DI DÎROKÊ DE GELEK TEVKUJIYÊN LI ÞENGALÊ PÊK HATINE VEÞARTÎ NE !
 
 
 
Kemal Tolan 
 
 
 
Bêguman, hinek rêzdar û parêzvanên dîroka Kurdîstanê yên birêz ji min çêtir dizanin ku ji hingava nijada Kurdên resen di nava þaristaniya rojhilatê de peyda bûye û heta vêga, bêhesab ferman û tevkujî bi serên Kurdên Êzdî haveyne-mirovatiya-mezopotamiya yê ne  hatine. Lewma jî dibêjim, dagirker û terorîst ji dîroka bav-kalên xwe yên xwînmij dizanin ku gelê rojhilatê yê herî kevnar û kurden resen kîne  û lewmajî ew kafir hêjî qetlîmên xwe ji ser serên me Kurdan kêm nakin.
 
Belê, ji xwe piraniya xwandevanên hêja jî baþ dizanin ku, min di pirtûk û gotarên xwe yên hatine weþandin de timî bahsa ferman, tevkujî, xesar û zilma dagirkerên Kurdîstanê û hevalbendên wan(þah, xelîfe, sultan, paþa, mîr, beg, walî, axa, jendirme û berpirsiyarên hemu baylozxanên dewletên dagirker) kiriye.
 
Nimûne : 
 
Min di pirtûka xwe(Keremkin hûn jî alîkarîya parastin û nasandina dewlemendîya kevneþopên Êzdiyatîyê bikin ! 2007, Rûpel: 293-316) de, hinek agehdariyên li ser ferman û tevkujiyên li herêma Þengalê pêk hatine weha  dane xwanê,:
 
” Ji xwe hinga kû Osmanî jî hatine (1300-1920) û bi þûrê zorê Kurdîstan dagir kirine, hingê ewan bialîkariya mîr û begên olperestî nezan gelek êrîþên dijwar birine ser heremên mîrekên kurdên Êzîdî û ewan bi hezaran evdên Êzîdî di nav mîrgehên xwe de qetil û koçber kirine.
a – Em dibînin gava „ Xan Ahmedî Xan(1624), Qere Hesen û Xalid Beg þand ser Þeqlawa û Þengalê û beþek ji welatê Amêdê xist bin fermana Osman Beg, piþtre êrîþ bir ser eþîretên Xaltî û Dasanî yên Êzîdî, ew gelek bi mêranî li dijî wî rabûn. Di þer de herdu mil jî gelek zerar û ziyan dîtin. Di netîceyê de Xan Ehmed Xan zora wan bir, ew girtin û dan destê merivên xwe (1:486).“
 
b – Di salên nêzîkî 1638 de, ku xelqên Êzîdî û Ermenî bi berxwedanên xwe yên li dijî Osmaniyan bi ser neketin û ne gihîþtine armancên xwe, êdî zilm û zora dewleta Osmanî û Musilmana li ser wan zêdetir dibe. Nivîskar Garo Sasuni li ser van zordaran weha dibêje:     “ Ji vê demê þûn de kurdên Êzîdî kû li heremên Musul, Siirt û Sancar (Þengal k.t.) ê diman ketine bin rejîma Osmaniyan. (2:29)
c - Nivîskar û roman nivîsê di vê sedsala me de yê herî navdar Yaþar Kemal, di romana xwe (çavk.:3) de weha cîh dide çend ferman û qetlîamên bi serê Êzîdiyan ve hatine : 
 
“Qismek ji xelqê Kurd, Ereb û Tirkan rahîþtibûne çekan û derketibune nêvçîra kuþtina Êzîdiyan. Poyraz û tevî qeflê leþkerê xwe jî ketne nava wan çetan û teva bihevre di avîtine ser gundên Êzîdiyan. Ewan heçî evdên Êzîdî ku emrê wan heft heta heftêyî bu  didane ber singoyên tivingan û dikuþtin. Çiqas pere, mal, pez, dewar, hesp, ker, zad, zêr û zîvê Êzîdiya hebû ji xwe re dibirin. Ne dihîþtin kesekî Êzîdî ji ber destên wan xelazbibe. 
 
