Padþê min rebê heqî yê
Di bexþînit xudanê hîvî yê
Ewe ji mere didet xweþî yê
Padþê min yî adile
Ji hemû aliya yî kamile
Ew miraza hemû dila
Padþê min min xudanê rizqa ye
Atqatê hemû dila ye
Li halê hemû kesa yî ha ye
Li hemû dema û li hemû wext a
Ewe padþayê erd û text e
Ji ba wî têtin rizq û bext e
Padþê min xudanê miraz a
Xudanê nîmet û naz a
Bi hemû wesfa ew yî raz e
Padþê mino yê bereket ê
Nazilê nazê û nîmet ê
Xwedanê dinê û axret ê
Xudanê axretê û din ê
Hasilê miraza min ê
Yezdanê mino yî bi ten ê
Padþê min yî rehîm e
Baranekê dibarîn e
Xelk û alem pê dijîn e
Padþê min Xweda ye
Dîndara wî li me xêr û sa ye
Ciyê wî li hemû dila ye
Padþê min yî sitar e
Xwedê yekî cebar e
Ciyê wî li ciya û war e
Padþê min yî hosta ye
Li alamê bi agaye
Ciyê wî li hemû erda ye
Padþê min nûr e
Ew ji me neyî dûr e
Yî alime bi erd û ezman û behrêt kûr e
Padþê min êkî ekber e
Kîna kesî neye li ber e
Her û her rehim ye li ber e
Padþê min êkî qedîm e
Li erd û ezmana yî ezîm e
Li hemû derda yî hekîm e
Ya Xwedê tu ruha dibey û di hînî
Sebir û aramê di dila de diçînî
Tu dikeye mû û nabizdînî
Ya Xwedê riya te rastî ye
Û karê te bi heqî ye
Sura te her ye mixfî ye
Rîya Xwedê min rastî ye
Padþa ye û þik tê nîye
Xwedê melekê bêrî ye
Her tuy xudanê mirwet ê
xudanê þifatê û bereket ê
Rebê dinê û axret ê
Ya xwedê tu melekê erþay
Li hemû kara bi agay
bi hemû dila tu yî hey
Ji qewlê þêx Fexrê bebzer e
Padþayê min yî ekber e
Navê wî ji her û her e
Îlahîyo te ne wekîl e
Ne delîle û ne kefîl e
Ne hevale û ne bedîl e
Îlahîyo te ne tefal e
Ne daye û ne babe û ne kal e
Bêy te hemû tiþt yî betal e
Îlahîyo tu di hînî û distînî
Tu dibey û di hînî
Tu rehmekê bi mede bi barînî
Tu diþkînî û di cebirînî
Tu sax dikî û dimirînî
Tu rehmekê bi mede bi barînî
Tû dibey û distînî
Geþdikî û diwerînî
Tu rehmekê bi mede bi barînî
Em di kêmin û Xwedê yî temame (3)”
4
-
Em birênin li “ Qewlê
Meha” weha dibêje:
“Êbedet al-Mébûd lift û cemal
Her kesekî tiþtek heye li bel
Li axretê her kes li qumaþê xwe di be delal
Evid El-Mébûd libt û cemal nabe finê
Pedþayê min yekî bi tenê
Ew sêwirandibû çendî dinê
Pedþayê min ev dinya sêwirand
dipîva û diqedirand
Hijdeh hizar xulyaqet di nêv de debirand
Pedþê min dur mekan e
Li bawî wa éyan e
Wî hiner kir erd û ezman e
Ewbû cara ji mêj e
Pedþê min lê qedirand þev û roj e
Di nav de dengê behiþt û doj e
Di nav de danî heyv û roj e
ji xafilan were û bipîv e
Ewî nizanîbû þemis û Fexrê mîra
Ev dinya ye bi bohsta dipîva
Pedþayê mine Reb El- Semed
Lem yelid û lei yuled
Xelqê rojê, her tû bitenê
Pedþayê min li hukmê xwe î birewa ye
Li ba ezîzê min yê deha ye
Ezîzê min koka vê dinyayê kiriye bay e
Pedþayê min î bixem bû
Ji dira xwe î bi kerem bû
Ewî afirand dûþembû
Pedþayê min î bêrî bû
Neçara vê dinyayê bidestê wî bû
Ewî roj kirne sê ye
Pedþayê min î cebar e
Li ba ezîzê min ferwar e
Ewî çar çarþem û roj kirine çar e
Çarþem rojeke fadil e
Melik Fexredîn afirandiye ji eþq û dil e
Bar tê nebe Însan î xafil e
Pedþayê min î mizênc e
Ev dinya sihet û sênc e
Ewî roj kirine pênce
Pedþayê min î cebar e
Li ba ezîzê min î ferwar e
þeme rojek bû, ji Musa yê min re
Binî emrî kire hinare
Ewî hewr heft roj çêkirin bijimar e
dê werin em padþayî bidin medeh e
Çar îna û sê sê deha
Padþayê min lêkbirastin kirne meh e
Her duwzdeh meh î binav in
þeþî zuhane þeþî bixunav in
Her dduwzdeh meh bi hizreta melik þêxsin bibav in
Ji qewlê Fexrê Zergûn e
Here bin herfe, Here bi nasîn e
Binyata her duwzdeh mehan,
roja dinya ava bûye ev roj kanûn e
