Bersiva pirsên birêz Kemal Tolan

PIRSÊN RASTXWANDIN Û -NIVÎSANDINA TÎPÊN KURDÎ

 (Di vê nivîsê de beþên bi rengên kesk, sor û þîn ji aliyê Mustefa Reþîd ve hatine nivîsandin)

Hêjayan,

ez bi dilxweþî di gelek rûpelên malperên me Kurdan de dibînim ku piraniya wan gelek girîngiyê didine çanda me, xwandin û nivîsandina Kurdî. Ez li gorî dîtina xwe dibêjim, ev karê wan erkekî netewî ye û ji xwe li ser her kurdekî ferz e ku berî her tiþtî xwe fêrî nivîsandin û xwandina zimanê Kurdî bike. Bi dîtina min, ji ber ku her yekê(î) ji me li goriya îmkan û zanîna xwe fêrî nivîsandin û xwandina zimanê dayîka xwe buye û hinek kêmasiyên xwandin û nivîsandina me hebin jî normal e.

Wekî dinê ez jî li goriya piratîk û teoriya xwe gelekî xema çanda me dikim û nabêjim ku ez jî zimanzaneyek im. Lê, gava ez li goriya zanebûna xwe li hinek hevok an jî bêjeyên zargotinên me Êzdiyan û sîhûyek deng(tîp)ên di elfabeya Kurdî de didime ber hevûdinê, dibêjim, erê rast e çend deng an jî herf ji elfabeya Kurdî kêm in. Ez na xwazim niha li ser hemû deng an jî herfên(weke: Hε =Ĥ-ĥ, kih- ke, teh-te, reh-re, a-ah-â ûwd.ê) ku di elfabeya me de kêm in rawestim. Lê, ez dixwazim vêga çend nimûnên navan li ber hevûdinê bi rêz bikim û li gorî gumana xwe tîpeke ku kêm e jî weke Є (eh) û Ĥ(ĥe)nîþan bikim (yanjî meriv dikare van dengan bi tîpeke dinê nîþan bike.) Û bi xêra hebûna Înternetê vê pirs û gumana xwe ya ku li ser fêrbûna tîp(herf), axaftin û nivîsandina Kurdî ye ji we hêjayan bikim.

 

Vêca, ji kerema xwe re ka hûn jî guh û bala xwe baþ bidine axaftin û nivîsandina van nimûnan, gelo hûn çi cûdetiyê di nava van nimûnan de dibînin?

Єh-ε

E

Ĥe = Ĥ-ĥ

H

Li gorî ku ez dizanim di zargotinên me de, zelal xuya ye, ku em nikarin van navan bi tîpa E binivisînin anjî bixwînin.

Binêrin û guhdarî bikin, wexta em van navan bi tîpa E binivisînin an jî bixwînin, hingê mahna wan namîne an mahna wan tê guhastin.

Di zargotinên me de, zelal xuya ye, ku em nikarin van navan bi tîpa H binivisînin an jî bixwînin.

Binêrin û guhdarî bikin, wexta em van navan bi tîpa H binivisînin an jî bixwînin, hingê mahna wan namîne an jî mahna wan tê guhastin.

Єdûl, Єdlê, Єdûlê

Edûl, Edlê, Edûlê

Ĥeso

Heso

Єfer, Єfo

Efer, Efo

Ĥekîm

Hekîm

Єgît ??

Egît

Ĥeyder

Heyder

Єledîn

Eledîn

Ĥalêmin ??

Halêmin ??

Єlî

Elî

Riĥan

Rihan

Єlimdar, Єlimzan

Elimdar, Elimzan

Ĥesab

Hesab

Єlo

Elo

Ĥezo

Hezo

Єlûþ

Elûþ

Ĥezar

Hezar

Єmer

Emer

Ĥeqo

Heqo

Єreb

Ereb

Fesîĥ

Fesîh

Єslîxan

Eslîxan

Suĥûd

Suhûd

Єvdal, Єvdê

Evdal, Evdê

ûwd.

ûwd.

Єvdile, Єvdo

Evdile, Evdo

 

 

Єvþê

Evþê

 

 

Єwaþ

Ewaþ

 

 

Єwr, Єwrê, Єwrîn

Ewr, Ewrê ,Ewrîn

 

 

Єan

Ean

 

 

Єê

Eê

 

 

Єo

Eo

 

 

Єzedîn

Ezedîn

 

 

Єzidîn

Ezidîn

 

 

Єzeb

Ezeb

 

 

Єzman

Ezman

 

 

ûwd.

ûwd.

 

 

Gava hûn karibin þîrove û nêrîna xwe çi posîtiv an jî negativ ji bo raya giþtî di malpera xwe de bi weþînin anjî ji min re biþînî, ezê gelekî dil xweþ bivim.

 

Hêvîdarim hûn di saxî, kar û armancên xwe de her serketî bin.

 

Silav û hurmet

Kemal Tolan

----------------------------------------------------------------------------------------------------

Kekê hêja Kemal Tolan, 

ev dema te xweþ be. Min rûpela jorîn kopî kir, ji ber ku ez dixwazin hin peyvan ji aliyê vekîtê (îmlayê) ve sererast bikim.