            Di sibeyekê de, wexta çemê Firatê derbaskirin, ew dîsa rastî  êlke Êzîdiyên ku koçdikirin dihatin. Kerwanê Êzîdiyan tevlî hesp,ker, dewar, pez û peyan diçûne derkevine serê çiyan. Serî û binê êlê ne xwanêbu. Ew kesên Êzîdî ku çekên wan hebun, xwe dabune pêþiya kerwan. Siwariyên kurd, ereb û tirkan li wan hespên ku di dema avîtibûne ser gundên Êzîdiyan û bi darê zorê standibun siwarbun û tevlî evdên ji ber leþkeriyê reviyane bûn. Tabura (koma k.t.) wan kete nava heremên Êzîdiyan û bi çend siwariyên Êzîdiya re dû þev û dû rojan þerkirin. Hemû þervanên Êzîdiyan kuþtin û laþên wan  avîtine nav ava çemê Dîclê . Dûre vegeriyane ser Êzîdiyên bê çek, pêþîn çiqas mêr û xortên mayî li ber çavên jin û qîzan tazî kirin, ew jî tev kuþtin û laþên wan  jî birin avîtine nav ava çemê Dîclê. Di pey re hemû jin û qiz ……….  çiqas zêr ,zîv , pere û malê wan hebû di bin darekê de komkirin û li hevûdinê parevekirin. .............Di wexta qirkirin û talankirina Êzîdiyan de, çemê Firat û Dîclê ji xwînê diherikîn û nava wan bi roj û mehan ji cesedên însanên mirî ye tijebûn............Dure ………, …………... “ Berdewam û tevayî di (çavk.:3. rûp.:229-277)
Çavkaniya wêne: http://www.dersim.biz/

KRONOLOJÝYA DÎROKA HÝNEK FERMAN Û TEVKUJÝYÊN KU BERÊ LÝ ÞENGALÊ PÊK HATÝNE
 
Jixwe ez nikarim tevaya tûnekirin, zilm û zora ku desthilatdar, dagirker û olperestên di nav û derveyî Êzdîxanê de bi serê bav-kalên me Êzdiyan ve anîne û wan misiyonerên ku bi malê dinya yê pêþiyên me Êzdiyan xapandine, ew ji dînê wan derxistine bikim.
 
Lê, ezê niha vê kronolojiya dîroka hinek ferman û tevkujiyên ku berê li herêma Þengalê pêk hatine, ji ber çend kitêbên ku bi zimanê tirkî hatine weþandin,  li goriya mecalên xwe tenê serkêþ û wextê buyer pêk hatine ji bo agehdariyên we xwandevanên hêja birêzbikim.
 
Ji bo fahmdariyê dibêjim, gelek nivîskaran ji Þengalê re gotine, “Sincar”,”Sancar”, Sangar”, “Þîngal”, û hwd.  Lê, ez  di wergera wan de  navê ê Þengalê bikartînim û li goriya dîtina min ev navê herêmê yê resen ne.
 
“....di pey herba Çaldiran ê ya sala 1514 de, paþayê Osmaniyê Yavuz Sultan Selim di nava çend salan de herêma ......, .........., û Þengalê jî kirne bi hukumdariya Osmaniyan........”Çavk.:4 rûp.::89
 
“....di sala 1517 de generalê Osmaniyê Nasuh Paþa êrîþî ser Êzdiyên li çiyayê Þengalê kir.....”Çavk.:4 rûp.:92
 
“....di salên 1638/39 de xelîfê Osmaniyê û Sultanê IV.Murat hate ser desthilatdariya li herêma Musil......û hwd. hukumdarî li Êzdiyan kir.....”Çavk.:4 rûp.:93
 
“....di salên 1647/48 de, dema Þêx Mîrza(ev Êzdî Mîrza Bege k.t.) yê  mîrê Þêxan xwast desthilatdariya li herêma Musilê bike bin hukumê xwe, waliyê Osmaniyan yê li Wan ê, Þemsî Paþa êrîþî ser Þêxanê kir. Berxwedana Êzdiyan bi ser neket. Þêx Mîrza dîl girt û dûre ew li sêdarê dan.. ...
 
....di sala 1715 de paþayê Osmaniyan yê waliyê Bexda yê, Hesen Paþa êrîþî ser herêma Þengalê kir. Êzdiyên li herêmê qetil kirin . Dûre desthilatdariya herêmê ji bin destên Êzdiyan derxist û da ber destên reysê êþîra ereban Bedevi Arab Tayy.....
 
...di salên 1752/53 de waliyê Osmaniyan Süleyman Paþa, ziyaneke mezin  da Êzdiyên li derdora Þengalê û piraniya wan qetil kir....
 
....di salên 1767/68 de paþayê Osmaniyan yê waliyê Musilê, Amin Paþa bi hukumdariya kurê xwe leþker þand ser Êzdiyên li herêma Þengalê.  Gava Êzdiyan di þûna 1.000 pezî(mêþin-bizin k.t.) de 800 dan, hingê artêþa Osmaniyan ne musilman, bêhijmar evdên Êzdî qetil kirin....
 
