Di 19.12.2004, dema pîrozkirina cejna Êzî de, ya li bajarê Celle (Almaniya), mizgîna damezirandina NÛ-JIN hate belavkirin

 

Kemal Tolan

 

Axaftina Gulêya Mecîd(Tuku) ku berpirsyara NÛ-JIN ê weha ye:

„Mêvanên birûmet û hevalên hêja,

ez li ser navê NÛ-JIN’ê dibêjim hûn bixêr hatine û cejna we ye Êzî pîroz dikim.

Weke hinek ji we jî dizanin, me jin û endamên  Platforma Cell’ê di 02.05.2004 de bi alîkariya Halil Savucu û Martin Rudolf yê ji VSE ê ye, ev koma NÛ-JIN damezirand.

Koma NÛ-JIN ê,  koma jinên Êzîdiya ye yekemîn e.  Xebata me demokratîk û serbixwe ye û emê ji bo hemû mafên jin û keçên Êzîdî bixebitin..

Weke gelek ji we dizanin, rola jinê di nava baweriya me Êzîdiya de xwedî cîhekî mezine. 

Gava em li demên derbas buyî  jî birênên, em dibînin ku jina Êzîdî gelek caran weke þîretkarê malbat û civaka xwe karkiriye û hatiye  naskirin.

Weke nimûne:

Meyan xatûnê, jineke Êzîdî bû û ewê  di wextê xwe de, li Iraqê di herêma  Kurdîstana vêga  azad de, gelek caran ji bona mafên Êzîdiyan û çanda Kurdî wenda nebe, bi berpirsyarên dagirkerên welatê me, Îngilîz , Fransî û wekî dinê re civîn çêkirine.

Wekî dinê jî , em dizanin ku jinên Êzîdî di her demê de ji ber  zilma dewletên dagirker, nezaniya mêran  û  zordariya Îslamê  gelekî hatine perçiqandin.

Ji xeynî vê gelek karên malbatê û civakê ku giranên hêjî tev li ser milên jina ye û bi xêra zahmetên jinan ev çanda  Kurda ye kevn tê xwedîkirin.

Em endamên NÛ-JIN’ê dixwazin li Almaniya yê ji hemû mafên jin û keçên kurdên Êzîdî re xwedî derkevin û bi hevûdinê re serbixwe bixebitin.

Em hêvîdarin ku hûn jî werin, em bihevûdinê re pirsgirêkên xwe  çareserbikin.

Em vêga mehê dû caran li hevûdinê dicivin

Xebatên me yên ku em vêga bihevûdinê re dikin wehane:

Em bi hevûdinê re diçine hewzê avê, 

xwarinan çêdikin, 

fêrî Computerê dibin,

dirûnê û sporê dikin

Ez car dinê dibêjim, bila cejna Êzî li me tevan pîroz be û hûn her bijîn di xêr û xweþiyê de.

Gula Mecîd(Tuku)

19.12.04”

Kemal Tolan

 

çapkirin

copyright © 2002-2004 info@pen-kurd.org