Te tabloyeke ji serenav û hevenavan nivîsandiye, ku min bi baldarî lê temaþe kir. Ew tîpên ku min di tabloya jorîn de rengê wan sor kiriye, hemû ji zimanê erebî ne. Ji lew re di pileya pêþîn de  tê xuyakirin, ku ev pirsgirêk ne ya zimanê me ye. Bê guman di her zimanekî de hin dengên taybet hene, ku di hin zimanên din de peyda nabin. Ev bi hezarsalan e, ku em û gelê Ereb – û herweha gelên din yên Samî wek Asûrî, Kildanî, Aramî, Cihû û hwd. li tenîþta hev dijîn. Bê guman, bi awayekî sirûþtî bandora van zimanan li zimanê me bûye. Ji hêla din ve, bandora zimanê me jî li yên wan bûye.

Hin tîp di elfabeyê de hene, ku bilêvkirina wan ji zimanekî heya bi yê din tê guhertin. Wek nimûne:

1)      Tîpa “s” di zimanê almanî de wek tîpa „z“ ya ku di zimanên din de tê bilêvkirin.

2)      Tîpa “z” di almanî de wek dengê tîpa “c” di peyva “Cäser” de tê bilêvkirin.

3)      Piraniya Almanan (ji bilî Bayern) tîpa “r” wek dengê tîpa “x” di peyva kurdî “axa” de bi lêv dikin.

4)      Tîpa “w” di almanî de dengê tîpa “v” ya kurdî dide, lê belê “w” ya kurdî wek “w” ya înglîzî ye.

5)      Û hwd.

 

Ez dixwazim bi vê yekê bêjim, ku bi bandora zimanên Samî, ew kurdên ku bêtir nêzî wan in, bilêvkirina hin tîpan wek wan dikin. Mîr Celadet Bedirxan dibêje: Kurdên ku qet zimanê erebî nizanin, peyvên erebî yên wek “ibret, ilet û hwd.” bi awayê “hibret, hilet” bi lêv dikirin; yanê “h”-yek dixistin pêþiya tîpa “i”, ku ev deng di erebî de wek dengê “e”yþ, yê ku tu dibêjî ye. Bi rastî jî ew kurdên ku pêwendiya wan bi zimanê erebî re çênebûye, navên wek “Hesen, Husên, Heyder, Hemze û hwd.” bi awayê tîpa “h” di peyva “hejar” de bi lêv dikin. Lê belê ewên ku bi erebî dizanin û ev navên han ji Ereban bihîstine, hewl didin, ku weke wan bi lêv bikin.

Em vê yekê di jiyana rojane de jî dibînin. Ew kurdên ku di TV-ên kurdî de diaxivin, gava peyvên almanî dibêjin, mirov yekser dizane, ka ew kes bi zimanê almanî dizane yan na. Bilêvkirina wî(ê) ji peyvên almanî re yekser tê xuyakirin.

Lê belê, kekê Kemal, divêt mirov di zanistiyê de rast û durist be. Ji lew re, divêt ez ji aliyê te ve jî li vê mijarê temaþe bikim û hewl bidim piþtgiriya baweriyên te bikim. Heke min ev lîsteya jorîn çêbikira – ji ber ku ez bi zimanê erebî dizanim – minê peyvên ku ji zimanê erebî ne di lîsteyê de nenivîsanda. Ez dixwazim bi vê yekê bêjim, ku mirov dikare lîsteyekê ji peyvên kurdî deyne, ku di wan de piraniyeke kurdan van tîpan bi awayê ku tu dibêjî bi lêv dikin. Du nimûneyên te “ewr û esman » ji wan peyvan in. Ji bo ku ez piþtgiriya dîtinên te bikim, peyva „erd“ gelek balkêþ e. Ev peyv peyveke kurdî ye (hindo-ewropayî ye, bi almanî: „Erde“, bi înglîzî „Erth“ û hwd.). Tevî ku ev peyv di erebî de jî heye (di qur’anê de jî heye), lê di erebî de bi awayê „erdd“ tê bilêvkirin; yanê tîpa „e“ wek tîpa „e“ ya peyva „ez“, û ne wek tîpa „e“ ya peyva „eyþ“ tê gotin. Ev rastî dide xuyakirin, ku gava ereban ev peyv ji zimanê me wergirtiye, hîngê wek „e“-ya „ez“ û ne wek „e“-ya „eyþ“ dihate bilêvkirin. Ev yek dîsa dibe wek belgeyek li dijî teoriya te.

Hîngê divêt em bipirsin, heke kurdan berê peyva „erd“ bi awayê „e“-ya „ez“ bi lêv dikir, gelo çima niha piraniyeke mezin bi awayê „e“-ya peyva „eyþ“ dibêjin?.

Bersiva vê pirsê divêt bê dîtin û dayîn. Li ba min teoriyeke din heye. Ez dibêjim, bilêvkirina tîpan û peyvan bi awayekî nerm yan hiþk, bi awayekî nazik, yan stûr, di her zimanekî de bi awayê jiyana wî gelî ve girêdayî ye. Çiqas jiyan xweþ û nazik be, ziman jî ewqas nazik dibe. Heke jiyan hiþk û tal be, ziman jî hiþk û stûr dibe. Belkî tu û gelek kesên din bi vê teoriyê bawer nekin, lê belê ev baweriya min e. Bê guman, ev pêvajo ne yê rojekê û dudiyan e, jêre xelek dem pêwîst e.

Ez hêvîdar im, ku min bi vî awayê kurt baweriya xwe þîrove kiribe û hatibe fêhmkirin. Heke pêwîst be, mirov dikare vê mijarê hên gelek ji hevdu bikêþîne.

   

Li gel rêz û silavên kurdewarî û birayane

 

Mustefa Reþîd

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org