....di salên 1773/74 de paþayê Osmaniyan yê waliyê Musilê, herêma Þengalê xera û wêran kir.....
 
....di salên 1785/86 de paþayê Osmaniyan yê waliyê Musilê, Abd el Baqi bi artêþa xwe ya mezin êrîþ bir ser Êzdiyên Þengalê. Lê bi ser neket û piraniya leþkerên wî hatine kuþtin. Ji ber vê jî gelek êþîrên erban jî êrîþî ser gelê Þengalê kirin....
 
...di salên1790/92 de êþîra erebên Bedevi Arab Tayy êrîþî ser herêma Þengalê kir....
 
...di salên 1792/93 de paþayê Osmaniyan yê waliyê Musilê Muhamet, heþt gundên Êzdiyên li devera Þengalê wêran kirin....
 
....di salên 1794/95 de paþayê Osmaniyan yê waliyê Bexda Suleyman Paþa, bi hêza artêþa xwe herêma Þengalê wêran kir , dever þewitandin, 60 jin revandin û 600 dewarên wan jî dizîn.....
 
...di sala 1802/03 de waliyê Musilê Ali Paþa, xwast ku desthilatdariya herêma Þengalê bike bin destên xwe. Gava ewî  ji aliyê bakur ve hucûmkir, hêzên êþîra Bedevi Arab jî ji aliyê baþûr ve êrîþ kirin. Ev êrîþa hovane bi mehan berdewamkir û þûnde, êdî Kurdên Êzdî mecbur bûn desthilatdariya Osmaniyan nasbikin....
 
...di salên 1809/10 de paþayê Osmaniyê, waliyê Bexda yê Suleyman Qatil , êrîþî ser herêma Þengalê kir. Bajarê Balad, Sincar , Mihirka û hinek gundên ku di bakur de bûn wêran kirin û gelek Kurdên Êzdî kuþtin...
 
..di salên 1832/33 de Mîr Muhamed ê Rewandizî(Mîrê Kora k.t.) êrîþî ser Kurdên Êzdî yên li derdora Zap a jorîn, herêma Akre û Þengalê diman kir. Gelek Êzdî bi qetiliyamên xwe kuþtin....Çavk.: 5 Rûpel :376-380
 
“..ji sala 1833 heta 1837 paþayê Osmaniyê Reþîd û Hafiz Paþa tevî mîrên Kurdan Kör Mihammedê Rewandizî û Bedirxan begê Bota gelek Êzdiyên dibin hukumdariya Osmaniyan de qetilkirin...” Çavk.:4 rûp.:132-138
 
“di sala 1892 de paþayê Osmaniyên musilman Ömer Vehbi (Feriq k.t.)Paþa tevî hêzên êþîra Bedevi Arab an êrîþî ser Êzdiyên li herêma Þêxan û Þengalê kir. Kurdên Êzdî ku musilmanetî qebul nekirin, qetilkirin û li goriya ku di gotinên hinek çavkaniyan de hatine kifþkirin, hingê 14.000 Kurdên Êzdî musilman kirin...”Çavk.: 5 Rûpel :376-380
 
Dî çavkanî 4 an( ji rûpel 232 heta rûpel 249 )de gelek agehdariyên berfire li ser þer û zilma vî Ömer Vehbî(Feriq Paþa yê  xwînxarê Êzdiyan) jî hene.
 
Her weha di derheqê van komkujiya û þeran de hîna gelek berhem û sitranên gelêrî di nava zargotina me Êzdiyan de hen e. Ez nikarim li virê bahsa wan jî bikim, lê bi hindikayê be jî, ezê vê sitrana ku di çavkanî:5 de hatiye weþandin, pêþkêþî we hêjayan bikim.
 
Sitrana Þerê Feriq Paþa ya ku di çavkanî :6 de ji ber dengê dengbêj Kheyro hatiye nivîsandin weha ye:
„Kheyro :
6. Lê dayê, lê dayê, lê dayê,
Diyarî min û kûrana Bekira biþewite wa bi bere,
Mi dî li vê beyana berê sibê,
sê bêlûkê
eskerê Feriq Paþa danîne ser çemê Zoqa yê ,
Li gundê me, li Girê Ereba,
Belê Xwedê zanibe berê topa ser malê me
dirijin weke mûman û çira,
 
Mi dî Osê Mecdî, kekê Kemal,
sê denga gazî dike Mehmudê Osê,
Dawûdê Îsa babe Dawûd,
Ewî Sifûqê Êvdo bavê Saleh,
siwarê Bozê, “Gelî xortêd Þingaliya,
bav û bira, lep hilînin 
Barê xwe ji nizama Ferîq Paþa derînin,
erz û eyalê þêrîn metirsînin,
Gulî sora ji destê nizama Ferîq Paþa
  sibê bifîkinin”
 
Belê bi xodê aferim bona mêrêd weke
Mihemê Evdo bavê Saleh, li ser êvarê,
Tara þîrê sirav siwarî dihajotine li nav çadiran.
 
