DAGIRKER Û TERORÎST JI DÎROKA BAV-KALÊN XWE YÊN XWÎNMIJ DIZANIN KU GELÊ ROJHILATÊ YÊ HERÎ KEVNAR Û KURDÊN RESEN KÎNE  

 

Kemal Tolan

 

Weke ku ji aliyê raya giþtî ve jî tê zanîn, di van hefteyên dawîd de gelek rêxistin, dezgeh, dost, heval, kes û rêberên me Kurdan nêrînên xwe yên li ser buyerên tevkujiyên terorîstên kafir, yên ku di 14 ê Tebaxê 2007 de li qeza Þengalê bajarokên Tilezerê û Sîbera Þêx Xidir pêk hatine anînine ser ziman, lewma ez jî  niha naxwazim cardinê zêde li ser zerar û wendayiyên wan buyerên tevkujiyan rawestim.

Tenê, ez dixwazim van çend dîtin û pêþniyariyên xwe jî dîsa bi kurtasî bibêjim

Gelek xwandevan jî baþ dizanin, min di pirtûk û gotarên xwe yên hatine weþandin de timî daye xwanê ku, gelek ji dîroknas û lêkolînvanan bi serpêkhatî û fermanên bi serê bav-kalên me Êzdiyan ve hatine baþ dizanin. Lê piraniya wan ji ber berjiwendiyên rêxistin û desthilatdariyên welatên xwe newêrin bibêjin ku, ji hingava kesên Xwedê ne nas, menfêatçî, zilmkar û nijedperest li ser axa derguþa þaristaniya mirovatiyê ku  mezopotamiya ye peydabûne û heta vêga, ewan timî bawermendên Êzdayetiyê di nava dîroka ol û netewên xwe yên xwînmij, terorîst û dagirker de qetilkirine û Ezdayetî di bin gelek nav û kulturên cûde de veþartine. Her weha zimanê wan nagere ku bibêjin, Êzdîxan dilê Kurdistanê û wergeha kevnariya þaristaniya rojhilatê ye.

Bi dîtana min, dagirker û terorîst ji dîroka bav-kalên xwe yên xwînmij baþ dizanin ku gelê rojhilatê yê herî kevnar û kurden resen kîne û heta ji wan were ew tûcarî nahêlin ew rastiyên ku di dîrokê de hatine veþartin eþkere bivin.

Weke Êzdiyekî, tiþtê ji min hatiye min li ser van valehî û neheqiyên di dîroka me de jî, di gelek lêkolînên xwe de bahsa xesar û zilma wan þerên ji bo serkeftina metîngehkaran, neheqî û zordariya di wexta destpêka olên xerîb(Zerdeþtî, Yahudî, Xirîstiyanî, Musilmanetî û yên wekî dinê )hatine li nava Kurdîstanê bela bûne, her wusa bahsa zilma þah, xelîfe, sultan, paþa, mîr, beg, walî, axa, jendirme û berpirsiyarên hemu baylozxanên dewletên dagirker ku li Kurdan û Êzdiyan kirine kiriye.

Lewma îro jî dibêjim, ev tevkujiyên terorîstên kafir jî bi alîkariya dagirkerên Kurdistanê û bi taybetî jî bi ya wan dewletên ku li derdora hukumeta baþûrê Kurdistanê ne diqewimin. Ji xwe herçiqas, „di çapemenîya cîhanê da cihekî balkêþ negirtibe jî, organîzasyona bi navê „Yêkîneya Tolhildana Tirk“ [TIB], ku bi Teþkîlata Istixbarata Millî [MIT] ya Tirk û Serfermandarîya Ertêþa Tirk ve girêdayî ye, beyanek bi rêya e-mailê belav kir û ev kiryara Þengalê aþkera hilgirte ser xwe…“ *1

Vêca, weke ku di dîroka derbasbuyî de jî xwanê dibe, çi wexta ku dijber û xwînmijên Kurdîstanê dîtine hêzen tevgera demokratîk û rizgarîxwazên Kurdistanê xwastine hevgirtin û tifaqeke civakên Kurdî li cem hevûdinê kombikin û serxwebûna ola Kurdan ya herî kevn ku Ezdayetî ye nasbikin, ewan hingê bihevûdinê ra êrîþên xwe yên terorîst û dagirker li ser azadîxwazên Kurdî û bi taybetî jî yên li ser bawermendên Ezdayetiyê zêdekirine. Berdewamiya vê nêrîna min hîna di 24.04.2007 de û di bin navê (Dijberên  Kurdayetiyê ji xemsariya berpirsên hikumeta Kurdistana Azad û bêtifaqiya rêvebirên civaka Ezdî fêdedikin) de di gelek malperên me Kurdan de hatiye weþandin

Di dawiyê de dîsa dibêjim heta ku dezgeh, partî û rêxistinên me Kurdistaniyan di mediyayên çapemenî û ragehandinê de nêrîn, nûçe, kilîp, fîlm, semîner, helbest, stran û pêkenînokên ku çande û kevneþopên me Êzdiyan piçuk dikin bi zanistî ranewestînin û wî maf-rumeta ku ew didine bawermendên musilmanetiyê, xiristaniyê û olên dinê, wisa jî nedine yên ola Kurdan ya herî kevn, dê ev çewtîtiyên dîrokî, êrîþên dagirker û terorîstên kafir jî li ser serên me berdewam bikin. Dê xwedîlêderketin û ewlekariya me Êzdiyan  ya mayîn de jî bi bang, daxwazî û þiyarî kirinê, sersaxî xwastin û bi komisyonen lêkolînê neyê parastin...........

Ez jî hemû qetliyamên terorîstî û bi taybetî jî yên ku di nava herêma Kurdistana azad de li derdorên Mûsil û Þengalê çêbûne bi tundî þermizardikim.

Dibêjim, bila serê hemû kesên malbatên þehîdên Kurdistan û Êzîdxanê sax be!

 

Kemal Tolan 01.09.2007

 

Têbinî:

Ez ji ber pirsgireken þexsî nikarim beþdarî civîn û meþên protestokirina tevkujiyan bivim. Ji ber wê jî lêborîna xwe ji we xwandevan, nas,dost û hevalan dixwazim. Bi atybetî, gelek spas ji bo wan kesen ku namen sersaxiyê ji min re jî þandibun.

 

*1 = http://www.dergush.com/modules.php?name=News&file=article&sid=391

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org