Kanûnê ji xwe xeber da
Ez im seqa erda
Ez mafim li ser çi qas dera
Seqa erda ez im
Saya xwe bi tevz im
Bi ferwara mîrê xwe bi lez im
Kanûnê te mal nebe wêran
Tû dom bikî seyane,befran û bangêran
Tê li pêþiya zebûniyan bikî þeran
Ey kanûna ji berî
Sibata reþû reþbenî
Ti mexlûq tê de nadebirî
Tew nizane tu nedostî, ne dijmin î
Sibat dibê
sibat im, sibat binav im
Meheke bi ser û çav im
Geh dibarim, geh bitav im
Adar dibê
ez adar im
Kilîla çendî behar im
Razgela zebûniyê bijar im
Nîsan dibê
adarê xwehê
Min yarek divê ji bedîle
Adar çi kilîl e, ye bi sexî ye,ye bi bexîle
Bexîlê bexîl binave
Eger dom
bike seyan û baban ê li goman
çik bike av e
Nîsanê
deng dikir e
Bihara xwe dixemlîne bi kesk û sipî,
sor û zere
Ti hedê mehan tune ji min bide xeber e
Gulan dibêje
nîsanê xwehêtu meheke pirbêjî
tu ye bi zengî bi qirêjî
Çi ji wê çêlê bikim, Xwedan faf bidoþ e
Doman lingê xwe lêxe birêj e
Gulan dibêje
ez gulana bi gul im
Ez a bi þalûl û bilbil im
Ez melhema birînên bi kul im
Ez im sexya
bi sexyan
Bihar im li çiyan
Li deþtan têr dikim birçiyan
Hezîran
dibêje gulanê xweh ê
Tu meheke bi extîber ê
Eger padþayî li serê te sist bike hefsarî
Tê kevir û kuçikan bibarî
Gulan dibêje
xwehê nesîbî,
ne bidestê min e
Bi destê mîrê mezin e
Teyr jî bi emrir û ferwara wî difir e
Hezîranê
deng dihilîl e
Ji mehan navê min havîn e
Ez dibiriqim ser çendî bendê miskîn e
Tîrmeh dibê
tîrmeha germ im
Helîmeke nerm im
Bi cexwûn û bi bênder im
Xêreke bê þer im
Êlûn dibê
tîrmehê te gotineke xweþdigot e
Te qumaþê xwe bibehakî difirot e
Te gelek bende miskîn ji german disot e
Êlûn dibê
ez çendiya mehan im
Ez a bi meclis û reþrihan im
Ez a dayîm ji þems û Fexrê mîra re eyan im
Çirî dibê
em dû meh in nav bi çirî
Padþayî em xelat dikirî
Li ser me hene naz û namet û tirî
Çirî dû
mehên kamil temam
Li ser me xweþbûne çiqas tam
Payîz mîr e, her dûzdeh meh jê re dibine xulam
Hatî meha
nav cebêr a
Li her dûzdeh mehên salê digêr a
Gelek bende û miskîn jê dibînin xêr a
Hatî meha
binav remedan e
Li her dûzdeh mehê salê digeran e
Kire xutbe avête ser çendî Îslamê misilman e
Ya me Êzdiyan
sidiq û heya durust ser pîþka îman e
Kaniya sipî ji mere nîþan e
Berî ne erd hebû ne ezman e
Ne bar hebû ne binyan e
Xwedê î heq bû, xerqê þêxadî navê
Tawisîmelek ji mere dîn û îman e (3)“
Belê, weke em di ilmê me Êzîdiyan de jî dibînin, Xweda yê me hemû giyanderên li seran serê cîhanê yeke. Lê, di nava hemû ol û netewên ( Sumerî, Hurrî, Hattî, Hetîta, Gotî, Mîtanî, Arî, Lulî, Marî, Kassitî, Urartî, Medî, Babilî, Keldanî(Asûrî), Kardukî, Kaldahî, Mecûsî, Mazdayî, Sabî, Zerdeþtî, Mervanî, Manî, Farizî, Yahudî , Xirîstiyan, Musilman, Hinduyan û whd.) di dinya yê de hene, li gorî bawerî, ziman û zaravên wan bi gelek navan (Hurmuz, Aton, Marduk, Þamaþ, Bal, El, Hadad, Xuda, Padiþa, Xwedî, Rab, Temuz, Dumuzî, Adonis, Yezdan, Yazad, Xaliq, Tanrý, Allah, Gott, Xwudah û whd. )an de bi hezarûyek(1001) navî hatiye bi nav kirin.
Ev sebeqa Qewlê li jor de dide xwanê;
“Siltan
Êzî bi xwe Pedþa ye,
Hezar
û yek nav li xwe dana ye,
Navê
mezin her Xweda ye(3)”.
Kemal
Tolan
Bila xwandevan li min bibuhurin, min ji ber baweriya xwe
nikarîbû bi tenê wan kêmasiyên
di nivîsa qewlan de hene sererast bikim.
Çavkanî:
1.
Pîr Xidir, Êzîdîyatî 1995 rûpel: 53-58.
2. Pîr Xidir Suleyman, Êzîdiyatî 1. Weþanên Dengê Êzîdiyan Oldenburg 2001.Rûp.:10.
3.
Ji ber malpera http://www.lalish.com/ku_index.html hatiye
girtin
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org