7. Bêje Êzdo, Êzîdo,
Mane banekî me nema, gelî hogiran
hevala dinêrim kûrana Bekira wa bi kaþa,
Mi dî ji bayana berê sibê danîne ser
çeme Zoqayê, gundê girê Ereba sê
bêlûkêd girane ji eskerê Ferîq Paþa,
 
Nalîne kete mîratê raþaþa,
 
Li aliya xarbi re pêþiya eskerê…….,
firqa Elî Paþa
Lê belê li aliyê þerqî re pêþiya cêþ…
kete çemê Reþa,
Me dî Mihemê Evdo, bavê Saleh,
sê denga xortê Þingara kete kali Gelî gûlî
sora bav û bira mêrî cabin, lep hilînin,
Enîþka bi kozika …… van metersa,
 
Belê bi Xodê, li çemê Bekira qoç û
Erebanê hukumetê xelas nekin cenaz û laþa.
 
8. Xwedê vê carê
Zerîvka Osê bang dike
Lê lê Gulê xwehîngê, wezê bang dikim,
dengê min dernayê,
ezê bang dikim, dengê min dernayê,
dengê top û tifingê eskerê Ferîq Paþa
agirê Xodê berda bûye dinyayê,
 
Mendikaniya xayîne çûyê hedayetê,
çûyê xaletê, çûye rayê,
 
Evê bi sê rojî dew û dûwe gêdûke xerbî
dengê tifinga Mihemê Elî Axa bavê
Milhim tucar û bi cara nayê,
 
Bi xodê ji qadîm ziman Xwerkaniya
xayîne roja,
Mirinê tucara hîndadeke me lib a nayê “Çavk.:6
 
Çavkaniya wêne.: http://www.kurecik.com
 

“………Di salên 1925 / 26 de rêvebirên Îngilîzan dixwastin erdê Þingar(Þengal k.t)ê pêxine ser xaka Sûriyê. Lê Dawûdê Dawûd bi vî hukmê Îngilîz razî nedibu. Weha Îngilîz û Þêx Îcîl-Þêxê êla Þemeriya bihevre  xwastin erdê Êzdiyêd Þingarê bistînin. Dawûd ev serþoriye qebûl nekir û bersîngê wan girt…..” Çavk.:6 rûpel:231-232
 
Çend malikên sitrana þerê Dawûdê Dawûd ku di çavk.:6 rûpel:238 de hatiye birêzkirin jî weha ye 
 
Þerê Dawûdê Dawûd
 
“Dawûdê Dêwûd bi sê denga gazî dike
 Ûdêmê Hezo Hesokê Hemzî Silemanê Mehmûd,
Bavê me , mêrî çêbikin, bixebitin
Vê sibê hûnê dest hilînin…. Mêra
Bikujin xwîna narincî ber erdê weþînin
Destê xwe li qebdê xencera biþidînin
 
Çavê xwe ji bêlûkê eskera, nîzama Îngilîzî biþkînin,
Bira vê sibekê dîsayê,
Em dest bi kiçik û mezinê Êzdiyê çiyayê Þingalê bikin,
………….”
Berdewam vê sitranê di çavk.:6 rûpel:238 de ye.
 
 
Kemal Tolan
27.09.2007
 
 
Çavkanî:
1  Þerefxanê Bedlêsê-ÞEREFNAME –Tarîxa Kurdîstanê ya kevn 1579-, Wergera kurmanci:ya ji aliyê Zîya Avci ve di sala 1998 de çapa yekem a Kurmanci ji Weþanxaneya Apecê, weþan Nr.: 129 hatiye weþandin.
2 - Garo Sasunî-Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni-Kürt iliþkileri, Stockholm-1986.
3 - Yaþar Kemal, Fýrat Suyu Kan Akýyor Baksana – Bir Ada Hikayesi I- Ocak 1998 Îstanbul.
4 – John S. Guest, Yezidiler Tarihi. Weþanên Avesta 2001
5 - E.Xemgîn, Kürdistan Tarihi cilt-3 , Agri Verlag 1991 rûpel:373-380.
6- Christine Allison, The Yezidi Oral Tradition in Iraqi Kurdistan, Rûp.:219-221, 234-238
 
 
 
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org