GIRINGIYA KEVNEÞOPÊN BASINBAR Û ROJA ÇARÞEMÊ
Li gorî ez ji Êzdîyatiyê fahm
dikim; Xwedê ji ber nûra xwe Tawisî-Melek di rojeke çarþemê, ku ketiye
bîstûpêncê meha kanunê ya dawiya çilê zivistanê de û
dinya jî dîsa di
rojeke çarþemê ku dibe dest pêka biharê de afirandine(çêkirine).
Li gorî mîtolojiya Êzdîyatiyê,
çend kevneþopên ku roja çarþemê pîroz dikin evin:
„Çarþema
Sêre Nîsanê
Þixadî Þêxalê
Þemsa xweste dîwanê
Da qayîm bikin dîn û îmanê
Ev e îda Kurdistanê.“
Em Kurdên
Êzdî ji berê ve, timî piþtî her sersala nû, di roja heftê meha nîsana
Kurdî de, ji hiriya miya tayikekî bi teþiyê dirêsin. Dûre
benikê xwe bi her sêh rengên pîroz di rengînin û ji vî benikî re dibêjin
basinbar. Merivên Êzdî vî benikê basinbar bi qevda destê xwe ve
girêdidin û hêvîdikin ku nezer, nexweþî, bela û kêmasiyên sala nû
neyê ne serê wan. Wekî din jî benikê basinbar, li ba me Êzdîan
symbola bereketa demsala biharê, zad , pez, dewar û hemû zêdebûnê
ye. Lewma, hêjî gelek Êzdî di roja heftê nîsanê de basinbar bi hemû
dewar û pezên xwe vedikin. Hinek jê jî basinbar bi serê darikê ku
pelora Xidir Elyas û Xidir Nebî pê li hevûdinê xistine vedikin û dibin
di nava hemû zad û çandiniyên xwe de diçikînin.
Ev
Çarþema serê Nîsanê û Basinbarê Êzdiyan
pîroz be !
copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org