DI NAV XASÊN HÎMÊN EZDAHÎTIYÊ DE NASÎN Û GIRINGIYA MEME REÞAN
 
 
 
Kemal Tolan
 
 
 
 
Di nav baweriya Ezdahîtiya berî dema Þêx Adî de gelek navên Xwedan(xas)ên hîmên Ezdahîtiyê hebûn e û navên hinekan jê ev bûn e:
 
Baweriya bi; Xwedê, Tawisî-Melek, Her Heft Milyaketên Kibîr, Rojê, Hîvê, Semahê, Sitêrkan, Agir, Baranê, Bayê, Birûskê, Tofanê, Cinika, Sermê(çilê zivistanê), Germê(çilê havînê), Çarþemê,  Sunnetê,  Tokê Êzî, Biskê, Parêzgeh( Dergeh û silavgehên gelek xas û qelenderan)an, her Nexweþînekê,  zayîn û jiyana gelek giyanderan(xezal, dîk, tawis, dubiþk, mahr, gah, pez û hwd.), Xefûrê rêyan, Qurban Dahinê(serbirrê), Rengên Pîroz û whd.
 
Wexta hinek baweriyên xerîb hatine bi serhiþkî û zillmdariya xwe li nava Kurdistanê belabune û þûn de, êdî me Êzdiyan ji ber tirs-zilma kevneperest û dagirkerên Kurdîstanê piraniya navên Xwedanên ola xwe li gelek herêman guhastine anjî bav-kalên me li gorî þertên wan hinek evd ji xwe re kirine þêx û  wekî din binav kirine.
 
Ji xwe ji ber vê Xwedê nenasîn û zillmdariya paþverû-dagirkerên Kurdîstanê, gelek xeleqên dîroka me jî wenda bûne.
 
Mînak :
 
Niha kes ji me hew dizane, ka dîroka êþîra binemala Pîr Memê Reþan(Mehmereþan) ku ji kevin ve Xwedanê baranê bûne, di dema beriya Þêx Adî de ji kurê dest pêkiriye û ew li kîjan herêmên Kurdîstanê jiyane?....
 
Ez dixwazim bersiva vê pirsê hinekî li goriya zanîna xwe û zargotina me Êzdiyan bidime xwanê:
 
Pîr Memê Reþan(Mehmereþan) yek ji qencê Xwedê û xasekî Êzdiyan yê ji bo baran barînê navdar e.
 
Di nav baweriya Êzdiyatiya me ye kevn de urf û adetên ji bo duhakirin  û pîrozkirina cejna Xwedanê baranê, li goriya jiyana gelê herêmê dihatine kirin gelekin.
 
Di nav zargotina me de tê gotin, wextê kevn de û heta îro hêjî gava salna jê di wextê çandiniyan de baran nayê(rahm nakeve) û erd zuwa dibe, hingê çiqas ruhlber(giyander)ên li ser û bin erdê de hene ji bêavî(tîna) lewaz(kêmtaqet) dibin û saxiya wan dikeve tehlûkê. Zerar digîje þînayî û tovê ku cotkaran xistine bin erdê(çandine). Ji bo ev rewþa weha xedar biqede gundî û cotkar tevî xas û qelenderên radibin xêr-xêratan didin û duhayê ji Xwedayê baranê re dikin ku ew baranê bibarîne.  Di pey van rê û resman de Mehmereþan baranê dibarîne û “av dide bin ferþan”...
 
Wekî dinê jî hinek Iimdar, lêkolîner, zane û rewþenbîrên me Êzdiyan li ser vê baweriyê û Pîr Memê Reþan(Mehmereþan weha dibêjin:
 
“Wexta Þêx Adî hatiye Laliþê, hingê pîrekî Êzdiyan yê bi navê Mehmereþan ku Xwedê li gel kirî û xudan huner di çile girêt Þêx Adî de bû. Pîr Mehmereþan, xudanê baranê yî navdar bû.
 
Þêx Adî dibêjê: Pîr Mehmereþan min da te meaþê þeþa.
 
Quba Mehmenreþanê kurdî wa li dulkê çiyayê Meqlubî li qeza Þêxan e. Êzdiyên li mergeha Þêxa hersal di biharê de qesta mezargehê wî dikin. Xêra xwe dibine ber. Ne xasim heke salekê kêm rêjî bive dibêjin,  Mehmereþan ji kerema xudê baranê bireþîne
 
Nîþangeha Mehmereþan li Laliþê jî heye û neviyên wî mayne maþê xudanê xwe dixun.”(1:16)
 
Qewl jî dibêje:
 
“Þêxadî ji þamî hate
Bi þerqiya kir xebat e
Mehimed Reþan kir xelat e
Xelat kir Mehimed Reþan
Dabûyê maþê þeþan
”Ew kire serwerê mêran “ (2:102).
 
Bahsa Mamed Reþan di “qewlê Þêx Adî û Mêra” de hêjî gelekî tê kirin.
 
Weke nimûne: Mihemed Reþan dibêje:
 
“Ez Mehemedê Reþî me
Siwarê berî me
Ez bi xwe mirîdê þêx Adî me”  (2:105)  Ev Qewlê Þêx Adî û Mêra gelekî dirêj û berfire ye.
 
Wekî dinê jî di nava textên ola Êzdiyan de li ser Mehmed Reþan weha tê gotin:
 
“Mehmed Reþan
 
Ew Babê Pîr Eyûbî
Hey Þêro yî ji Meqlûbî
Hukmê te wê li tixûbî
 
Meqlûbî Êlî ye
Wê li binda behra spî ye
Reþa Þîxadî ye
 
Meqlûbî mezine
Wê li binda behra Spîye
Reþe Þûxadiye
 
Quba dîyarê Kafê
Xebîr bin li wê navê
Xasa mîr nasîn serê rabê
 
Quba diyarê pirrê
Xebir bin li wê Surrê
Xasa mîr nasîn li serê durrê
 
Min dît bi çavane
Û te dît biçavane
Lêþkerê Þêxî girane
Serdar Mehmed Reþane
 
Min bi çavan diye
Û te dît biçavan diye
Lêþkerê þêxê Ediye
Serdar Hehmêdiye
 
Hemedî yala Hemêdî
Baziyo meken Kêdî
Þîxadye me li xelwêdî
 
Pîrekî nûrîne
Rastdarê siltîne
Mehmed Reþan Kire Pîrê Melik Sicadîne”(3:176-177)
 
Vêca, ez hêvî darim rojek bê ku dîrokzanên me Kurdan karibin vê resenî û kevnariya di nava text û zargotinên ola Êzdahîtiyê de ji bo gelê me azad þîrove bikin.
 
Çavkanî:
 
1.        Pîr Xidir Silêman, Êzidyatî- wane bo qutabîyêt êzidya ji pola(1-6) qunaxa seretayî – Çapa yekê 1996- Dihok.Rûp.:16
  1.  
    Xidirê Silêman& Xelîlê Cindî, Êzdiyatî- li ber ronayiya hindek têkistên ola Êzdiyan-  Weþangeha ARARAT 1995. Rûp.:102.
  2.  
    Bedelê Feqîr Hecî, Bawerî û Mîtologiya Êzîdiyan Dihok 2002 .Rûp.:176-177
 
Kemal Tolan

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org