|
CANGORIYÊN
ÊZDIYAN LI SER MEZELÊN MIRIYÊN ÊZDIYÊN KU DI GORISTANA BAJARÊ
OLDENBURGÊ DE VEÞARTÎNE HATINE BIBÎRANÎN.
Kemal Tolan Belê
xwandevanên hêja, hûn
jî dizanin gava miletek bixwaze kultur û çanda xwe baþ nasbike û wê pêþbixîne,
divê berî her tiþtî ew ji dîrok û kevneþop(sed û hed, urf û adet, rê
û resm)ên bav-kalên xwe yên weke parastin û pêþvebirina baweriya, îd,
cejn, dawet, çebûn, mirin, serxwebûn, serkevtin û whd.ê re xwedî
derkeve.
Em
dibînin her milet bi xêra urf û adetan hezkirin, hevgirtin û naskirina
kultura xwe mezin dibe. Bi dîtina min, kevneþop weke kakilê çanda kevn
û nû ne. Ji xwe weke ku ji aliyê raya giþtî ve jî hate xwanê kirin, rêvebirên
MALA ÊZDIYAN ya li Oldênbûrgê ji bo vê armancê xwastin di roja
25.06.06 de hemû cangoriyên Êzdiyan bibîrbîn û di banga
xwe de gotin:”Em bangî hemû endam, xêrxwez û dostê malê dikin
ku ew bên beþdarî þaynetyên wê bîranînê bibin….”
Lê,
mixabin dîsa jî pir kesên Kurd û Êzdî piþtgirî nedane vê banga wan
û rêvebirên MALA ÊZDIYAN ya li Oldênbûrgê dîsa bi alîkariya hinek
malbat û endamên xwe tenê hemû cangiriyên
Êzdiyan li ser gorên miriyên Êzdiyan yên ku di cebanê goristana bajarê
Oldenburgê de veþartîne bibîranîn. MALA
ÊZDIYAN ya li Oldênbûrgê bi
bernama xwe ye gelekî dewlemend “Çûyîn
li ser Mezelan, Salona Malê da gotin û xwendina têkstên olî , ji alyê
malbetan da dayîna xwarin û vexwarina xêrê ……….“ ev roja bîranîna
cangoriyan pîroz kirin.
Ez
jî dibêjim, Xwedê xizmeta van rêvebirên mala me qebul bike û bila
rahma Xwedê li hemû keç,
law, dê, bav
û kalên me Êzdiyan, yên ku di bin destên zilm û zora padîþah,
sultan, paþa, mîr, beg, walî, axa, jendirme, nijadperest,
paþverû, hemû
kevneperestên Kurdistanê û
berpirsyarên baylozxanên dewletên metîngehkar
de hatine kuþtin be. Divê
em tûcarî ji bîranekin, dema wan
cangoriyan ev wêje, mîtolojî, foloklor û kevneþopên me Kurdan bi mal
û canê xwe ne parastina, dê çande û wêja Kurdî jî weha mezin ne
mana. Her
weha serê
xwe timî li ber wan û hemû xêrxwazên
Êzdiyatiyê yên ku hêjî çanda Kurdên resen diparêzin ditewînim.
Kemal
Tolan |
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org